22. Nazarin (1958): Kawikiya Donkîşotane

Aralık 20, 2018 , 0 Şirove



Fîlm navê xwe ji Rahib Nazarîn digire ku Bunuel di hevpeyvîna xwe de ji bo wî dibêje “Don Kîşotê rihbaniyê”. Fîlm ji kitêba Benito Pérez Galdós hatiye adaptekirin lê Bunuel bi xwe jî hin tiştên derveyî kitêbê lê zêde kirine.

Nazarîn bi xisletên xwe kesekî kawik e, saf e, berbihêr e, dixwaze alîkariya her kesî bike, nefsbiçûk e, zû dixape, zû serê wî dikeve belayan, lê ew hatiye li taxeke weha bi cih bûye ku cihê dizekan, parsekan, fahîşeyan e.

Nazarin ji hemû xirabiyan re jî sedemekî bexşandinê peyda dike. Dizek dikevin mala wî lê zêde ne di xema wî de ye, pereyên xwe yên heyî jî dide parsekan, xwediya xanî gava eşyayên wî jê dibe, deng nake, xwarina wî neyê ber jî dê birçî bimîne. Ew li ser rêyekê ye, rêyeke di navbera Xrîstiyaniyê û Don Kîşotiyê de.

Di nezera Nazarin de parsekî jî çareyeke dawî ya mirovan e ku ketinê. Ew ji ber alîkariya fahîşeyeke qatil ya di mala xwe de, ji karê xwe îstîfa dike û dest bi parsê dike. Li serê rêyan rastî gelek bûyerên Donkîşotane tê û wekî Don Kîşot tev digere. Alîkariya hin siwaran dike lê gava dibîne kesek ji wan bi peyayekî kerê xwe re dixeyide ku bê silav derbas bûye, ew bi hêrs dersa însaniyetê dide wan.


Ew êdî kesekî ewliya ye li ber çavê hin mirovan. Tevî ku dibêje tu gotina wî ne bi ser ya zanistê re ye jî, lê malbatek jê dixwaze ku li ser qîza wan ya ber sikratê bixwîne, mûcizeyekê bike. Ew êdî li ber çavê wan temsîla Îsa dike. Ew dua dike, lê bi tesadifî qîza wan baş dibe.

Gava ji wê malbatê vediqete, Beatriz û Andaraya fahîşe jî wekî Sancho Panza didin dû wî û wekî rêberê xwe lê dinihêrin. Rêwîtiyeke wan ya bi teşqele dest pê dike, herî dawî serê Nazarin di nezaretxaneyê de ji aliyê dizekekî ve tê şikandin, lê ew tu bertekê nade û diyar dike ku dê wî kesî jî bibexşîne. Hurmeteke mezin ya mirovî.
Xuya ye kund li cem Meksîkiyan jî wateyeke xwe ya bêyomiyê heye. Xwişka keçika li ber sikratê diyar dike ku haya wê ji vê nexweşiyê hebû ji ber ku kund bi temamê şevê dixwend.

Andara gava ji aliyê polîsan ve dihat birin, Ujo sêvek dida wê. Ev sêv jî wateyeke xwe ya hezkirinê heye herhal.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: