Di demên Êş û karesatê de*
Sala 2011an, piştî
Erheja Mezin ya Wanê bi demeke kurt, mamosteyek ji Wanê hatibû li dersxaneya me
dest bi kar kiribû. Li lîseyê bûm hingê û min xwe amadeyî îmtihana zanîngehê
dikir. Ew mamoste diket kîjan dersa me nayê bîra min lê baş tê bîra min ku rojekê
behs hatibû ser Erdheja Wanê. Li gor mamosteyî ew erdhej ne beleheq bû, xezeba
Xwedê bû li ser wî bajarê ku rê û rêwanî ji fihûşê, alkolê, bêbaweriyê û hemû
nelirêtiyan lê nemabû.
Pêşî lazim e bibêjim ev
ne fikra wî tenê ye, fikra civatan gişî ye ku di hemû çax û zemanan de xwe daye
der. Her wekî Erdheja Wanê, mirovan hemû karesat wekî cezayê kirin û tevgerên
xwe yên nelirê hesibandine. MEZINê baweriya wan, şiva xwe şanî wan daye.
Van rojan em di nav
karesateke din re dibihurin, dinya ketiye derdê canê xwe. Ev Êşa Koronayê ne bi
çarlepkan lê bi çargaviyan bi ser me de tê û wisa xuya dike ku qet nebe nîvê
dinyayê dê bi vê êşê bikeve. Mela bang dikin ku her kes li mala xwe rûne û dia
bike, xelk derdikevin şaneşînan û bi hev re dia dikin. Berî çend rojan dîmenek
belav bû li ser medyaya sosyal, li Hindistanê tevî ku milet dizane wê lêdanê jî
bixwe diçin mizgeftê û taeta xwe dikin. Maskeyek li ber devê polîsekî, şiva wî
di dest de û kî ji mizgeftê derkeve dadiweşîne wan. Ew ji berê de amade ne ji
dêvla ku şiva MEZINê wan li wan bikeve, şiva polîsê wan li wan bikeve. Diya min
dia dike û dibêje helbet her tişt sebebekî xwe heye Xwedê tîne serê me. Diya
min ne ji ber ku kurd e wisa difikire ne jî ji ber ku misilman e. Ew li kê dera
dinyayê, ji kîjan qewmî, xwedî kîjan baweriyê û li çi çax û zemanî jî bûya dê
sebebê wê li cem MEZINî bigeriya.
Nîvekê ewil ê sedsala
6an webayeke mezin li dinyayê belav dibe ku bi navê Justinyenê Ewil ê
împeretorê Konstantinopolê tê binavkirin. Hema tenê li Konstantinopola 500
hezar kesî, nîvê mirovan dimirin. Prokopiusê dîroknivîs ê şahidê wê Êşê
dinivîse, “Mirovên şareza dikarin hin sebeban ji bo hemû belayên Xwedê şandî
bînin. Lêbelê qet ne mimkin e meriv vê karesatê bi peyvan yan jî bi fikirînê
eşkere bike loma ti çareyek di dest de namîne ji bilî ku meriv hema wê bispêre
Xwedê.”
Sedsala 14an webayeke
din ya mezin bi dinyayê dikeve. Ev weba wekî “Mirina Reş” dikeve qeydan.
Weqanivîsekî vê serdemê vê Êşê wekî “Destê Xwedê yê ku dixwaze heyfa xwe
hilîne” terîf dike. Ev Mirina Reş dibe sebebê nivîsîna berhemeke serekî ya
dinyayê jî. Mirina Reş nîvê mirovên Floransaya bajarê xortaniyê yê Giovanni
Boccaccio jî ditelifîne. Di Decameron a Boccaccio de de heft jin û sê
mêrên Floransayê ji bo ku ji vê karesata webayê xilas bibin biryar didin ku
biçin şatoyeke li derveyî bajarî. 14 rojan li wir dimînin, bi maneya îro belkî gotina
karantîna lê bê. Ji bilî rojên betlaneyê yên înî û şemiyê, ku deh roj ji wan re
dimîne, her roj yek ji wan dibe qral yan jî qralîçe û deh çîrokan neqil dike. Boccaccio
hîn di destpêka berhema xwe de diyar dike ku ew aqûbeta karesatê ji ber
xirabiyên wan bû ku hêzên semawî yan jî hêrsa Xwedayî ew ji bo îslehkirina wan
şandibû. Her wiha dibêje ji bo lutfa xwe ji Xwedê bixwazin, rojên dia û
tobekirinê jî çêkirine. Ji ber van tiştan dê ne ecêb be ku Boccaccio de temamê
berheema xwe de nîşan bide jîyana li nav dêrê çiqas xirab e û keşeyên wê jî
çiqas şolên kirêt û nelirê dikin.
Webaya dawiya sedsala
16an tesîreke xwe ya mezin li William Shakespeare heye. Şanogehên ew ji bo wan
şanoname dinivîsîne ji ber vê Êşê ji bo demekê têne girtin. Nikare şanonameyan
binivîse. Huzneke mezin li ser wî heye, soneyên delal bi hewara wî de tên. “Weba”
di berhemên wî de dibin biwêjek, nifirek, dibêje, “Bila weba cenewirê te bide
ber xwe,” yan jî “Webaya sor li bin guhê te keve.” Şanonameya wî ya dawî, Bahoz,
ne weba be jî behsa karesatekê dike -û ev karesat piştî gelek salan dibe îlham
ji bo çîrokeke li ser webayê-. Antonioyê birayê Prosperoyê mîrê Mîlanoyê bi fen
û fûtan birayê xwe û qîza wî li kelekekê dike û wan berdide behrê. Dest datine
ser mîrgeha birayê xwe. Haya Antonio je tune lê ew behr li wan tê rehmê û xilas
dibin. Prospero dibe xwedî cinekî jî ku sêhrên bêhawe dike. Di sêhrekê de
keştiya Antonio û hevrêyên wî noqav dike lê wan nakuje. Hemû tên ber nigê
Prospero. Prospero bi MEZINî wan dibexşîne. Gava ku Qeptan û Keştîvan tên cem
wan, Gonzaloyê endamê mîrgehê herduyan şanî Prospero dide û dibêje:
Binêre
ezbenî, tu ji xwe re li vir binêre!
Çend
kesên me yên din li vir in!
Tim
dibêjim, heta ku sêdare li bejahiyê be
Nîne
mirin ji bo vî mêrikî li nav behrê
Hey
bêîmano; tew ji ber kufirbaziya te
Şefaeta
Xwedê keştiya me terikand;
De
tu mêr î li nav bejahiyê jî bide çêr û xeberan;
Çi
bi te hat, gava derketî bejahiyê kuliyan zimanê te xwar?
Çawwa
ye, tirro?
Gulana 1842yan çîrokek
di Graham’s Magazine de belav dibe. Ev çîroka bi navê “Maskeya Mirina
Sor” a Edgar Allan Poe ya derheqê webaya “Mirina Sor” de li ser du jêderan
bilind dibe: Decamerona Boccaccio û Bahoza Shakespare. Mîr
Prosperoyê vê çîrokê êdî bi qasî yê Shakespeare ne qenc û bisiûd e. Li welatê
wî ev Êşa webayê belav bûye û qira xelkê wî tîne. Ji bo ku ji vê Êşê xilas bibe
tevî hezar peya û jinên tovrind yên welatê xwe vedikişin şatoyeke qewîn ku bi
bedenên bilind dorpêçkirî ye û nahêle xelkê wî yê belengaz ji bedenan bibihure.
Piştî pênc şeş mehan baloyeke bimaske li dar dixe û gazî her kesî dike. Heft
salon bi jin û mêrên xwedî cilûbergên ecêb û bimaske tije dibin. Vedixwin,
direqisin, şa dibin. Bi carekê re muzîk qut dibe, bêdengiyek çar hawîr digire.
Beşdar çav bi kesekî ketine ku naşibe wan. Mêrik sax hestî ye û cilûbergên wî
jî kefenê miriyekî ne. Maskeya wî xwîn e. Mîr Prospero dibêje, “ev kî ye?” û
dide pey wî. Li heft salonan digere û hildide xencera xwe. Tam derba ku dê lêde
ew xerîbê han lê vedigere. Xencera mîrê me ji dest dikeve û dimire. Beşdar wî
xerîbî zeft dikin lê dibînin ku tu tiştek di bin maskeya wî de nîne. Di nav
bêhêvîtiyeke mezin de ew hemû beşdar dikevin erdê û dimirin. Mirina sor çar
hawîr dorpêç dike. Ev “destê Xwedê yê dixwaze heyfa xwe hilîne” ye, şiva MEZINî
li serê dinyayê ketiye. Poe weku dixwaze bibêje, ev dinya ji mîr û hakiman re
jî namîne.
Bi vê Êşa Koronayê re
berhema edebî ya zêdetir ketî rojeva dinyayê jî Webaya (1947) Albert
Camus ye. Ev romana Camus ya meriv ecêbmayî dimîne ku em çiqas di du çaxên cuda
de bin jî rewşa me ya li bin Êşê çiqasî dişibin hev. Roman behsa webaya 1944an ya li Orana bajarê
Cezayîrê dike ku bi peydabûna webayê re wî bajarî tenê dixin karantînayê.
Dikandarekî ku bi vê rewşê re gelek tiştan stok dike ji bo ku paşê bi heqekî
bihatir wan bifiroşe gava nexweş dikeve û tên wî dibin nexweşxaneyê, di bin
nivîna wî de gelek qutiyên konserveyê tên dîtin, helbet dimire û “weba jî
pereyê xwe nade”; kesekî ku hîn dibe bi webayê ketiye xwe çeng dike ser jinekê
ji bo ew jî pê bikeve; kafeyeke ku ji bo mişteriyên xwe zêdetir bike li ser
deriyê xwe dinivîse “şerab mîqroban dikuje.” Ev çend detayên balkêş in ku di
bîra min de mane.
Camus vê rewşa
karantînayê wekî “sirgûnî”yê terîf dike û li gor wî tekane tiştê vî bajarî ji
wan re aniye veqetîn û sirgûnî ye. Hîsa sirgûniyê ew valahî, heyecana berbiçav,
daxwazeke ehmeqane ya vegera li rabirdûyê yan jî hewla bileztirkirina demê, rehên
şewitî yên hişî ye ji bo wan ku di dilê wan de hesarge maye. Ev roman her wisa
behsa van hemû tiştên li jorê jî dike. Keşeyê bajêr bê guman vê Êşa webayê
pabendî Xwedê dike. Keşe Paneloux di weizên xwe de diyar dike ku ew di nav
karesatekê de ne û ew vê heq dikin. Li gor wî di tarîxê de cara ewil Xwedê karesateke
wisa aniye serê Firewn ji bo ku wî ceza bike û ew jî serê xwe li ber Xwedê
bitewîne. Dibêje “Xwedê ev karesat nexwest” û dewam dike:
“Demeke
dirêj e dinyayê bi xirabiyê re li hev kir, bawerî bi dilovaniya Xwedê anî. Tenê
hinek poşmanî bes bû, destûr ji her tiştî re hebû. Jixwe kengî dema wê bihata
mirov dê poşman bûbûna. Heta hingê ya herî hêsan meriv xwe nexista tengasiyê,
jixwe miheqeq dilovaniya Xwedê dê her tiştî hel bikira. Lêbelê va ye, vê dê
wisa dewam nekira. Ev demeke dirêj e Xwedê bi awirên xwe yên li ser bajêr dilê
xwe bi xelkê dişewitîne lê êdî jê kerixî, bi wernegirtina bedêla hêviyên xwe
yên bêhesab xeyalşikestî bû û awirên xwe berra aliyekî din dan. A va ye, em ê
niha demeke dirêj dûr ji nûra Xwedê di vê dojehê de bijîn.”
Demek e lê difikirim ka
ev Êşên wisa bûne mijara berhemên me yên kurdî. Ji nav yên min xwendî tiştek
nehat bîra min. Dema nivîsandina vê nivîsarê bi heyecaneke mezin min li Kovara
Jînê (1918-1919) ya pênc cildî ya bi amadekariya Mehmed Emin Bozarslan nihêrî û
rûpelên wê li ser hev qulibandin bi fikra ku belkî agahiyekê li ser wê Êşa
Mezin ya 1918an bibînim. Rastî tiştekî nehatim. Bê guman niha fam dikim ku ev
tiştekî gelekî normal e. Ji bo miletekî bê par ji heq û hiqûqan, belkî
nehewcehiyek bû nivîsandina van karesatên mezin yên xwezayî.
Gava meriv van miriyên
Êş û karesatan dide ber miriyên şer û komkujiyan, yên Êş û karesatê zêdetir
xuya dikin. Bes çi ecêb e şer û komkujî bêtir tesîr li me dikin, bêtir bîr û
hafizeya me meşxûl dikin, bêtir xuya dikin di berhemên me de. Ev Êşa Koronayê
dê çiqas tesîr li me bike, çiqas bîr û hafizeya me meşxûl bike, çiqas xuya bike
di berhemên me de nizanim, lê heger wisa dewam bike qet ne îhtimaleke dûr e ku
miriyên me bes bibin hejmarek ji nav milyonên mirî.
Bavê min ê ku pêşî bi
cidiyet nêzî meseleya Êşa Koronayê nedibû niha li malê di karantînayê de ye ji
ber ku temenê wî di ser 65an re ye û gava mela her saetê carê bang û hişyariyan
dikin ku xelk li malê rûnin û dia bikin aciz dibe û dibêje “bi qestî xelkê aciz
dikin.” Diya min dia dike û rewşa me dişibîne Êşa Mirîşkan. Şatoyeke min tune
hildim wan bibim wir û heta ku ev Êş belav bû behsa çîrokan bikin ji hev re. Lê
ne ku li “destê Xwedê” û “şiva MEZINî” jî nafikirim. Îhtimalek em ê ji vê Êşa
Koronayê sax nefilitin lê hêvî ew e ev Êş zêdetir tesîr li me bikin, zêdetir
bîr û hafizeya me meşxûl bikin, zêdetir xuya bikin di berhemên me de, rewşa me
nebe wek a Êşa Mirîşkan û em nebin hejmarek ji gelek hejmaran heta ku hewcehî bi Xwedê û MEZINî nemîne.
*Rojnameya Xwebûn, 6-12 Nîsan 2020, Hejmar: 16, r. 12
0 yorum: