Li Dû Şopa Şairê Pala Xwe Dayî Dinyayê
Berî sê çar rojan Bismilî ji bo
duaya baranê kom bûbûn. Qey ji ber duaya wan bû ku duhê esman duta bû, bi
barana xwe ya nedîtî. Ceyran çûbû û min diviyabû biçim berberxaneyê ji ber ku
bo rojtira din min randewû xwestibû ji Berken Bereh, min nedixwest bi wê rih,
por û pirça paş stûyê xwe ya tevlihev biçim hevdîtinê. Bi qasî saetekê di
tariya bêceyraniyê de li benda berberê xwe sekinîm. Berberê min hat, lê bi ya
wî bûya min porê xwe bihişta ji siba din re, di wê bêceyraniyê de porê min dê qenc
nehata qusandin. Min bi ya wî kir û baş e ku min bi ya wî kir, çimkî heta
sibehê ceyran nehat û ez ji zû de ye ewqasî zû ranezabûm.
Serê sibê Mistefa Dogan bi erebeya
xwe ez ji nêzî malê hildam, em bi hev re çûn xerajê û ji wir nasekî wî erebeyê
jê girt. Hinekî li qehweya xerajê me xwe şitexiland. Ew li dolmîşa Diyarbekirê
siwar bû çû, ez mam li benda dolmîşa xwe ya Batmanê, hem jî bi qasî saetekê.
Berken Bereh ji min xwest ku li ber
Batman Parkê dakevim. Li ber Batman Parkê li benda wî mam, gava ew hat pir bi
hêrs bû ji ber ku kesek hilkişiyabû ser lewhayên ser rê, xwestibû întixar bike
û bi vê re polîsan pêşiya trafîkê girtibû. Erebeya ew tê de jî li vê trafîkê
aliqîbû loma ji bo ku derengtir nebe ji erebeyê peya bûbû û peya hatibû heta
Batman Parkê. Va ye, min nûçeya wê bûyerê li vir dît.
Şewqeyek li serê Berken Bereh bû ku
çi cara nava wî tê gotin ev şewqeya wî tê ber çavê min. Her wiha çakêtekî reş î
damayî li ser îşlikê wî yê şîn, li bin îşlik şalekî qumaş û qondereyeke reş. Ez
jî bi çakêt û şalekî lacîwerd, bi îşlikekî şîn û soleke reş bûm. Min fam kir ku
lazim e mêrên kurd ji çakêt û îşlikan hez bikin. Wekî din, çênabe.
Em, bi Berken Bereh re derbasî
cafeyeke li biniya Batman Parkê bûn bi navê Özsüt Cafe. Li wir em derbasî cihê
serbest ji bo cixarekêşanê bûn. Du sê meh hebûn ku min cixare nekişandibû,
jixwe mehê min hebek kişandiye an nekişandiye. Li wê derê, dilê min bijiya
cixareya Berken Bereh û min pê re cixareyek kişand. Navê cixareya wî, Camel. (Dû
re dê ji min re bigota ku êdî rojê 6-7 heb cixareyan dikêşe.) Ma gelo ev detaya
navê cixareyê muhim e? Îro ne muhim e, lê gava min sibe ji bîr kir, ew ê ji bo
min bûbûya derdek ku çima min navê cixareya wî qeyd nekiriye. (Nîşe 1: Ji navê
pakêta cixareyekê, meriv dikare karaktera kêşerê wê tehlîl bike.) Me du qehwe
xwestin, ya wî qehweya sade, ya min qehweya bi şîr. Li cafeyê ji bilî me dengê
kurdî nehat guhê min, min ferq kir ku ez jî carinan bi xebatkaran re bi tirkî
diaxivim. Em derheqê blogeriya kurdî de axivîn, derheqê projeyekê de, û derheqê
ku meriv bi tena serê xwe jî dikare çi û çi bike, çi derfetan biafirîne. Min
fam kir ku Berken Bereh jî blogên kurdî dişopîne, û pê kêfxweş bûm. Berken
Bereh diyar dikir ku, êdî bîra wî ne weke berê ye û hin tiştan zû ji bîr dike.
Piştî em ji cafeyê derketin heta Loqenteya
Çömçeyê em meşiyan. Berken Bereh ji meşê hez dike û her tim di wan deran re
dimeşe. Di dema meşa me de ez hîn bûm ku wî berê gelekî bi kaxezan lîstiye û jê
hez kiriye. Mesela gelekî bi Brîçê lîstiye ku digot berê ev li Kurdistanê
lîstika arîstokratan bû. Mesela di salên heftêyî de wî li Erûhê du komên Brîçê
dîtine. Xwezî min got, ez jî bi çend kaxezên lîstikan (52, piştî ne tê de)
bizanibûma, wek dewarekî nesekeniyama (“dewar” di dilê xwe de). Em li baxçeyê
loqenteyê rûniştin, di dema xwarinê de baran hûr hûr bi ser me de dibariya. Li
ser pêşniyaza Berken Bereh me sac tawayek û goşt û birincek xwest û me hevbeş
xwar. (Nîşe 2: Xwarina wan mûhteşem bû, pûanê min ji Çömçeyê re 10 di ser dehan
re ye, siheta wan xweş.) Li vê loqenteyê jî pirranî em li ser helbest, helbestvanî
û nivîsê axivîn. Min ferq kir ku Berken Bereh di edebiyatê de bêtirs cure û
celebên nû diceribîne û xwe her tim wek helbestvanekî amator û her li serê rê
dibîne. Ji e-kovara wî ya Kulîna Kulîlkan a sala 1999an bigire ku di
biyografiya wî de wek yekemîn malpera înternetê li Bakur derbas dibe, heta haîkuyan,
heta helbestên wî yên şênber, ceribîner (wek “Têkçûn”) xwe li qadên nû û cuda
qelibandiye. Berken Bereh li vê loqenteyê helbesteke xwe ya kurt a neçapbûyî bi
navê “Sînor” ji min re xwend ku xwendevanên blogê dikarin li jêr bixwînin:
Sînor
Ez kurê xemê me,
Diya min ax e,
Bavê min ba.
Her, xurbetê raçand,
Tevna çîroka 'emrê min.
Ji ber wê ye
Piştkul im ji avê,
Dilgiran im ji baranê,
Ji ber wè ye
Nefret dikim,
Ji sînoran!
Serboriya
temenekî, bi taybetî di risteya çar û pêncan de veşartî ye. Min herî dawî
dîwana wî ya bi navê Xewna Dawî xwendibû. Gava min xwendibû ew ji bo min
wek silava dawî, dîwana dawî hatibû. Wek ku wî xatir dixwest ji helbestê, ji
dinyayê. Lê li gor wî her xatirxwestinek vegereke xwe heye. Mumkin e ev veger,
çend dîwanan bi xwe re bîne.
Em ji loqenteyê
meşiyan heta çayxaneya ku Berken Bereh her tim diçûyê û bi hevalên xwe re
rûdinişt. Ev Çayxaneya Orpaklarê bû. Ew û hevalên xwe piranî li hundirê
çayxaneyê diçin heman quncikî û li wî quncikî behsa gelek tiştan dikin û
helbestan dixwînin. Li çayxaneyê min du hevalên wî dîtin. Mamoste Osman ku
mamosteyê dîrokê bû û Mamoste Xalid ku mamosteyê kîmyayê bû. Heta niha min sê
caran Mamoste Xalid dîitiye, di her sê caran de jî ew û Berken Bereh bi hev re bûn.
Carekê li Bismilê di bîranîna Arjen Arî de, carekê li Mêrdînê li Panela beşa
kurdî ya Artukluyê, cara sisiyan jî di vê rojê.
Mamoste Osman, Mamoste Xalid, Berken Bereh. |
Berken Bereh
qal kir ku di xortaniya xwe de gelek caran hatiye Bismilê. Di 1978an de beşdarî
mitîngeke li Bismilê dibe. Qala du kesayetên ji Bismilê jî kir. Rehmetî Nedîm
Dagdevîrenê avakarê Kitêbxaneya Kurdî li Swêdê û Mem Rongayê helbestvanê Kovara
Tîrêjê ku li Silîva çêbûye lê li Bismilê mezin bûye. Herdu jî hevalên
Berken Bereh bûne. Mem Ronga çend sal e nexweş e li Elmanyayê. Ew helbestvanê
herî bêdeng ê Tîrêjê ye. Û heger çêbe, em ê biçin ser gora Nedîm
Dagdevîren.
Tevî ku min
nexwest zehmet jî bikin Berken Bereh û Mamoste Xalid ez birim heta rawestgeha
dolmîşên Bismil û Diyarbekirê. Em ê biçûna Tov Sanatevi jî ku yek ji
mekanê Berken Bereh jî ew der bû, lê wext çênebû. Min kitêbek di dest Mamoste Xalid de ferq
kiribû. Ev, Aşkın ve Savaşın Gündüz ve Geceleri ya Eduardo Galeano bû.
(Nîşe 3: Şaş nemînin ku mamosteyên kîmyayê ji mamosteyên edebiyatê bêtir hez ji
edebiyatê dikin.) Berken Bereh û Mamoste
Xalid heta dolmîş bi rê neket ji rawestgehê neçûn. Piştî dolmîşa min bi rê ket,
her kes ma bi tenêtiya xwe re. Çi dibêje şair: “her kesî dinyayek / û her kesî tenêtiyeke
xwe heye / barekî kambax e li ser pişta mirêkan / her kes tenê ye dema ku digirî
/ dema ku dibişire her kes hogirê dilê xwe. (Kilama Bajarên Tarî)”
Li rawestgehê, bi şairê pala xwe dayî dinyayê re. |
Di dolmîşê
de helbesteke min hat bîra min ku min îro navê wê guherand, kir “Şairê Pala Xwe
Dayî Dinyayê”. Min ev helbest wê çaxê nivîsîbû, gava ku Berken Bereh hatibû
Mêrdînê tev li Panela zanîngehê û gotûbêja Komeleya Nûbiharê bûbû. Min li wir
dîwana wî ya Xewna Dawî peyda kiribû, piştî ku hatibûm malê û min dîwana wî
xwendibû, min hest pê kiribû ku ev dê dîwana dawî be, xemgîn bûbû û min
helbestek ji bo wî nivîsandibû ku çend sal bû min helbest terikandibû. Ev
helbest Berken Bereh dê cara ewil bixwîne û cara ewil tê weşandin.
Şairê
Pala Xwe Dayî Dinyayê
şevereşa dûr û derez,
rêya ku dimeşe,
dilopa ji ‘eynika esmên
niqutî rûyê
şairê pala xwe dayî
dinyayê.
pisîka li peyarêkê
çirevîtkan dide xwe ne ew e,
ne ew e dara ku pelên xwe
bi ser toz û tirabêlka
kolanê de dadiweşîne.
qorneya wesayîtan,
hengameya bajêr,
keftelefta mirovên bi ser
hev de dadayî
mîna noka li kevir ketî
belawela
mîna rêveçûna kêzik û
moriyan di halê xwe de.
hemû bar kirine çûne ji
demsalên temenê wî tê bêjî qey,
tê bêjî qey xeml û xêza
heyata wî tev sergerdan bûye,
bincilik bûye, binav
bûye, bûye heyva bin ewrê
wek hawê tu rûbarekî li
pey xwe bihêlî
û lê bidî, biçî.
aha! wisa.
dilopeke dî jî diniqute
dilê
şairê pala xwe dayî
dinyayê
hêdîka, piço piço, di
nerma xwe de:
dilop,
lop,
p.
ji pencereyê dengê Hesen
hil dibe,
w’ez
nexweş im gewra minê
îro
min go were ser min.
11ê Nîsana 2018an, Bismil
***
Bu yorum yazar tarafından silindi.
YanıtlaSilSlav ji pala we ra!Saet xweş,min ji detayan hez kir,detay dibin arşîv.
YanıtlaSilSer çavan, mala te ava.
Sil