Siya li Pey Xwe û Ker


Piştî albûma Kerem Sevinç a bi navê Dejê, min li albûmeke bi dilê xwe guhdarî nekiribû. Siya Şevê vê hefteyê albûma xwe ya nû ya çarem belav kir. Bi guhdarkirina ewil re min fam kir ku ew albûma demeke dirêj e li bende bûm, ev bû.


Li Pey Siya Xwe. Navê Albûmê. Herhal her kes ji me qet nebe carekê daye pey siya xwe û herhal ti kes ti caran negihiştiye siya xwe. Ma meriv çawa bigihîjiyê? Perîdank gava dide pey finda xwe, dimire. Qefesa Kafka dide pey çivîka xwe lê em nizanin ka digihîjiyê an na. Heger bigihîjiyê, ew çivîk sax namîne. Perîdank û qefes can û aşiq in, find û çivîk canan û meşûq. Em ne yên kuştinê ne, çi bi aşiqî çi bi meşûqî, nikarin siya xwe bikujin lê encax em ji aliyê siya xwe bên rapêçandin, bên kuştin. Qewmê ji alî siya xwe hatî kuştin, çi navekî xweş. Siya li Pey Xwe, hê xweştir. Sirf ji bo vî navî meriv dikare albûmekê derxe, romanekê binivîse, resimekî xêz bike, filîmekî bikêşe. Siya li pey xwe.

Adabekî nirxandina muzîkê heye yeqîn, divê hebe. Ez wî adabî nizanim îşte, têra xwe guhdar dikim lê dîsa jî nizanim. Dizanim kîjan muzîk ji bo min xweş e ne xweş e, baş e xirab e loma qîma xwe tenê bi van nirxandinên kurtebir tînim. Min ji vê albûmê hez kir. Ev albûm pir xweş bû. Ev albûm pir baş bû. Tew pêşniyazî herkesî jî dikim ku lê guhdarî bikin. Ewqas. Gotin xilas dibin. Lê ji bo ku gotin xilas nebin dixwazim di ser du gotinên stranên vê albûmê re, bi qewla têgeheke Eco, şitexilana li daristanê, xwe li daristanên narrativeê biştexilînim, mijûl bikim, gîro bikim.

"Bênamûs" û "Xema Kê". Du stranên ku bi gotinên xwe li pêşiya dengê xwe ne, dengê ku gelek caran mirov ji bo xatirê wê guh nade gotinan, pê sermest dibe. Di van stranan de ew bayê xurt ê hîciw, mîzah û rexneyê dîrekt li rûyê guhdarê xwe dide. Nizanim ka li cem te jî hîseke wiha çêbû an na lê li cem min, min got qey Siya Şevê wan gotinan ji min re dibêje. Bifikire, Xwedayek ji jor de bangî te dike, “Kerê ji kera kerê ji kera.” Te dê çi bikira? Ma meriv dikare çi bike, ji bilî guhdarkirinê. Xwezka Cebraîl bigota, guhdar bike.

“Bênamûs” hîcwnameya Salih Begê Hênî anî bîra min ku bi “Eger çêkî ji bo cehşê kerê ra / 
Ji zêr afîr, li nêv eywanê qesra” dest pê dike. Di vê helbestê de Hênî dixwaze bêje ku çi ji bo nezan û ehmeqan bê kirin jî bêfede ye û ew dê her di nezanî û ehmeqiya xwe de israrê bikin, lew hunera keran tenê zirrîn e. Siya Şevê hay ji vê helbestê hebû an na, nizanim, lê heger ew karibin vê helbestê jî bikin stran, dê çiqasî xweş û baş bûya. Her helbesta xweş li benda stranbêjê xwe ye. Stranbêjê vê helbestê dê kî be, em binerin.


Kerê ji kera kerê ji kera
Devê xwe venakim ji bo te xêra
Xwe dihesibîne tu wekî zêra
Law her kes te zane ker lawê kera

Ker çêrek e ji bo min ku ji bilêvkirina wê hez dikim. Gava kesek şaşiyekê bike, bi ya meriv neke, meriv aciz bike, tenê li gor gotina xwe biçe, xwe zana û xelkê nezan hesêb bike, dixwazim vê gotinê bêjim. Ker. Hilmeke xurt ji qirikê tê gava her du aliyên ziman ji ser diranên kursî yên jor radibin û hêlê didin ser esmanê dev ji bo ku herfa “r”yê bi şid derkeve. Ker. Kero. Kerê çolê. Kerê Xwedê. Lawê kera. Kurê kera. Qîza kera.  Ez tenê bi van çend çêran dizanim ku min gotine. Gava em zarok bûn, xweş tê bîra min, me digot, “Kurê kera / Ser bêndera / Kayê dixwe / Nade kera.” Dîsa me digot, “Ço kerê min ço / Barê kerê min giran e / Kerê min bi xwe nizane.” Nizanim, belkî jî me bi awayekî din digot. Siya Şevê tespîteke xweş kiriye mesela. Adetek e li cem “ker”an (maneyek jê “qure”) ku xwe di ser her tiştî re dibînin, dibêjin qey zêrên bîst û çar eyar in. Gotinek heye te dî li cem ciwanên kurdan, dibêjin, mala minê tu bilbil î. Lê heger kerek zêr be, bilbilî dana Xwedê ye. Ji van gotinên stranan meriv fam dike ku ker bi xwe nizanin ew ker in. Nezaniya ewqasî jî, dûrî haziran. Min ji gelek kesan re gotiye ker, gelek kesan ji min re gotiye ker. Em li dinyayekê dijîn ku tenê ker lê dijîn.

Tu dost nizane ked nizane
Her kes wekî xwe tu ker dizane
Vê riya rast tu şaş dizane
Tu serê xwe veşartiye qûna te li derve maye

Gava dibêjin ker, gelek caran meseleyeke di hevpeyvîna Abdullah Keskin de tê bîra min ku Bawer Ronahî û Omer Faruk Baran ji bo hejmara 4an a Pêngavê pê re peyivîbûn. Keskin di hevpeyvîna xwe de qal dike ku piştî çîrokên surreel ên Helîm Yûsiv êdî çi dosyeya çîrokan bihata ber destê wan, lehengên çîrokan baz didan ser kerê. Her cara ku ev mesele tê bîra min, bêhemdê xwe dikenim. Aha mijarek ji bo lêkolerên edebiyatê ku dikarin van cure çîrokan tespît û berhev bikin. Henek li hêlekê, kerên Kurdistanê çi ji destê kurdan kişandin çi nekişandin… Dostanî, bi ya min, berî her tiştî dilsozî ye. Însanekî ku ne dilsoz be, dê ne ked bizane û dê hem jî kedxwir be. Dê jê we be ku her kes ne dilsoz e. Siya Şevê gazî guhdarê xwe dike, dibêje “tu!” Min digot qey ez pir dilsoz im, min digot qey bi her awayî di dilqê başiyê û rastiyê de me. Min digot qey dinya li dora min digere. Min digot qey ez çi bibînim ew e. Ez serê xwe tenê dibînim loma nabînim ku qûna min li derve ye. Em li dinyayekê dijîn ku tenê xwe lê dibînin.

Her ku tu çû li der û dora
Silav bêje ê ku li jor û jêra
Kes namire ji ber şora
Ev stran bû hevsar têke stûyê xwe ra

“Şor” peyvek e ku ez wisa texmîn dikim tenê li aliyê Rihayê tê gotin. Gava dibêjin “şor” jî, nizanim çima, Perxudres tê bîra min. Ez di axaftinên me yên Whatsappê de lê geriyam, çi ecêb e, min û Perxudres qet ji hev re negotiye ker. Lê çêdibe bê gotin, ker çi dizane ku ker e, ev jî gotineke bi heq e. Kednezan, hednezan, nedilsoz, nezan, ehmeq, hîlekar, derewçî, belaşxwir ji bavê xwe bêminet in. Lazim e li her derê pihîn li qûna wan bikeve, serê wan bişikê. Lazim e bizanin ku pişta yên ne ji wan saxlem e, bila hedê xwe bizanin! Hetta bila silavan li xwediyên xwe jî bikin. Çi ji destê wan tê jî, bila texsîr nekin. Kes namire ji ber şora, rast e, ez namirim bi vê derbê, ev jî rast e, lê ez ê bimirim bi vê kerbê, welle ev hê rasttir e. Siya Şevê herî dawî jî hevsarekî dirêjî min dike ku têxim stûyê xwe. Ti carî min ew qasî xwe wekî keran hîs nekiribû di nivîseke xwe de. Em li dinyayekê dijîn ku di nivîsên xwe de bi kerîtiya xwe dihisin.


27ê Hezîrana 2018a, Bismil


Têbînî 1: Min gotibû ez ê li nav daristana gotinên du stranan xwe biştexilînim lê ji ber ku min dît nivîs dirêj dibe û ji bo nekevim nav tekraran, min zêdetir xwe neştexiland û behsa strana duyem nekir. Lê hûn li strana duyem guhdar bikin. Û ev nivîs ne nirxandinek e li ser stranê, tenê bi gotinên stranê re, tiştên ku hatin bîra min, min nivîsîn.

Têbînî 2: Hevalekê pirsî: “Evqas tişt ji ku dibînin dinivîsin?” Meriv di heyata xwe de her tim eynî tiştî dinivîse di esasê xwe de, lê her carê bi awayekî ciyawaztir. Ev hemû ji ber çavbirçîtiya xweşitexilanê ye li nav daristanên narrativeê û ji ber tirsa dawîlêhatinê. Meriv dixwaze her tim ji dawiya xwe re dereng bimîne loma her xwe diştexilîne. 

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: