Peyvpeyvîn -1: Hesen Ildiz
Silav xwendevanên delal yên blogê. Min dest bi rêzeka nipînû
kir: Peyvpeyvîn. Di peyvpeyvînê da 15 peyvan ji berheman dineqînim (yan jî yên
têkildarî poetîkaya xwedîyên berheman dîyar dikim) û ji xwedîyên wan berheman
dixwazim wan peyvan bibersivînin, şirove bikin, bi wan ra bipeyivin, çi edebî
çi ferhengî çi bîranînî hwd, qet ferq nake. Di xeleka yekem ya peyvpeyvînê da Hesen
Ildiz heye. Min 15 peyvên romana wî ya çendek berê belav
bûyî, Qal (2019),
jê ra şandin û wî jî bi dilxweşî bersivandin. Yekşema
we bi xêr be (min çiqasî bêrîya vê gotinê kiribû!).
Bav
Di destpêka nivîsandina
Qalê de nerîna min a li ser bav nerînek Lacanî bû. Loma wek
leheng min bavekî zordest û despot afirand û R. Baran bi rêya vî bavî cara
ewilî pêrgî hemû formên desthilatdariyê hat.
Ev tişt helbet li ser gelek aliyên jiyana R.Baran tesîr kir lê herî zêde
tesîra xwe li ser têkiliya wî ya bi lawê wî yê nûçêbûyî re da der. Ew bi xwe jî
nerîna xwe ya li dijî lawê xwe wek ‘oedîpûsa berevajî an jî bi navekî
rasttir û gorî vê erdnigariyê kompleksa siltanên osmanî’ formulîze dike.
Lê niha têgihiştina min a bo Bav ê di Qalê de
gelekî guherî. Ji ber ku di nava vê
pêvajoyê de him hinekî ji Freud dûr ketim û him jî têgihiştina min a ji mîta
Qral Oedîpus berê xwe ji psîkanalîzê da ber bi ontolojiyê ve. Loma xwendina min
a Bav jî tu bê nebê divê biguheriya. Niha gava lê dinerim, R. Baran wek
bermahiya misogeriya hebûna bavê xwe hatiye pêşkeşkirin. Bavê ku dixwest
nemiriya xwe misoger bike, bûye xwedî zarokek û hemû despotî û zordariya wî
jî ji bo ku bûnewerê dê hebûna wî bigre misogeriye, ji wî
ne cûdatir be. Lê wek bûnewer R. Baran ji hebûna xwe aciz e, loma ji dêvla
hebûnekê wek bermahiya hebûnê xwe biafirinê bi redkirina lawê xwe tûnebûneke
ebedî dixwaze.
Bêdengî
Kafka di çîroka xwe ya bi navê Das Schweigen der Sirenen (
Bêdengiya Sîrenan) de dibê ku tiştê guhê Odyessus ker kir ne dengê
sîrenan bû, lê belê bêdengiya wan bû. Bêdengî rewşa herî giran e ya ku mirovek dikare
xwe tê de bibîne. Ziman, bi gotinek rasttir bi giştî sewtek derxistin,
bertekekek mirovahiyê ya li dijî bêdengiyê ye. Mirovahiya ku her çendî ewqas ziman û dengên cûr bi cûr afirandin
jî, lê dîsa xwe ji bêdengiyê xelas nekirin. Gelek caran bêyî xwesteka xwe
laqayî wê bûn. Bi her bêdengiyekê carek
dinê li bêheziya xwe warqilîn. Loma bi rihetî dikarim bibêjim ciyê bêdengî dest
pê dike, li wir sînorê vîna mirov jî diqede.
Belbî
Belbî, her tim hebûna îhtîmaleke dinê bi xwe re tîne. Û îhtimal,
bi qewlê Musil, hew ne xeyalên kesên kêmaqil, meqsedên Xwedê yên hîn
neşiyarkirî jî dihundirîne. Loma çawa P.
Celan dibêje: ‘Bipeyîve lê Erê’yê ji Na’yê veneqetîne.’, ez jî ji qarekterên
xwe re dibêjim: ‘Biaxivin lê Belbîyê ji gotinên xwe dûr nexin.’
Hebûn
Hebûn dilopek e di nava oqyanusa tunebûnê de. Dilopek, a
hew bo wextekê kurt, li cihekî bisînor
xwe dide der. Loma bo min êdî hemû mesele ne ‘To be or not to be’ ye, hemû mesele êdî hew ‘Not
to be’ ye.
Law
Ez lawê Hemîdê Hecî Mahmûd im û bi vêya şanaz û serbilind im.
- Baba te digot, te çima pirtûka
xwe adamîşî min nekiriye, lê
binere her çendî min pirtûk adamîşê te nekiribe jî li vir silavekê didim
te. Têm destê te.
Mirin
Ma Tolstoyê ku di bin maskeyê Lewin de diqîjiya, ‘Ciyê mirin
lê hebe ma mirov xêncî wê dikare xwe bi
çi re mijûl bike.’ qey neheq bû.? Na! Û ez jî bi dilekî rehet dikarim bibêjim
ku mirin temaya sereke ya poetîkaya min e.
Mirin, bi gotinek rasttir, hayjihebûna mirinê bingeha
şaristaniyê ava kiriye. Ji quleya Babîlê
bigre heta navê Nemiriyê li xwe dayînê, çi bi hişî (bewusst) çi jî bi
derhişî (unbewusst) be, hemû bertekên me bo ji holê rakirin, qenebe,
ji-xwe-dûrxistina mirinê ye. Lê mirin a wiha li wir e. Sekiniye û bêyi xwe ji
ciyê xwe tev bide li benda me ye.
Helbet ji Parmenides heta Tugendhaft, ji olên monoteîst heta
yên polîteist, bi gelek awayên cîhê mirin hatiye şîrovekirin. Gava ez bêm
şîroveya xwe ya derheqê mirinê de ya di Qalê de, dikarim bi rehetî
bibêjim, her çendî wê çaxê ji min re ne eşkere bû jî, dişibe mirinek Heideggerî.
Çawa Heidegger mirinê wek dawiya Daseinê û wek bi gişteyî temambûnê (als
ganzes Seinkönnen) şîrove dike, R.
Baran bi xwe jî mirinê wek temambûna hebûnê dibîne. Bûnewerê netemam gava ji sînorê hebûnê derbasî yê tunebûnê dibe, ango
dimre, pêvajoya xwe ya egzistenyal ya mekanî û demî temam dike. Encax bi mirinê
jiyan dikare temam bibe û mirinê ne wek dijtêgeha jiyanê lê wek dijtêgeha
welidandinê qebûl dike.
Mirov
1) Mirov ji aliyê derûnî û fizyolojiya xwe ve qels, bêhêz,
mihtac, bêqudret û kêmber e, di ser de
jî hesûd, bêşikir û çavnebar e.
2) Mirov nefs e û loma hemû kirinên wî divê li derveyî
sînorên başî û xerabiyê were nirxandin. Her çendî di gelek zimanan de peyva
mirovî bo tiştên baş, ya nemirovî bo tiştên nebaş tê bikaranîn jî bi
ya min ew kirinên wî yên wek xerab tên nirxandin însanî ne, hetta xwerû însanî
ne.
Mobîl
1) Amûrek her çendî di jiyana me de pir cî digre jî, di
edebiyatê de bi temamî hîn ciyê xwe nediyê. Carna ji xwe re dibêm, ger Proust
rewşa îro binivîsanda dê teqez serê rûpelê herî kêm pênç caran peyva mobîlê bi
kar bianiya.
2) Amûra ku zêdeyî %90ê xwîneran niha pê vê hevokê dixwînin.
Nerîn
huner nêrîn e li Kolana Hunerê //A. Arî
Rihma Xwedê li te be.
Nivîskar
Laclos bi xêra lehengekî xwe wiha dibêje: ‘Arezûyek pêknehatî mirov ber bi ku derê ve nabe?’ Îhtîmalek mezin Freud jî ji wî girtiye.
Ez jî dibêm komîneka arezûyên pêknehatî, nebextewarî, zext û
zilma mirov di zarokatiyê dîtiye û egoya her tim hatiye tepisandin mirovan an
dike kûjer, tecavizker, serokekî zordest, şefekî ku her tim tahdeyê li yê biniya
xwe dike… hwd, an jî dike nivîskar.
Takekes
Ew kesê ku di bin zexta civakê de û di nava qîlên sincê de
hatiyê eciqandin. Ê ku xwedêgiravî her tişt ji bo wî, lê gava tê li ya dawiyê
asê dibe, ti kesek bi qansî serê derziyê jî berjewendiyên wî nadin ber çavên
xwe. Ê ku êdî xelasiya wî ne gengaz e.
Tirs
Gava ez li ser tirsê difikirim
her tim ev sahne tê ber çavên min.
Di wexta qirna kevn de komikek
mirov li daristanekê ne, xwarina xwe xwarine û xwe dirêj kirine. Bi carekê
hirçek an şêrek derdikeve hemberî wan. Çend babaegîd bo xwe û qlana xwe biparêzin xwe bi pêş de
didin. Hinek jî ji tirsan xwe vedişêrin. Ewên ku xwe avêtine pêş ji hêla hirç û
şêran hatin kuştin, cendikên wan perçe perçe bûn û em jî ji daw û pişta ewên ku
xwe veşartibûn, yanî ên tirsonek, ketine.
Loma tirs hesteke ku ji bav û
kalên me ji me re wek mîratmayî ye û her ku diçe di rih û laşê me de bêhtir digevçile. Bingeha vê tirsê jî bi ya min tirsa ji ber
mirinê ango ji ber tunebûnê ye. Ev tirsa tunebûnê xwe di formên cîhê de dide
der. Ser meselê nivîskarekî hebûna xwe li ser nivîsandinê ava kiriye, tirsa
kesek pirtûkên wî neecibînin, an jî fenomenekî
social mediyayê, tirsa her roj şopîner û liken
wî kêm bibin, an jî xoceyekî zaningehê yê hemû hebûna xwe li ser kariyera xwe
ava kirî, tirsa bi KHKyê ji kar bê avêtin…..hwd. Mirov dikare bi hezaran mînakên dinê jî lê
zêde bike û bi ya min xwesteka mirov
çiqasî zêde bibe tirsa wî jî ewqas zêde dibe.
Tixtorî
Broch, ji devê qarekterekê xwe yê
tixtor wiha dibêje: ‘Tixtorî ne kar e, qeder e.’ Bi ya
min jî wiha ye. Gava mirov xwe carekê pê bike êdi nikare xwe jê xelas bike. Lê her çendî ne karekî hêsan be jî ez ji karê
xwe hez dikim û jê memnûn im.
Xewn
Ez di jiyana xwe de mirovekî heta tu bibêji rasyonel im. Hemû kirin û hestên mirov hewl didim li gorî
zagonên aqlî rave bikim û ev tişt
mixabîn di nivîsên min de jî xwe dide der. Loma dikarim hemû kirin û hestên qarekterên xwe
bi hûrgulî hesab bikim, di înşakirina wan de li gorî hesabên xwe hest û
taybetmendiyên wan di keseyetiya wan de biçînim, tiştên herî derîaqilane jî
dikarim li ser hîmên sedem-encamê bi cî bikim. Lê carna çawa ev tişt min di
jiyanê de diwestîne, di nivîsandinê jî min aciz dike, wê çaxê xwe davêjim bextê
xewnan. Di xewnan da him wext û him jî mekan desthilatdariya xwe winda dike û
bûnewerê (di nivîsê de qarekter) ku di
nava wext û mekanê de bibû xwedî gewde vediguheze formeke amorf û êdî bi temamî
‘azad’ e. Dikare her tiştî bike. Lê ger
li xwe mikur bêm, di avakirina xewnên qarekterên
xwe de jî, hînekî sûdê ji psikanalîzê digrim û bi temamî nikarim dest ji aqil
bikşînim.
Zarokatî
Bi ya min gava mirov qala zarokatiyê bike û di ser de kulîçeya di çayê de dakirî û Proust neyîne bîra xwe, ev barbarî ye.
Hesen Ildiz: Li gundê Şewaşiya Şemrexa Mêrdînê, di sala 1991an de hatiye
dinê. Li Stenbolê Faqulteya Tibbê ya Cerrahpaşayê qedandiye û niha li Berlînê
dijî. Berhema wî ya ewilî Tirspîvan (çîrok) di sala 2015an de, di nav
weşanên Belkîyê de derketiye.
Riya peyvpirsînê vekirî be, berê wê li oxirê be. Pirsên ku hatine pirsîn û bersivên ku hatine dayin pirr hêja,têr û dagirtî ne. Sihheta we xweş be.
YanıtlaSilSpas keko, mala te ava be
Sil