Birînên Tegelî - Ugur SERMÎYAN


Ev helbesta ku hûn ê bixwînin yekem metn e (hin wergerên zarûrî yên li zanîngehê ne tê de) ku ji kirmanckî dikim kurmancî. Ev helbest di Pêşbirka 1emîn a Helbest û Çîrokan a Kovara Vateyê ya 2017an de xelata yekemîniyê wergirt û di hejmara 52yan a Kovara Vateyê de hat weşandin. Gelek spas ji bo Mem Artemêt ku di dema wergerandina helbestê de alîkar bû wergerê sererast bikim. Gelek spas ji bo xwedanê vê helbestê, Kek Ugur Sermîyan, ku piştî wergerandinê ev helbest çend caran bi çavekî rexneyî xwend, nirxand, şaşiyên min sererast kirin û li min vegerand û her wiha spasdar im ji bo cenabê wî ku destûr da ez vê helbestê li ser blogê biweşînim. Ne ji wan bûya helbesteke baştir û tekûztir nedihat meydanê. Tevî vê jî, ez ji hemû şaşiyên  heyî yên vê wergerê mesûl im. 

Ugur Sermîyan

Birînên Tegelî

Min got:
Dilo! Deng bide!
Çima ez wisa mam tenê û neçar?
Dengê xwe veneşêre
Bêdeng nebe wisa,
nebe bêrehm û xedar.
Li kû ne, ew kilamên nazik û nerm
ku şi’r bi min didane nivîsandin?  
Li kû ne ew şevên bê ar û şerm
ku tirs bi min didane kuştin?
Şev sitargehên min bûn, tu zanî, bi reşahiya xwe
Emanetî wan kiribû min siya xwe
Heta ji wê sewdayê hisiyam bi xwe
Tofan bûbû baxê m’, nemabû gulzar

Hêviya min nîvco ma, qirika min de çiqil e
Her hilmê de tîne bîra’m, ji ber bayî zengil e

Min gotibû ez evdê huznê me,
evdê derd û xeman, min gotibû
Har e ev dil, mewc û pêlên biharê
û kezeba çêm e, min gotibû
Awirên efsûnî venede li min
kila çavê te birije, çav nedêre
Min wisa mindalkî çend lêv
bi rica û minet heçku vedan bi te re
Lerz û ta her pêkve
zeliqîbûn bi canê min re.
Axir qefesa parsûyan,
qefesa parsûyan şikiya.
Min gotibû, ax min gotibû!
Te qet tiştek,
negotibû.

Perengî ye, di nav kewşê bêxçe de, ax dilo!
Diperpite, çîv dide li ser sînga min, bilbilo!


Dengê  kemana destên lerzok
Ji dûr ve bi xwe re tîne bêhna bindehlok
Mindalek e, sêwiyek e, dilbeste û naşîyek e
Li ser tiliyên xwe dizivirîne, difirrîne xalxalokan
Ruhê bêzar dinale: Ax bi min re be!
Kete bîra min bayê hênik ê çiyayan!
Laşê şikestî dizare: Ey salno bi malwêran!
Ez kuştim jiyanê, ez kirim şubhê mandûyan.
Lê demekê em jî
bûbûn xwediyê dem û dewran.
Duhê xwedî bûn tê de,
Lê çi heyf îro bûne mêvan.
Ev hêvî ye, çûçika biharê
hinde zû dimire çu caran?  
Ava teze ye, baz dide ji memikên te
Kelegerma havînê de
Jê re têhnî ye ev can.
Çawa dest jê berdim ez?
Tu nabêjî,
ji min re xwê ye, min re nan,
ji şewata min re derman.

Agir pê ket, bi dûman û pêt, xerîbê min simbilo,
Çokên yarê li kû ne, tu ji bo çi xwar mayî milo?


Lo bayê çiyayan, min ranemûse!
Lêvên te cemed in, sar
Ezîzê robarî, bes bilorîne!
Gedeyên esmer in derdedar
Ji derbên gur û şêran
Ji qîrîna “tek” û “tek”an
Ji penceyên eyloyên çavsor û çavzengan
Esmanê Xwedê de ajnêber
Ji “Ellahû Ekber!” tekbîran
Ji lingan ku di pê de şimik,
Daliqandî ne ji vînçan.
Lê zêdetirîn hemderdo!
Tu zanî çima?
Di vî laşê nav gulavê de
ji bêbextiya kurman,

Birîndar im ez, birînên min kûr, birînê m’ tegel
Derpê û kirasê min, xwîn-xwînlaserê de şilî-şepel



Tarîx zane, ax zane, kilam hemû zanin ku
Mirin ji me ra bûye bira, tirs çi ye ji fermanan?
Sermilên min qirçe-qirç in, ji van qal û buxtanan
Min gotiye ku;
Bila hineya reş rakêşin tiliyên keçikan
Bila zik bibin duhalî, bi cêwîk û sêwîkan
Min gotiye ku;
Têr bimije, vexwe ji memikên çavreş û porkejan
Bila kes nikaribe bidize kenê ji mindalan
Min gotiye ku;
Nekevin li ti kesî gulle, nexeniqin ûrgan
Ji ber ku hez kirin ji hevdu du kesan
Min gotiye ku;
Tarîx dîsa nû nebe ji şopên kevnebirînan
Hêstirên xwînî danakevin xwar, ji çavmewîjan
Dibêjin:
Sûcê te çiyayîyî giran e, girantir e ji çiyayan
Te peyvên xwe çandine, yekî tu dîtî ji nav şevşevokan
Ez dibêjim:

Di sînga me de zîl dide şax û gulî, xunçe-xunçe
Belê, bizir biçûk e lêbelê fêkiyê wê berz e


Dil deng da, gulbang da
Derd zêde bûn dîsa
Got:
Tu pepûkek î, ji guliyê darekê ve
Li bin barana payîzê, ji serê çiyê ve
Ewr îro ketin ber cotê çavan
Ku wextê jixweber reng lê neman
Tu li binê perrên xwe ne bi tenê vî dilî
Ji çi wextî ve, yek jî bêrîya zêrînî
Bi cih dikî
Maçî dikî
Vedişêrî, xef dikî.
Hêstiran bi dilopên şiliyê
mînanî ava kewsera jehriyê
qult bi qult
vedixwî
Tu pepûkek î
bi wî zimanê qedexeyî
tenê ez zanim.
Ez zanim ku tu,
ji Xwedayê êşan re
sernizm î
Di nav şayiyê de
evdê huznê yî

Kenê li kuja lêvan mehzûn e, hem melul
Qelema te neşter e, derdê dilê m’ kullî kul


***


PORTRE / UGUR SERMÎYAN


Di sala 1987an de li qezaya Xozatê ya Dêrsimê hat dinyayê. Heta şeş saliya xwe li gund jiya. Beşa Mamostetiya Zimanê Îngilizî li Zanîngeha Anadoluyê qedand. Di beşa Ziman û Kultura Kurdan a Zanîngeha Mardin Artukluyê pêşî mastera bêtez kir û niha jî mastera bitez dike. Wî kitêba E. A. Nolane, “Hesirê Grania”, ku derheqê kelt û kurdan de nivîsiye, ji îngilîzî wergerand ser kirmanckî. Di Pêşbirka Yekemîn a Helbest û Çîrokan a Kovara Vateyê ya 2017an de,  xelata yekemîniyê ya helbestê wergirt. 

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: