Bîrname 2: Şîmaq jî şîmaq e ha!

Şubat 09, 2017 , 0 Şirove


27 Hezîran 2011 / Duşem


Di Lîse 1ê de li dibistanê hefteya pêşî, roja yekê, saeta pêşî, deqên pêşî (li rêzê / tören) bû li dibistanê. Her pol ketibû rêza xwe, pola me jî ketibû rêza xwe. Nexwe wê çaxê alîkarê Midûr (M. Yardimci) G.S. got, hinekî xwe bidin vî alî. Her pol çend gavan xwe bi aliyê çepê ve bir. Pola me jî bi wî alî ve çû. Lê wê çaxê ez ketibûm nav fikaran, xeyalan. Hişê min ne li serê min bû. G. jî bê haya min jê hebe, ji min re gotiye bi wî alî ve here. Gava dît ku ez naçimm ji bo şîmaqê li min xe ber bi min ve hat. Gava wê şîmaqê li rûyê min xista, şîmaq li qirika min ket. Belê, pir êşandibû. J Belê, ez pirr li ber xwe ketibûm. J Hetta min helbestekê jî li ser rûyê wî nivîsand. (Navê Kod: Heyat)


***

(Têbînî: Di hivdehsaliya xwe de rûniştibûm ser defterê û wek kesekî ku berê wî li mirinê be, min dest bi nivîsandina bîranînên xwe kiribû ji xeynî nivîsandina rojnivîskan. Ez ê car caran di bin quncika "Bîrname"yê de hin bîranînên xwe binivîsim. Ji ber ku ev nivîseke kevn e ji bo min, min dest bi sererastkirina rêzimanî ya nivîsê neda û min xwest bila diyar be bê ka bi demê re nivîsa min ji aliyê rêzimanî ve di kîjan qonaxan re bihuriye. Tenê min navên kesan nenivîsiye û bi herfan wan diyar kiriye. Em piçekî li bîra xwe vekolin, gelek tişt hene ku dê piştî çendakî neyêne bîra me jî. Bi heviya ku bi dilê xwendevanî jî be.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: