*KURTENOT* || Absurd û Lanthimos
Kynodontas (2009) |
**Carinan sînorên quncikek,
odeyek, malek, hewşekê jî sînorên bajarek, welatek, parzemînek, dinyayekê ne.
Meriv dikare pergala herî zalimane ya dinyayê jî di cihekî herî berteng da jî
saz bike. Mesela jîyaneka din jî ava dibe li quncikekî herî nepen, zimanekî
din, têgihiştineka din, qanûninên din.
Kynodontasa (2009)
Yorgos Lanthimosî bi vî awayî ye. Li nav
xeteka dîyar, pergala herî dîktatorane ya bavekî li dar e. Bavek zarokên xwe
hîn kirîye ku dinya ji mala wan û baxçeyên wan pêk dihê heta ku diranên tûj (dogtooth)
yên zarokan nekevin. Pisîk dijminê wan yê herî mezin e. Ferhenga wan cuda ye –
“zombî” ji bo wan kulîlkeka zer e. Gava pêlîstoka zarokan du gavan jî dûrî
hewşê dikeve derve, bav bi erebeya xwe diçe wê diîne. Lîstikên wan aîdî dinyaya
wan ya berteng in. Fahîşeyek tenê ji derve dihê ji bo kurê malê. Herî dawî qîza
malê gava ji filîmekî çav bi berfirehîya dinyaya derve dikeve, sebir nake û
diranên xwe yên tûj dişikîne.
Kynodantas (bi
îngilîzî: Dogtooth) bi mekan û karakterîzasyona xwe Dogvilleya (2003)
(Dogtooth û Dogville, enteresan) Lars von Trier diîne ber çavê min. Di Dogvilleyê
(fîlmekî porfekt e bu arada) da jî mekan berteng e, qesebeyek tevî hemû mal û
rêyên xwe bi tebeşîrê hatîye xêzkirin û lîstikvan her wekî li ser dika şanoyê
bin, di nav van xêzan da dilîzin. Sînorê jîyana wan, zimanê wan, dinyaya wan,
têgihiştina wan jî bi qasî sînorên yên li Kynodontasê berteng e. Di Dogvilleyê
da jî îstismar û dîktatorîyeka mezin li dar e ji bo Gracea ji derveyî qesebeyê
hatî.
Alpeis (2011) |
**Alpeis (2011)
lêgerînek e li nasnameyan, li takan, li xwe, li ezê, li hemû kesan. Hemşîreya
koma veşartî ya di xizmeta merivên mirîyan da gava dikeve şûna qîza mirî ya
bavekî, jina mirî ya mêrekî, hevala mirî ya jineka kor her di nav vê lêgerînê
da ye lê tu carî nikare cihê wan bigire, nikare bibe ew, nikare bi çavê wan li
xwe binêre. Ew ne yeka din e (ez yekî din e, Rimbaud), ew ne her kes e,
her kes jî ne ew (ez her kes im, her kes jî ez, Baudelaire), jiyana dijî
ne a yeka din e (jiyana dijîm a yekî din e, Mehmed), tu dibêjî qey xewna
yeka din nabîne (tu dibêjî qey ez xewna yekî din dibînim, Temo). Ew
nikare bibe tu kes. Hewl dide bibe dêya xwe lê nabe. Dixwaze bibe bavê xwe lê
dîsa nabe. Dixwaze li xwe vegere, bibe xwe. Qet nabe. Ew ne ew be, ne tu kes
be, nexwe ew kî ye?
The Lobster (2015) |
**Heyata ku mirovî han dide
zewacê, heyata ku mirovî han dide tenêtî/azibîyê û heyata ku mirovî ji zewacê
han dide tenêtîyê, ji tenêtîyê han dide bihevrebûneka ne ji her duyan jî. The
Lobster (2015) her çiqas fîlmekî dîstopîk e jî, pir nêzî rastîya çerxa vê
dinyayê ye. Li alîyekî hoteleka zewacê li mirovan ferz dike, 45 roj mihlet dide
wan ku hevserên li gor xwe bibînin, yan tenê/aziban zevt bikin û mihleta xwe
dirêjtir bikin, yan jî di dawîya vê mihletê de veguherin heywanekî ku ew
dixwazin, nikaribin lê masturbasyon bikin, tam li gorî xisletên hevserên xwe
bin. Li alîyekî koma tenê/azibên li daristanê ku evîn, flort û seksa di navbera
mirovan da qedexe lê masturbasyonê serbert dike, nahêle kes bi hev ra dans bike
û her kes bi tena serê xwe, bi walkmanên xwe li ber muzîka elektronîk dans
bike. Lê hin mirov jî dê hebin ku serî li ber her du alîyan jî rakin û bibêjin
rêyeka sêyem jî mumkin e. David li hotelê gava ji mecbûrî dizewice wekî kesekî
bextewer û li gor jina xwe tevdigere û gava ji hotelê direve nav daristanê li
nav tenêyan dil dikeve Short Sighted Womanê (SSW), ji mecbûrî wekî kesekî dûrî
wê tevdigere. Dû re korbûna çavê SSWyê ji alîyê seroka komê, reva David û SSWyê
ji komê û xwekorkirina Davidî. Lanthimosî bi vê senaryoya xwe ya heyranhêl û derhênerîya
xwe ya zîrekane, tabloyeka absurd ya vê dinyayê xêz kirîye. Ecêb mam.
The Killing of A Sacred Deer (2017) |
**The Killing of A Sacred
Deer (2017). Di ser kuştina xezala Artemîsî ra gava Agamemnon qîza xwe
Iphigeniayê dike qurban, Stephen ji ber ku bavê Martinî kuştîye kurê xwe xwe ji
Martinî ra dike qurban. Kur ji bîr nake qatilê bavan. Kur jî (Martin) bavek e,
her wekî wî spagettîyê dixwe. Û bav (Stephen) kurê xwe (Bob) dikuje. Kurê ku
nikaribe bikeve şûna bavê xwe mehkûmî mirinê ye. Bavê ku nikaribe li ber xwe
bide şûna xwe dide kurê xwe.
The Favourite (2018) |
**Lanthimos bi The
Favouriteê (2018) xwestîye çi bike min fam nekir. Di fîlmografîya camêrî da
du fîlmên qerase yên wekî Kynodontas û The Lobster hene û ev fîlmê
dawî nikare di ber van her du fîlman ra jî derbas bibe. Li ber van fîlmên ewil
entrîkayên sedsala 18an, têkilîyên qiralîçeyan bala min nakişînin. Lanthimos
gava di fîlmên xwe da dinyayeka absurd ava dike û lehengên wî dixwazin derkevin
derveyî xetên vê dinyayê, li ber dilê min ezîztir dibe. Zekayeka mezin ji van
senaryoyên wî dipeke. Ev senaryoya The Favouriteê jî ne ya Lanthimosî
ye, ecêb nemam. Lê fîlmekî baş e ji bo demên zêde û gevezetîyê.
0 yorum: