Kam Ran
Wêne: Mem Artemêt |
Kamran lawo, di
herfa dawî ya navê xwe de peya dibe kamranî. Bextreşiya fera xwe jidestdayî ji
cihê mayî berdewam dike. Kewên berbangê, azana ber destê sibê, tajiyê li dû
nêçîrê. Gula sor, hilbû jor, bîn. Şopa qabqabkên te dadigere nav
şadirwanê ji selîqeya Pan. Venagere reng-rûyê demê, dengê ji hesreta dûr,
şengewra di peng. Li deriyekî vedibin hemû qeflên herfên navê te, /n/ ne daxil.
Kamran lawo,
guh bidêre ji te re dibêjim ji nav dilê dilanî. Derengî şevê bi tenêtiya xwe
dihise stêrka geşegeş veke. Xema taldeyê, zeraqa ser besta avê, bihara daketiye
rê. Da dor gula sor, gula. Ne bi te ne bê te ho venade bagera di Nîlê
hatî Dîcleyan.Vedigêre bengzê di lemê, henga hilma Nîsanê, bengeşiya
bang. Li kîjan deriyî bidim kam û ran derdikevin pêşiya min, bê kil.
Kamran lawo,
guh med xap û rîpan, li xwe veger, dinya fanî fenanî. Dara ji kozika xwe
derketî dê li der-diyaran reqsekê bike. Lana sewdayê, xunava der hestê gulê,
sihara di nav keserê. Sor li paş çayê Qaf şîn. Pistepista reqsa te
diperre hildiperre li pişt şemala birkan. Tevdigere bi lingê semê, seng e ji
baranan kûr, çengava ooooooo teng. Li çi kerî siwar bin dîsa vedigerin ji
garana berê, bi sil.
Kamran lawo,
min go dev ji her tiştî berde salê carek bi kêmanî. Bila biheje text-tûxtê
dinyayê, xirav bibe pergala dereke. Kêfa şahiyê, tempoya serbest bo hejê, ram
pa pa pam li her derê. Bû alem jê re evîn. Heyat e maye ji te re,
bîne tingetingê xweş li ber têla Tîgran. Hildigire di çonga çemê, sînga ji
feleka yar, pêngava aheng. Li her kolanê pêrgî kamekî têm ku li ser ranekê bûye
bilbil.
Kamran lawo,
dilê min dibêyo kuro lawiko ji şûrê kalanî. Gihane hev siwar û peya, tev
rext-sext, ji rajêr bigir heta serek e. Rima li çiyê, cengcûyên bercest di
kozê, dilopa dawîn a jehrê. Bû gula geş, bi me xweş. Teqereqa te ye olan
dide ji çar hawîr li çeper û meydanan. Vedigire tevaya xemê, perenga di dilê
xwe, hengameya beng. Li hespê xwe ye hukamranî gava kes namîne di bin baranê,
şil.
Kamran lawo,
têkoşan e li dû kêliya nebînayî bi dostanî. Bez e bo bezmeke zewqeke xwe heye,
berikeke ji mor dipeke. Hêza mirinê, sermediya sermestiyê, pêla bar dike ji
behrê. Da me heş, em bi bîna. Bihurî temenê te bi gurmegurma arezûya
jîyê heydadan. Radigire huba sercemê, sengera serhatiyan, çengala di zeng. Li
xeyaleke bûrî dikole xweziya dilê seridî ji simbil.
Kamran lawo,
gula sor geş dibe di dest afrînerê xwe, xweşikanî. Wê jî heye rêyeke digihîje
derwazeyê gava kes raneke. Hibra xameyê, nemiriya di helbestê, gerdûna xweyinga
sêhrê. Wê sermest, em pê şabin. Xuşîna te ye diherikî diçî loma min bo
te gulên sor înan. Vedigere axir meremê, tengala malzarokan, hengava çeleng. Li
heman cihî ye niha kamraniya barekî sivik ketî ser mil.
Serbest.
Helbesteke çîrokî :)
YanıtlaSilNiza welle :)
Sil