"Sûc û ceza"yê wergera ji zimanê duyem

Nisan 10, 2021 , 0 Şirove

 Medeni Öğüt piştî “Însan bi çi dijî” ya Tolstoy (Nûbihar, 2013) vê carê jî şakareke edebiyata dinyayê “Sûc û Ceza”ya Dostoyevskî wergerandiye kurmancîyê. 

"Sûc û ceza"yê wergera ji zimanê duyem


 ORTADOGU NEWS -  06.09.2020


Wergera ji tirkî ya vê berhemê li ser medyaya civakî rê li ber nîqaşa wergera ji zimanê orîjînal/neorîjînal vekir. Me pirsên xwe yên hem derheq vê nîqaşê de hem jî derheq wergera “Sûc û Ceza”yê de ji Medeni Öğüt kirin. 


Qîyameta biçûk
 Ez hesabekî medyaya civakî bi kar naynim, lê hevalan hin tiştan bi min re parve kirin. Min dît ku, gotin caiz be qiyameteke piçûk rabûye li ser twîtterê. Min zanîbû ku wê rexne werin, lê tu carî ji rexneyê netirsiyame û natirsim. Rexne ger li ser pîvanên edebî û wijdanî were kirin her feyde dide. Bedîuzzeman dibêje, ji danûstandina fikran heqîqet  derdikeve meydanê. Bêguman gelek kes di heman fikrê de ne ku werger ji metnê resen be baştir e, lê li gor min ev nayê wê wateyê ku wergera ji metnê resen wergera herî serkeftî ye. 


Dibe ku wergêr nikaribe ruhê zimanê ku berhemê werdigerînê bide wergera xwe. Bi ya min ger ku wergêr kirasê kurdî li berhema xwe kiribe ew serkeftî ye, ne yê ku ji metnê resen wergerandî. Ez bi rûsî nizanim, ger ku rojekê kurdekî bi rûsî û kurdî baş dizane wergera heman berhemê bike em ê bêjin mala te ava. Heman berhem bi zimanên din jî gelek caran hatine wergerandin, îca ya ku serkeftîbûna berhemê tayîn dike xwîner in. Bila bi kurdî jî deh wergerên vê berhemê hebin û bila xwîner a baş û xweş bineqînin.


 Ez di wê baweriyê de me, tevî ku zimanê kurdî zimanekî polîtîk e (ango ji rewşa xwe ya siyasî wisa ye) û gelek zor û zext li ser hatine kirin, dîsa jî girseyeke xwînerên kurdî heye. Ez bawer im çi qas hişmendiya netewî çê bibe, dê ew qas tesîr li xwendin û bazara pirtûkên kurdî jî bike. Ez îdîayên mezin nakim û nabêjim ku dê wergera min li ser wêjeya kurdî zêdebûneke mezin bike, lê ez dikarim vê bêjim, çi ji destê mirov bê mirov bike baş e, lewra pêşeroj wê çi nîşan bide kes nizane.


Pêşîyê: “Însan Bi Çi Dijî” 


Piştî wergera min a yekem “Însan Bi Çi Dijî” ya Tolstoy hat çapkirin ev fikra wergera “Sûc û Ceza”yê bi min re çêbû. Lewra ji derdora min gelek kesan kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku wergereke serkeftî ye. 
Ya rast vê gotinê ez wêrek kirim. Ku hûn bêjin çima Sûc û Ceza; min “Sûc û Ceza”yê di dema zanîngehê de xwendibû û rewşa lehengê romanê Raskolnîkov û dilketiya wî Sonya bandoreke dilsoj li min kiribû. Lê wê demê qet nedihat hişê min ku ez ê rojekê vê berhemê wergerînim kurdî. 


Çima ev berhem? 


Wekî min li jor  jî got rewşa Raskolnîkov û Sonyayê ya kambax an jî xizaniya wan a dijwar û sedema ji vê xizaniyê, kirinên wan ên kirêt û ji aliyekî ve jî dilsoj bandoreke zêde li min kiribû yek, a duduyan jî ev berhemeke sereke ya wêjeya rûsî bû lewma. 
Min dawiya 2014an dest pê kiribû, ez dibêm qey di serê 2019an de qediya. Îca temamkirina kêmasiyan, carek din xwendin  û şertên jiyanê filan piçekî dirêj bû. Pirsgirêka herî mezin ji bo min terxankirina wext bû, lewra ez mamoste me û ji bilî mamostetiyê gelek karên din jî dema dikevin ser hev dem têra mirov nake. 
Tişta ku herî zêde min motîve dikir ev gotina Ehmedê Xanî bû: ''Vî zemanî her kes mîmarê dîwarê xwe ye.'' Min jî xwest di dîwarê wêjeya neteweya xwe de kerpîçekî deynim. Bi baweriya min werger karekî zehmet lê ew qas jî pêwîst e. 


Ji sedî sed nebe jî têgihîştin an jî hestkirina hest û ramanên neteweyên cuda bi mirov dide hestkirin. Piştî xelasbûna wergerê dubare hat xwendin, ji aliyê kesên cuda jî hat sererastkirin, piştre ji weşanxaneyê re hat şandin. Bêguman weşanxaneyê teshîh, redaksiyona wê kiriye û wiha çap kiriye. 


Planeka te heye?


 Niha ji bo pêşerojê min wekî xebat tiştek nedaye ber xwe, lê di pêş de dibe ku xebateke din jî  were kirin.

 
Hevpeyvîn: Înan Eroglu
inan.eroxlu@gmail.com

Edîtor: Murat Bayram



inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: