Têbîniyek

Eylül 16, 2019 0 Şirove


Dibêm qey piştî rêwîtîya nivîsa kurdî ya li dor duwanzdeh salan, êdî wext bû hin çîrok têkevin vê kitêbê, û, vê kitêbê kir ku roj bi roj dûr bikevim ji blogerîyê û xwe wekî bloger hîs nekim. Ev ne tiştekî baş e dizanim, û, dizanim ev rêwîtîyeka dirêj e - dawîya wê ji min ve ne xuya. 




inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: