Tivinga Bavê Min, Hizra Bexdayê

Nisan 16, 2020 0 Şirove




Îro, piştî çendîn salan, bo cara duyem min devê kitêba Tivinga Bavê Min ya Hinêr Selîmî vekir. Duh jî min Hizra Bexdayê ya Heyfe Zengeneyê xwend. Her du jî behsa şahidîyên xwe yên serdemekê dikin. Selîm behsê ji zarokatîya xwe tîne heta reva xwe ya ji sînorê Îraqê, ya di hevdehsalîyê de. Zengene bêtir behsa ciwaniya xwe dike.

Selîm alîgirekî Mistefa Barzanî ye, carekê hewil dide bibe şervanê wî. Zengene mîlîtaneke tevgera komunîst ya Îraqê ye. Ev du kesên ku ji du bergehên cuda li meseleyan dinerin, di bergeheke têra xwe însanî da gihiştine hev.

Şahidîyên şexsî ji kitêbên tarîxê, delîl û belgeyên piştrastkirî bêtir tesîr li min dikin, min ev fam kir. Têbînî û detayên biçûk yên nav însanan û jîyana wan ya rojane yên ji ber çavên tarîxnasan wenda dibin, wek kêliyên muhîm di van wesîqeyan da xuya dikin.

Bi xwendina duyem ya Tivinga Bavê Min ra bêtir heyranî qelema Hinêr Selîm mam. Tevî ku min li ti fîlmekî wî jî temaşe nekiriye, ew tenê bi vê kitêba xwe jî gelekî hêja û ezîz e li ber dilê min û dibêjim qey dê her wisa jî bimîne ji bo min.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: