Peyvpeyvîn -2: Yehya Omerî
Merheba. Di xeleka duyem ya peyvpeyvînê da Yehya Omerî heye.
Min 15 peyv jî dîwana wî ya yekem, Anatomiya Demsalên Zer (2015, Xelata
Helbestê ya Arjen Arî), neqandin û jê xwest ku van peyvan bibersivîne, şirove
bike. Em guh bidin dengê şairî bê ka çi dibêje. Dema we xweş be.
Aso
Bi min wisa tê ku aso ne hêvî lê belkî nîşaneyeke hêvîyê be
ango çirûska wê. Çikû roj ji pişt wê der tê, lê berî derkeve em şewqa wê ya
hêvîbexş dibînin ku ew şewq xwe ji pişt asoyê digihîne me. Lê her wiha xerabî û
têkçûyîn jî ji pişt asoyê der tê ango di hin deman de roj nikare hilbibe û xwe
bigihîne asoyê jî. Di helbesta min de jî aso her ew tişt bû ku ez rewşa acizî û
asta bêhêvîtiya xwe pê nîşan bidim.
Bajar
Di rewşa îro ya cîhanê
de têkiliya bi bajêr re têkiliyeke bivê nevê ye. Ev yek ji bo me kurdan jî
wisaye, lê ji bo me nû ye û hê nû nû dikeve helbesta me, bi qerebalixiya xwe,
bi têkiliyên ciyawaz yên qesta nerîtê dike, nerîtê dirûxîne û belkî adet û nerîtên
nû saz dike. Bajar awayê jiyana bajarî xwe li hemû qadên hunera me ferz dike.
Min jî bi tecrûbeyên xwe yên xav û xama hewl da rûyekî bajarî bidim helbesta
xwe. Lê di vira de problemek derdikeve ku rabirdûyeke me ya xurt ya bajarvaniyê
nîne, belê îro piraniya kurdan li bajaran in û bi xêra medyaya civakî, tv û
derfetên din ên ragihandinê gundên me jî bi ser bajaran ve diçin, belkî dibin
taxên dûr yên bajêr bes çanda wê û awayê jiyana wê baş runeniştiye. Ev yek
helbet hindek zehmetiyan jî derdixe çikû azmûneke me ya mezin nîne li bajêr
lewre mirov baş têdernaxe bê çi awayî bajêr bike mekaneke edebî.
Çiya
Çiya di huner, çand, jiyan û dîroka kurdan gelekî girîng e,
dibêm piştî vê klîşeya rêxweşker dikarim dest pê bikim. Di helbesta kurdî de bi
taybet di ya modern de roleke girîng bo çiyayan tê dayîn ku di vira de çiya wek
stargehekê, wek çeper û şervanekî diyar dibe û tevî zayend diyar nebe jî em
dikarin bibêjin ku çiya mêr e, şêr e. Lê min di hindek helbestên xwe de xwest
hinekî li dij vê yekê derêm û rûyê mê yê çiyê işaret bikim. Çiku bi min çiyayên
Kurdan ewên di şerên giran de em berê xwe didinê belkî jin an jî dayikeke bi
rehm be ku cih ji me re çêdike, rêya felatê, bedewiya xwezayê û rûyê wê yê
bakîre nîşanî me dide.
Çûyîn
Çûyîn di helbestên min de gelekî derbas dibe. Ev yek ji ber
jiyana min a her li ser çûn û hatinan ava bûye wisa ye. Te dî xwendekarî ye,
dûrî û bêrî ye. Niha jî di rê de me dîsa û va ye çûyîn e behsa min :)
Bêguman her kes diçe, vediqete, dûr dikeve lewre ez ne di wê
angaştê de me ku tenê ez an jî herî zêde ez diçim lê xuya ye vê yekê li gor
hinekên din zêdetir tesîr li min kiriye, tevlî cîhana min a hunerî bûye û bûye
beşek ji poetîkaya min.
Dengbêj
Dengbêjî stûneke xurt û sext e di çanda me de û di helbesta
me ya gelêrî û nivîskî, bi taybet di ya modern de. Lew derfetên vegêrana
bûyeran û sazkirina hêmayên xurt bo helbesteke ku pişta xwe bide nerîtê bû berê
wê li bajêr ango li ya modern be tê de heye. Di wan helbestên destpêkê de
helwesteke min a baş bo dengbêjan tune bû. Niha em zêdetir li hev in. Hewl
didim zêdetir têgibihêjim û bikim yek ji wan çavkaniyên helbesta xwe.
Evîn
Di helbestê de belkî di beşên din ên
hunerê de motîvasyona herî xurt a afirandin û sazkirina berhemekê evîn e bi
min, bi taybetî jî evîna bo jin, ger
afrîner jin be bo mêrekî. Lewre di helbestê de mijara herî berbelav evîn û
behsên bi evînê re meriv in.
Gul
Belkî di hemû dîroka helbestê de gul motîf û hêmaya herî
berbelav e. Ev yek ji ber bedewiya û di
heman demê de ji ber navdariya wê ya zêde ye. Her wiha bi min hindek peyv hene
ku gelekî guncav in bo helbestê, gul jî yek ji wan e. Peyveke ter û tîr e ku tu dikarî gelek tiştan
pê derbibire, sermerselê gula sor û gulistan tenê çêl guleke reng sor nakin lê
li gor konteksta metnê dikare çêl ala rengîn, çepgirî û xoşewîstê bike. Min jî bi çend awayan lê zêdetir bi awayê ku
têkiliyên evînî derbibire cih dayê.
Helbest
Diyarkirina tişta ku em bi amatorî pê dibilin, nav hildana wê
bi min xweş tê. Lew helbest ew welatê ku çi baş çi jî xerab dema ez bi navê wê
an jî li ser navê wê hin rewş, hest û nihêrînên xwe nîşan didim û pê aram dibim
ku ew min ji wê kêliya aloz dûr dixe û datîne stargehek ku bi tenê ez û
serhevdeya xwe ya jiyanê lê ne, heq dike ku carna bibêjim helbest. Bi min helbest xemilandina tişta ye bi
peyvan. Bi vî awayî tu rengekî û kûrahiyekê didî wan ku ew carna êş in carna
rastiyên li ber çavan e ku bi xemla helbestê zêdetir berbiçav dibin, dibin cihê
zewq sitendin û lêfikirînê.
Payîz
Di helbestên min sûretê payîzê cihekî zêde mezin digre ku ev
yek ne tiştekî bi zanetî bû û ez jî pişt re lê hay bûm. Gelek tiştên em dijîn
ku mirin e carna, carna çûyîn û keser e carna jî veqetîn e, payîz û kesera wê
bi xwe ye. Ji ber wê payîz demsaleke wiha ye ku tu dikarî di demsalên din de jî
hest bi hebûna wê bikî û rewşa tu tê de yî bi wê rave bikî. Wekî din jî bi
dîmenên xwe, bi hest û rewşên ku dema peyva payîzê derbas dibe tê bîra mirov,
payîz bala min dikşîne û ez hez dikim bêjim payîz û di helbesta xwe de cih jê
re vekim.
Stran
Hema bêje di hemû qadên jiyanê de muzîk heye û hêza muzîkê
bandorên erênî li ser ruhê mirov dike. Bi min wisa ye ev bandor xwe di pêvajoya
afirandinê de jî diyar dike. Ji bilî wê wek du cureyên hunerê muzîk û helbest
an jî stran helbest li gor cureyên din zêdetir nêzîkî hev in û bi hev re di nav
danûstandineke xurt de ne, lew deng û melodî di her duwan de jî serdest û
diyarker e.
Şev
Di şevê mirov zêdetir li gel xwe dimîne, zêdetir guh dide
xwe. Ji ber hêz û şiyana nixûmandinê jî mirov zêdetir hez ji şevê û ji tiştên
ku bi şevê re tên dike. Loma şev.
Şivan
Niha pirtûk ne li ber destê min e, lewre nizanim bê min ev peyv çend caran û bi çi awayan bi
kar anîye. Lê bi minasebeta vê peyv an jî vê pirsê ez dixwazim bi kurtî raveya
wê ya di helbesta “qesîdeyek ji bo bîra te” de bikim. Di risteya şivan kuştin
bêrî belav bû de min nexwest peyva kerî
ya ku li zêdetir bi şivan û karê wî dikeve bi kar bînim lew ew xetere bû. Wê
demê dê problema serok şivan e û gel kerî ye ku fikr û bîr nîne li keriyan
derketa holê. Min nexwest bi wateya xwe ya ewwil şivan bi kar bînim. Ango min nexwest bêjim kerî belav bû, na, ev
nedibû. Lê bêrî mekaneke ku em dikarin bêjin civakeke biçûk lê ye, bêrîvan e,
dûajo ye, şivan e, xweza û heywan lê ye û zarok û hwd. Ku ev hemû wêneyekê civakeke biçûk û li hev
tîne hişê mirov. Bi vê yekê re min hewl da çêl wê civaka biçûk bikim ku belkî
em karibin bibêjin ew jî mînyatura civaka rastî ye û wa li wê helbestê sekinî
ye.
Têkçûyîn
Mixabin têkçûyîna me li her derê ye û ev yek bandora xwe li
her cure karê me dike. Em wek millet gelekî dişibin Sîsîfosê Yunan, ew ê ku her
têk diçû û radibû dîsa têk diçû ku ev cezayek bû li wî û dê heta hetayê wisa
bûya. Ê me jî hema bêje gelek hewldanên me bi têkçûn û jidestçûnê diqedin lewre
motîvasyona me zû xera dibe, ji karên ku em hewl didin bibin serî zû aciz dibin. Di dema nivîsîna wan helbestan de jî ev yek
wisa bû, niha jî wisa ye lê belkî wê demê ji ber xeşîmî û ciwaniya min jî zêde
zêde beşdarî li helbestên min kiribe.
Tenêtî
Ji tenêtiya xwe hez dikim çikû em zêdetir li hev dikin û ew
gelek derfetan dide min ku ez baştir xwe nas bikim, bixwînim û carna baştir
binivîsim. Ev hez û daxwaza tenêtiyê jî ji ber xwendinê tê heçkû. Heçkû bi
xwendinê re mirov zêdetir hest bi tenêtiyê dike û ji wê hez dike. Lê helbet di
helbestên min de gelek tenêtî heye û belkî di hin cihan de aciziya ji tenêtiyê
jî hebe.
Zer
Zer ango hemû peyvên te hilbijartine bi hev re dibin zer.
Lewre naxwazim behs bikim, dibe ku dubare bibe hin tişt.
Yehya Omerî: Di sala 1993an de ji dayik bûye. Li Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê beşa mamostetiya ziman û wêjeya tirkî qedandiye. Niha li heman zanîngehê di beşa ziman û çanda kurdî de lîsansa bilind dike.
0 yorum: