Rexneyek li Rexneya Şêxo Fîlîk ya derheqê Rû û Kûrê de




Nivîsara Şêxo Fîlîk ya bi navê  “Li Ser ‘Rêyeke Nû’ Lêgerîna Rêçên ‘Rû û Kûr’” berî çend rojan belav bû û baş xirab li ser medyaya sosyal (tenê hay li ser yên twitterê bûm) hat nîqaşkirin. Wekî gelek nîqaşan, ev nîqaş jî wer xuya ye û îxtimal e dê li ser medyaya sosyal bimîne û rê li ber veneke ku bi meqaleyên rexneyî di kovar û malperan de cih bigire. Min Rû û Kûra Alî Duran Topuz berî rexneya Ş. Fîlîk xwendibû lê di vê nivîsara xwe ya rexneyî de ne li ser berhema A. D. Topuz bes dê li ser nivîsara Ş. Fîlîk hûr bibim. Bi navekî din, ev rexneya rexneyê ye.

Baş xirab, hemû nîqaşên edebî (ya herî xirab jî tê de) rê li ber tevger û dînamîzmekê vedikin û ew “şoq”ên nîqaşê dihêlin meriv baldartir be, di mijara xwe de hûr û kûr bibe. Nivîsara Ş. Fîlîk nivîsareke zêde belawela ye û ev belawelabûn dike ku focusa rexneya wî wenda bibe û em nizanibin ka dixwaze çi rexne bike. Şexsen, nizanim ka Ş. Fîlîk di nivîsara xwe de gelo dixwaze nivîsa berga kitêbê rexne bike, yan dixwaze jêgirtinên gelêrî (li gor gotina wî, ger em binermijînin, întihal) rexne bike, yan dixwaze rexne bike ka ev çîrok li gor pênaseya “mînîmal”ê ne yan na, yan dixwaze qisûrên teknîkî yên çîrokê rexne bike, yan dixwaze rexne bike ku çima ewqas kes û “giregir” pesnê kitêbê didin? Ez pêşî bibêjim: Metnek, berhemek; xweser, serbixwe û bêrî ye ji hemû nirxandin, pesinandin û şayesandinên derveyî xwe.

Li vê derê, dixwazim rexne û şiroveya xwe ya li rexneya Ş. Fîlîk, bi dorê, di çend xalan de îzah bikim.




·         Ş. Fîlîk, A. D. Topuz wekî “nivîskarekî tirk” diyar dike. Heger ne şaşiyeke klavyeyê be, ji dewama hevokê em dikarin weha fam bikin ku li gor wî hemû nivîskarên kurd yên bi tirkî nivîsandine, nivîskarên tirk in. Ew vê binavkirinê li gor çi datîne, nizanim, lê axaftin û nivîsandina bi zimanê neteweyeke dîtir, tu kesî nake nivîskar û hunermendê ji wî eslê neteweyê. Belê, kesek dikare bibe nivîskar û hunermendê edebiyat û hunera zimanê neteweyeke din, lê heta ku ew kes diyar neke ew xwe aîdî neteweyeke din hîs dike (berî her tiştî, aîdiyeta kesî muhîmtir e ji binavkirinên keyfî), li kesî nakeve wan bike nivîskarên neteweyeke din. Belkî meriv li şûna wê karibe bibêje nivîskarê tirkî/tirkînivîs, lê ev jî cihê nîqaşê ye û bi temamî vê maneyê nade, lew em dizanin kitêba yekem a A. D. Topuz ne bi tirkî lê bi kurdî ye! Aram Tîgranê ermen kilamên herî xweş ên kurdî gotin, Sîrasê ermen çîrokên herî xweş ên kurdî nivîsîn lê ew çiqas ji ermentiyê derketin û bûn kurd, nizanim.

·         Tevî ku ez jî weha difikirim piraniya nivîsên berga kitêban bi pesinandineke bêhed dagirtî ne (Ş. Fîlîk “werimandin”ê jî li pesinandinê zêde dike û çend caran tekrar dike, lê ez ne alîgirê vê peyvê di vê nivîsê de me, çimkî wateyeke xwe ya argoyî ya “ducanîhiştin”ê jî heye), çima aciziya nivîsa bergê dibe mijara nivîsara wî, fam nakim. (Feydeya herî mezin belkî ew be ku xebateke meydanî li ser bergên kitêbên kurdî bê kirin, bê famkirin ka çi taybetiyên hevpar û giştî yên van nivîsan hene û ji xwendevanên kurdî bê pirsîn ka tesîra van nivîsan çiqasî li xwendina wan heye.) Ş. Fîlîk tevî ku di nivîsara xwe de diyar dike haya wî bi vê rewşa heyî (ez bibêjim ya hemû dinyayê) (ev ne tenê gunehê kurdan e) heye, cardî jî bi dûr û dirêj behsa nivîsa bergê dike û hêvî û daxwazên xwe yên ser bergê ji me re rêz dike. Min got ev rewşa heyî ya hemû dinyayê ye lê em dûr neçin. Di 2015an de kitêba çîrokan (Bêbavî, ku ji bo min yek ji kitêba herî xweş ya van salên dawî ye) ya Şêxo Fîlîk derket û heger ez li gor binavkirina wî bibêjim, du “giregirên edebiyata kurdî” (Hesenê Metê, H. Kovan Baqî) li paş bergê kitêba wî nivîsandin û berhema wî “pesinandin” (naxwazim bibêjim “werimandin”, eyb dikim). Çawa ku ev herdu “pesinname” tiştekî li qelîteya berhema Ş. Fîlîk zêde nekirin, her weha tiştekî jî jê kêm nekirin. (Lê ne ku nafikirim, Ş. Fîlîk tevî ku ewqasî ji nivîsên bergan aciz bû, çima destûr da du “giregir” pesnê berhema wî bidin?) Bêbavî di dema xwe de ji gelek berhemên kurdî zêdetir hat xwendin, ecibandin û pesinandin (koma me jî tê de, di nav çend mehan li piraniya komên xwendinê hat xwendin û nirxandin) ku eşkere ye, Rû û Kûra A. D. Topuz nikare di ber bayê vê populeriya Bêbavîyê re jî derbas bibe. Her çawa ku berhemeke populer nayê wateya berhemeke xirab jî, her wiha nayê wateya berhemeke baş jî. Tu berhem ne hewceyî pesinnameyên bergan e û lazim e tunebin da tesîrê li xwendina xwendevanan nekin, lê ev şert û mercên heyî yên kurdî û yên dinyayê diyar dikin ku ev tu carî dê çênebe.

·         Hevokeke paş bergê kitêbê (“rêyeke nû ye di çîroknûsiya kurdî de”) gelekî serê Ş. Fîlîk diêşîne, meraqeke mezin lê peyda dibe û ev hevok dike ku ew kitêbê zû bixwîne (û belkî jî ev hevok bû ya vê nivîsarê pê da nivîsandin). Bi dû dikeve û dixwaze bizane ka ev rêya nû çi ye. Hem dipirse û hem jî bi xwe bersiv dide ku rêya nû dibe ku ev, na na, dibe ku ew be. Pêşî ji nivîsa Zinarê Xamo ev rê wekî ya “çîroka mînîmal” jê re xuya dike,  dû re rêya “berhevkirina çîrokên gelêrî û bi vî awayî parastina devoka Qoçkirî” tê bîra wî û herî paşê jî difikire ku ev rêya nû dibe ku “çîrokên gelêrî bi vegotineke modern nivîsandin” be û li gor wî rêya nû heger ev rêya dawî be lazim e bi awayekî bê destnîşankirin ku ev ji çîrokên gelêrî ne. Mebest ji “rêya nû” çi ye û kesê nivîsandî bi çi wateyê gotiye, nizanim. Edebiyat qadeke weha ye ku derfetê dide meriv berhema xwe bi hezar rêyên nû jî binivîse, bêyî ku ji cureyeke edebî derbasî yeke dî bibe. Her çi jî be, gotineke weha ne cihê wan tîran e di wê rexneya edebî de ya li ser naveroka (mebest ji naverokê ne mijara çîrokan e, hemû çîrok bi xwe ne) berhemê hûr dibe. Ne ev gotina “rêya nû” a paş bergê û ne jî rexneya Ş. Fîlîk a li ser vê gotinê, bi tu awayî tiştekî nabêje li ser asta naveroka Rû û Kûr.

Ş. Fîlîk ne rasterast be jî, di ser sê mînakan re diyar dike ku çîrokên Rû û Kûr yên gelêrî ne û li herêma wan jî tên gotin û dipirse ka “nivîskêr çi li vê meselokê zêde kiriye ku ev xebat ji berhevkariyê derkeve û bibe berhemeke modern a aîdê nivîskêr?” Beşa herî muhim a vê nivîsarê ev her sê mînak in û heger Ş. Fîlîk nivîsara xwe ewqasî belawela nekira, tenê li ser vê mijarê bi berfirehî, bi delîl binivîsanda û bi mînakdayîna hemû çîrokan îspat bikira ku “hema hema” hemû çîrok wekî wan her sê mînakan rasterast çîrokên gelêrî û gotinên pêşiyan in, nivîsareke ji hedê xwe zêdetir saxlem û ciddî dê jê çêbûbûya, û belkî jî hingê min ê dest bi nivîsandina vê nivîsarê nekira. Lê wî bi belawelabûnê, bi mebesta ku “dem û derfet rê nade” nivîsareke kêm-ciddîtir û qelstir pêşkêşî me kir. Nivîs û zanist li dem û derfetan nanihêre, heger îddiayek hebe, bi her awayî divê bê piştrastkirin. Tevî her tiştî jî, ev beşa rexneya wî têra xwe cihê nîqaşê ye.

Ş. Fîlîk diyar dike ku “hema hema hemû çîrokên ‘Rû û Kûr’ jî dişibin meselokên ku di nav civatan de tên gotin” û “bêhna çîrok/meselok/çîrçîrok/klamên gelêrî ji hemû çîrokan tê.” Ev gotin bi tu awayî tu tiştekî qethî nikare li ser çîrokên Rû û Kûr bibêje. “Şibandin” û “bêhn” bi temamî nirxandinên şexsî ne û bi tu awayekî qethî diyar nakin ew çîrok teqez  “meselokên nav civatan” in û “çîrok/meselok/çîrçîrok/klamên gelêrî” ne û qethiyen nikarin bibin îdîa jî bo ku berhemek wekî “berhevkarî” bê qebûlkirin. Loma ez dikarim bibêjim, tişta ku te şiband min neşiband, tişta ku bêhna wê hat te, nehat min. Lê hesêbî ku dişibe û bêhna çîrokên gelêrî jê tê, ma kesek nikare çîrokên şibî û di bêhna çîrokên gelêrî de binivîse? Gelek çîrok û roman van salên dawî li ser çîrokên gelêrî ava bûn û dişibin û bêhna çîrokên gelêrî ji wan tê, ma çêdibe em ji wan re bibêjin çîrokên gelêrî? Tişta ku ez ji Ş. Fîlîk hêvî dikim ev e: “Ev çîrok rasterast çîrokên gelêrî ne û tu tiştek jî lê nehatiye zêdekirin û kêmkirin.”

Ş. Fîlîk sê mînakan nîşan dide, dudu ji wan çîrok, yek gotina pêşiyan e. Çîroka “Genim û Biratî” ne tê de, herduyên din hema hema li varyantên Ş. Fîlîk dayî dikin û li gor wan dikarim bibêjim ku nivîskar tiştekî li ya heyî zêde û cudatir nekiriye û ne rast e ku meriv bibêje ev hûrçîroka nivîskar bi xwe ye. Ş. Fîlîk ji bo çîroka “Genim û Biratî” dibêje ji çîrokeke mîtolojîk ya kurdan e lê çîrokê nenivîsiye. Bes behsa taybetmendiya genim dike ku ji du nîvan pêk tê û li cem wan jî wateya wekheviya xwişk û birayan dide. Ji ber ku Ş. Fîlîk çîrokê nenivîsiye, ev tenê wek îddiayeke nepiştrastkirî dimîne û ew sembola genim jî wek gelek sembolên din, normal e ku di metnên modern de jî derkevin pêşiya me.

Ji ber ku ez ne ji herêma nivîskarê Rû û Kûr im, gava min ev hemû çîrok xwendibûn, temamiya çîrokan ji min re nas nehatibûn. Hetta, ev çîrokên Ş. Fîlîk dayî jî cara pêşîn dibihîsim. Belkî xwendevanên ji herêma Koçgirî baştir bikarin hin şiroveyan li kitêbê bînin û bizanin ka çîrokên Rû û Kûrê çiqasî wekî an jî derveyî çîrokên gelêrî ne. Xeyn ji vê nîqaşê, ez di mijara bikaranîna folklorê ya di berhemeke edebî ya modern de xwe dispêrim nivîsara Cemal Süreya, ya bi navê “Folklor Şiire Düşman” (herçiqas Süreya ji bo helbestê dibêje, ez pexşanê jî lê zêde dikim). Wekî ku C. Süreya jî diyar dike, folklor “takekesî”yê dikuje. Ez vê jî lê zêde bikim: Folklora zêde afirîneriyê kêm dike, folklora xav û rût di berhemeke edebî de jî, berhemê bi xwe nahêle, tune dike. Lê ev hemû jî meylên nivîskaran in, heta ku xwe nespêrin folkloreke xav û rût, ev berhem yên wan in.

·         Ş. Fîlîk piştî vê mijarê derbasî mijareke din dibe, pênaseya çîroka mînîmal dinivîse (li gor kî û kî, li gor çi, nenivîsiye), çar çîrokên kitêbê rasterast dinivîse, navên heft çîrokên din yên kitêbê dide ku em lê binêrin û ji me dixwaze ku em van çîrokan li gor vê pênaseyê binirxînin çimkî li gor wî “tîr”bûna çîrokan dibe ku li gor kesan biguhere. Ş. Fîlîk di vê dera rexneya xwe de hinekî wekî rexnegirên “saf” (mebest jê ne “kawikî” ye, tenê yên bawerî bi pênaseyan tînin û li gor wê tevdigerin) tevdigere ku rexnegirên weha berhemekê di nav qalib û pênaseyan de asê dikin û şev û roj dikarin rexneyan li ser berhemekê binivîsin, ka ew berhem çîrok e yan roman e yan helbest e yan tiştekî din e bêyî ku van hemû qalib û pênaseyan bidin alî û gotinekê li ser asta edebî ya berhemê bibêjin. Ez ji gotina wî vê fam dikim: “Bê şirove.” Xwendevanên saf jî hene, ew jî dê ji vê gotinê weha fam bikin: “Madem rexnegir van çîrokan bêşirove dide ber me û dibêje pênaseya çîroka mînîmal jî ahha ev e, nexwe ev ne çîroka mînîmal e, yan na çima çîrokan bêşirove bide?” Ev çîrok, bi vî awayî, bê şirove, tenê parçeyekî rexneyê belaheq dagir dikin. Ş. Fîlîkê ku ji çîrokên Bêbavîyê baş tê famkirin hay ji edebiyata modern û postmodern heye, çawa dikare di mijareke weha de di nav qalib û pênaseyan de asê bimîne, fam nakim. Rû û Kûr çîroka mînîmal be dê çi li xwe zêde bike yan kêm bike, ne çîroka mînîmal be dê çi li xwe zêde bike yan kêm bike? Ne tu tiştî jî. Bila navê wê tiştekî din be, qet xem nake. Mijara piştî vê jî, qisûra teknîkî ya çîrokê ye. Ev jî tenê hiştiye ku rexneya wî ji mijar û armanca xwe dûr bikeve û belawela bibe.

·         Herî dawî Ş. Fîlîk ji meraqa xwe cardî du pirsên derveyî mijarê dike ku ne pêwendîdar in bi naveroka rexneyê re. Pirsa ewil ew e ka gelo A. D. Topuz dê vê dosyeyê bi tirkî bixwenda û ya duyem jî pirsek e ji giregirên edebiyata kurdî û siyasetmedarên kurd ku “vî çendî kurdî dixwînin û şopînerên edebiyata kurdî ne” ka çima ewqasî pesnê vê berhemê didan û “çi xelat dikirin”?

Wekî min li destpêkê jî gotî, her berhem xweser û bêrî ye ji derve re. Ev rastiyek e hin kes ji ber navdariya navê xwe, berhemên wan bêtir tên pesinandin û bêtir behsa wan tê kirin. Lê ev nayê wê wateyê ku bi her pesinandinê re berhemên wan jî dê gelekî baş bin û nayê wê wateyê jî ku dê berhemên wan gelekî xirab bin. Karê rexnegir ne ew e li çepikên xwendevanan û pesnên pesinderan binêre û berhemekê li gor wê binirxîne û bixwîne. Heger rexnegirek nikaribe hemû fikr û baweriyên heyî yên xwe, yên xwendevanan û yên cimaetê deyne aliyekî û tenê berhemê wek berhemeke xweser bixwîne, nexwe çima xwe dibetilîne û dinirxîne, bila ew jî bibe yek ji pesinder an tîravêjan, çêtir e. Ji ber ku gelek kes pesnê vê berhemê da, hewce nake berhemek jî bi van pesnan re, bi demê re bê bêqîmetkirin. Heger pesnek ji vê mezintir hebe, ew ne pesna Rû û Kûr e, lê pesna Sehera Selahattin Demirtaş e ku bi tirkî nivîsî, paşê kitêba wî li kurdî hat wergerandin û paşê li çendîn cihan, çendîn caran gelek nivîskarên me yên navdar di maweya çend hefteyan de li roja îmzeya kitêba wî rêz bûn û kitêba wî îmze kirin ku berî wî heta niha nivîskarên me yên li zindanê bihêle tew ji nivîskarên me yên mirî yan jî zindî re jî ev rojên îmzeyê bi vî awayî çênebûbûn. Lê tevî her tiştî, Seher jî berhemek e ku xwendin û nirxandineke xweser, serbixwe û ji her tiştî bêrî heq dike.


Têbînî: Ev nivîs cara pêşî di malpera Diyarnemeyê (21.10.2018) de hat weşandin. 
http://diyarname.com/news.php?Idx=33681

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

1 yorum: