Wesyetnameya Pîremêrd
Pîremêrd |
Wesyetnameya Pîremêrd
Îcarê ‘umro, ji mirinê
natirsim, min jiyaneke baş û ‘umrekî dirêj bihurand, li gelek bajar û welatan
geriyam, min beg û padşah dîtin, tehlî û zorî tehm kirin. Bi nîvxwendewariyê ji
Silêmaniyê derçûm û min xwendineke bilind bi dest xist. Bi serbilindî dizanim
ku min di rêya baweriya xwe de heps û zindaneke dijwar dîtiye. Di vî welatî de
du çavê min hebûn, yek ê zanistê û yek ê jînê. Vêga ji niha û pê ve mumkin e ku
qezenca xizmeta min bi min re nemîne û bibim bar bi ser xelkê de, berê xwe
didim deriyê ebedî bêyî ku min malê kesekî xwaribe, muxtacî kesekî bûbim. Ez
hîç ji bo paşeroja xwe nexebitîme, ti karek jî li dû min bicih nemaye û çavê
min ne li paşeroja min e, xwe wek axirxêr dizanim. Herçend yegane hêviya min ew
bû ku bibînim qewm û miletê min pileyekî ji vê bilindtir, xwendewartir û
pêgehîştîtir bin, bû girêkek di dilê min de û min nedît. Ligel wê jî bextewer
im çinku ji bo min eyan bû ku qewm û miletê min xwedî pêşketinan û hemû cure
şiyan û qabîlîyetan e. Şîreta min ew e ku hûn bixwînin, heta ku kur û keç
xwendewar nebin bêfayde ye. Hemû tişt bi ‘îlm û fenê ye. Weku min gotiye:
“Lay min bexwêndewariye,
ah xwêndewariye
Her mîlletê ke fenî nebê,
derdî kariye
Ax xozge xwêndinîş weku
min arezû ekem
Bibînim nebête girêy
qursî kifnekem”
Şîreta min ew e ku hûn bi
dû tiştan nekevin, dinyayê pir nirxbilind negirin. Heta ku hûn dikarin xizmetê
di beranberî qewm û ziman û welatê xwe de bikin, bi destê hejaran bigirin û ji
dîn dernekevin. Xwedê û pêxemberê xwe binasin û bila hereketên we pak û paqij
bin.
Şîreta min ew e ku hûn
çapxaneyê ji dest nedin, vê qelenderxaneyê xira nekin. Ew yek du kes vê navberê di vê qelenderxaneyê
de xwe dane taldeya min, dilê wan nehêlin, heqê wan li ser me heye.
Rojnameyê jî ji dest
nedin. Çapxaneyê jî saz bikin çinku ji aliyekî ve nemir dihêle û xizmetek pê tê
kirin û ji aliyekî dî ve jî ew aliyên ku min alîkarî da wan dibe ku bi egera
karkirina çapxaneyê wan alîkariyan jê nebirin.
Şîreta min ew e ku hûn şî’r
û nivîsên min kom bikin, ji dest nedin û îstîfadayê ji wan bikin. Şîreta min ew
e ku hûn min li Girdî Yare binax bikin. Ji bo min negirîn. Eger we pir bêriya
min kir car caran werin serdana min. Faiq ev şîretên min ji bo te ne û ji bo
wan kesan e ku hûn xemê nexwin.
Çavkanî: Pîremêrd û Pêdaçûneweyekî
Niwêy Jiyan û Berhemekanî, Berhevkirin û vekolîn: Omêd Aşna, Bergê Yekem, Weş.
Aras, 2001, Hewlêr, rr. 47-8
***
(Têbînî: Vê êvarê bi carekê ve niqutî dilê min ku wesyetnameya Pîremêrd biqulibînim ser kurmancî. Beriya çend mehan min ev wesyetname xwendibû û tesîreke zêde li min kiribû. Dizanim dê şaşiyên wergerê tê de hebin, lê tevî şaşiyên xwe jî min gelekî jê hez kir û hêvîdar im ku dê rojekê wergereke tekûztir a vê wesyetnameyê bê kirin. Ez ê bi hînbûna şaşiyên xwe yên wergerê jî gelek kêfxweş bibim û dê îmkan jê re çêbibe ku em ji nû ve sererast bikin.)
sipas, ji keda giranbiha ya pîrêmerd re. sipas, ji bloggerê delal re ku me ji vê deqê mehrûm nehêla.
YanıtlaSilNexşe li wergerinên dinê be heyran ��
YanıtlaSil