Baholê Bavê Min - Orhan Pamuk

Ocak 29, 2017 , , 3 Şirove


Bavê min beriya mirina xwe bi du salan, baholekî xwe yê biçûk yê bi destenivîs û defteran mişt da min. Wekî qerfbêjî û henekbaziya xwe ya her carê, daxwaza xwe gote min ku ez piştî wî, mebest jê piştî mirina wî wan bixwînim.

Got: “De ka lê binihêre,” bi şermokiyeke biçûk, “ bê tiştine kêrhatî hene di nav de. Ha te dî, te piştî min ew neqandin û dan weşandin.”

Em di nav kitêban de bûn li nivîsgeha min. Bavê min notila yekî ku hewl bide ji ber barekî giranbuha rizgar bibe, digel çavnêriyê li dora xwe difetilî bêyî ku bizane dê baholê xwe deyne kû. Piştre tiştê destê xwe hêdîka danî quncikeke ku balê nakêşe.

Çer ku ev kêliya nebîrane qediya, ku em her du jî dabûn şermê, em her du jî bi dilfirehî li hal û hewalên xwe yên her wekî berê, li wan nasnavên xwe yên qerfbêj û henekbaz vegeriyan ku piçekî di ser heyatê re çilape dikir. Me wekî her carê, bêyî ku em zêde li ber hay û bayê wê bikevin, qala aş û baş, qala heyatê kir, me qala kêşeyên siyasî yên Tirkiyeyê kir ku dawî li wan nedihat û me qala kar û barên bavê xwe kir ku pirrî caran bi ser nediket.

Tê bîra min ku piştî ku bavê min çû, çend rojan bêyî ku ez dest bidim wan, ez li dora baholî sernişîv û serevraz dimeşiyam. Min tew ji zarokatiya xwe ve bi wî baholê biçûk, reşeve û çermîn, bi wê mifteya wê, kujên wê yên girover dizanî. Bavê min wê hingê ew li gel xwe dibir, gava ku derketa rêwingiyeke kêmdomdar û carinan jî gava ku ji malê berev kargehê barekî bibira. Dihate bîra min ku hinga ku ez zarok bûm, gava ku bavê min ji rêwingiya xwe vedigeriya, min ev baholê biçûk vedikir, kel û melên wî li nav hev dixistin, û min hej wê qolonya û bêhna welatên biyanî dikir ku ji navê derdiket. Bo min ev bahol tiştekî dilhebîn û naskirî bû  ku gelek tiştên rabirdû û bîrhatiyên min ên zarokatiyê bar dikir, lêbelê min vêca tew nikaribû dest bidimê. Çira? Helbet ji ber wî barê razdar û nepen yê nav baholî.

Ez ê nihakê wateya giraniya vî baholî dereve bikim. Ev wateya wî tiştê mirovî, mebest jê wateya edebiyatê ye ku deriyê odeyekê li ser xwe dadide, diçe ser maseyekê, li gel kaxez û qelemî vedikişe qorziyekê û xwe derpêş dike.

Min kir nekir, min nekarî deste xwe bi baholê bavê xwe ve bikim, lê min bi hindek defterên navê dizanî. Min bavê xwe dîtibû, gava ku li ser hindekan hin tişt reşeve dikirin. Ne cara ewil bû ku ez hay ji bûna tiştên navê bibim. Kitêbxaneyeke berz ya bavê min hebû, di xortaniya xwe de, dawiya salên 1940î, xwestiye li Stenbolê bibe helbestnûs, Valéry wergêraye tirkî, lê nexwestibû ku li welatekî belengaz û kêmxwende bi nivîseriya helbestan re zehmetiyên jiyaneke edebî bikêşe. Bavê bavê min –kalikê min– karsazekî dewlemend bû, bavê min zarokatî û ciwaniya xwe di rihetiyekê de bi serî kiribû, nedixwest ku bo edebiyatê, bo nivîsînê zehmetiyê bibîne. Bi hemû bedewiyên wê dildarê heyatê bû, min ew fam dikir.


Gumana ewil ya ku ez dûrî tiştên nava baholê bavê xwe kirim helbet tirsa neecibanê bû li ser tiştên ku min ê bixwenda. Bavê min jî ji ber ku bi vê dizanî bergiriya xwe kiribû, xwe li kirasekî dîtir pêçabû wekî ku tiştên nava baholî ne di xema wî de bin. Dîtina vê ya piştî jiyaneke nivîskariya bîst û pênc salan dilê min dax dikir. Lê tew min nedixwest ku ez bi bavê xwe re jî bixeyidim, ji ber ku edebiyat  zêde ne di xema wî de bû… Tirsa min a sereke, îxtimala nivîskariyeke çak ya bavê min bû, ku min ne dixwest bizanim ne jî min dixwest hîn bibim. Aha ‘eyn ji ber vê tirsa xwe min nedikarî baholê bavê xwe vekim. Tew bi ser de min nedikarî vî sedemî bi aşkerayî bibêjime xwe. Ji lew re heke ji nav baholê bavê min edebiyateke rasteqîn û berz derketa, diviya ku min bipejiranda di nava bavê min de zilamekî cihêreng heye. Ev tiştekî tirsedar bû. Çi ku digel wî temenê min ê navsere jî, min her dixwest ku bavê min wekî bavekî bo min bimîne; ne ku wekî nivîskar.

Ji bo min nivîskarbûyîn ew tişt e, ku meriv ew kesê duyem yê di nava kesî de veşartî, dinyaliga ku wî kesî çêdike, bi sebr û cehda salan kifş bike: Hinga ku dibêjin nivîs, serê ewil roman, helbest, ne kevneşopiya edebiyatê, ew mirov tê ber çavên min ku deriyê odeyekê li ser xwe digire, diçe ser maseyekê, bi tena serê xwe li hundirê xwe vedigere û bi xêra vê bi peyvan ji xwe re dinyaligeke nû ava dike. Ev mêr, an jî ev jin, çêdibe ku daktîloyê bixebitîne, mifayê ji rihetiyên kombersê bibîne, an jî çêdibe ku wekî min seraqet sî salan li ser kaxezê, bi destan, bi qelemên hibrî binivîse. Her ku nivîsî, çêdibe ku qehwe û çayê vexwe, cixareyê bikêşe. Carinan çêdibe ku ji maseya xwe rabe, di şibakeyê re li derve, li wan zarokan binihêre ku ji xwe re li sikakê dileyizin, ku siûda wî hebe, çêdibe ku li daran û dîmenekê, an jî li dîwarekî reşetarî binihêre. Helbest, şano an jî çêdibe ku wekî min romanê binivîse. Ev cihêrengî giş piştî karvedana esas tê, ku diçe ser maseyê û bi sebr û hedanekê li hundirê xwe vedigere. Nivîsandin, darêjtina ser peyvan ya vê awirtêdana berev hundirî ve, ew lêkoleriya bi hedan, rikeber û dilşad ya dinyaligeke nû ye ku mirov di nav hundirê xwe re dibihure. Her cara ku ez diçûm ser maseya xwe û min peyvên nû hêdîka li kaxeza vala dikirin, min his dikir ku, her ku roj, meh û sal dibuhurîn min ji xwe re dinyaligeke nû ava kiriye û min xwe wekî wî kesî his dikir ku mirovekî dîtir yê di hundirê xwe de, wekî ku pirekê an jî qubeyekê kevir bi kevir ava bike, ‘eyn wiha derdixist meydanê. Kevirên me nivîskaran peyv in. Her ku em dest didin wan bi salan, em dinyayên nû ava dikin, bi sebr û rik û hêvîdarî, bi hiskirina peywendiya navbera wan, carinan bi dîdevaniyeke ji dûran ve, carinan bi pêçiyên xwe û digel wezinandina giraniya wan, wekî ku meriv bi serikê qelemê xwe wan miz bide, peyvan cîbicî dike.

Ji bo min raza nivîskariyê, ne di wê îlhamê de ye ku qet ne diyar e dê ji kû ve bê, lêbelê di sebr û rikeberiyê de ye. Ew biwêja xweş ya Tirkî, “bi nepikan dan hev[1]”, ji min tirê ku bo nivîskaran hatiye gotin. Ez ji wê sebra Ferhad ya çîrokên berê hez dikim û têdigihim, ku ji bo sewdaseriya xwe çiya kun kirin. Min dizanî ku min di romana xwe ya Navê min Sor e[2] de, gava ku min behsa neqaşên berê yên îranî dikir, min behsa karê nivîskariyê û heyata xwe jî dikir,  ku bi coş dikaribûn hespekî xêz bikin û jiber bikin û tew dikaribûn hespekî xweşik bi çavên girtî jî xêz bikin. Nivîskar ji bo ku jiyana xwe fenanî çîroka xelkê kêlî bi kêlî vebêje, ji bo ku hêza vegotinê di dile xwe de his bike, ji min wetrê, wî divê ku salên xwe li ber maseyê xerîkî vê huner û vî sin’etî bike, da ku xweşbîniyekê bi dest bixe. Firîşteya îlhamê ya ku li deriyê hinan naxe û seraqet li deriyê hinan dixe, hej vê xwebawerî û xweşbîniyê dike, wexta ku nivîskar xwe bi tenê û bêrî his dike, wexta ku herî zêde gumanbariyek di der hewldan, xeyal û nivîsînên wî de lê difesile, yanî wexta ku bîr dibe ku çîroka wî tenê çîroka wî bi tenê ye, û wê bîskê dibêqey wê dinyayê pêşkêşî wî dike ya ku ji nav derketiye û çîrok, resm û xeyalên wê dinyaligê bi hev ve dike ku dixwaze ava bike. Ji bo min hesta herî hilweşên ya kar û barê nivîskariya min, ku min jiyana xwe hemûçikî xerîkî wê kiribû, ew çendek hevok, xeyal, rûpel bûn ku wan ne îşê ez bextewar dikirim û min guman dikir ku ne ez bi xwe lêbelê hêzeke din wan didît û bi camêrî pêşkêşî min dikir.

Ez ditirsiyam ku çenteyê bavê xwe vekim û defterên wî bixwînim, çi ku min dizanî ku ew xwe li wan astengiyan qet naqelibîne ku min xwe li wan diqeliband, min dizanî ku ew ji tenêtiyê na, ji hevalan, ji hêwirzeyê, ji salonan, ji henekan, ji hilm û gulma civatê hez dikir. Lê piştre min bîrbiriyeke din kir: Lê çêdibû ku ev raman, çîlekêşî û xeyalên hedanê berdaraziyên min bi xwe jî bûna ku min ew ji jiyan û tecrûbeya nivîskariya xwe bi dest xistibû. Gelek nivîskarên gewre jî hebûn ku di nav hêwirzeyê, jiyana malbatê, çîk û çirîskên civatê û perwezedayînên bextewariyê de nivîsîbûn. Bi ser de bavê min, di zarokatiya me de, ji ber bêhntengiya ketûberiya jiyana malbatî em hêlabûn û çûbû Parîsê, li jûrên otelan –her wekî gelek nivîskarên din– defter reşevekiribûn. Min dizanibû ku di nav baholî de ji wan defteran jî hindek hene, çi ku bavê min salên beriya ku baholê xwe bîne, ji min re behsa wê serdema jiyana xwe kiribû. Hinga ku ez gede bûm jî behsa wan salan dikir, lê behsa xeydaniya xwe, xwesteka helbestnûs-nivîskarbûyînê, arîşeyên nasnameyê yên li jûrên otelan nedikir. Behs dikir bê ka li peyarêkên Parîsê tim û dayîm çawa pêrgî Sartre dihat, mîna yekî ku agahdariyên gelekî girîng ji kitêbên xwendî û fîlmên dîtî ragihîne me, bi coş û peroşiyekê behs dikir. Helbet min nedikarî fêdeya bavê xwe ya li ser nivîskariya min ji bîr bikim, ku ji tesîra paşa û mezinên dînî bêhtir tesîra wî li ser min hebû ku li malê behsa nivîskarên dinyayê dikir. Û belkî jî diviya ku min defterên bavê xwe ji ber vê hizirê bixwenda, bi bîranîna ku ez çendîn deyndarê kitêbxaneya wî ya mezin im. Bêyî ku ez zêde pûte bi çawaniya nivîsên wî yên edebî bidim, diviya ku min bala xwe bidaya bavê xwe wexta ku bi me re dijiya û –‘eyn wekî min- dixwest li jûrekê bi tena serê xwe û kitêb û hiziran bimîne.

Belam bîska ku bi vê bêhizûriyê min li baholê bavê xwe yê hiştî dimeyzand, min guman dikir tişta ku min nedişiya ez bikim hema ‘eyn ev e. Bavê min carinan xwe li ser dîwana ber kitêbxaneya xwe radimedand, kitêb an jî kovara destê xwe datanî û dor bi dor xwe noqî xeyal û ramanan dikir. Di sûretê wî de wechekî dîtir û awirtêdaneke hundîrîn serav bû ku ji dema jiyana malbatî ya min dîtî cudatir bû ku ji rûyê wî henekbazî, belapêdanî û qayîşkêşiyeke kêm dinizilî, xasma di salên zaroktî û nûciwaniyê de min fam dikir ku ji ber vê hizûra bavê min lê diherime û ez diqilqilîm. Piştî evçend salan ez niha dizanim ku ev bêhizûrî yek ji te’hna esas e ku mirovî dike nivîskar. Ji bo ku meriv bibe nivîskar, divê beriya sebr û zehmetiyê te’hna xwegirtina li jûrekê hebe, ji ber ku tu xwe ji jiyana teqlomeqlo ya rojane, ji civatê, ji her mijûlahiyên xelkê bêrî dikî. Em sebr û hêviyê bi mebesta avakirina dinyayeke kûr ya bi nivîsê dixwazin bo xwe. Lê tişta yekem ya ku me bi rêk dixe xwesteka xwegirtina li jûrekê, jûreke mişt kitêb e.




[1] İğne ile kuyu kazmak. Mebest jê ew e ku meriv karekî zor û zehmet bi derfetên biçûk, bi sebr û hedanekê, bibe serî.
[2] Orhan Pamuk, Navê Min Sor e, Wer. Mustafa Aydogan, Doz: 2002 



***

(Têbînî: Beriya sê çar salan min hewl dabû ku Baholê Bavê Min a axaftina Nobelê ya Orhan Pamuk wergêrim ser kurmancî, lê heta dawî pê de neçûbûm û werger ji vir û pê de qut bûbû. Careke din jî min di xwe re nedît wergêrim. Wextê lîseyê min ev metn xwendibû tesîreke mezin li min kiribû. Ev metn hingê kiribû her tim binivîsim û li nivîsandinê sortir bûbûm. Her cara ku ji nivîsê sar dibûm, min ev metn dixwend û bi her xwendinê re heyecaneke mezin dida min. Min îro wergera xwe ji nû ve xwend û ji xeynî çend sererastkirinên biçûk min dest nedayê. Bi xwendina metnê ya îro re cardî li nivîsê sor bûm, de em bibêjin bê nezer û a bi xêr... :) )

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

3 yorum:

  1. "Lê tişta yekem ya ku me bi rêk dixe xwesteka xwegirtina li jûrekê, jûreke mişt kitêb e."

    YanıtlaSil
  2. Aşkere ye, li ser vê blogê tu dikî demekê jî adaptasyon û wergeran bidî ber me :) Li ser xêrê vegerîyayî bloga xwe Înanolo.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Di nav xêrê de bî pismam. Carê werger, carê nivîs, ku pêk hat hevpeyvîn. Em ê xwe pê egle bikin lo, spas. :)

      Sil