3. A torinói ló (2011): Şeş Rojên Xwedayê Mirî
“Û Xwedê karê xwe
di roja heftem de temam kir; û piştî hemû karê xwe di roja heftem de îstirehet
kir.” (Tekvîn: 2)
Roja
yekem.
Kî
dizane meriv bi hespekî jî dikare dawî li heyata xwe bîne. Hespek dibe
çarenivîsa me. Hespên me yên herî baş di çîrokan de didin çargaviyan. Bozê
Rewan, Hedban, Sosik (Bilîcan ne tê de), Rexşê Belek. Em tenê qîmeta hespên xwe
yên di çîrokan de dizanin. Tehdeya herî mezin, me li hespên xwe kir. Hespekî rehmetiyê
bavê min heye, ji yê haziran xirabtir, em ewqasî jê aciz in, me navek jî lê danenî.
Rojekê xeberek belav bû, Nietzsche hatibû bajarê me. Tu ji xwe re li vê siûdê. Wê
rojê jî wergera kurdî ya Zur Genealogie der Moral di dest min de bû.
Wergêrê kitêbê Xoşnivîsê Reşnivîs bû û kêfa min ne ji wî û ne jî ji wergerên wî
re dihatin, lê ez çi bikim? Mecbûrî. Lê ji ber qîmeta nivîskarê kitêbê, li
hespê xwe siwar bûm çûm meydana bajêr. NeXoşnivîsê me jî li hinda wî bû. Min ew
siktir kir û çûm destê Nietzsche, camêrî jî texsîr nekir hem kitêba min
îmze kir hem jî nameyek li rûpela dawî nivîsî. Min xatir jê xwest, li hespê xwe
siwar bûm. Hesp naçe. Wî qamçî dikim, naçe. Diqîrim, naçe. Nietzsche hat,
giriya. Xwe avêt destê min, giriya. Xwe avêt stûyê hesp, giriya. Çi bû, wê rojê
bû. Wê roja Xwedê her der ronkayî bû, her der şên. Pêşî kartol hebû.
Roja
duyem.
Baweriya
bavê min bi Xwedê tune bû. Baweriya min jî. Li gor wî serdestên me jî Xweda ne
lê ew jî wekî Xwedê tune ne. Min nediwêrî jê bipirsim heger ew tune bin, nexwe
kî ne ev ên zilmê li me dikin? Bavê min her tim bi wê hêviyê bû ku rojekê dê
miheqeq dawî li Xwedatiya wan bê, “çimkî”, wî lê zêde dikir, “du Xweda nikarin
bi hev re me îdare bikin.” Heyf, bavê min zû ji nav me koç kir, hespê xwe yê
ehmeq ji me re hişt û min jî tu carî nedît ku Xweda tune dibin. Nietzsche qal
dike ku wî hîn di sêzdeh saliya xwe de payeya “bavê xirabiyê” daye Xwedê. Heger
Xwedê bavê xirabiyê be nexwe bavê min yê çi ye? Heger bavê min di vê roja Xwedê
esman ava kirî de li jor be û li min temaşe bike, dixwazim vê jê re bibêjim: Yabo,
her roj li ber vê pencereyê berê xwe didim esmanan, Xwedayê te kuştî her ba û
bagerê li vir radike, jê re bibêje, bila bes xirabiyan bike. Dawiyê jî kartol
hebû.
Roja
sêyem.
Rojekê
min xewnek dît. Navê xewnê, A torinói ló. Di roja yekem de bavek dihat
malê, hespê xwe girê dida, keça wî kincên wî jê dikirin, solên wî ji pê
derdixistin, du kartol dikelandin, çira vedimirandin û radizan. Di roja duyem
de, keç cardî kincên bavê xwe lê kirin, solên wî bi pê kirin, du qedeh alkol
danê, bav xwest bi hespê xwe re cardî bi rê bikeve, lê hesp xwe nelivand, bav
cardî ket hundir, keça wî kincên wî jê kirin, solên wî ji pê derxistin, du
kartol kelandin, çira vemirandin û razan. Di roja sêyem de, keça wî du kartol
kelandin, çira vemirandin û razan. Li gor Nietzsche serhildana koleyan ya di exlaqê
de bi peydabûna hesta heyfhilanînê û zêdebûna nirxan dest pê dike. Ez naxwazim
bibim xwediyê vê exlaqê yabo. Xwedê her der kiriye dar û ber û gul û giha lê ez
hîn jî kartolan dixwim.
Roja
çarem.
Hêviyên
me yên ji heyatê bê hed û hesab in. Lê heyata em dijîn, tenê hedek e û hesabek
e. Xeyalên min zêde ne, lê kirinên min kêm. Her roj li eynî quncika odeya xwe
disekinim. Bavê min sax bûya, quncika wî li hember min bû. Bi saetan li qulika
dîwarê malê dinêrim. Dizanim, li pişt wê qulikê heyateke din heye ku ji ya min
cudatir e lê ne bê hed û hesabtir e. Ew jî di quncika odeya xwe de li qulika
dîwar dinêrin û difikirin ku li pişt wê qulikê heyateke din ya ji ya wan
cudatir heye. Li bajarê me her kes weha dizane ku heyateke cudatir heye li
derveyî heyata wan bêyî ku bizanin hemû jî her roj eynî kartolan dixwin. Nietzsche
qala acizbûna însanan ya ji însanan dike yabo û ji vê re jî dibêje hîçîtî. Tu
sax bûya, ez dê ji te aciz bibûma yabo, belkî hurmeta min ji bo te kêm bibûya û
belkî min ji te nefret bikira. Mirina te bi qasî ya Xwedayan dilê min rehet
dike. Stêrk dixuricin.
Roja
pêncem.
Rojekê
tirkek, erebek û farisek hatin hewşa me, ava bîra me vexwarin û paşê kevir
avêtin bîrê. Bavê min bûya, dê ji wan re bigota ew Xweda ne. Me têra xwe derd
girtin ji Xwedayên xwe. Lê mesele ne ev bû. Wan dixwest em bibin wekî wan. Em
dawetî welatê xwe dikirin, xweşiya bajarên xwe li dû hev rêz dikirin. Çavê wan
têr nedibû, her tişt yên wan bûn, av jî, dinya jî. Piştî wan dinya hinekî
tarîtir bû, hinekî serma hat, xewên şevan herimîn. Mexlûqatên duserî sêserî
çarserî pêncserî di bin erdê re dixijikîn, di ser erdê re gav dibûn, di nav çeman
re diherikîn, di ser banan re difiriyan. Ka bibihîse yabo Nietzsche çi dibêje: “Însan
bextewer dibin gava dibînin kesên din êşê dikişînin, lê hîn bextewertir dibin
gava êşê didin kesên din.” Xwedayên me bextewertir dibin û em nikarin kartolên
xwe bikelînin.
Roja
şeşem.
Dawiya
me hat. Tarî ket. Çira vemirîn. Av miçiqî. Agir vênakeve. Sar e. Dicemidim. Li
quncika xwe me. Tu tiştî nabînim. Ronkayî di qulika dîwar de jî xwe nade
hundir. Dixwazim ji vir biçim. Lê nikarim. Tiştek heye nahêle xwe ji vir
bileqînim. Ez dê biçim kû jixwe? Ma cihekî min heye ji vir û pê de? Dengê
zarokan tê, dengê jinan, dengê mêran. Gelo bavê min sax bûya dê çi bigota li
ber vê qelebalixiya boş ya însanan. Dînîtî Xwedatî ye yabo, Nietzsche weha dibêje,
hîçîtî Xwedatî. Ez kartolên xav dixwim û baş dizanim çîroka heyata min çîroka
kartolê bixwe ye.
***
Fîlmê bê: Karhozat - Béla Tarr
Xweş bû.Lêbelê xweska li dewsa " roja çarem/pêncem" te bigota "roja çaran/pêncan"
YanıtlaSilXwendina nivîsarên wiha tejî mîzah, îronî û bi awayeke orjînal yên bi hişekî jîr hatî afandin/ helandin/hunsndin/kelandin/qelandin kêfxweşîys xweşîkîya xweşbûneke xwrşiktir e:-) Pîroz dikim
Silav û spas kekê. Destpêkê forma roja yekê/roja duduyan bû lê min guherand. Guherandina min ne bêsebeb e, Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan jî û Ferhenga Rastnivîsînê jî vê formê pêşniyaz dikin ji bo standardiyê û rêlibergirtina tevliheviyê. Ji bo min ne muhîm e ka bila forma roja yekê be yan ya yekem be, tevî ku em forma roja yekê/duduyan dibêjin.
Sil