7. Sugata Sanshiro (1943), Sugata Sanshiro II (1945): Geryaneke bi kêf û fîlmekî ne baş
Sugata Sanshiro (1943) |
Ciwanekî
sî û du salî rojekê di rojnameyê de îlana kitêbekê dixwîne ku kitêb derheqê
jûdokerekî (hostayê jûdoyê) herî navdar yê sedsala 19an de ye, gelekî kêfxweş
dibe û baş dizane ku dikare senaryoyeke baş ji ber vê kitêbê binivîse. Ciwanê
me tevî ku berê çend senaryoyan ji bo derhêneran nivîsiye jî, bi vê senaryoyê
dixwaze fîlmê xwe yê ewil bikêşe. Li welatê wî desthilateke mîlîtarîst û despot
li kar e, sansûreke giran li ser hemû berhemên hunermendan heye, asta hunerê
kêm e û hunermend ji gelek tiştan tawîz didin. Ev ciwanê me jî dixwaze fîlmekî
weha bikêşe ku ne hunera xwe bêqîmet bike û ne jî serê xwe bi belaya sansûrê re
biêşîne. Ev çîroka jûdokerê berbehs tam derba wî ye, çimkî ev camêr êdî bûye
kesayetekî hem efsanewî hem neteweyî. Roja ku ev kitêb çap dibe, ciwanê me
dixwîne, rojtira din produktorê xwe dişîne ji bo heqê telîfê bigire. Lê dereng
maye. Berî wî du kesên din jî doza telîfê kirine. Jina vî nivîskarî heye, di kovaran
de pesnên xweş derheqê ciwanê me de xwendine. Ev ciwanê me dê piştî gelek salan di bîranînên
xwe de binivîse ku her tişt bi xêra vê xanima vî nivîskarî bû. Ev xanim,
mêrê xwe qaneh dike ku heqê telîfê bidin vî ciwanî.
Ev
ciwanê ku dê bi fîlmên xwe bibe mijara gelek nivîsên me, Akira Kurosawa bixwe ye. Kurosawa di 1942yan de
dest bi kişandina fîlm dike, di 1943yan de nîşan dide. Berî ku fîlm bê weşandin
wekî hemû berheman ji wezaretê re diçe û ji aliyê lijneya sansûrê ve tê nirxandin.
Kurosawa ji ber pirsên endamên sansûrê gelekî aciz dibe û weha dinivîse di
bîranînên xwe de: “Îddiaya endamên lijneya sansûrê ew bû ku atmosfereke
Anglosakson di her tiştê fîlm de hikim dikir. Ez difikirîm ku heger min ew
kursiya xwe çeng bikira û di serê endamên lijneya sansûrê de bişikanda, hingê bêhna
min dê derketa.” Axir fîlm bi xêra derhênerekî ji sansûrê derbas dibe, tê
weşandin û gelekî deng vedide. Ev fîlmê ewil, Sugata Sanshiro (1943) ye.
Piştî vî filmî produksiyon fîlmekî duyem dixwazin, lê ne bi dilê wî ye. Çimkî
li gor wî fîlmên duyem tu carî dê negihîjin orjînaliya yê yekem loma yên ku di
vê de israr dikin, ehmeqiya herî mezin dikin. Ew vê dişibîne wê xwarina
germkirî ya ji ber xwarineke din mayî û dizane ku temaşevan dê ji vê xwarinê
hez nekin. Her wekî rexnegiran, Kurosawa jî qebûl dike ku Sugata Sanshiro II
(1945) (ev fîlmê duyem fîlmê sêyem yê Kurosawa ye, ji ber ku dubeşiyê min weha
got) ne fîlmekî baş e. Aldo Tassone di xebata xwe ya bi navê Akira Kurosawa
de diyar dike ku serlehengê vî fîlmî ji kûrahiyekê dûr e û em bi xêra wî hîn
dibin ku ev fîlm bi propagandayeke texrîbkar tê sûcdarkirin ji aliyê Emerîkiyan
ve û di 1946an de ji aliyê wan ve tê qedexekirin.
Min
Sugata Sanshiro (1943) mixabin bê binnivîs temaşe kir ji ber ku min qet
peyda nekir. Min mesele qet fam nekir û heger tek feydeya wê li min hebe ew jî
belkî guhê min hinekî hînî dengê japonî bibe. Min qeyda Sugata Sanshiro II
(1945) û binnivîsa wê li kompûtera xwe bar kir, lê piştî temaşekirinê min fam
kir ku fîlm du sê deqeyan li pêşiya binnivîsê ye û piştî mesele diqede binnivîs
xuya dike. Lê heta ji min hat, min hewl da dîmen û nivîsan di hişê xwe de bigihînim
hev. Axir piştî ku min di xebata Aldo Tassone û Savaşçının Kamerası:
Akira Kurosawa Sineması ya Stephen Prince de beşên derheqê van her du
fîlman de xwendin, mesele di serê min de zelaltir bû. Bes ecêbiyek hebû, navên
lehengên di xebatên Tassone û Prince de bi yên binnivîsê re li hev nedikirin, li
vir naxwazim naveroka fîlm binivîsim, jixwe van camêran nivîsandiye lê ez dê
çend tiştên di bîra min de mayî binivîsim.
Sugata Sanshiro II (1945) |
Jûdo
ne şiddet e. Hunerek e, sporek e. Ew însaniyetê jî hînî meriv dike. Di Sugata
Sanshiro (1943) de, Sugata gava ji
aliyê şerkerên jiujitsu tê tehrîkkirin, bi wan re şer dike û wan têk dibe lê
gava hostayê wî hîn dibe, pê re dixeyide û diyar dike tu ferqa wî bi vî awayî
ji serseriyan, ji heydûtan tune ye. Di Sugata Sanshiro II (1943) de jî
gava Sugata bi ya hostayê xwe nake û diçe bi boksorekî re dikeve şer (di ya din
de jî bi kesekî derveyî jûdoyê re şer dike), hostayê wî dixeyide û diyar dike
ku lazim e meriv ji bo navdayînê şer neke.
Di
Sugata Sanshiro (1943) de, sehneya
ku Sugata xwe diavêje golê ez pir ecêb hiştim. Sugata ji bo ku dilê hostayê xwe
bigire, xwe diavêje golê û heta sibehê tê de dimîne. Bi sibehê re dibîne ku
kulîlka lotûsê vedike û avê dipijiqîne wî. Ev kulîlk semboleke mezin e li cem
japonan, vebûna wê tê maneya mikemeliyet û hesasiyê. Piştî vê kulîlkê hostayê
wî, wî dibexşîne. Sehneya herî dawî ya Sugata Sanshiro II (1943) jî her
weha bû. Di nav berfê de, li serê çiyayekî Sugata û reqîbekî din pêxwas
karateyê dikin, di ser berfê re gêr dibin. Kurosawa di bîranînên xwe de behs
dike ku piştî van sehneyên di golê de û pêxwas li ser berfê, lîstikvanê Sugata
xwe aciz kiriye lê Kurosawa jî dibêje bi xêra min gelekî navdar bû.
Di
van fîlman de mihafezakariyek ji bo adet û kevneşopiyan heye. Li gor Stephen
Prince ev sê tiştên mihafezekirî di van fîlman de ev in: hosta, malbat û dîn.
Kurosawa
dibêje çavdêriya ku vî fîlmî (Sugata Sanshiro, 1943) bi min re çê kiriye
ew e ku ew mîna geryan û seyraneke bi kêf bû. Aldo Tassone dibêje belkî jî ew
hemû tofanên di dilê de Sugata de ji bilî siya hesabpirsîna dilê Kurosawayê
şagirt pê ve ne tiştekî din be û belkî Sugata ji bilî filîgrana portreya
Kurosawa ya dema wekî ciwanekî henermend pê ve ne tiştekî din be. Stephen
Prince dibêje ji bilî vî fîlmî (Sugata Sanshiro, 1943), tu fîlmekî vê serdemê
yê Kurosawa wê hakimiyeta şêwaza bêqisûr ya zêde berçav nîşan nade. Ez tiştekî
nabêjim. Lê tu dibêjî çi, ey temaşevan?
***
Fîlmê bê: Ichiban Utsukushiku - Akira Kurosawa
Birastî min jî nîvî temaşe kir. Hema mirov dikare bêje ku di aliyê teknîkên qamerayê pir xweş hatîye amade kirin. Çuyînên sahneyan, nelivandina qemerayê, hilbijartina cîh hwd. Tişta ku gellek kêfa min hat ew sahne bu ku:Sahneya ku sugato solê xwe derdixe u diavêje, dûre jî ew sol diçe cîhekî u sekansekî din dest pê dike." Di wê sekansê de mirov dikare bêje ku derhênerên baş wûsa akil dikin.
YanıtlaSil