21. Le Fantôme de la Liberté (1974): Tiştê Netişt

Aralık 18, 2018 , 0 Şirove



Fîlmekî din yê Bunuel, ne yê herî dawî, lê yê berî herî dawiyê. Cardî min zêde tiştek fam nekir. Belkî jî Bunuel naxwaze em tiştekî jê fam bikin, çi zanim.

Çîroksaziyek di navberê de tune, gelek parçe û navendên fîlm hene. Ez aciz nebûm, bibêjim, hinekî ecêb mam. Lê kêfa min ji vê ecêbiyê re jî hat.

Dîsa senaryoya fîlm dide xuya kirin ku ji destê nivîskarên zîrek derketiye. Senaryo aîdî Bunuel û Jean-Claude Carrière e. Xweşbextane, berî çendekî jî min hevpeyvînên dirêj yên bi Carriere û Umberto Eco re xwendin, bi navê Kitaplardan Kurtulabileceğinizi Sanmayın li tirkî hatibû wergerandin. Her wê çaxê jî ecêb mabûm li ber vê zanîna wî ya berfireh û zewqa wî ya kitêban.

Şer. Napolyon. Fransa. Îspanya. Kuştin. Tecawiz. Azadî. Mirin. Burokrasî. Burjûwazî. Goya. 1808. Dagirkirin. Kolonî. Nexweşî. Rewrewk. Postevan. Dîk. Şair. Qatil. Boyaxçî. Marquis de Sade. Mazoşîst. Qamçî. Ensest. Xwarzê. Xaltî. Rahib. Polîs. Xwişk.

Gelek tişt hene, min negotin.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: