Mewlûd Oguz: Min her hest pê kiriye bibime xwendekarekî ji xwendekarên ku Borges tarîf dike.
Însanek çima noqî nav xwendinê dibe? Em
çima pirraniya wextê xwe terxanî xwendinê dikin? Tevî ku kes ne mecbûr e
bixwîne lê çima ewqas însan behsê tînin ser xwendinê? Ma karê wan tine? Xwendin
çi ye? Hezkirin e? Acizî ye? Êş e? Lê xwendevanên baş? Li ku ne? Nêzî me ne? Em
wan nas dikin? Helbet, em ê nas bikin, hema niha, vê kêlîkê, bi saya Mewlûd
Oguz, ew xwendevanê baş î Borges qal dike. Min û Kek Mewlûd sohbetek li dor xwendin û xwendevaniyê
gerand, tam î temam di heftiyekê de. Ma hûn jî kerem nakin bo sohbeta me?
Mewlûd Oguz Foto: Z. Oguz |
İnan Eroğlu: Kek Mewlûd, serê ewil hez dikim hin gotinên te yên li dor xwendinê bînim bîra te ku wehakî pê de diçî di Bêndera Çandê ya rêzenivîsa xwe de: "heta ku ez sax bim, ez ê bixwînim. dixwînim da ku bijîm, dijîm da ku bixwînim. dixwînim da ku tuxmê kîn û hesedê li deşta dilê min hêşin nebe. dixwînim da ku qorziyên tarî ên kolanên ruhê xwe ronî bikim. dixwînim da ku ez kêliyên jiyanê ên vala tije bikim. dixwînim da ku xwe nas bikim. bi qewlî aristoteles ve, li ba hemû mirovan de bi awayekî xwezayî xwesteka zanînê heye. yanî daxwaziya min a xwendin û zanînê arezûyeke xwezayî û takekesî ye." Vêca dixwazim vê bipirsim: Ev hezkirin û dilsoziya mitleq û bêserûber ya xwendinê kengî li te hasil bû û çawa tûşî wê dinyaya mişt aşop û ronahî ya xwendinê bûyî?
Mewlûd Oguz: Bo elaqaya
te û bo ku tu bi dilsozî bloga min dişopînî gelek spas ezîzê min. Berî her
tiştî ez bibêjim ku ez jî xebatên te bi meraq û bi hezkirin dişopînim.
Hezkirin û
dilsoziya mutlaq a xwendinê çawa û kengî li min hasil bû, nizanim, lê dikarim
du-sê tiştên sereke bibêjim ku ihtimaleke mezin wan tesîr li ser xwendin û
xwendekariya min kirine:
a) Di dawiya dibistana
seretayî a leylî de (yibo) mehane wek meaş pereyekî cuzî didane me. bi navê
aynur işik mamosteyeke me hebû, bi vî pereyî em wek sinif kiribûne aboneyî
rojnameyekê, perê ji ber diman jî didane bi kitêb ji me re. Dawiya somestrê ên
ku zêde bixwenda ew kitêb wek diyarî didane wan. Min jî çendek kitêb qezenc
kiribûn. Tabi ji ber ku diya min tifik, sobe an jî tenûr bi wan pêdixst ji wan
çu tişt negihaye dema îro.
b) Mezinên min
-bi taybetî dêûbavê min, amê min û metika min- ûmmî/nexwendibûn lê xuya bû ku bi qîmet
û girîngiya xwendinê dizanîbûn, lewra hertim ji min re digotin: "Bixwîne.. Bixwîne, heta ku xwîn ji
çavên te werê!" bi salane
dixwînim lê hê jî xwîn ji çavê min nehatiye. Carinan jixwe dibêm qey ez hê jî
nebûme xwendevanekî baş! :)
c) Bi saya serê
nivîskarên gewre ên weke Borges, Kafka, Calvino, Papini, Manguel, Camus,
Peavese, Barthes, Eagleton, Rilke, Ritsos, Tanpinar û Amîda hwd. tûşî dinyaya
mişt aşop û ronahî ya xwendinê bûm. Bi herhal hingî dilê min lê runişt ku
xwendin miştexuliya herî xweş a cîhanê ye. Û
hem Borges di destpêka Alçaklığın Evrensel Tarihi (Wer: Celal Üster, iletişim,
2013) de belaheq negotiye "Bi min
wisa tê ku xwendekarên baş ji nivîskarên baş jî hindiktir in [...] bêguman
xwendin, hewildaneke di ser nivîsandinê re ye; mutevazî (gösterişsiz), azad û
ramanî ye (düşünsel) e." Ji wextê ku min ev yek xwendiye min her
hest pê kiriye bibime xwendekarekî ji
xwendekarên ku Borges tarîf dike. Ez wekî Sait Faik bêjim ''Min nexwendiba, ezê
dîn bibûma!'' Ya rastî ez aniha jî delodînekî temam im, lê axir..
İ.E.: Baş e ku te qala Borges û vê gotina wî kir.
Ez jî gelekî hej vî camêrî dikim, ev camêrê ku xwedî şiyaneke bêna (ebedî)
ya xwendinê bû li pişt du çavên kor. Meraq dikim, gelo Borges dizanibû ku
ew ê jî rojek ji rojan kor bibe her wekî bavê xwe û dê nikaribe bi çavên serê
xwe li herfan, li rêzikan, li hibrê binêre? Lê tişta ji vê korbûna wî seyrtir
heye: Borges wek nivîskarekî kor dibe Rêveberê Kitêbxaneya Buenos Airesê.
Bifikire, meriv di nav dinyayek û qiyametek kitêban de bijî, hezkiriyekî mezin
ê xwendinê be, lê perdeyeke reş bi ser çavên meriv de hatibe xwarê... Ji bo
dîroknasekî qîmeta hafizeyê çi be, ji bo xwendevanekî jî qîmeta çavan eynî ye.
Lê Borges bextewar bû bi ya min, di nav sedhezaran kitêban de, çênedibû ku bi
sêhra kitêban nekeve û noqî behra xwendinê ya têr xeyal û arezû nebe. Carinan
bêyî hemdê xwe lê difikirim, piştî xwendineke dûvedirêj ji herdu çavên xwe kor
dibim û bi carekê re ji xwendinê qut dibim, û di ser de kes li derdora min
tineye, kes nikare ji min re bixwîne, kesên ku dikarin bixwînin jî nikarin bi
kurdî bixwînin, ev tirseke mezin e ji bo xwendevanekî, kabûseke berbad e. Ez
naxwazim tu paşerojê lê bifikirî, lê dixwazim bipirsim ka tu qet li korbûnê
fikirîy?
M.O.: Pêşiyên me gotine
"Ya rebbî tu me ji dest û pêyan, çav
û gavan [mehrûm] nekî" berê -ligel ku ji mijgulên çavan jî
nêzîktirî me ye- li mirinê, li korbûnê nedifikirim, lê ev salek-du sal e ji
pişt berçavkê an jî kontakt lensan dinerim, subhûêvarî tê bîra min ku ez miyopî
me. Lewma tirsa te, tirsa min e jî. Eger rojek were û em kor bibin jî "Wê aliyên vala û sunî/çêkirî ê eşyayî ji
dest me biçe" û emê jî weke Borges "Dîsa dîsa li herfan û gulan bifikirin" (bnr:
Sonsuz Gül, wer: A.N.Akbulut & Cevat Çapan) û ha di navberê de mixabin
keseke/î ku ji me re jî bixwîne dê tune be.
Madem behs ji
Borges vebûye, ez vê jî bêjim, bi ya min xweştirîn çîroka wî Babil
Kitaplığı ye. Belkî jî ta niha çîroka herî xweş a hatiye nivîsandin jî ew be.
Wilo dest pê dike: "Evren/kainat, hindek kes wê weke pirtûkxaneyekê şayese
dikin.." (bnr: Ficciones Hayaller ve Hikayeler, Werger; F.Özgüven &
Tomris Uyar, iletişim, 2013)
İ.E.: Hezkî em bi berfirehî li vê têgeha
"xwendevanên baş" hûr bibin. Di vî warî de nivîsa "Xwendevanên
Baş û Nivîskarên Baş" a Vladimir Nabokov hêjayî balpêdanê ye û dixwazim çend gotinên vê
nivîsê bi te re parvebikim ku dibêje "Xwendevanekî baş, ew kes e
ku xwedan xeyalsazî, hafize, ferheng û hinekî jî zewqa hunerî
ye" û dibêje "Xwendevanekî baş, xwendevanekî zîrek, xwendevanekî
çalak û afirîner, ew xwendevan e ku ji nû ve dixwîne." Bi ya te
xwendevanên baş kî ne, li ku ne, çi dikin û ji bo kê "xwendevanên
baş" tê gotin?
M.O.: Belê, ’eyn wisa ye.
Bîr û xeyal-sazî, ferheng û xwendinên pir alî û kartêker, çalak û afirîner
hîmên bingehîn ên xwendekariya baş in.
Mirov li vladimir
Nabokov û Alberto Manguel meyzênê xwendevanên baş, bi tenê naxwînin, bi
her xwendinê re hema bê tekstê ji nû ve dinivîsin, ji nûve diafirînin. Bo
nimûne em bêjin xwendina Nabokov a li ser Metamorfoz/Veguherîn a Kafka bi qasî
Veguherînê girîng e, dê ne şaş be. Mirov dikare bibêje ku xwendevanên baş
metnê serobino dikin, qîma xwe tenê bi metnê û bi aliyên wê yî aşkere û
berbiçav nayînin; metnê vediçirin, xwendineke hurgilî lê dikin, tehlîl û analîz
dikin. Bi her xwendinê re tebeqeyeke din li cîhana wateyî zêde dikin.
Xwendevanên baş
(x.b) xwendevanên kîtabî ne; yanî ji kîtaban hîn dibin. Divê mirov wî bi
xwendekarên sanal re têkilhev neke.
x.b. teqez
pirtûkfiroşekî wan, sahafekî wan, kutupxanayeke wan heye ku car caran rêya xwe
li wan dixin.
Pirtûkdankeke wan
heye û qet pirtûkên xwe nahejmêrin, bi tenê berhemên ku lazim bêne xwendin
dihejmêrin.
x.b. bi gelemperî
hestyar û dilsoz in, hestên dilînî û mîzahî li ba wan xurt in.
x.b. ji ferhengên
cûrbecûr hez dikin û bi her hawî ji wana îstîfade dikin.
x.b. ne tenê berhemên
telîf dixwînin, her wiha berehemên li ser berheman dixwînin.
Haya x.b. kêmzêde
şayanî dîrok, felsefe û psikolojî û intertekstualiteyê ne.
x.b. ji bilî wêjeyê
bi beşên din ên hunerê re jî eleqedar in, interdisiplîner in.
x.b piranî
bilingual-polyglot/pizimanî ne, wergeran dikin.
x.b. li mala xwe,
li xelwetgeha xwe, bêyî ku bikevine du manipulasyon û dezenformasyona medyayê
-bi taybetî sosyal medyayê ye- dixwînin, dibine metînxwanek û hewl didin tê bigihên, serwext bibin û mafê
edebiyata heyî bidin.
x.b. teb'en
berendamê nivîskariyeke baş in..
İ.E.: Keko bi hevoka te ya dawî re gotineke din
hat bîra min ku kêm zêde wekî hev in. Heger hafizeya min neheqî li min
nekiribe, ne şaş bim Şener Ozmen bi xwe gotibû, "Xwendevanên baş kêm in, lê ew xwendevanên baş jî herî dawî dest
bi nivîskariyê dikin." Tu jî difikirî ku rojekê ew xwendevanên baş
giştûk dê rahijin qelemên xwe, li hespên xwe siwar bibin û li deşta nivîsê
bidin çargaviyan an gelo hindek ji wan xwendevanên baş dê her wekî xwendevanên
baş bimînin li mala xwe, li xelwetgeha xwe, bi bêminetî, bêyî ku daxwaza
nivîsandinê bikin, di halê xwe de, ji hemû çav û nezeran dûr û derez?...
Mewlûd Oguz Foto: F. Arda |
M.O.: Tê gotin ku xwezî ciwana bizanibûya, xityara bikaribûya..
Vêca xwezî jidil xwendekaran binivîsanda, nivîskaran bixwenda.. Şener Özmen
rast gotiye, tu zanê, ya girîng ew e ku nivîskar berî ku rahêjin qelemê û dest
bavêjin nivîsê bikaribin têra xwe bixwînin, xwe bi xwendin û nivîsandinê
terbiye bikin, bibine xwedî dîtin û gotinekê, xwedî nerîn û uslubekê.. Mesele
tev de ev e. Naxwa ji xwe taliya talî hemû xwendekar ne bin jî axlebê wan dê
rahêjine qelemê û têkevinê dinyaya nivîs/andin/ê. Pêvajoya nivîsandinê jixweber
û xwezayî ye, hew te dît ku arezuya nivîsandinê li te hasil bûye..
İ.E.: Tu bi xwe jî dinivîsî. Beriya çar pênc
salan min nivîsên te di kovaran de dixwendin, lê piştre, demeke dirêj di
kovaran de rastî nivîsên te nehatim (heger nivîsên te di kovaran de belav
bûbin jî haya min jê tine), van demên dawî di kovarên wek Nûbihar û Çirûskê de
helbestên te belav bûn. Wer hest pê dikim ku ev bêdengî û bêhnvedana te ya ji
bo belavkirina nivîsan ji ber mijûlahiya te ya bi xwendinê re bû. Bi destûra
te, ez ê di vê pişkê de ne pirsekê lê çend pirsan ji te bikim. Arezûya
nivîsandinê kengî li te hasil bû? Nivîsandin û xwendin ji bo te tesîreke çawa
li hev dikin û tu dikarî her duyan bi heman giraniyê pêkve bi rê ve bibî? Tu
bêtir hej xwendina çi cure nivîsan dikî û dixwazî bêtir di kîjan warî de
binivîsî?
M.O.: Belê, rast e. Min
dinivîsî, aniha jî hewl didim binivîsim. Wekî cenabê jî te got, di salên 2011-2012'an di kovaran de çend
helbestên min derketin, min navberek dayê, çar pênc salên bihûrî bi hurgilî û
bi zanebûn min xwend, bi taybetî li ser helbest û hîmên bingehîn ên helbestê,
li ser rexne û teoriyê.. Li ser helbestê pir fikirîm û min hewl da
binivîsim.
Paul Eluard dibê ''Ji ê ku sûdê werdigre bêhtir ên sûdewer ozan
in, helbestkar in.'' Vêca wexta ez helbestkarên mezin dixwînim
arezuya nivîsandinê li min hasil dibe, dixwazim binivîsim. Lê her ku min xwend
ji nivîsê bi dûr ketim, ji aliyê xwendinê ve baş im lê ji aliyê nivîsandinê ve
bêdil im ango tembel im lewma pir pir kêm dinivîsim.
Ez bengiyê helbestê
me. Dikarim bibêjim ku pirtûkxaneya min ji çar behran behrek helbest
e.. Çi klasîk û çi modern, çi bi kurmancî û çi bi tirkî û çi jî bi
wergeran helbesta cîhanê. Heya ji dest min tê xwe digihînime berhemên baş ên
helbestkî. Ji xeynî helbestê ji pexşanê û nexasim ji name û rojnivîskên
edebî pir hez dikim. Weku ji xwendinên min jî diyar e, ger ji min were dixwazim
helbestan binivîsim û bi helbestan dibîr werim înan can.
İ.E.: Û tu dê di bîr werî jî, bi gumana min.
Dixwazim em hinekî behsa medyaya sosyal jî bikin. Wekî ji te ve jî eyan e,
pirraniya xwendevan û nivîskarên kurdî li ser mecrayên wekî facebook û twitterê
derfet bi dest xistin ku hev nas bikin, bi hev re peywendiyekê deynin, bi hev
re hin çalakiyan bikin. Ez li ser xwe bêjim, bi xêra facebookê bû ku bi
pirraniya xwendevan û nivîskarên kurdî re me hev nas kir. Xweş tê bîra min, di
2009an de min hesabê facebookê ji xwe re vekiribû û min kîjan nivîskarê kurdî
xwendibûya, li navê wî digeriyam û ger hesabê wî hebûya, min jê re daxwaza
hevaltiyê dişand. Heyf ku min du caran hesabê xwe ji kokê ve jê bir û ew
axaftinên min ên bi nivîskar û xwendevanan re bi avê de çûn. Nivîskarê ku cara
ewil li ser medyaya sosyal pê re axivîbûm Lokman Ayebe bû, sal 2009. Min
hevokeke kitêba wî ya Jar Lê Sermest parvekiribû
û li ser vê gotina wî, me ji hev re nivîsî, ne îşê kêfa min hatibû, cara pêşîn
min û nivîskarekî ji hev re nivîsîbû. Hingê, weke niha, nivîskar û xwendevanên
kurdî her tim ne çevrim-dışı bûn
lê her tim çevrim-içi bûn û
me kengî bixwesta, me ji hev re dinivîsî. Ev axaftinên li ser sosyal medyayê
dibe ku ji gelek kesan re tiştên ji rêzê û nehêja bên dîtin, lê bi ya min ev ji
bo edebiyata kurdî gencîneyeke mezin e, bi qasî wan nameyên berê. Îro ro dibe
ku qîmeta wan neyê zanîn, lê ez wer guman dikim, piştî sî çil salê din, em çawa
ku li destxetên wenda digerin, em ê wer li van peyam û axaftinan bigerin. Loma
carekê Abdullah Koçal, ez bawer im bi vê niyetê, gelek şiroveyên nivîskar û
xwendevanên kurdî screenshot kiribû
û belav kiribûn. Piştî ku min bîranînên xwe hinekî tev dan û ji hedê pirsiyara
xwe derketim, ez werim ser pirsa xwe ya esas. Van salên dawî gelek rexne hene
derheq medyaya sosyal de, him ji aliyê bikarhînerên medyaya sosyal bi xwe û him
jî ji aliyê bikarnehînerên medyaya sosyal. Rexneyek jî ev e: Medyaya sosyal
xwendinê kêm kir û kes wek berê têra xwe naxwîne, xwendevan ji ber bikaranîna
medyaya sosyal konsantreyî xwendinê nabin, filan û bêvan. Wek xwendevanekî
evîndarî xwendinê û wek bikarhînerekî medyaya sosyal, fikra te li ser vê yekê
çi ye û li gor çavdêriyên te medyaya sosyal tesîreke xwe ya çawa heye li ser
xwendinê û xwendevanan?
M.O.: Şik û şubhe jê re
nîne ku bi qencî û xerabiyên xwe, bi rastî û çewtiyên xwe ve medyaya sosyal êdî
amûreke xurt a ragihandinê ye û ha keza realiteyek e şênber a civakê ye.
Ez şexsen hemû mecrayên medyaya sosyal bi kar tînim û fêda wê jî dibînim. Me jî
bi xêra înternet û sosyal medyayê gelek kes nas kirin, qe nebe me dîdara hevdû
dît, em bûne hevalên sanal, peyre ev hevaltiya sanal veguherî hevaltî û
dostaniyeke jidil jî. Ez jî weke te, bi gelemperî piştî ku min nivîskar
dixwendin min daxwaza hevaltiyê dişand ji wan re ango dibûme şopînerên
wan. Bêguman başî û xweşiyên sosyal medyayê pir in; bo
hînbûna agahî û rûdanên dawî; ji çalakî, kitêb û bernameyên çandî û hunerî
haydarbûn; danûstendina bilezûbez û kartêker; parvekirina agahî, tecrûbe
û doneyan û her wiha medyaya sosyal
ji bo xwe îfadekirinê jî nîmetekî mezin e. Bi saya sosyal medyayê hin
nivîskar û hin berhem bêhtir hatine xuya kirin lê ev yek heta çi radeyê têsîra
xwe li tîrajê dike cihê gumanê ye. Û ji aliyê din ve, nehêniyên sosyal
medyayê jî pir in: mesela mahremiyet
nehişt. Kir ku xapandin, suistimal, dezenformasyon zêde bibe. Çanda lîncê bi
pêş ket. Bi armanc û daxwaza populeriteyê -haşa ji hizûrê- şemo û meymûnên
sosyal medyayê derketin. Ciwanên asosyal ê ku dinivîsin bes nikarin biaxivin
peyda bûn. Ji bêhereketî û tiraliyê obezîte zêde bû falan fîlan.. Werhasil,
weke encam ez dixwazim serboriyeke xwe bi we re parvebikim. Em li civatekê
runiştî bun, ji civatê hevalek go filankes helbestkarekî pir baş e. Min go te
hemû berhemên wî xwendinê? Go na, û go filankeso helbestên wî xwendine, par ve
kirine, ji wir dizanim.. Hal û pur melalê me ev e birako. Xwendevanên baş ne tê
de, gelek kes bi vî hawî digihine hukmekî û fikrekî wan çêdibe. A
soxîn xwendina rast û dirûst ji kîtaban tê kirin ezbenî, ji kovaran, ji blogan..
İ.E.: Blog... Xwendina rast û dirust çima ji
blogan tê kirin keko? Û di vê navê re hinekî behsa serboriya bloga xwe û
behsa blogên dîtir bike yên ku tu hêjayî şopandinê dibînî.
M.O.: Yek ji nebênabe
(olmazsa olmaz) ên xwendinûnivîsadinê jî blog û bloggeriyê ye bi ya min. Blog.. Li gorî min blog ji sepanên
din ên sosyal medyayê xweştir e, bêhtir hejjê dikim. Çimkî tu li ser facebookê
nivîsekê parve bikî, xwende-nexwende, elaqelî-elaqesiz herkes dibîne bes ji wan
kêm kes dixwînin, lê dema ku nivîs li ser blogê be, têne xwendevan wê dibînin
an jî lê digerin û bi ihtimaleke mezin dixwînin. Lewra di vê babetê de ez
jî weke Ömer Faruk Baran
difikirim (bnr: http://perxudres.blogspot.com.tr/2017/02/blog-cima-ji-instagram-facebook-twitter.html)
Bloga min (http://mevlutoguz.blogcu.com) ji 2011'an ve heye. Ji ber ku mobil aplikasyona wê heye û bikaranîna wê hesanîtire, jê û pê
de ezê li ser tumblr ê
biweşînim ( http://mevlutoguz.tumblr.com/) Dema ku xebatên min
ên ewil çap bûn, wê demê min blogek vekiribû. Min niyet hebû ku -qe nebe kunyeya- xebatên xwe piştî ku
hatine çapkirin di vir de biweşînim û bi awayekî nivîsên xwe yên belavbûyî
berhev bikim, bibliyografyaya xwe ya şexsî derxim. Tevî vê yekê min di go car caran nivîsên danasînê, name, rojnivîsk ûwd.
biweşînim. Demeke dirêj ew jî weke min deaktîv ma. Di destpêka vê salê min ew
car din aktîve kir. Di demên periyodîk de nivîsên xwe yên serbest/pexşanî li
wir diweşînim. Ji sibatê û bi vir ve, di bin sernavê ''Bêndera Çandê'' de ji vir ji wir, xal bi xal
dinivîsim. Xwedanxêrekî gotiye ''Tiştên
ku ez dinivîsim heke ji hevokekê dirêjtir bin, ne rast in, min li hev anîne;
nivîsandina wan jî zor e û xwendina wan jî..'' Lewma xal bi xal û
kurt(asî). Wekî kesên ku şopandine jî dê ferq kiribin ez bêhitr di derbarê
xwendin û nivisandinên xwe de dinivîsim. Dîsa ez hewil didim li ser van mijaran
jî hin tiştan xêz bikim: Ceribandin, kurterexne, danasîn, bîranîn, rojnivîsk,
sahaf/iye, pêşangeh, sînema, şano, muzîk, anektod, gotegot, pasaj û jêgirtinên
cûrbecûr ji pirtûkan.
Blogên ku dişopînim
pir in, hindek ji wan ev in:
http://rockakurdi.blogspot.com.tr/
û şahê
bloggeran
Pirtûkxaneya Mewlûd Oguz |
İ.E.: Tu bawer bike, şahê bloggerên kurdî jî
mamoste Zinarê Xamo ye, mîrê bloggeran jî, rêberê bloggeran jî. Îro ro gelek
nivîskar ji paltoyên gelek nivîskarên din derketine, lê ji bo bloggerên kurdî
ev yek bi awayekî din e. Çêtir e ku ez vê gotinê bibêjim: Bê şik û guman, hemû
bloggerên kurdî ji bloga Zinarê Xamo derketine. Ezbenî ev çi sebr û hedan e, ev
çi birêkûpêkî ye, ev çi enerjî ye, ev çi dîsîplîn e, ev çi zewq e, şewq e,
hezkirin e ku deh sal e teqrîben 4000 nivîs belav kirine di bloga xwe de, bêyî
ku biweste, bêyî ku aciz bibe, bêyî ku li rêjeya kêm a xwendinê binêre, di halê
xwe de, di vî temenî de, nerma nerma, her roja Xwedê du sê nivîs belav dike.
Bifikire ji bav û bapîrên meriv çar hezar nivîs dimînin û dê her bimînin.
Mixabin ji bav û bapîrên me du sê hevok jî ji me re neman û ev yek cihê
xemgîniyê ye ji bo min. Temenekî dipdirêj ji bo mamoste Zinarê Xamo divêm û
bila me bloggeran ji nivîsên xwe bêpar nehêle... Ji zû de ye bala xwe didimê ku
tu pir ji sahaf û fûaran hez dikî. Carê wêneyekî te dibînim li van mekanan ku
çend poşet di dest te de ne, guman dikim kitêb in, û devbiken î. Sahaf û fûar
wek mekanekî kitêban wateyeke xwe ya çawa heye ji bo xwendin û xwendevaniya te?
M.O.: Erê, tevlî te
dibim. Cihê heyf û mixabîniyê ye ku bav û kalên me, mezin û zanayên me
nenivîsandine û nanivîsînin jî lê feqet apê zinar, wek te jî destnîşan kir, bi
enerjiya xwe yî namutenahî, bênavber û bêrawestan hema bê herro dinivîse, qenc
û xweş dike, sihheta wî xweş be. Belê, bi awayekî em bêjin hemû blog ên kurdî
ên van salên dawiyê ji bloga zinarê xamo derketine dê ne şaş be.
Ji sahaf û fuaran
hez dikim, her ku derfet dibînim rêya xwe bi wan dixim. Çimkî her tim
rasthatinek, surprîzek, serendipityek
çê dibe. Belê te rast texmîn kiriye, kitêb in ew; deste deste, duzîne duzîne,
poşet poşet kîtaban dikirim!
Ji fuaran hez
dikim.. Seba bername û çalakiyên xwendin û nivîsandinê; seba hevdîtin,
hevpeyvîn û rojên îmzeyan..
Ji sahafan hez
dikim.. Ji ber surprîz û serendipityan,
ji ber fêhm û ferasata wan, ji ber zanîn û têgihiştina wan, ji ber xweşbêj û
xweşsohbeta wan.
Mirov li deverên
halo însanên wek xwe, xwende, meraqlî û hunerhez nas dikî; bi wan re pêwendiyê
saz dike û ev yek bi giştî xwendin û nivîsandinê xurttir û zexmtir dike, lewma
bi ya min xweş û watedar in ev der.
İ.E.: Îro ro bêhtir behsa rîtûelên nivîsandinê
yên nivîskaran tê kirin. Lê bi raya min rîtîûelên xwendinê yên xwendevanan jî
herî kêm bi qasî yên nivîskaran hêjayî behsê ne. Loma dixwazim bipirsim ka
rîtûelên te yên xwendinê çi ne?
M.O.: Li gorî kesan
diguhere ev yek tabî. Ez jî dibînim rituelên cûrbecûr ên xwendina nivîskaran
hene. Mîsal nivîskarek -navê wî nehate bîra min- mealen dibê dema dinivîsim ne bi cilên navmalê bes tebîl
qiyafet rûdinêm, teqez traş jî dîbim. Ne wilo be nikarim bixebitim. Mirov
çekduzenekê bide xwe nivîs jî mezin dibe, berbirsyariya nivîsandinê mezin dibe.
Wê demê hest pê dikim ku karên xwe baştir û cidîtir dikim.
Bo ku roj têra min
bike û têra xwe bixwînim bi melayê sibehê re hişyar dibim. bê qehwe û cixare,
bê puro û kokteylan nikarim bixwînim. Bi ropdoşabrê xwe ne li odeya xwe yî xwendinê û ne li ser maseya xwe
ya ji dara maunî bim dîsa tebata min li xwendinê nayê. Deftera ku ez lê
dinivîsim divê clariefontaine, qelema min divê teqez montblanc an jî lamy be..
Dema qiraatê/xwendinê şalterê datînim û li ber mûmê dixwînim.. Henekan dikim
elbette. :)
Henek li dera hanê,
min tu rituel mituel tune ne keko, hema bê di her şert û mercî de, li her derê,
dixwînim. Bi tenê hînekî bêdengî û havînî tiştkî hênîk, çile jî tiştekî germ
hebe bo vexwarinê, bes û zêdeyî serê min e.
İ.E.: Ev henekeke baş bû, êdî divê bi baldarî
pirsên xwe bikim... :) Ezbenî tu endamê Koma Xwendinê ya Stenbolê yî û koma we
çend hefteyê carekê ji bo kitêbeke kurdî dicive û dişêwire. Eger tu van civînan
bidî bîra xwe, koma we û şêwira we ya li ser xwendinê çi û tesîrek çawa li
têgihiştina te ya xwendinê zêde kir û girîngiyeke çawa ya komên xwendinê li
xwendewarî û edebiyata kurdî bi xwe heye?
M.O.: Belê ezbenî, ji
2014'an ve tevlî şêwira xwendinê a li stenbolê dibim. Em di demên periyodîk de
-hema hema mirov dikare bibêje ji du sê heftiya ya jî mehê carekê- dicivin.
Lîsteya pirtûkên herî dawî me xwendine li pêvekê ye. (bnr: xala 38. - http://mevlutoguz.blogcu.com/b-ndera-cand-29-38/31038137 )
Berî her tiştî em
bi mahneya pirtûkekê dicivin û civateke kurdî kurmancî digerînin. Bi tena serê
xwe ev yek cihê kêfxweşî û bextewariyê ye. Di kurmancî de, kêmzêde weşanxane,
nivîskar, kovar hebûn, lê çi tunebû? Xwendekar.. Xwendekarên pak tunebûn ango
pir kêm bûn. Hejmara wan hê jî kêm be, ne li gorî dilê me be jî, şêwiran
xwendekar derxistin, xwendekarên heyî jî kemilandin. Ji nava van şêwiran kovar
û nivîskar derketin û wê hê pir derên jî. Yanî dixwazim bibêjim ku şêwir
û klubên xwendinê, bo çanda xwendin û xwendekariyê kom/ek ên gelek girîng in,
belkî niha em baş tê nagihên lê di pêşerojê de
wê qîmetê wan bêhtir were fam kirin.
Ne ku di şêwirekê
de me vê dibêjim, bi rastî jî, pêvajoya şêwiran wekî me go gelek girîng e,
çimkî her heval li gorî fêhm û feraseta xwe berhemekê dixwînin, şîrove dikin.
Ev jî bo xwendevaniyeke birêkûpêk û bo têgihiştineke edebî/estetîk nebênabe ye.
Bi xêra şêwirê min çend hevalên biqîmet nas kirin. Û dîsa dikarim bibêjim ku
êdî berheman ji berê bêhtir bihurgilî dixwînim, ji ber ku bi kurtî be jî ezê li
ser biaxivim -heke berhem rê bide- hewl didim wê bidime ber berhemên
din, xwendineke berawirdî bikim. Vê yekê heta radeyekê kir ku nêrîneke rexneyî
û kartêker bi min re çêbibe.
Çawa hin kes wek
nifşên hawarê, hin kes wek nifşên tîrêjê têne bi nav kirin, mirov jî dikare van
xwîneran wek ''nifşên şêwirê/nifşê şêwiran'' bi nav bike, ez şaş bim min
sererast bike ji kerema xwe..
İ.E.: Meseleya navlêkirinên wekî
"nifş", "ekol", "bizav", "qonax" û hwd.
meseleyeke xwedan rîsk û talûke ye bi ya min û bi gotinekê çênabe ku meriv
navek ji van navan lê bike. Beriya her tiştî ev navlêkirin divê di nivîs û
xebatên ciddî û akademîk de bên nîqaşkirin û hemû sedem, armanc û nîşanên
nifşbûn û ekolbûnê tê de bên destnîşankirin. Tiştekî pir seyr e, heta niha ez
rastî "Nifşê Hawarê" jî, "Ekola Hawarê" jî û "Qonaxa
Hawarê" jî hatime di nivîsên curbicur ên nivîskar, rexnegir, lêkoler û
akademîsyenên kurdî de. Çima ji bo Xwedê? Çima ewqas navlêkirin? Lê hê jî rastî
ti xebatên ciddî û akademîk nehatime ku ji me re îspat bike çima divê
"nifş", "ekol", "qonax" û "bizav" bê
gotin, divê kîjan ji wan bê gotin, Hawar nifş e an ekol e an qonax e an bizav
e, heger nifş be ekol be qonax be bizav be nexwe sedem û argumanên te çi ne ji
bo vê yekê. Serê te gêj bû ji van navlêkirinan ne wisa? Bawer bike ez jî
girûgêj bûm û hê jî qaneh nebûme li ser van navlêkirinan, tevî ku min bi xwe jî
serî li van navlêkirinan dabe. Loma halêhazir hewce nake em serê xwe bi van
navlêkirinan re biêşînin, bila Hawar,
Tîrêj û Rewşen wek kovar bimînin û herçî kom û şêwir in, bila ew jî wek
komên xwendinê û şêwirên xwendinê bimînin. Nizanim te got çi?
Mewlûd Oguz Foto: M. Oguz |
M.O.: Meseleya
navlêkirinên bi vî rengî wekî te jî got bipirsgirêk e û cihê nîqaşê ye her tim.
Lê taliya talî heçku tasnîf û navlêkirinên bi vî rengî hinekî hînbûn û
hînkirinê edebê/wêjeyê hesan dikin. Bi taybetî îşê dersdar û xwendekaran rehet
dikin. Ser meselê wê bê gotin filan nivîskar ji nifşê hawarê ye, filan
helbestkar ji nifşê tirêjê ye ûwd.
Di vî warî de herî
dawî min Qonaxeke Modernizma Kurdî Helbesta Tîrêjê ya Îrfan Amîda xwend. Amîda, di Tîrêjê de çend hîmên hevpar ên weke îspatkirina kurdan, fikra
netewperweriyê, dekolonîzasyon, enstarnasyonalzîma marksizmê, formulîzasyona
"em" û "hun"ê, terxankirina demê weke "berê",
"niha" û "dema bê" û hwd. tesbît kiribûn. Vê yekê dikir ku
em ji helbestkarên tirêjê re bêjin "nifş" an jî "ekol".
Tevî ku min jî
hemûçk navtêdayînên li jor/mezkur bihîstine û xwendine ta niha dilê min baş lê
rûneniştiye û jê piştrast nebûme. Lê axir wekî me got.
Serê min gêj bû. Ya
baş em vê meselê ji dîroknasên edebiyatê re bihêlin.
İ.E.: Herê, tu rast dibêjî, ji qewla Orhan Veli,
bila wê jî "edebiyat tarihçisi
bulsun..." Tu van rojan çi dixwînî, çi kitêb li ber destê te
heneû dizanim ez ê te hinekî biwestînim, lê ez ê gelekî kêfxweş bibim ku karibî
lîsteyeke biçûk a kitêbên xwendinê (bi qasî neh deh kitêban) ji bo me
xwendevanan rêz bikî, ên ku ji dilê dil dixwazî her kes bixwîne?
M.O.: Vê pêle bi giranî
li ser rexne û teoriyên helbestê dixwînim. Li ber destê min ev kitêb hene
ku min hin ji wan xwendine, hin bi nîvî ne û hin ji wan jî li hêviya xwendinê
ne; Foucault-Kelimeler ve Şeyler, Albert Camus-Başkaldıran İnsan,
Peavese-Yaşama Uğraşı, Marshal Berman-Katı Olan Her Şey Buharlaşıyor,
Zweig-Dünün Dünyası, Deleuze-Kritik ve Klinik, Andres-Kafka'dan Kafka'ya karşı,
Paul Celan/Bachman-Kalp Zamanı, Eco-Beş Ahlak Yazısı, Todorov-Poetikaya Giriş,
Erdoğan Alkan-Şiir Sanatı, Utku Özmakas-Şiir İçin Paralaks, Şeref Bilsel Yalnız
Şiir, Yücel Kayıran Şiirimin Çeyrek Yüzyılı, İlhan Sami Çomak-Bir Sabah
Yürüdüm, Ahmet Çakmak-Çiftkafa'nın Kitabı, Yavuz Ekinci-Günün Birinde, Seray
Şahiner-Kul, Mehtap Ceyran-Mevsim Yas, Ecan y Yilmaz-O Öyle Olmadı, Dîwana Şêx
Ehmedê Feqîr, Hecî Nehsan-Zêmarên Çuyînê, Yaqob Tilermenî-Hêlange ûwd..
Lîsteyên xwendinê
subjektiv in û li gorî kesan û li gorî demê diguherin. Hema bê her lîste
bivênevê kêmasî û zêdehiyan dihundirînin. Tu sibe ji min bipirsî dibe ku
listeyeke din derkeve, te doh pirsîba yeka din. Lewma te divê em çarçoveyê teng
bikin, ''Te bigota ji filan cureya edebiyatê" wê çaxê bihêsanî û ji dilê
dil dikarîbûm lîsteyekê derxim. Lewra vê gavê tevî berhemên ku me li jor behs
kir ev herdû berhem bes in:
Calvino-Klasikleri
Niçin Okumalıyız.
Ugresiç-Okumadığınız
İçin Teşekkürler.
İ.E.: Kek Mewlûd gelekî spas ji bo vê sohbeta te ya
xweş. Gelekî kêfxweş bûm ji ber ku te daxwaza min a sohbetê qebûl kir û bi
dilxweşî bersiva pirsên min da. Eger gotineke te ya din hebe, kerem
bike...
M.O.: Edip Cansever
gotibû "Ne gelir elimizden insan olmaktan başka" Ez jî lê zêde dikim û dibêm çi ji destê me tê, ji xwendinê
pê ve.. Ne ji van pirsên te yî ciwan bûna belkî ez hevqasî neştexilîbûma. Înan
can gelek gelek spas. Bi rastî ez jî kêfxweş bûm, sax be, berxudar be çavê
min..
***
MEWLÛD OGUZ / Kurtejiyan
Di sala 1987’an de li Heskîfa Batmanê
jidayîk bûye. Di beşa dîrokê de lisans û master kiriye. Helbest, kurteçîrok,
werger û berhevên wî di kovarên weke Pêngav, Çîrûsk, Hawara Botan, Asîva,
Wenda, Kovara W, Jehr, Heterotopia û Folklora Kurdan û Nûbihar’ê de
weşiyane. Oguz ji 2006’an û bi vir ve li Stenbolê dijî.
0 yorum: