Dawetên Berê û yên Niha: Çavdêriyek ji Dawetên Bismilê
Daweteke me
hebû van rojan. Van salên dawî dawetên me hinekî guherîne. Dixwazim van guherîn
û ferqan tevî dawetên min di zarokatiya xwe de dîtî bidim ber hev. Mekan bi Bismilê re sînorkirî ye, belkî li
bajar û navçeyên din jî kêm zêde rewş ev be, nizanim. Ev bi temamî çavdêriyên
min ên ji çendîn dawetan e.
*Berê dawet sê
roj (în, şemî, yekşem) û li derve dihat kirin. Niha bi temamî li salonan e,
dawet şevek e, şevek jî ji bo hinneyê.
*Berê şeva
hinnê berî dawetê bi rojekê li derve dihat kirin û dawet jî li salonan bû. Niha
hinne jî li salonan tê kirin.
*Berê li
salonan dawet di 7ê êvarê de dest pê dikir 12ê şevê de xilas dibû. Niha di deh
û nîvan de kes namîne.
*Berê pirraniya
însanan hema dixwest li dawetan be. Niha her kes dixwaze dawet hema zû xilas
bibin, biçin malên xwe. Şikayetên ji gumgum û teqereqa dawetê zêde ne.
* Berê stranên
siyasî û propagandayî di dawetan de pir dihatin gotin. Niha, îhtimalen ji ber
OHALê kes stranên siyasî nabêje. Tenê min li straneke siyasî guhdar kir ku ew
jî kurt hat birrîn û dibe ku gotin hatibin guherandin jî: “De bila bêtin vê
meydanê.”
*Berê di
dawetan de hin lîstik hebûn, lîstika bi kêran tê bîra min. Niha di dawetan de
ti lîstik tune ne.
*Berê di
dawetan de hin komên folklorê dihatin performansên xwe pêşkeş dikirin. Niha ji
derve ti kom nayên dawetan.
*Berê di
dawetan her cure govend dihatin girtin. Niha her kes bi hev re tenê Delîlo
dizane. Sedî not delîlo lê dikeve, gava cîda, şemamê hwd. lê dikeve yan kes
dernakeve an jî kêm kes derdikevin û sembolîk sê çar deqe ji bo wan lêdixin.
Yên tew delîlo jî nizanibin hene, her çiqas hejmara wan kêm e hêdî hêdî zêde
dibin. Di daweta me de carekê cîda lê ket, kes derneket. Di dawetê de yên cîda
û şemamê digirin pirranî aliyê malbata bûkê ne û bûk ne ji Bismilê ye.
*Nifşên berê
yên serê govendê bernedidan êdî pir kêm dikevin govendê û zêde xwe nahejînin.
Nifşên berê êdî giran bûne û ji dawetan hêdî hêdî aciz dibin.
*Di hineyên
niha de, di destê bûk û zava û berbûkan de hin kaxez hebûn gava diketin salonê.
Li ser kaxeza zava "ayvayi yedik” dinivîsî.
*Di dawetên
berê de min dans nedîtiye. Di yên niha de, berî hinnê, piştî hinnê û di
dema dawetê de dans heye, lê hêj li ti bûk û zavayî rast nehatime ku zanibin
baş dansê bikin. Pirranî xwe birin û anîn e, çep û rast. Muzikên dansê bi tirkî
ne.
*Di dawetên
berê de min lîstina çifte tellî, misket nedîtibû. Niha di dawetan de tê lîstin
û zimanê stranê wan tirkî ye. Li gor dansê, di çifte telli baştir tê lîstin.
*Berê di
dawetan de min pasteyên çend qato jî nedîtibûn. Di dawetên niha de, gava paste
tê gazî merivên nêzîk yên zaveyî dikin, merivên wan pere di pasteyê de
diçikînin, ger pere kêm be dibêjin kêr jênake. Îja merivê ku dibîne yê din pere
di pasteyê de diçikîne, ji bo ku ji giraniya xwe nekeve, ew jî pereyan derdixe.
Taktîkeke dawetçiyan, ji bo ku pereyan
ji xelkê bikêşin.
*Berê di
dawetan pereyên rastîn dihatin avêtin bi ser bûk, zava û govendgêran de û yên
derdikevin orteyê. Zarokan pirranî ev pereyên rastîn zevt dikirin, gelek caran xebatkarên
dawetçiyan bi pey zarokan diketin, pere bi zorê ji wan distendin. Qey ji ber ku
kara dawetçiyan ji pereyên rastîn tunebû êdî di dawetên niha de pereyên sexte derketine.
Kî bixwaze diçe desteyek euroyên sexte dikire. Îja heval, hogir û merivên bûk û
zava ji bo ku xwedêgiravî camêriya xwe nîşan bidin wek hawê bi hev re dikevin
reqabetê, kî ji kê zêdetir pereyên sexte bikire û biavêje. Bi van pereyên sexte
hinekî ego bilind dibe, meriv dibêje qey zengînê dinyayê ye, halbûkî pirranî
yên destteng pereyan dikirin. Di daweta me de malbatê zor li min kir ku ez jî
pereyan bikirim. Bi 50 lîre bawer dikim 50 kaxez dan min.
*Ji bo ku
pereyan her tim biavêjin, hin zilamên dawetan hene ku her tim dikevin serê
govendê, ji bo ku govendê xweş bikin, derkevin orteyê û pereyan biavêjin ser
wan. Êdî tenê yên van pereyan kom dikin zarokên heşt neh salî ne ku ji aliyê
dawetçiyan ve hatine peywirdarkirin. Yên ku belaş qezenc dikin, dîsa dawetçî
ne.
*Berê di
dawetan de zarok pir li ortê hebûn, ji xwe re baz didan, bi hev re dilîstin.
Êdî kêm bûne û li derveyî salonê ji xwe re dilîzin.
*Berê gava li
salonan dawet diqediya, merivên zava dihatin li ber mala wî jî çend deqeyan
govendek digerandin. Êdî min ew nedît. Êdî cîran zêde hez nakin ku şeva Xwedê
li ber guhê wan bibe gumegum û teqereq.
*Di dawetên
berê de jî min zêde cilûbergên kurdî nedidîtin. Di dawetên niha de jî min qet
nedîtin.
*Êdî di dawetan
de wênegirên taybet ên salonan hene. Piştî dawetê her kes dikare wêneyê xwe
bikire.
SERQISE: Di
dawetên berê de jî û di yên niha de jî, yên herî pir kêfê ji dawetê digirin
sergovend in. Ew kêf çiqas ber bi dawiya rêza govendê ve tê kêmtir dibe û
xwegiranî zêdetir dibe.
0 yorum: