Peyvpeyvîn -1: Hesen Ildiz

Temmuz 21, 2019 , , 2 Şirove


Silav xwendevanên delal yên blogê. Min dest bi rêzeka nipînû kir: Peyvpeyvîn. Di peyvpeyvînê da 15 peyvan ji berheman dineqînim (yan jî yên têkildarî poetîkaya xwedîyên berheman dîyar dikim) û ji xwedîyên wan berheman dixwazim wan peyvan bibersivînin, şirove bikin, bi wan ra bipeyivin, çi edebî çi ferhengî çi bîranînî hwd, qet ferq nake. Di xeleka yekem ya peyvpeyvînê da Hesen Ildiz heye. Min 15 peyvên  romana wî ya çendek berê belav bûyî, Qal (2019), jê ra şandin û wî jî bi dilxweşî bersivandin. Yekşema we bi xêr be (min çiqasî bêrîya vê gotinê kiribû!).
 
Hesen Ildiz
(Foto: Mevlüt Oğuz)

Bav

Di destpêka nivîsandina  Qalê de nerîna min a li ser bav nerînek Lacanî bû. Loma wek leheng min bavekî zordest û despot afirand û R. Baran bi rêya vî bavî cara ewilî pêrgî hemû formên desthilatdariyê hat.  Ev tişt helbet li ser gelek aliyên jiyana R.Baran tesîr kir lê herî zêde tesîra xwe li ser têkiliya wî ya bi lawê wî yê nûçêbûyî re da der. Ew bi xwe jî nerîna xwe ya li dijî lawê xwe wek ‘oedîpûsa berevajî an jî bi navekî rasttir û gorî vê erdnigariyê kompleksa siltanên osmanî’ formulîze dike.

Lê niha têgihiştina min a bo Bav ê di Qalê de gelekî guherî. Ji ber ku  di nava vê pêvajoyê de him hinekî ji Freud dûr ketim û him jî têgihiştina min a ji mîta Qral Oedîpus berê xwe ji psîkanalîzê da ber bi ontolojiyê ve. Loma xwendina min a Bav jî tu bê nebê divê biguheriya. Niha gava lê dinerim, R. Baran wek bermahiya misogeriya hebûna bavê xwe hatiye pêşkeşkirin. Bavê ku dixwest nemiriya xwe misoger bike, bûye xwedî zarokek û hemû despotî û zordariya wî jî  ji bo ku  bûnewerê dê hebûna wî bigre misogeriye, ji wî ne cûdatir be. Lê wek bûnewer R. Baran ji hebûna xwe aciz e, loma ji dêvla hebûnekê wek bermahiya hebûnê xwe biafirinê bi redkirina lawê xwe tûnebûneke ebedî dixwaze.


Bêdengî

Kafka di çîroka xwe ya bi navê Das Schweigen der Sirenen ( Bêdengiya Sîrenan) de dibê ku tiştê guhê Odyessus ker kir ne dengê sîrenan bû, lê belê bêdengiya wan bû. Bêdengî rewşa herî giran e ya ku mirovek dikare xwe tê de bibîne. Ziman, bi gotinek rasttir bi giştî sewtek derxistin, bertekekek mirovahiyê ya li dijî bêdengiyê ye. Mirovahiya ku  her çendî ewqas ziman û dengên cûr bi cûr afirandin jî, lê dîsa xwe ji bêdengiyê xelas nekirin. Gelek caran bêyî xwesteka xwe laqayî wê bûn.  Bi her bêdengiyekê carek dinê li bêheziya xwe warqilîn. Loma bi rihetî dikarim bibêjim ciyê bêdengî dest pê dike, li wir sînorê vîna mirov jî diqede.   


Belbî

Belbî, her tim hebûna îhtîmaleke dinê bi xwe re tîne. Û îhtimal, bi qewlê Musil, hew ne xeyalên kesên kêmaqil, meqsedên Xwedê yên hîn neşiyarkirî jî dihundirîne.  Loma çawa P. Celan dibêje: ‘Bipeyîve lê Erê’yê ji Na’yê veneqetîne.’, ez jî ji qarekterên xwe re dibêjim: ‘Biaxivin lê Belbîyê ji gotinên xwe dûr nexin.’ 


Hebûn

Hebûn dilopek e di nava oqyanusa tunebûnê de. Dilopek, a hew  bo wextekê kurt, li cihekî bisînor xwe dide der.  Loma bo min êdî hemû mesele  ne ‘To be or not to be’ ye, hemû mesele êdî hew ‘Not to be’ ye.   


Law

Ez lawê Hemîdê Hecî Mahmûd im û bi vêya şanaz û serbilind im. - Baba  te digot, te çima pirtûka xwe  adamîşî min nekiriye, lê binere her çendî min pirtûk adamîşê te nekiribe jî li vir silavekê didim te. Têm destê te.


Mirin

Ma Tolstoyê ku di bin maskeyê Lewin de diqîjiya, ‘Ciyê mirin lê hebe ma  mirov xêncî wê dikare xwe bi çi re mijûl bike.’ qey neheq bû.? Na! Û ez jî bi dilekî rehet dikarim bibêjim ku mirin temaya sereke ya poetîkaya min e.

Mirin, bi gotinek rasttir, hayjihebûna mirinê bingeha şaristaniyê ava kiriye.  Ji quleya Babîlê bigre heta navê Nemiriyê li xwe dayînê, çi bi hişî (bewusst) çi jî bi derhişî (unbewusst) be, hemû  bertekên me bo ji holê rakirin, qenebe, ji-xwe-dûrxistina mirinê ye. Lê mirin a wiha li wir e. Sekiniye û bêyi xwe ji ciyê xwe tev bide li benda me ye.

Helbet ji Parmenides heta Tugendhaft, ji olên monoteîst heta yên polîteist, bi gelek awayên cîhê mirin hatiye şîrovekirin. Gava ez bêm şîroveya xwe ya derheqê mirinê de ya di Qalê de, dikarim bi rehetî bibêjim, her çendî wê çaxê ji min re ne eşkere bû jî, dişibe mirinek Heideggerî. Çawa Heidegger mirinê wek dawiya Daseinê û  wek bi gişteyî temambûnê   (als ganzes Seinkönnen)  şîrove dike, R. Baran bi xwe jî mirinê wek temambûna hebûnê dibîne. Bûnewerê netemam gava ji  sînorê hebûnê derbasî yê tunebûnê dibe, ango dimre, pêvajoya xwe ya egzistenyal ya mekanî û demî temam dike. Encax bi mirinê jiyan dikare temam bibe û mirinê ne wek dijtêgeha jiyanê lê wek dijtêgeha welidandinê qebûl dike.   
  

Mirov

1) Mirov ji aliyê derûnî û fizyolojiya xwe ve qels, bêhêz, mihtac, bêqudret  û kêmber e, di ser de jî hesûd, bêşikir û çavnebar e.

2) Mirov nefs e û loma hemû kirinên wî divê li derveyî sînorên başî û xerabiyê were nirxandin. Her çendî di gelek zimanan de peyva mirovî bo tiştên baş, ya nemirovî bo tiştên nebaş tê bikaranîn jî bi ya min ew kirinên wî yên wek xerab tên nirxandin însanî ne, hetta xwerû însanî ne.  


Mobîl

1) Amûrek her çendî di jiyana me de pir cî digre jî, di edebiyatê de bi temamî hîn ciyê xwe nediyê. Carna ji xwe re dibêm, ger Proust rewşa îro binivîsanda dê teqez serê rûpelê herî kêm pênç caran peyva mobîlê bi kar bianiya.

2) Amûra ku zêdeyî %90ê xwîneran niha pê vê hevokê dixwînin.


Nerîn

huner nêrîn e  li Kolana Hunerê  //A. Arî

Rihma Xwedê li te be.


Nivîskar

Laclos bi xêra lehengekî xwe wiha dibêje: ‘Arezûyek  pêknehatî mirov ber bi ku derê ve nabe?’  Îhtîmalek mezin Freud jî ji wî girtiye.

Ez jî dibêm komîneka arezûyên pêknehatî, nebextewarî, zext û zilma mirov di zarokatiyê dîtiye û egoya her tim hatiye tepisandin mirovan an dike kûjer, tecavizker, serokekî zordest, şefekî ku her tim tahdeyê li yê biniya xwe dike… hwd, an jî dike nivîskar.   


Takekes

Ew kesê ku di bin zexta civakê de û di nava qîlên sincê de hatiyê eciqandin. Ê ku xwedêgiravî her tişt ji bo wî, lê gava tê li ya dawiyê asê dibe, ti kesek bi qansî serê derziyê jî berjewendiyên wî nadin ber çavên xwe.  Ê ku êdî xelasiya wî ne gengaz e.      


Tirs

Gava ez li ser tirsê difikirim her tim ev sahne tê ber çavên min.

Di wexta qirna kevn de komikek mirov li daristanekê ne, xwarina xwe xwarine û xwe dirêj kirine. Bi carekê hirçek an şêrek derdikeve hemberî wan. Çend babaegîd  bo xwe û qlana xwe biparêzin xwe bi pêş de didin. Hinek jî ji tirsan xwe vedişêrin. Ewên ku xwe avêtine pêş ji hêla hirç û şêran hatin kuştin, cendikên wan perçe perçe bûn û em jî ji daw û pişta ewên ku xwe veşartibûn, yanî ên tirsonek, ketine.     

Loma tirs hesteke ku ji bav û kalên me ji me re wek mîratmayî ye û her ku diçe di rih û laşê me de bêhtir digevçile.  Bingeha vê tirsê jî bi ya min tirsa ji ber mirinê ango ji ber tunebûnê ye. Ev tirsa tunebûnê xwe di formên cîhê de dide der. Ser meselê nivîskarekî hebûna xwe li ser nivîsandinê ava kiriye, tirsa kesek pirtûkên wî neecibînin,  an jî fenomenekî social mediyayê, tirsa her roj şopîner û liken wî kêm bibin, an jî xoceyekî zaningehê yê hemû hebûna xwe li ser kariyera xwe ava kirî, tirsa bi KHKyê ji kar bê avêtin…..hwd.  Mirov dikare bi hezaran mînakên dinê jî lê zêde bike û bi ya min  xwesteka mirov çiqasî zêde bibe tirsa wî jî ewqas zêde dibe.


Tixtorî

Broch, ji devê qarekterekê xwe yê tixtor wiha dibêje: ‘Tixtorî ne kar e, qeder e.’   Bi ya min jî wiha ye. Gava mirov xwe carekê pê bike êdi nikare xwe jê xelas bike.  Lê her çendî ne karekî hêsan be jî ez ji karê xwe hez dikim û jê memnûn im.


Xewn

Ez di jiyana xwe de mirovekî heta tu bibêji rasyonel im.  Hemû kirin û hestên mirov hewl didim li gorî zagonên aqlî rave bikim û ev tişt  mixabîn di nivîsên min de jî xwe dide der.  Loma dikarim hemû kirin û hestên qarekterên xwe bi hûrgulî hesab bikim, di înşakirina wan de li gorî hesabên xwe hest û taybetmendiyên wan di keseyetiya wan de biçînim, tiştên herî derîaqilane jî dikarim li ser hîmên sedem-encamê bi cî bikim. Lê carna çawa ev tişt min di jiyanê de diwestîne, di nivîsandinê jî min aciz dike, wê çaxê xwe davêjim bextê xewnan. Di xewnan da him wext û him jî mekan desthilatdariya xwe winda dike û bûnewerê (di nivîsê de qarekter)  ku di nava wext û mekanê de bibû xwedî gewde vediguheze formeke amorf û êdî bi temamî ‘azad’ e. Dikare her tiştî bike.  Lê ger li xwe mikur bêm,  di avakirina xewnên qarekterên xwe de jî, hînekî sûdê ji psikanalîzê digrim û bi temamî nikarim dest ji aqil bikşînim.


Zarokatî

Bi ya min gava mirov qala zarokatiyê bike û di ser de kulîçeya di çayê de dakirî û Proust neyîne bîra xwe, ev barbarî ye. 


   
Hesen Ildiz: Li gundê Şewaşiya Şemrexa Mêrdînê, di sala 1991an de hatiye dinê. Li Stenbolê Faqulteya Tibbê ya Cerrahpaşayê qedandiye û niha li Berlînê dijî. Berhema wî ya ewilî Tirspîvan (çîrok) di sala 2015an de, di nav weşanên Belkîyê de derketiye. 


inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

2 yorum:

  1. Riya peyvpirsînê vekirî be, berê wê li oxirê be. Pirsên ku hatine pirsîn û bersivên ku hatine dayin pirr hêja,têr û dagirtî ne. Sihheta we xweş be.

    YanıtlaSil