23. Cet obscur objet du désir (1977): Arezûya Sergerdan

Aralık 21, 2018 , 0 Şirove


Fîlmê herî dawî yê Bunuel. Wekî Arzunun O Belirsiz Nesnesi / Arzunun Şu Karanlık Nesnesi wergerandine tirkî. Berî her tiştî heyranî navê fîlm bûm, dû re jî heyranî fîlm. Ew tişta nediyar / nexuya ya arezûyê çi ye gelo?

Mathieu û Conchita (Angela Molina)
Piştî temaşekirina fîlm, min hevpeyvîna Bunuel ya li ser vî fîlmî xwend, ya bi Thomas Perez Turrent û José de la Colina re. Û ez şoq bûm. Min qet ferq nekiribû rola lehenga bi navê Conchita ji aliyê du aktrîsên cuda ve tê lîstin: Angela Molina û Carole Bouquet. Tevî ku her du aktrîs ne di fîlm de û ne jî di rastiyê de jî qet naşibin hev, çawa bi dîmenan xapiyam û min ferq nekir ew du aktrîsên cuda ne? Heger min ev hevpeyvîn nexwenda min dê xwe wekî safikan hîs bikira, lê di hevpeyvînê de Bunuel dibêje temaşevanan jî qet ferq nekiriye ew du kesên cuda ne û diyar dike ku “sînema awayekî hîpnozê ye”. Ev gotin tam li vê rewşê dike. Mirov bixwaze çi bibîne, xuya ye wê dibîne. Belkî ji ber ku em qet li kesekî rast nehatine ku du kes bin, hiş û mejiyê me jî bi awayekî jixweber wan du kesan wekî kesekê qebûl dike. Di sînemayê de diyar bû ku ev dukesîbûn çêdibe, lê di edebiyatê de tiştekî weha mumkin e?

Her tişt baş e, xweş e lê zalimê Bunuel çima du aktrîsan wekî aktrîsekê nîşan dide? Vêca ezbenî, Bunuel destpêkê rola Conchita daye Maria Schneider (di Last Tango in Paris de min lê temaşe kiribû) lê Schneider ne bi dilê wî ye û dixwaze biguhere û hema ji ber xwe ve ji produktorê xwe re dibêje “a baş em du aktrîsan bixebitînin” û bi vî awayî ev fikirê li gor Bunuel beredayî pêk tê. Gelo li wir Conchita tenê aktrîsek bûya dê çi li fîlm kêm bikira yan zêde bikira? Nizanim. Jixwe Bunuel jî dibêje hema bi carekê re fikrê du aktrîsan hat hişê min lê ev dibû ku sê aktrîs jî bûya. Yanî tu maneyeke wê du aktrîsbûnê tune ye lê rexnegir ji xwe re li dû maneyan geriyane.

Mathieu û Conchita (Carole Bouquet)
Ez ji dil bûm heyranê bedewî û cazîbeya Conchitayê (Angela Molina û Carole Bouquet), bi taybetî jî Molina û ji dil min ew arezû kir. Ji bo Mathieu (Fernando Rey) ew tişta nediyar ya arezûyê çi ye nizanim lê dibêjim qey ji bo min di vî fîlmî de, bidestnexistina Conchitayê. Ew bidestnexistin dike ku ew arezû her geş û gur bimîne û ew tişta nediyar jî ew deriyê qefilkirî yê nav şeqê Conchitayê ye ku Mathieu tu carî nikare wê qefilê bişkîne û derbasî hundir bibe û wê tişta nediyar bi nav û nîşan bike (ev hêma di sehneyeke fîlm de baş xuya dibe, Mathieu gava bi zorê kincên Conchitayê dixwaze jê bike, herî dawî derpiyê wê dibîne û derpiyê wê hingî bi gelek ben û girêkan hatiye girêdan, deh deqeyan li ber dide lê nikare veke, piştî vê têkçûna xwe, rûdine kûr kûr digirî, ew ben qeflên derî ne helbet). Min di googleê de li resimên dawî yên Molina û Bouquetê nihêrîn. Rebî ev Molina çiqas xwîntehl û kirh bûye, qe nebe Bouquet hîn piçekî li ser bedewiya xwe ya berê ye. Molina ji bo min di vî fîlmî de heye, lê xwezka niha jî her li ser bedewiya xwe ya berê bûya. Lê yextiyarî zehmet e.

Çîroksaziya fîlm jî têra xwe xurt e. Dema vegêrana fîlm hema hema bi temamî di trênê de derbas dibe, ji ber ku Mathieu li wir qala çîroka xwe ya li ser Conchitayê dike û vedigere demên berê. Camêrê pir safik e, tevî ku gelek caran ji Conchitayê vediqete jî (ji ber ku nikare di wî deriyî re derbas bibe) bêyî wê îdare nake. Conchita jî bi xêra vê safiktiya wî têra xwe dixwe û vedixwe. Ew dizane, heger Mathieu bigihêje wê tişta nediyar, êdî dê tu carî wê arezû neke. Fîlm diqede, û ew arezû her berdewam dike.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: