Geryanek di dema pandemîyê de

Eylül 03, 2020 0 Şirove

Bedlîs 



Tiştê herî pêşî bala min kişandî li Bedlîsê pirbûna çayxane û qewhexaneyên li bajarî bûn. Mimkin e meriv  li serê her du gavan kursî û torlîyên li ser peyarêkan bibîne. Bi qasî min texmîn nekirî kurdî ecêb berbelav e li vir û pir zêdetirî tirkîyê bi ber guhê merivî dikeve. Bereksê berbelavîya kurdîyê, hema bibêje min qet jin nedîtin ji bilî sê çarekan li çarşîya wê. Kuçeyên wê zêde paqij xuya dikirin li ber çavê min. Bedlîsê bi wê keleha xwe ya ezamet û qehîm,  rêyên xwe yên kevirî, dikanên xwe yên texlîd texlîdî, qalmeqalma xwe ya mirovan û sewta xwe ya kurdîyê bi min da hîskirin li bajarekî qedîm yê Kurdistanê me. Min jê hez kir û rêya min pê bikeve, ez dê dîsa werim.


Xelat


Dibêjin îroj Erdogan dê were Xelatê. Li her derê alaya tirkan û sûretê Erdogan daleqandî ye. Li ser rêya Xelatê, li hemberî meydaneke ku navê wê kirine 1071, li alîyê rastê, otoparkekê ji bo mitîngên li wê meydanê çêkirine.  Çend erebe li wir parkkirî bûn, me jî erebeya xwe sekinand û hinekî li ber behrê pîyase kir, cihekî xweş ji bo xwe girtine. Li bajarî hema bibêje kurdî ber bi guhê me neket, li hin kuçeyên dawî min bihîst ku yek du kalemêr bi kurdî dipeyivin. Gava em hatin ber Xerabebajarî, çend zarok li wir hebûn. Li ser tişortê yê biçûk alaya tirkan hebû. Tîr û kevanan çêkiribûn û dixwestin bifiroşin me. Kevanê dikêşan û berdidan jorê. Min tu maneyek neda vî îşî, wek adeteke tirkan xuya bû li ber çavê min. Di rê de gelek malbat hebûn, qerewateka rengîn li dor stûyê xwe pêçabûn û li ser qerewata wan alaya tirkan hebû. Hem bi avahîyên xwe, hem bi mirovên xwe, hem bi zimanê xwe bêtir wek bajarekî tirkan  xuya dike Xelat û nîşanên kurd/kurdî pir pir qels dimînin.


Erdîş


Li Erdîşê rawestgehên taksîyan ecêb zêde ne, û qirtasîye. Nexwe çûnûhatin zêde ye li vir, xwendekarên wê jî pir in. Gava ketim dikaneke kitêban ji nişka ve min xwe di nav nîqaşekê de dît. Aciz bûm ku kitêbên Mehmed Uzun li nav refikên edebiyata tirkî ne. Li gor kitêbfiroşî ne xem bû, tevî ku mijar ne ew bû jî mesele anî ser kedê û got min bi salan ked daye edebîyata yeraltiyê, me kovarek tirkî-kurdî derxistiye, ji kenê min aciz bû, qala qeyûm kir, me dilê hev hişt û ji hev belav bûn. 

Çarşîya nû ya bajarî pir dirêj dibe, û bajar wek ji çend nuqteyan pêk tê. Nuqteya li alîyê rastê yê kolana Zeydan/Înonu (navên wê yên kurdî heger hebin çi ne nizanim) nisbeten nûtir e, avahîyên nipînû û qerase hene, Bulwara wê ya Wanê ya dipdirêj dibe bi dikanên xwe wekî Ofîsa Dîyarbekirê xuya dike û li vir bêtir tirkî bi ber guhê min ket.  Hêla çepê û derdora wê nisbeten kevintir e û gelek çayxane li kuçeyan hene û civateke zêde ya mirovan li van çayxaneyan heye, wer xuya ye korona zêde tesîreke xwe li vir tune ye. Li vî alîyî tenê min kurdî bihîst. 

Ji çend kesan min navê hin deverên Erdîşê pirsî lê kesî nezanî, çend caran min bihîstibû ku Wanî adresan nizanin/nabêjin, heger wisa dewam bike her hal ez dê bawer bikim. 

Trafîkeke zêde heye vê sibê û em ber bi Mûradiyeyê ve diçin.


Bêgirî


Meriv ji dûran ve dibêje qey Bêgirî gundek e, lê her ku meriv pê de diçe dibîne ku çarşîya wê jî têra xwe heye. Qelebalixîyek zêde li nav bajarî heye û polîsan her anons dikir ku her kes maske bide ber devê xwe. Her kes bi maske bû hema bêje. Li qehwa neqliyatvanan em rûniştin û dewekî cemidî bi ser xwe dakir û di ber re ketin seyra xelkê û bajarî. Li kêleka qehwa em lê rûniştî jî qehwa şoforan hebû. Anonsên polîsan û qelebalixîyê em tirsandin, me çawa dewê xwe vexwar em bi rê ketin. Li ser rêyê me berê xwe da Pira Bêgirîyê û Sûlava Bêgirîyê jî. Li ber sûlavê deh lîre heqê otoparkê xwestin û ji ber ku fîş nedan me bêhna me teng bû.  Ji ber ku li cihên wiha xwarin û vexwarin zêde buha ne em dudil man tiştekî bixwin vexwin. Me li ber devê çemî çayek vexwar. Çend keçikên li dora me ji çep rast jor jêr hezar wêne girtin heta dilê wan lê rûnişt. Li ser pira wê bo kêlîyekê mirin niqutî dilê min û lê fikirîm ku textikên bin nigê min dişikên, ez jî çem û çem diçim. Ji bo dîtineke kurt mimkin e meriv zêde tehmek jê negire lê ji bo bêhnvedanên dirêj û malbatî ez dibêm dê xweştir be.


***

Cara ewil e li deran em dibêjin em nivîskar in, ne ku min got ya rastî, Omerî got û ev yek li xweşîya min jî çû. Tevî ku bi salan e her xwe wekî nivîskarekî dihesibînim jî ji ber tirsa ku çêdibe rojekê yek ji min re bibêje "de siktir lo, tu jî li serê me bûyî nivîskar" qet min nediwêrî xwe wekî nivîskarekî bidim naskirin û her min fedî dikir. Çimkî çendsed nivîskarên kurdî ji bo miletekî bi milyonan pir zêde tê qebûlkirin. Gelek caran bi tinazî tê gotin nivîskarên kurd ji xwendevanên kurd bêtir in û gava kesê vê gotî nivîskar bin, meriv hîn bêtir aciz dibe. Nexwe meriv dikare ji nivîskarekî weha re bibêje, heger ew çend li ber dikevî, dikarî dev ji nivîsandinê berdî, nivîskarekî ji me kêm bikî, xwendevanekî li me zêde bikî. Lê kesê vê gotî  çi mixabin ji bîr dike nivîskar herî pêşî dixwîne. Herçî nivîsandina kurdî ye ew tenê dilopeke behrê ye, gazinda me ji nuqteyeke biçûçik ya li esmanê bêserûber e. Kurd xuya ye wisa hîs dikin çi bê nivîsandin mecbûr in bixwînin. Na, tu kes ne mecbûr e û jixwe tu kes nikare her tiştî bixwîne jî, dem û şîyana ti kesî ji vê re tune ye. Hesêbî hemû kurd dinivîsin, bila binivîsin, xwendevanê zîrek dê dîsa rêya xwe peyda bike û bizane ka divê çi û çi bixwîne, ew baş dineqîne, derba wî fewt naçe. Herî pir jî lazim e nivîskarên kurdî li Kurdistanê bibêjin em nivîskar in, bê tirs, bê fedî.

Me li ser rêya xwe bav û kurek hilda erebeyê, bav xerat bû, kurê wî lîseya fenî qezenc kiribû. Dê li Bayîzdaxaya xwe vegerîyana. Bavî gava bihîst em nivîskar in bêtir bi tirkî axift, halbûkî me her bi kurdî lê vegerand. Ji me karta me xwest, min got "karta çi?", min fam nekir mebesta wî, wî got "kart, karta nimareya we li ser e." Her hal wisa fam kiribû em bi nivîskarên tirkî ne û nivîskar jî ji bo wî xwedî kart bûn. Li Gîyadînê gava me ji xwedîyê germava gundê Dawidê re got em nivîskar in ji me pirsî ka navê "sayfe"ya me çi ye û wî jî rûpela xwe ya facebookê nîşanî me da. Meriv dikare bibêje îmajeke nivîskaran ya vê dewrê jî "bikarînerîya medyaya civakî" ye.

***

Bayîzd

Çawa ku em Hatin Bayîzdê, yekser me berê xwe da rêya bajarê kevn, cihê tirba Ehmedê Xanî û Qesra Îsheq Paşayî lê. Di wê rêyê de qiyametek baxçeyên rûniştinê, çendek cihên kampê hebûn. Çend keçên youtuber min dîtin, darikên wan yên selfieyê li dor wan çerx dibû. Navê marketeke li ser wê rêye Hani Baba bû her wekî gelek cihên din yên wekî zêrînger, baxçe, fîrmaya otobêsan, mizgeft, muzexane, kitêbxane yê navê wan jî Hani Baba. Ji ber îhtimala ku çêdibe tirba Ehmedê Xanî bê girtin, me pêşî berê xwe da tirba wî lê çi mixabin tirba wî ji ber pandemîyê hatibû girtin û tenê ji pencereyan min karî lê binerim, ji dûran ve. Gelek jin û zarok xwe dabûn ber caxên pencereyan û bi tirkî dia dikirin. Min lefzek kurdî li ber tirbê nebihîst. 

Gelek gorên din jî li nav hewşa tirbê hebûn, min bala xwe da navê hemûyan. Erwasî pir bûn û Kotan jî. Keçikeke Kotanan heşt mehî miribû. Çîroka wê çi bû gelo, çima ewqasî zû miribû? Xwişka min ya salekê di ser min re hatibû bîra min, ew jî di van çaxan de bi derzîyeke şaş miribû. Ti çîrok ne kêmî çîroka kesê dî ye.

Li nav hewşê û li jora tirbê li nav baxçeyê Xanî Baba xişr mişr, tîtik mîtik dihatin firotin, lê ti nîşanek ji Xanî tune bû, ne kitêbek, ne resmek, ne ti tiştek. 

Li baxçeyê Xanî Baba em rûniştin, mêrikek hat ji me pirsî ka em çi dixwazin. Min bi kurdî got lê wî tirkî li min vegerand, min jî pirsî ma tu bi kurdî nizanî, got "na", min got "nexwe na çi ye?", camêrî got "na, yani hayir demek." Pir qehirîm, camêrî tevî ku bi kurdî jî dizanî li xwe danedianî bi kurdî bipeyive. Demekê em man û tenê muzîka tirkî lê dida, min ji mêrikekî din yê wir pirsî ma muzîka kurdî jî qet lê nadin, got "kurdî yasax e". bi vê gotinê re ew jî û çend kesên li maseya din jî bû hirehira wan kenîyan. Piştî vê gotinê perdeyeke reş dakete ser çavê min, ketim krîzekê, bêhemdê xwe bi qîrîn dipeyivîm. Mêrikê gotî "na, hayir demek" hat bi kurdî got çima ewqas bêhna xwe teng dikî, çawa min bêhna xwe teng nekira nizanim, navê Xanî Baba li cihê xwe dikin, li ber tirba Ehmedê Xanî ne, kara xwe li ser navê Xanî dikin, mişterîyên wan kurd in, lê kurdî yasax e, sûretê Ahmed Kaya li wir heye lê ti şopek ji Ehmedê Xanî tune ye. Mêrik got ma Ehmedê Xanî çi kiriye? Bi carekê re ev gotin ji nav diranên min pekîyan: "Ehmedê Xanî şairekî mezin yê kurdan e, ma hîn çi bike?" Bi hêrseke mezin ji wir veqetîyam û me berê xwe da Qesra Îsheq Paşayî. Qelebalixîyek zêde li ber qesrê hebû, dû re em hîn bûn rêzefîlma tirkan Hercai dê li qesrê fîlm bikêşe. Loma nehiştin em derbasî hundir bibin. Deh donzdeh wesayîtên ekîba rêzefîlmê li wir bûn. Çend keçikên lîstikvan yê rêzefîlmê xwedêgiravî cilûbergên kurdan li xwe kiribûn. Hin kesan bi wan re wêne digirt. Dîsa hêrs bûm, min çend xeber kirin ji siûda xwe re, polpoşman ji qesrê jî dagerîyan me berê xwe da bajarê nû.

 Li nav bajarî me berê xwe da xwarinxaneyekê axir heta me yekê peyda kir li hember Pastexanaya Yaprakê li kolana Hunerê. Kurikekî wir yê xwînşîrîn gava bihêst em hatine gerê wêneyên berê yên Bayîzda jorê nîşanî me dan ku hemû hilweşîyabû û ev bajarê han nû bû. Min jê cih û mekanên kevn û naskirî li nav bajarî pirsî, ecêb mam heta ku em jê veqetîyan jî got illeh biçin vê pasaja kêlekê. Navê pasajê negot lê li derdorê çend pasaj hebûn, paşê gava em ketin Buyuk Pasajê, firoşkarekî got ev pasaja herî kevn e. Li wir çawa me çayfiroşek dît, em ketin dikana. Min pakêtek çaya Ahmedî ya aromayî kirî. Min ev çay cara ewil û cara dawî li Mêrdînê dema xwendekarîyê vexwaribû û di heyata xwe de min çayek ewqasî bi tehm venexwaribû. Li nav bajarî tenê min kurdî bihîst ji bilî esnafên ku pêşî bi tirkî xêrhatinê li te dikin lê gava bi kurdî li wan vedigerî ew jî êdî bi kurdî dipeyivin. Navê gelek mekanan Hani Baba bû û min meraq dikir ka Ehmedê Xanî li vir çawa tê naskirin. Qirtasîyeyeke min dîtî ez ketimê ji bo qelemekê bikirim, ji xwedîyê qirtasîyeyê min pirsa Xanî kir. Got Ehmedê Xanî dîndarek e, sozcuyek e, alimek e. Aciz bû û got "berê pir xweş bû, her kes dihat ser tirba Xanî, heta ji Behra Reş, ji Rîzeyê dihatin ser tirba wî. Lê êdî ew sîyasî kirin, ew kirin kesekî micadeleyê." Xortekî çayger got abê wellehî Ehmedê Xanê baş nas nakim, dizanim kitêbên wî hene, alimek e lê min nexwendiye. Tevî ku navê Ehmedê Xanî gelekî berbelav e jî li vî bajarî, wer xuya ye pir kêm kes dizanin ew şairek e û kêm kes şiirên wî xwendine. Heçku ji bilî navê Xanî tu şopek ji wî nemaye. Em bi rê dikevin û Omer ji rêberîya min aciz e, li Wanê min rêberîya xwe dewrî @bedirxanmehmedsalih kir û li paldanka dawî li kêfa xwe dinerim û hîn rehettir, bê endîşe dikevim seyra derdora xwe.


inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: