7. Sugata Sanshiro (1943), Sugata Sanshiro II (1945): Geryaneke bi kêf û fîlmekî ne baş

Kasım 15, 2018 , 1 Şirove

Sugata Sanshiro (1943)

Ciwanekî sî û du salî rojekê di rojnameyê de îlana kitêbekê dixwîne ku kitêb derheqê jûdokerekî (hostayê jûdoyê) herî navdar yê sedsala 19an de ye, gelekî kêfxweş dibe û baş dizane ku dikare senaryoyeke baş ji ber vê kitêbê binivîse. Ciwanê me tevî ku berê çend senaryoyan ji bo derhêneran nivîsiye jî, bi vê senaryoyê dixwaze fîlmê xwe yê ewil bikêşe. Li welatê wî desthilateke mîlîtarîst û despot li kar e, sansûreke giran li ser hemû berhemên hunermendan heye, asta hunerê kêm e û hunermend ji gelek tiştan tawîz didin. Ev ciwanê me jî dixwaze fîlmekî weha bikêşe ku ne hunera xwe bêqîmet bike û ne jî serê xwe bi belaya sansûrê re biêşîne. Ev çîroka jûdokerê berbehs tam derba wî ye, çimkî ev camêr êdî bûye kesayetekî hem efsanewî hem neteweyî. Roja ku ev kitêb çap dibe, ciwanê me dixwîne, rojtira din produktorê xwe dişîne ji bo heqê telîfê bigire. Lê dereng maye. Berî wî du kesên din jî doza telîfê kirine. Jina vî nivîskarî heye, di kovaran de pesnên xweş derheqê ciwanê me de xwendine.  Ev ciwanê me dê piştî gelek salan di bîranînên xwe de binivîse ku her tişt bi xêra vê xanima vî nivîskarî bû. Ev xanim, mêrê xwe qaneh dike ku heqê telîfê bidin vî ciwanî.

Ev ciwanê ku dê bi fîlmên xwe bibe mijara gelek nivîsên me, Akira  Kurosawa bixwe ye. Kurosawa di 1942yan de dest bi kişandina fîlm dike, di 1943yan de nîşan dide. Berî ku fîlm bê weşandin wekî hemû berheman ji wezaretê re diçe û ji aliyê lijneya sansûrê ve tê nirxandin. Kurosawa ji ber pirsên endamên sansûrê gelekî aciz dibe û weha dinivîse di bîranînên xwe de: “Îddiaya endamên lijneya sansûrê ew bû ku atmosfereke Anglosakson di her tiştê fîlm de hikim dikir. Ez difikirîm ku heger min ew kursiya xwe çeng bikira û di serê endamên lijneya sansûrê de bişikanda, hingê bêhna min dê derketa.” Axir fîlm bi xêra derhênerekî ji sansûrê derbas dibe, tê weşandin û gelekî deng vedide. Ev fîlmê ewil, Sugata Sanshiro (1943) ye. Piştî vî filmî produksiyon fîlmekî duyem dixwazin, lê ne bi dilê wî ye. Çimkî li gor wî fîlmên duyem tu carî dê negihîjin orjînaliya yê yekem loma yên ku di vê de israr dikin, ehmeqiya herî mezin dikin. Ew vê dişibîne wê xwarina germkirî ya ji ber xwarineke din mayî û dizane ku temaşevan dê ji vê xwarinê hez nekin. Her wekî rexnegiran, Kurosawa jî qebûl dike ku Sugata Sanshiro II (1945) (ev fîlmê duyem fîlmê sêyem yê Kurosawa ye, ji ber ku dubeşiyê min weha got) ne fîlmekî baş e. Aldo Tassone di xebata xwe ya bi navê Akira Kurosawa de diyar dike ku serlehengê vî fîlmî ji kûrahiyekê dûr e û em bi xêra wî hîn dibin ku ev fîlm bi propagandayeke texrîbkar tê sûcdarkirin ji aliyê Emerîkiyan ve û di 1946an de ji aliyê wan ve tê qedexekirin.

Min Sugata Sanshiro (1943) mixabin bê binnivîs temaşe kir ji ber ku min qet peyda nekir. Min mesele qet fam nekir û heger tek feydeya wê li min hebe ew jî belkî guhê min hinekî hînî dengê japonî bibe. Min qeyda Sugata Sanshiro II (1945) û binnivîsa wê li kompûtera xwe bar kir, lê piştî temaşekirinê min fam kir ku fîlm du sê deqeyan li pêşiya binnivîsê ye û piştî mesele diqede binnivîs xuya dike. Lê heta ji min hat, min hewl da dîmen û nivîsan di hişê xwe de bigihînim hev. Axir piştî ku min di xebata Aldo Tassone û Savaşçının Kamerası: Akira Kurosawa Sineması ya Stephen Prince de beşên derheqê van her du fîlman de xwendin, mesele di serê min de zelaltir bû. Bes ecêbiyek hebû, navên lehengên di xebatên Tassone û Prince de bi yên binnivîsê re li hev nedikirin, li vir naxwazim naveroka fîlm binivîsim, jixwe van camêran nivîsandiye lê ez dê çend tiştên di bîra min de mayî binivîsim.

Sugata Sanshiro II (1945)
Jûdo ne şiddet e. Hunerek e, sporek e. Ew însaniyetê jî hînî meriv dike. Di Sugata Sanshiro (1943)  de, Sugata gava ji aliyê şerkerên jiujitsu tê tehrîkkirin, bi wan re şer dike û wan têk dibe lê gava hostayê wî hîn dibe, pê re dixeyide û diyar dike tu ferqa wî bi vî awayî ji serseriyan, ji heydûtan tune ye. Di Sugata Sanshiro II (1943) de jî gava Sugata bi ya hostayê xwe nake û diçe bi boksorekî re dikeve şer (di ya din de jî bi kesekî derveyî jûdoyê re şer dike), hostayê wî dixeyide û diyar dike ku lazim e meriv ji bo navdayînê şer neke.

Di Sugata Sanshiro (1943)  de, sehneya ku Sugata xwe diavêje golê ez pir ecêb hiştim. Sugata ji bo ku dilê hostayê xwe bigire, xwe diavêje golê û heta sibehê tê de dimîne. Bi sibehê re dibîne ku kulîlka lotûsê vedike û avê dipijiqîne wî. Ev kulîlk semboleke mezin e li cem japonan, vebûna wê tê maneya mikemeliyet û hesasiyê. Piştî vê kulîlkê hostayê wî, wî dibexşîne. Sehneya herî dawî ya Sugata Sanshiro II (1943) jî her weha bû. Di nav berfê de, li serê çiyayekî Sugata û reqîbekî din pêxwas karateyê dikin, di ser berfê re gêr dibin. Kurosawa di bîranînên xwe de behs dike ku piştî van sehneyên di golê de û pêxwas li ser berfê, lîstikvanê Sugata xwe aciz kiriye lê Kurosawa jî dibêje bi xêra min gelekî navdar bû.

Di van fîlman de mihafezakariyek ji bo adet û kevneşopiyan heye. Li gor Stephen Prince ev sê tiştên mihafezekirî di van fîlman de ev in: hosta, malbat û dîn.

Kurosawa dibêje çavdêriya ku vî fîlmî (Sugata Sanshiro, 1943) bi min re çê kiriye ew e ku ew mîna geryan û seyraneke bi kêf bû. Aldo Tassone dibêje belkî jî ew hemû tofanên di dilê de Sugata de ji bilî siya hesabpirsîna dilê Kurosawayê şagirt pê ve ne tiştekî din be û belkî Sugata ji bilî filîgrana portreya Kurosawa ya dema wekî ciwanekî henermend pê ve ne tiştekî din be. Stephen Prince dibêje ji bilî vî fîlmî (Sugata Sanshiro, 1943), tu fîlmekî vê serdemê yê Kurosawa wê hakimiyeta şêwaza bêqisûr ya zêde berçav nîşan nade. Ez tiştekî nabêjim. Lê tu dibêjî çi, ey temaşevan?

***
Fîlmê bê: Ichiban Utsukushiku - Akira Kurosawa

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

1 yorum:

  1. Birastî min jî nîvî temaşe kir. Hema mirov dikare bêje ku di aliyê teknîkên qamerayê pir xweş hatîye amade kirin. Çuyînên sahneyan, nelivandina qemerayê, hilbijartina cîh hwd. Tişta ku gellek kêfa min hat ew sahne bu ku:Sahneya ku sugato solê xwe derdixe u diavêje, dûre jî ew sol diçe cîhekî u sekansekî din dest pê dike." Di wê sekansê de mirov dikare bêje ku derhênerên baş wûsa akil dikin.

    YanıtlaSil