Dostoyevskî, Bedirxan, Bêperetî*

Nisan 20, 2020 1 Şirove


Bo kêliyekê em xeyal bikin Fyodor Dostoyevskî û Celadet Alî Bedirxan hevalê hev ê malê ne. Bê kar in, bê pere ne, nikarin kirêya xaniyê xwe bidin. Kovar û rojnameyên ku ew çend qurişan jê qezenc dikin êdî qebûl nakin nivîsên wan. Amade ne di karê herî zehmet de jî bişixulin. Hemaltî sermeselê. Dû re pişta yekî ji wan dikeve ber, yê din dest bi diziyê dike. Gava dikeve hepsê yê dizek, yê nexweş hemû pol û potên ser xwe dide bi qutiyek tûtinê. Di cixareya şeşan de di xew re diçe ew, cixareya wî pê dikeve, pê dikeve, û dişemite ji dest wî. Digirî yê dizek li hepsê, xwe li bin guhê erdê dixe gava dibihîze hevalê wî yê malê şewitiye di agirê xwe de. Ne muhîm e yê mirî kî ye, her kes miriyê gora xwe ye jixwe.


Diwanzdeh sal di ser mirina Dostoyevskî re dibihure dema Bedirxan çêdibe. Ev her du nivîskarên ku di du demên cuda de li du paytextên cuda ji diya xwe bûne bi qasî du dinyayan dûrî hev in ji aliyê nivîsê ve. Em ti şopeke Dostoyevskî di nivîsên Bedirxan de peyda nakin. Ne mimkin xuya dike şopa Bedirxan di rêya Dostoyevskî de xuya bike. Lê çi ye ev tiştê ku dihêle ava wan a demekê di cihokekê re derbas bibe û di nuqteyekê de bigihije hev? Bêperetî, erê. Bêperetiya ku malik li wan xira kiriye.

Hîn 17 salî ye Dostoyevskî li Mekteba Eskerî gava di nameya xwe ya ewil a bo bavî de dinivîse, “Lo bavê min ê qenc î delal,” û paşê bi şelaqî daxwaza pereyan jê dike, “Ma qet dikeve serê te ji ber menfaeteke şexsî yan jî pêdiviyeke acil te bişêlînim? Çi êşeke mezin e meriv qenciyeke wisa ji merivên xwe bixwaze ku ev dê wan berpêyî rewşeke zehmet bike.” Dostoyevskî gotina xwe nabêje, lêdide.

Bedirxan şermoktir e, hinekî henûntir. Li xwe nagire dawa pereyan ji merivên xwe bike. Zêde hesas e. Sî salî ye, li Almanyayê. Pir li ber dikeve, bi qasî almanekî, ji ber ku dibe şahidê têkçûna ekonomiya Almanyayê. Tevî wê bêperetiya xwe ya jehrtêketî jî li xwe danane ku sûd ji vê têkçûna wan wergire. Nizane dê çawa heqê kirêya xwe bide. Hin rojan dibe karker di çêkirina bendên perava bajêr de lê dahata wê têra wî nake. “Her çiqas wek berê dîsa tevî xwediyên xanî şîvê dixwim jî lê destê xwe nadim xwarinên bi goşt, tenê yên kartol û sebzeyan dixwim.”

Rojekê pir destteng e Dostoyevskî, wisa hîs dike ku hew maye dê xwe daleqîne.  Dibêje, “Ne dikarim deynê xwe bidim ne jî dikarim dest bi rêwîtiyekê bikim ji ber ku pereyê min tune ye,” bi hêrseke çargopal lêdide di dilê wî de. Bêhêvî ye û nizane berê xwe bide kîjan derî. “Serê min dike biteqe. Êdî kes nema ku pereyê xwe bi deyn bide min jî.” Dostoyevskî kengî gihişt wê fikrê ku ji ber bêperetiyê xwe bikuje gelo? Halbûkî wî di Mirovên Jêrdest a romana xwe de li şûna xwekuştinê, parsekî wek çareya dawî danîbû pêşiya karaktera xwe ya salbiçûk. Belkî jî ev fena wî ya edebî ye li me, çêdibe.

“Ev jî resmê wê ye ku di 31 saliya xwe de ji mektebê hatim qewirandin,” Bedirxan dinivîse di rojnivîska xwe de piştî ku hîn dibe xwendina wî hatiye betalkirin ji ber ku heqê wê nedaye. Difikire wî "pantorê tekane” yê xwe jî bifiroşe, û difiroşe. Ne tenê pantor, piştre hemû cilên xwe difiroşe di Nîsana 1924an de. “Ti tiştekî din nema ku bifiroşim.” Di 17ê Îlona 1924an de dîsa diyar dike ku wî hemû cilên xwe firotine ji bilî çakêtê wî yê peritî. “Bê pere mam,” dibêje dîsa, “ez êdî razî me ku di karên herî rezîl ên emeleyan de jî bişixulim.” Û dişixule jî.


Dostoyevskî tevî ku nivîsên xwe difiroşe jî, sond dixwe ku wî tu carî li ser siparîşê nenivîsiye û dê nenivîse jî, dixwazî bila di nav hejariya herî mezin de be. “Siparîş hunerê dikuje, siparîş her tiştî ji nav dibe.” Erê ew qebûl dike bi heqê xwe û di nav demeke diyarkirî de binivîse lê qebûl nake ku mijarek lê bê ferzkirin û ji mecbûrî binivîse. Mijarek her tim di hişê wî de heye û ew van mijaran di demên wisa hewce de dinivîse.

Bedirxan jî nivîsên xwe bi heq dinivîse lê em nizanin ka li ser siparîşê dinivîse yan na, ji ber ku qal nake. Rojekê qal dike ku nivîsa wî ji bo rojnameyê hatiye qebûlkirin lê heqê wê dê piştî çapkirinê wergire; rojekê qal dike ku ew di odeya xwe ya wekî qeşayê de çîrokan bi almanî dinivîse û bîst markê ji meqaleya xwe ya “Nêçîrek li Kurdistanê” qezenc kirî ji zû de qedandiye; rojekê qal dike ku çar nivîsên wî ji bo rojnameyan hatine qebûlkirin lê çi mixabin divê li bendê bisekine ji bo heqê xwe wergire; û rojekê jî qal dike ku êdî ji nivîsan jî nikare qezenc bike. Bêperetî bela ye.

Dostoyevskî jî Bedirxan jî miriyê cixareyê ne. Dostoyevskî bêtir ji çayê hez dike. Bedirxan bêtir ji araqê.

Li hepsê ye Dostoyevskî. Bi hin karên destan re çend qurişan qezenc dike. Ev pere têra wî nake û dibêje ez dê bimirim. Namire, lê kurmê cixarê zora pereyan jî dibe. Deyax nake. Dinivîse ji bo birayê xwe, “Ne mimkin e meriv bêyî cixareyê bijî, yan na ev bêhna genî ya hundiro bêhna meriv diçikîne.” Demekê karê cixareyan jî dike Dostoyevskî. Karekî li gor dilê wî.

“Ji ber bêcixaretiyê îman di serê min de nema.” Bedirxan wisa dinivîse di rojnivîska xwe de. Piştî ku 15 cixareyên Kamiran diqedin, kêfxweş dibe ji ber ku li quncikekî malê piçikek tûtina qelûnê dibîne. 19ê Tebaxa 1923yan tenê cixareyekê dikêşe û pir xemgîn dibe ji ber ku ji ber bêperetiyê nikare cixareyê bikêşe. “Qet nayê bîra min ku di nav ewqas feqîriyê de jiyame.”

Li hepsê tim û dayîm çay vedixwe Dostoyevskî. Sebra xwe pê tîne. Di nameyekê de bi birayê xwe dixeyide ji bo ku gazin ji feqîriya xwe neke ji ber ku ew jî ne zengîn e. Rojekê serma digire, nexweş dikeve û pereyê wî bi qasî kirîna qedehek çayê jî tune ye ji bo qirika xwe germ bike.

Heger hinek araq hebe dê “kefaf-i nefs” bike ji bo xwe Bedirxan. “Pir dixwazim serxweş bibim heta ku ji xwe ve biçim.” Qal dike ku hewcehiya wî pir zêde bi araqê heye lê çi mixabin ne mimkin e, qurtek jî bi dest wî nakeve ji ber bêperetiyê. Bêperetî dibe nifira herî giran.

Dostoyevskî û Bedirxan îro roj bijiyana dê li kû, di rewşeke çawa de bûna? Wan dê hay ji hev hebûya? Dê zengîn bûna? Tesîra wan dê li hev çêbûbûya? Ev pirs û gelek pirsên din dihêlin ku em xeyalinên din li ser wan ava bikin. Lê, em amade ne gelo wan ji bilî nuqteya bêperetiyê di nuqteyên hîn xweştir de bigihînin hev, di aşopa nayab de?


*GazeteDuvar, 11.04.2020

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

1 yorum: