19. Ran (1985): Dojeha Bavan

Aralık 12, 2018 , 0 Şirove


Ev fîlm temam e. Bi dilê min e yanî. Ew deng û rengê Kurosawa di vî fîlmî de xweş tê bihîstin û dîtin.

Kurosawa cardî berê xwe dide Shakespeare. Vê carê feyzê ji Kral Lear digire. Di fîlmekî din de ji Macbethê girtibû. Kumonosu-jo (1957). Hin lehengên her du fîlman dişibin hev. Mesela Kaedeya jina Taroyê vî fîlmî û jina Washizuyê Kumonosu-jo bi xisletên xwe wekî hev in. Her du jî kîndar û fêlbaz in, dikevin hişê mêrê xwe, wan bi gotinan dixapînin, berê wan didin kuştin û talanê. Hidetora wekî serokê hatî kuştin yê Kumonosu-joyê ye. Taro wekî Washizu ye, her du jî hatine ser textê serokê xwe.

Kurosawa çîroka xwe ji sedsala 16an ya Japonyayê digire. Ew ji dîrokê tu carî nikare biqete xuya ye. Lingekî wî her li dîroka berê ye. Cilûberg jî ji vî aliyî ve ecêb xuya dikin.

Fîlmekî li ser xiyanetê. Fîlmekî li ser xwelîseriyê. Li ser poşmaniyê. Li ser dojeh û bihuştê. Li ser nefret û hezkirinê. Li ser baweriyê. Li ser çavbirçîtiyê. Li ser wehşetê.


Rabirdû wekî ku heyfa xwe ji Hidetora distîne. Wî dinya xwar lê dinya jî jê re nema. Bi xwîn û zorê bû serok, dû re serokatiya xwe da zarokê xwe, lê zarokên wî (ji bilî Saburo) pehînê lê xistin. Ev jî ji ber Kaede weha bû. Ji ber ku ew bûka Hidetora ye û Hidetora ev keleh ji bavê wê stendibû û ew qetil kiribû. Herî dawî serê wê jî tê birîn.

Min pêşî digot qey Saburo kesekî kîndar û zikreş e. Lê paşê min fam kir ne weha ye. Saburoyê me li dij derdiket ku bavê wî serokatiya xwe dewrî birayê mezin bike. Li gor wî bavê wî êdî xurifîbû û nedikarî biryarên rast bide. Wî dizanibû birayên wî piştî hatina ser tex dê ji ser xwe biçin û pehînê li bavê xwe bixin. Hidetora Saburo diqewirîne ji warê xwe. Lê herî dawî li ser sînga wî ruh jê diçe. Saburo jî ji ber wî hatiye kuştin.

Ev fîlmê dawî yê Kurosawa ye ji bo vê rêzê. Di dorê de fîlmên Kieslowski hene. Ka em binerin.



inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: