Îtîraz divê hebe, lê çawa?

Nisan 28, 2017 2 Şirove

Beşek ji nameya "Xwînerên Edebiyata Kurdî"
Tê gotin ku Remezan Alan romana xwe ya "Saturn"ê wek îtirazekê li hember edebiyata Mehmed Uzun nivîsiye û xwestiye nîşan bide ku roman ne bi wî awayî lê bi vî awayî tê nivîsandin. (Ev gotin di ti çavkaniyan de derbas nabin, tenê min ji derdora xwe bihîstiye.) Ma berhema ewil a her nivîskarê ciwan jî ne îtirazek e li hember nivîskarên û edebiyata berî xwe? Bê şik û guman wisa ye, û ma ji xwe edebiyat jî bi rêya îtîrazan geşe nastîne û li yên berî xwe zêde nake? Zêde dike. Her wiha min ji gelek kesan bihîstiye ku Mehmed Uzun kesekî pirr pirr qure ye, çi ji kesên ku hev dîtibin û nas kiribin û çi jî ji yên ku hev nedîtibin û hev nas nekiribin, û tew tê bîra min ku di wextê xwe yê lîseyê de, bi aqilê xwe yê wê çaxê, li gor van gotinan min her tim digote hevalên xwe ku Mehmed Uzun nexwînin ji ber ku ew yekî pirr qure û pozbilind e û bi vî awayî, pê re pê re min şexsê Mehmed Uzun jî û berhemên wî bi xwe jî li ber çavê xwe reş û bêqîmet kiribûn. Meraq dikim gelo di serdema wî de nifşê piştî wî hewl dabûn ku wî bixin navenda beyannameyeke xwe? Nizanim, lê belkî jî li xwe danenîbin ku vî tiştî bikin an jî belkî weke îro medyaya me ya sosyal tunebû û pirraniya xwendevan û nivîskaran li ser medyaya sosyal hev nas nedikirin û nedikarîn xwe bigihînin hev û jiyana taybet a nivîskaran jî li ser medyayê ew qasî ne li ber çavan bû.

Îtîraz miheqqeq divê hebin, lê çawa? Bi bîr û raya min jî, îtiraza herî baş bi rêya berheman derdikeve meydanê. Wek çawa min li jorê behs anî ser, meriv berhemeke wisa dinivîse ku ew berhem ji nifşê berî xwe re dibêje, "ezbenî berhem wiha tên nivîsandin, êdî wextê berhemên we jî û wextê edebiyata we jî derbas bûye." Hingê, ne pêdivî bi beyannameyan dimîne û ne jî tiştekî din. Rojekê, miheqqeq dê ev berhem bên nivîsandin ji aliyê her nifşî ve. Her wiha îtîraz û reddiye pirranî ji nivîskarên jêhezkirî re tên kirin û di vê îtîrazê de hesidîneke henûn derdikeve meydanê, ne îtîrazeke bi çavnebarî û zikreşiyê. Di vê îtîraza henûn de, nivîskarê ciwan dilê xwe dibijîne berhema nivîskarê jêhezkirî û ji ber ku nikare wê berhema wî binivîse, dixwaze berhemeke ji ya wî pir baştir binivîse û ev berhema wî jî di esasê xwe de dibe îtîrazek li edebiyata berî xwe. Ev îtîraza henûn ne hednezanîn lê belê qedirzanîn bixwe ye û ji ber ku nivîskarê ciwan bi berhema xwe li berhema nivîskarê jêhezkirî zêde kiriye, bi awayekî din qedrê wî dizane û tesîra wî li ser nivîskarê ciwan maye. Îro ro heqê her nivîskarî ye bi berhema xwe îtîrazî kanona edebiyatê bike, Melayê Cizîrî jî tê de!

Meseleya daxuyanî û beyannameyê meseleyeke pir berfireh e. Pêr, hevalan li ser navê "ciwanên kurd" û duh jî li ser "xwînerên edebiyata kurdî" (lê di heman demê gelek hevalên nivîskar jî di nav van daxuyaniyan de hene) (beyan)name û daxuyaniyek belav kirin ji bo Firat Cewerî. Lê di her du nivîsan de jî ne rewş lê şexsek di hedefa van daxuyaniyan de bû. Ez lê rast nehatime ku şexsek bibe hedefa beyannameyan di nav beyannameyên cîhanê de. Di beyannameyên dinyayê de pirranî îtîraz li hember rewşekê, edebiyatekê, edebiyata bizav û civateke edebî heye. Yanî pirranî radibin dibêjin, berevajî edebiyata berî xwe yan jî ya heyî em ê wiha bikin, wiha tevbigerin, armanc û prensîbên me ev in, hedefên me ev in, em di edebiyatê de filan tiştî diparêzin an jî dibêjin, hûn ji aliyekî ve şaş in, ji wî aliyî ve em wek we nafikirin û em ê edebiyateke wiha bikin û virde wêde. Hin heval ev beyanname şibandibûn ya Fecr-i Atiyê. Lê hema di vê beyannameyê de jî şexsek nakeve navenda beyannameya wan, qala prensîb û hedefên xwe dikin. (http://www.edebiyatogretmeni.org/fecr-i-ati-beyannamesi/)

Min di nameya xwe ya duhî de jî behs kiribû û ez îro jî li ser gotina xwe me, di daxuyaniyan de li şûna ku îtîraz li hemberî rewşeke giştî ya edebiyatê hebe, rasterast hewldanek heye ka bi ehlaq û şexsiyeta xwe kesekî çawa ye. Min gotibû, dîsa bêjim, ew ê ev beyanname wek eybeke mezin bimîne di dîroka edebiyata me de, her çiqas mîzah jî û trollî jî tê de hebe. Çend çavkanî li ser berhemên Firat Cewerî hatine nîşandan ( wek Remezan Alan, Fahriye Adsay, Ibrahim Seydo Aydoğan, Clement Scalbert Yücel), bi ya min ev çavkanî hêja ne ku meriv fam bike ka rexne çawa tên nivîsandin, ne di rexneyê de û ne jî di van çavkaniyan de xuya ye ku meriv bi çend gotinên wek "baş e", "xirab e" re kulliyata nivîskaran li bin guhê erdê bixe an jî berz bike û xêzikekê li ser bikişîne, wek "her kurdê ku dikare kurmancî bixwîne û fêm bike, baş dizane ku Firat Cewerî nivîskarekî/romannûsekî serkeftî nîn e. (Tesbîta ‘zanistî!) Ji behremendî, yetenek û qabiliyet û talenta edebî ya dem û dewranên post-modern bê par maye." Heger rexne ev bûya, jixwe ew ê di van çavkaniyên nîşanbûyî de bihatina gotin.

Mala hevalan ava be, wan hin kes bi xwenezanî û ne-aqilmendiyê bi nav kirine ji ber ku meseleyê anîne ser şexsiyetê. Pirraniya heval û hogirên ku ev beyanname û daxuyanî îmze kirine, kêm zêde hevaltiyeke me çêbûye, me silavek li hev kiriye û em dikin jî. Ji ber ku beyanname û daxuyanî bi nivîskî û li ser medyaya sosyal hat belavkirin, min xwest ez jî rexneyên xwe yên ji bo beyannameyan bi rêya nivîsê belav bikim. Pêşniyaza min ji bo me hevalan ew e ku ne îtîrazekê lê du îtîrazan li xwe bikin. Yek ji bo edebiyata berî xwe (ne şexs, rewşeke giştî ya edebiyatê) û yek jî bo edebiyata nifşê xwe (lê ne bi beyanname û îmzeyan, ji ber ku gava komek li ser şexsekî binivîse, niyet çiqas baş be jî, bi demê re ew niyet ber bi xirabiyê diçe).. Pirraniya hevalên ku ew beyanname belav kirine nivîskar in û meraq dikim ka gelo li ser berhemên hev jî ketine nîqaşê an bi temamî wek beyannameyê di heman fikrî de ne ji bo berhemên hev (nek şexsê hev) ?

Têbînî: Derdê min ne melûmatfiroşî ye, ne nasîna min bi nivîskar re heye û ne jî parastina berhemên nivîskar dikim (helbet gotinên min hene ji bo berheman, lê ew gotin qet ne cihê vê nivîsê û beyannameyê ne). Ev nivîsa min a dawî ye li ser vê mijarê. Wekî din, xêr û xweşî.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

2 yorum:

  1. Xwedê xebera te ye ! Ev tiştekî zahf xeternak nîne, bila xelk gazinên xwe bêjin, bi hev re şerê edebî jî bikin. Lê wekî te gotî, heke dawiyê ev nerazîbûn zirarê bide û şer pîs bibe, qet xweş nabe. Heke zirarê nede, fesadîya sivik xweş e û em kurmanc ji fesadî û gazinckirinê hez dikin :-)

    YanıtlaSil
  2. Xwedê xebera te ye ! Ev tiştekî zahf xeternak nîne, bila xelk gazinên xwe bêjin, bi hev re şerê edebî jî bikin. Lê wekî te gotî, heke dawiyê ev nerazîbûn zirarê bide û şer pîs bibe, qet xweş nabe. Heke zirarê nede, fesadîya sivik xweş e û em kurmanc ji fesadî û gazinckirinê hez dikin :-)

    YanıtlaSil