Mekanên Tenêtiyên Me (I): Cafe û Baxçe
Gaston Bachelard dibêje “Ji dilê me naçin û tê de dimînin
hemû mekanên tenêtiyên me yên buhurî, ên ku tê de êşa tenêtiyê dikêşin, kêfa
tehma tenêtiyê dikin, li tenêtiyê digerin û mekanên
ku tê de bi tenêtiyê re li hev dikin." di Poetîkaya Mekên de.
Ez î ku wextê min bêtir di nav tenêtiyekê de dibuhure, her wiha bêtir hez ji
mayîna li mekanan dikim. Ger min gotibe mekan bila meyla we tek neçe ser
cafeyan filan. Ma ne mekanê herî mezin ew e ku bi şev em tê de serê xwe datînin
ser balîfê û dikevin xeweke kûr û şêrîn, yanî mala me, yanî odeya me, ew mal û
odeya ku di xeyalbaziyê de ji hemû mekanan berfirehtir û bêserûbertir e, min
navê wan danî supermekan. Beriya ku behsa supermekanan bikim, dixwazim behsê
bînim ser mekanên dîtir ên li Mêrdînê ku bi awayekî berê min bi wan ketiye.
Şoqa yekem
Wêne: Zeynep O. |
Gava ku cara sêyem hatibûm Mêrdînê, gelek wext di ser
hatinên min ên din re bihurîbû û pir kêm tişt ji wan hatinan di bîra min de mabû. Min serî li lîsansa beşa kurdî
ya Artukluyê dabû bi armanca ku ji Mûşê derbasî derbasî Mêrdînê bibim. Ji bo
serlêdanê nava havînê hatibûm Mêrdînê û piştî ku min karê xwe li zanîngehê
xilas kiribû bi wesayiteke navbajêr derketibûm Mêrdîna Jor da ku Birûsk
bibînim. Birûsk têra xwe ez li kuçe û kolanên Mêrdînê gerandibûm û ji bo ku em
bêhna xwe vedin em li ber Mezopotamya Cafeyê sekinîbûn ku li kêleka Mizgefta
Mezin bû. Mezopotamya Cafe (ne Mezopotamya Aile Çay Bahçesi) li berriyê dinêrî
û bi xeml û xişrên xwe yên otantîk balê dikişand. Ez hinekî birçî bûm. Min
pirsî, tenê tost hebû. Me du lîmonata û tostek xwest. Lîmonataya wan ji lezoya
me ya zarokatiyê pê ve ne tiştekî din bû. Piştî ku me tost û lîmonataya xwe
vexwar, em rabûn ku heqê xwe bidin. Heqê me 18 Tl bû. Ez şaş mabûm, ev ji bo
min û tost û du lîmonatayan zêde bû. Min bi xwe nekarî û pirsî ka çima pereyekî
ewqasî zêde dixwaze. Qet ji bîra min naçe, zilam gotibû: “Birrê min, ma burasi
qafedir.” Şoqa yekem a Mêrdînê, min li wir xwaribû. Demek berê li Yenişehirê
şaxeke din a cafeya xwe vekiribûn. Çend roj berê ez çûbûm vê şaxa nû ya cafeyê.
Bi qasî ku min fam kir, bêtir xort û ciwanên lîseyê dihatinê û pirranî nargîle
dikişandin. Min nargîleya vir nekişandiye lê dibêjin nargîleya wan pir pir baş
e û kesê ku nargîleyê çêdike ji Sûriyê ye. Kêfa min ji vî mekanê nû re nehat,
ji ber ku zêde qelebalix û bi dûman bû.
Ne tenê mekanê tenêtiyê, mekanê çîrokan jî
Yek ji mekanê ku ez pir jê hez dikim Baxçeyê Nezîr e anku bi
navê xwe yê din Yedi Kardeşler Çay Bahçesi. Ji ber ku heft bira ne, vî navî li
baxçeyî kirine. Lê ji ber ku ji birayan Nezîr bêtir tê naskirin, baxçe bi vî
navî jî belav bûye. Baxçe an jî ez dikarim bibêjim çayxane, li hember Enstîtuya
Zimanên Zindî ye. Ez gava ku li vî baxçeyî rûdinim xwe baş hîs dikim û kêfa min
tê. Tişta ku vî baxçeyî li ber dilê min ezîz dike ew e ku bi her awayî însan
têne vir, çi nexweş, çi gundî, çi xwendekar, çi mamoste, çi karker û hwd.
Baxçeyê Nezîr, mekanekî pirdeng e û ji her derê dengek ber bi guhê te dikeve û
ev deng tê bêjî qey her yek temsîla çînekê, civatekê dike. Gava ku hûn li vî
baxçeyî rûnin, bi îhtimaleke pir bilind û hûn ê rastî xwendekarek an jî
mamosteyekî beşa kurdî bên. Henûnî û kurmanciya şêrîn a xebatkaran dike ku
meriv careke din jî were vî mekanî. Baxçeyê Nezîr ne tenê baxçeyek e ji bo min
ku ez biçim tiştekî le vexwim, ev baxçe yek ji mekanê çîroka min e jî ku di
çîroka Şehredêrê de derbas dibe. Lê di çîrokê de navê wê Gulokaserêrê
ye. Rê, erê, zewqeke mezin a vî baxçeyî ew e ku meriv ji xwe re li hatûçûnên nava rê temaşe bike. Berê qedeha
çayekê 50 qirûş bû, niha bûye 75 qirûş. Lê qet ne zêde ye, li gor mekanên din
qet ne zêde ye.
Komên xwendinê li vir dicivin
Cara pêşîn gava hatibûm Baraka Cafeyê kompîter min xira
bûbû. Hefteyên min ên ewil ên pola duyem bûn. Payîza 2014an. Gava ku li wê cafeyê bi kompîtera xwe
re mijûl dibûm ku wê rast bikim, zilamek li ser maseyeke ber pencereyê rûniştibû
û tiştinan li deftera ber xwe dinivîsî. Bi carekê re bala min çûbû ser vî zilamî
û min bihîstibû ku bi telefonê diaxive û behs dike ku senaryoyeke mûhteşem
nivîsiye.. Ev zilamê ku pir paşê me yê hev nas bikira û di gelek çalakiyan de em
ê bi hev re bûna, xwediyê cafeyê Kek Bîlal Korkut bû. Koma Xwendinê ya Vejînê
cara pêşîn li vir civînên xwe çêkiribû. Gava ku li zanîngehê tev li Kulûba
Vejînê bûbûm, me dest pê kiribû ji nû ve koma xwendinê aktîf kiribû û me li
Baraka Cafeyê civînên xwe bi rê ve
dibir. Mala Kek Bîlal ava rojê
civînan pereyê çayan ji koma me nedixwest û ew bi xwe jî wek xwendevanekî
beşdarî pirraniya civînên me dibû û kitêbên civînan dixwend. Baraka Cafe li
kêleka nexweşxaneya berê bû û nêzî mala me bû. Carinan tevî kompîtira xwe dihatim
vê cafeyê û diketim înternetê. Gelek çalakî li vî mekanî bi rê ve çûn û ez
dikarim bibêjim yek ji mekanê edebiyata kurdî bû. Ji ber ku qîmetek mezin dida
edebiyata kurdî û gelek gotûbêj û panel
ji bo nîvîskarên kurd amade kiribû. Ez jî beşdarî çend heban bûbûm. Baraka Cafe
mekanekî germ û henûn bû û wek navê xwe bi textan hatibû çêkirin. Baxçeyê wê jî hebû û havînan
xweş dibû. Li ser textên baxçeyê wê navê gelek nivîskarên kurd hatibû
nivîsandin. Piştî ku Kek Bîlal vî mekanî dewr kir hema bêje du sê caran çûm an
neçûm. Bi çûyîna wî re civînên koma me jî li wir bi dawî bûbû, tenê li wir.
Piştre bûbû şirîkê Sinemardin Cafeyê û demekê me li wir civînên xwe kir bi
piştgiriya wî. Sinemardin Cafe berê ya Sinemardinê bû û wek kantînekê bû. Zêde
kes nediçûyê, ji ber ku di cihekî talde
de bû û ji ber ku gelek cafe li Mêrdînê hebûn.
Hem sî lê heye hem jî ba
Wêne: @sibasahafcafe |
Herî dawî me civînên koma xwe ya xwendinê li Sîba Sahaf
Cafeyê kir. Bi navê sahaf nexapin, kitêbên kevin hema bêje qet tune bûn û
kitêbên wê jî kêm bûn. Cafe li Sûka Şewitî bû û li ser banekî li berriyê
dinêrî. Cafe par wextê biharê bû hat vekirin ji aliyên çend xwendekaran ve û bi
carekê ve gelek populer bû. Êdî wer bûbû ku tu kengî biçûya rastî hunermendekî,
nivîskarekî dihatî. Koma me ya Xwendinê heta havînê li vir berdewam kir û jê û
pê ve sekinî. Mixabin cafe wek Kek Bilal piştgiriya me nedikir û me heqê çayên
xwe dida. Min li vê derê hindek hevpeyvîn kirin. Bi taybet dawiya biharê û
havînê xweş bû ev der, jixwe êvarî hew dibû. Derdor vekirî bû û bayekî hênik
dihat. Êvarê tişta herî xweş ew bû ku meriv xwe li erdê dirêj bikira û pala xwe
bidaya balîfê û ji xwe li esman bineriya. Pêlikên vê cafeyê pir bi talûke ne.
Meriv ditirse tê re dakeve. Hingî serberjêrî ye. Tiştekî din î ne xweş jî
muzîkên wê ne. Nizanim belkî niha muzîkên xweş lê didin. Êdî kêfa min ji wir re
nayê û pir kêm diçimê.
Dilê min ji dilan şaneşîn e
Wêne: @leylancafekitab |
Mekanekî din ê cihê kurdîhez û kitêbhezan jî Leylan Kitap
Cafe ye. Leylan Cafe ji deh salan zêdetir e heye û cihekî navdar û naskirî ye.
Pirraniya kitêbên kurdî li vir tên dîtin û kesên ku dixwazin kitêban bikirin
tên vira. Min bihîstiye ku gelek kes ji buhayê zêde yên kitêban gazinan dikin.
Hemû kitêb wiha ne an na nizanim, lê gava ez jî kitêban ji wir distînim wek hawê
li gor kitêbên kitêbfiroşên online bihatir in. Lê di esasê xwe de pirraniya kitêbfiroşan
biha difiroşin û ez jî weke gelek kesan bêtir ji ser înternetê kitêban ji xwe
re siparîş dikim. Leylan Cafe li ser Kolana Cumhuriyetê ye li Mêrdîna Jor û wek
gelek mekanên din cihekî otantîk e. Heqê vexwarinan ne kêm e û ne jî zêde ye. Xebatkarên
wê bi kurmanciyeke henûn û şêrîn we pêşwazî dikin û diezimînin. Çend caran gava
min kitêb ji vir distendin heqê çayê ji min nedixwestin û digotin îkrama me ye.
Wellehî hew dibe, sirf ji bo ku çaya min were ser belaşiyê ez ê kitêban ji wir
bistînim. Şaneşîna cafeyê ji hundir çêtir e, ji ber ku humdir di tariyê de ye û
rojê nabîne. Havînê vexwarina bîrayê ya li vê şaneşînê gelek xweş e. Leylan
Kitap Cafe jî yek ji mekanên mezin ên edebiyata kurdî ne û heta niha gelek
panel û gotûbêj ji bo nivîskarên kurd çêkirine.
Ne mekan e
karneval e
Wêne: Tuğba T. |
Ji Leylan Cafeyê hinekî berjortir, li hember İzala Otelê,
Mezopotamya Çay Bahçesi heye. Ji kengî de ev baxçe heye nizanim lê wer xuya ye cihekî
kevn e. Baxçe li berriyê dinere û cihekî vekirî ye, bêhna meriv lê dertê. Ev
mekan jî eyn wek Baxçeyê Nezîr e û her
celeb însan tê vê derê. Wek mekanên din tenê xîtabî civatekê, çînekê
nake û her kes di nav hev de ye. Ez pirranî li vî mekanî rihet im, bêhna min derdikeve.
Nihêrîna li berriyê zewqeke mezin dide min. Lê ez ji çayên vî baxçeyî hez nakim,
ne tama wê û ne jî ji germbûna wê. Çaya wan pirranî sar e û divê meriv ji wan
re bibêje. Çend caran li vî baxçeyî hînî tewleyê bûm, gelek tewlehez tên vî
baxçeyî. Heger kêfa we jî ji tewleyê re tê, a baş seriyekî bidin vir, maseyên
tewleyan taybet in û tenê kesên tewlelîz dikarin lê rûnin. Bi qasî ku qîmeta
tewlelîzan heye, a me tune ye herhal. Wek hişyarî û pêşniyazekê dikarim bibêjim
ku neçin tuwaleta vî baxçeyî. A jinan nizanim lê a mêran pir pîs e û ji dilê
meriv nayê biçe wir. A baş beriya ku hûn biçin wir, biçin tuwaleteke din. Li dû
vî baxçeyî minareyek heye ku gelek meşhûr e û her kes li ber wêneyê xwe digire.
Min jî wêneyê xwe girtibû gava ku du sê sal berê hatibûm.
Ji cafeyan zêdetir cafe
Vê dawiyê gelek cafe vebûn. Her kî ber xwe dibîne cafe vedike.
Kî gotibû nayê bîra min, gotibû “Li Mêrdînê tenê sê mekan hene: cafe, zêringer
û beharatfiroş/sabûnfiroş”. Heqeten jî wisa ye. Ez dikarim bi kurtî behsa van
cafeyên nû bikim. Yek ji van cafeyan Sinek bû ku wextekê Kek Bilal û Kawa Nemir
jî şirîkê wê bûn. Du caran ez çûm konsertên wan, komek stranên gelek xweş
digotin û ji bo stresa hefteyekê derman e. Lê cihekî tarî ye û roj nabîne.
Havînê hênik e. Cihekî din cafeya MAÜ Sosyal Tesisleri ye ku cihê PTTya berê
ye. Ew jî cihekî vekirî ye û li berriyê dinnere lê ji aliyê xizmetê ve ne
serkeftî ne û çaya wan jî ne xweş e. Mekanekî din Pause Cafe ye ku li ser
Kolana Cumhuriyetê ye û li ser banê wê şemsiyeyên rengarenk hene. Cihê vî
mekanî xweş e lê min zêde ji vî mekanî hez nekir û min fam nekir ka çima afîşên
fîlman dîwarê cafeyê seranser pêçandiye. Meriv dibêje qey li saloneke sînemayê
ye. Lê vexwarinên wan xweş in. Mekanekî din Nora Luca Kitap Cafe ye. Ez dibêjim
qey kitêbên vir ji yên Leylan Cafeyê zêdetir in û pirraniya kitêbên kurdî li
vir hene. Mekanekî xweş e lê hinekî di talde de ye, li jêra Sinekê ye û bi ya
min zehmet e ev der kar bike. Li jêra Gençlik Merkezi cafeyeke di jî vebû bi
navê Asiman Cafe. Tişta ku herî pir kêfa min jê re hat tuwaleta wan bû. Min
heta niha bêhneke ewqas xweş li tu cafeyê nedîtibû û tuwalet ji bo mêr û jinan
tev de bû. Lê mîratê hinekî sar bû û di her du caran de jî nigê min cemidî. Li
Mêrdîna Jêr cafeyeke bi navê xwe yê balkêş heye: Çêlek Cafe. Mekanekî biçûk û
şêrîn e, ji aliyê dîzaynê ve super e, lê mîratê heqê xwarin û vexwarinên wan ji bo xwendekarekî pir
zêde ye.
Cafe mekanên xweş in lê ez fam nakim ka çima ewqas cafe li
Mêrdîn vebûne. Heger niyeteke we ya vekirina cafeyê hebe, bi ya min dev jê
berdin. Çimkî pir zor e ku hûn ji vî karê cafeyan pere qezenc bikin û cafeyên
Mêrdînê ewqasî dişibin hev, tu dibêjî qey hezar cafe jî vebin dê wek hev bin û
tu cudahiyeke wan tunebe. Lê vê mehê cafeyek din jî vebû li hember lojmanên
polîsan, bi navê Beyoğlu Kitap Cafe. Cihekî biçûk û henûn e. Muzîkên wê jî xweş
in. Heta niha kengî çûmê tiştekî îkram kirine, carekê tebeqek meywe danîn ber
me, carekê jî tebeqek çerez.
Gava ku min got ez li ser cafeyan binivîsim, min nedizanî dê
nivîs ewqasî dirêj bibe û cafeyên me jî ewqas zêde bibin. Lê jehr tê de be,
cafeyek berê te dide cafeyeke din.
***
Beşa Duyem: "Mekanên Tenêtiyên me (II): Xwaringeh"
Çúme cafeyeke ku te li vir qal nekiriye. Mi ji léwik pirsî bé ka qedemgeh li ku ye. Derbik din pirsî "Qedemge, qedemge!??" Gote min "l didNt understand you." Mi goté "Are you ok!?"
YanıtlaSilTe jî pirsek zehmet kiriye heyran, ma em ji ku dizanin qedemgeh çi ye. 😊
SilÎnan,
YanıtlaSilMin beşa yekem pir pir eciband. Te rind kiriye ku tiştekî wanî nivîsandiye. Eger kes bixwaze li Mêrdînê bigere/bimîne ez ê jê re hema vê lînkê bişînim.
Her hebî perxudres hocam. Silav û hezkirin.
Silînan, ji ber ku ev mekan, 2 sal , hêlînên têkiliya min a evînî bûn , min piçek bi xemgînî xwend. Te bîranînên min geş kir, êşiyam .
YanıtlaSilMin jî xemgîniya re bi xemgînî xwend Mistefa. Min nedizanî ez ê bibim sedem ji geşkirin û êşa yar û bîranînên berê re. Sorry. :(
SilÎro ez bi çavên Omer Faruk Baran li Rihayê geriyam û piştî ger a Rihayê, bi çavên te li cafe û baxçeyên Mêrdînê geriyam. Sihhet xweş Înan. Bi hêvîya gerên din.
YanıtlaSilHer hebî keko. Lê ev ji gerê bêtir ew mekan in ku di bîra min de mane. Spas. Bi hêviya bîrên bîrfirokê 😊
YanıtlaSil