20. Un Chien Andalou (1929): Gûzana Çavan
Min
di nivîsa 19an de gotibû derhênerê di dorê de Kieslowski ye lê weha çênebû
mixabin. Gava li Diyarbekirê çûm Kafka Kitabevi, min got belkî kitêbeke derheqê
Kieslowski de bibînim lê ji ber ku min nedît, min kitêbeke berhevkariyê ya li
ser Luis Bunuel (Luis Bunuel – Aydaki Adam, agorakitaplığı) dît û ew
kirî. Ev mehek e filan e cara pêşîn min navê Bunuel bihîst, li atolyeya hunera
vîdeoyê, ji mamostayekî. Loma navê wî di bîra min de ma.
Bunuel
di dema xwe de di nav koma surrealîstan de ye û gelekî di tesîra wan de dimîne.
Ji ber vê jî fîlmên wî têra xwe surreal in û ew yek ji derhênerê herî mezin yê
vê qadê tê hesibandin. Her wekî ku dê di hevpeyvîneke xwe de jî behs bike, ew
ne li dû tiştên watedar e, heta jê tê di vî fîlmî de jî tiştên deraqilî lê zêde
kirine. Ew alîgirê wê yekê ye ku lazim e hêmayên di fîlm de neyên diyarkirin,
ji ber ku tu diyarkirineke van hêmayên derî aqil tune ye.
Senaryoya
fîlm ji aliyê wî û Salvador Dali ve tê nivîsandin. Ez ji hevpeyvîna wî hîn
dibim ku wan fîlmê xwe li ser bingehê xewnên xwe daniye. Rojekê Dali jê re
dibêje “duh min di xewna xwe de dît ku mûriyan lana xwe di destê min de
çêkiriye”, ew jî ji Dali re dibêje, “min jî dît ku ez çavê kesekî jê dikim.” Ev
her du hêma jî di fîlm de cih digirin û ew sehneya jêkirina çavê jinekê dibe
yek ji sehneya herî navdar ya sînemayê. Temaşekirina wê dîmenê ez gelekî aciz
kirim pêşî, min xwe şidand, wekî ku çavê min jî pê re jê dibe. Ew çav jî çavên
çêlekekê bûne, lê meriv qet lê hay nabe. Li gor ku Bunuel behs dike, hêj di wan
salan de gelek şikayet ji polîsan re çûne, gelek kes di temaşekirina fîlm de ji
ser hişê xwe çûne, zaroka jinekê ji ber wê çûye.
Gelek
rexnegiran qala vê kiriye lê ev hêma bala min jî kişand. Bunuel (ew jî dilîze)
gava çavê jinikê bi gûzanê di navê re dibire, tam wê kêliyê parçeyeke ewr jî di
nîveka heyvê re derbas dibin û wê dibirin. Ez dê Bunuel aciz nekim û nebêjim
heyv çav e, çav heyv e.
Di
destê mêrikekî de mûriyan lana xwe çê kiriye, mûrî ji xwe re digerin. Ev mûrî
bala me dibin ser pirça binçengê jinikê (ez navan nikarim bidim ji ber ku fîlm
bê deng û bê nivîs e), ew pirç ji dûran ve wekî mûriyan xuya dikin. Destekî din
jî heye. Ev destekî jêkirî ye, keçikek bi darikekî pê dilîze, dû re di bin
wesayiyetekê de dimîne.
Du
ker hene, kerên mirî. Dali ew kuştine û danîne ser piyanoyê. Dali ressamekî
mezin e, xuya ye ku resim bikira jî, dê li ser piyanoyekê du kerên mirî û bi
xwîn hebûna. Gava mêrik her du piyanoyan dikişîne, du mêr jî di serê werîsên
piyanoyê de ne û diçin. Ew çi eleqe min fam nekir, jixwe mebesta Bunuelê me jî
ev tiştên bêeleqe ne. Gelo dixwaze bibêje her kerek mirovek e? Yan her mirov di
eslê xwe de ker in, hem jî kerên mirî. Yan jî, keran nekujin hevalno, mirovan
bikujin. Ev şiroveyên min jî, pir bê eleqe ne, Xwedê dizane.
Ignacio
Javier Lopez vî fîlmî bi xwendineke Freudî dinirxîne. Em jê hîn dibin ku Dali
gelekî zêde di tesîra Freud de maye û ev tesîr di fîlm de jî xwe dide der. Ew
bi têgeha rêşaşiya polîform ya Freud vî fîlmî dinirxîne. Di fîlm de kurikek
heye ku li ser taximê xwe kincên keçikan li xwe kiriye. Bavê wî tê kincên wî di
pencereyê re diavêje. Kitêban dide wî, lê ev kitêb di destê zarok de dibin
sîleh û ew bi wan sîlehan bavê xwe dikuje. Li gor Lopez ew kitêb kultur e ku
zarok ji gefên bavê xwe rizgar dike. Gava dêya wî diçe ber behrê cem dostikekî
xwe, ew kincên zarokên wê li wir in. Lê dinya ji wan re jî namîne. Ew di wê axê
de wekî qurmên darê çikiyane. Lopez diyar dike ku Dali û Bunuel têgeha polîform
ya Freud xirab kirine û ji nû ve ava kirine. Li gor wan zayendîtiya nekedîbûyî
ya zarokan hîn diçe heta êwra borî ya rêşaşiyê ya berî dîrok, kultur û
şaristaniyê. Li gor Lopez jî ev fîlm wekî wendahiya werara dîrokî û çandî ya
tevgera rêşaşiya polîform temsîl dike.
Meriv
zorê bidiyê, dikare bi rehetî xwendineke Oedipusî jî li ser bike. Lê ne lazim,
em Bunuel bi van gotinan aciz nekin.
0 yorum: