*KURTENOT* || Guherîna hestan, dewleta cinawir û Zvyagintsev
**Berê bawerîya min bi
hezkirineka mitleq yan jî nefreteka mitleq hebû. Min digot qey meriv ji kesekî,
tiştekî hez bike dikare heta hetayê jê hez bike yan jî heger nefret bike dikare
heta hetayê jê nefret bike. Zeman mefhûmeka weha ye ku hezkirin û nefreta herî
dêrîn jî bi mirovî dide jibîrkirin. Fîlmên Andrey Zvyagintsevî îspateka xweş e
tam li ser vê yekê ku hestên mirovî çawa dikevin ber xezeba zemanî û cih bi hev
ra diguherînin her wekî metatezekê.
Vozvrashcheniye (2003) |
Di Vozvrashcheniyeyê (2003)
da bavê bi navê Otets piştî dozdeh salan li ser daxwaza jina xwe li mala xwe
vedigere ji bo her du zarokên xwe derxe geryanekê. Îmaja bavî ya di serê
zarokan da û bavê rasteqîn li hev nake. Bav her tim bi hêrs û mirûztirş e li
ber zarokên xwe, ji me we ye ew ji piçeka rehmê jî mehrûm e. Di vê gerê da her
tim bi miameleyeka xirab bi zarokên xwe ra tev digere û çend caran li wan dide.
Zvyagintsev dike ku temaşevan bi nefreteka mezin li bavî binêrin û gunehê xwe
bi zarokan biînin. Em heq didin zarokan ji bo ku bavê xwe bikujin. (Di dilê her
zarokî da kuştina bavekî veşartî ye?) Di lêdaneka bavî da, Ivanê kurê biçûk ji
ber ku nikare bavê xwe bikuje hildikişe ser barûya li giravê. Bavê ku ditirse
Ivan xwe ji ser barûya biavêje li pey wî hildikişe û gava destê xwe diavêje
textikê herî jor, textik di dest wî da dimîne, dikeve xwar û dimire. Bi carekê
ra ew nefreta me jî dimire. Ew nefret hêdî hêdî ber bi zarokan ve diçe û gunehê
me vê carê bi bavî dihê. Dû ra ev nefreta ji bo zarokan jî vediguhere tiştekî din:
Hesta xwesûcdarkirinê. Hezkirin jî bingor dibe, nefret jî û belkî
xwesûcdarkirin jî.
Izgnanie (2007) |
Di Izgnanieyê da
(2007) Alexanderê bav (ecêb e li vir jî Konstantin Lavronenko di rola bavî da
ye her wekî di rola xwe ya Otetsê bav da) ji Veraya jina xwe dibihîze ku ducanî
ye lê zarok ji kesekî din e. Bav bi carekê ra têk diçe, ji jina xwe hez dike û
naxwaze wê bikuje. Zvyagintsev cardî weha dike ku temaşevan bi hezkirin li bavî
binêre û gunehê xwe pê biîne û bi çavekî îxanetî li jina wî binêre. Tevî ku
jina wî naxwaze jî ew dixwaze zarok ji ber bigire. Di dema kurtajê da jina wî
dimire û nefreta me vedigere ser mêrê wê: Qatilê jina xwe. Em vê jî ji xwe ra
dibêjin: Heyf, wê ev heq nekiribû! Dû ra doktorek îhtimalekê diavêje meydanê:
Îhtimal e ku mirina wê ne ji ber kurtajê lê ji ber hebên întixarê be. Em vê jî
dibêjin: Îhtimal e ne sûcê mêr be jî lo. Herî dawî hesta xwesûcdarkirinê ya
bavî: Erê sûcê wî ye lê wî jî nedixwest bimire, zêde bi ser wî da neçin.
**Izgnanie (2007), bi
mijara xwe beşa 2yem ya Dekaloga
(1988) Krzysztof Kieślowskiyî; bi dîmenên xwe Ahlat Ağacıya (2018) Nuri
Bilge Ceylanî diîne bîra min.
Leviathan (2014) |
**Leviathan (2014) tevî
meseleya xwe ya malbatî ye bêtir rexneyek e desthilatê. Şaredarê ku çav berdide
mala Nikolai bi dek û dolaban dixwaze mala wî jê bigire. Her wekî di Izgnanieyê
da, di Leviathanê da jî em dibînin jin mêrê xwe bi mêrekî din ra dixapîne
û ev di qonaxeka weha da ye ku dibe derbeka giran li Nikolaiî. Tevî ku jina wî
xwe dixeniqîne, desthilat dike ku Nikolaiî bi kuştina jina xwe tawanbar bikin
ji ber meseleya wê ya xapandinê. Desthilat bi ser ketîye û Nikolai di hepsê da
ye. Di şiroveyên li ser vî fîlmî da hema bêje her kesî behsa sûdwergirtina
Leviathana di Încîlê (wekî cinawirê behrê, navekî din yê şeytanî) û kitêba
Thomas Hobbesî da (wekî dewlet) jî kirine. Ev gelekî aşkere ye. Di fîlm da jî
em li qeraxa behrê skeleta heywanekî mezin dibînin. Di fîlm da jî dewlet, desthilat
wekî cinawirekî behrê hatîye teswîrkirin ku mirovên xwe dadiqurtîne. Li odeya
şaredarî jî, fotografê Vladimir Putinî daleqandî ye. Navê şaredar jî Vadim e.
Vladimir. Vladim. Vadim. Hemû navên desthilatan çiqas dişibin hev.
0 yorum: