Kawa Nemir (II): Feqîrî ye ku meriv tenê bi peyva zarokatiya xwe edebiyatekê çêbike.

Mayıs 01, 2016 , 0 Şirove

Kawa Nemir ji bo min tekane nivîskarê nifşê berî me ye ku peywendiya min a li gel wî ji xwendevan û nivîskariyê bêtir, peywendiyeke di warê du heval û hogiran de ye. Ji lewma ye ku min tu carî wek ji nivîskarên bi temenê xwe ji min mezintir re gotiye, jê re negotiye mamoste, keko, bira, mamo, xalo û filan û bêvan. Ez her tim jê re dibêjim Kawa can, ew jî dibêje Înan can, wek mezinên ku ji bo xweşkirinê “can”ekê bi pey navên biçûkan ve dizeliqînin. Belkî jî tesîra wan nameyên ku me ji mêj ve ji hev re dinivîsî di vê yekê de zêde bû. Ez ê behsa berhemdarî û nivîskariya wî nekim, lê divê li xwe mikur bêm ku di salê min ên ewil ên nivîsînê de yek ji wan kesan bû ku tesîreke mezin li nivîsên min dikir. Lê bi demê re min hewl da ku ji tesîra wî û nivîskarên din xelas bibim ku rêya xwe bibînim. Vê hevpeyvîna ku dê wekî sê beşan bê belavkirin, ez bawer dikim ku dê hizr û fikra Kawa Nemir li ber çavên xwendevanan zelaltir bike. Di vê hevpeyvînê de pismamên hêja, Erol Şaybak û Umran Peker jî bi pirsên xwe beşdariyê lê kirin û sohbetê rengîntir kirin. Kerem bikin beşa duyem a hevpeyvînê, beşa sêyem dê van rojan bê belavkirin.

İnan Eroğlu, Erol Şaybak, Kawa Nemir.
24ê Nîsana 2016an - Mêrdîn
Wêne: Umran Peker

İnan Eroğlu: Min çavek li Tirsik.netê gerand, der heqê te de heştê û çar peyam hatine nivîsandin.

Erol Şaybak: Bi şeref hatibû bîra min, min digot ez ê bipirsim meseleya Tirşikê. 

İ.E.: Erê. Û gelekên wan ên rexneyên neyînî li ser nefamkirina zimanê te ye û hindekên wan îdia dikin ku zimanê te çêkirî ye. Tu jî wek wan difikirî ku zimanê te çêkirî ye û ma meriv dikare nefamkirinê bike krîtereke rexneya edebî?

E.Ş.: Tu ji helbesta xwe fêm dikî yan na? Ez ê nîv-pirsekê lê zêde bikim. Hetta xanimekê li ser Tirşikê nivîsiye Kawa Nemir ew kes e ku ew bi xwe jî nizane çi dibêje.

Kawa Nemir: E. Kejê Bêmal.

E.Ş.: Kejê ye, ne?       

Kawa Nemir: Erê, erê.

E.Ş.: Vêca, em vê pêlê di nav xwe de nîqaş dikin, tu jî dizanî. Li gel te jî, li gel Şener û Selîm jî. Tam jî li ser vê Şener tiştekî gelekî xweş got. Got, piştî ku min Haruki Murakami xwend -me gava din behsa Murakami dikir-, min dît ku ew sadebûn, sadebûna edebiyatê, lê li gel kûrahiyeke diyarkirî –bo helbestê tiştekî cuda ye-, trendek heye ku li dinyayê ber bi sadebûnê ve diçe. Tu dixwazî bêje tesîra postmodernîzmê, tesîra twitterê, êdî her çi be. Gelo tu jî difikirî ku di helbesta xwe de ber bi sadebûnekê ve biçî? Ji aliyê teserûfa peyvan ve, ne ku tu poetîkaya xwe biguherînî.

Kawa Nemir: Ev pirs gelek gelekî baş e. Em bibêjin, girûgirîft bûn, giranbûna zimanekî, wek ku tê bikaranîn, ne pîvana helbesteke baş e. Dibe ku ziman gelekî gir û girîft be, gelekî kûr xuya bike, dibe ku helbesteke ne baş be û baş be jî. Ez bi wî awayî lê nanêrim. Nêrîna min li dariştina, li sazkirina zimanekî jixwe ne bi vî awayî ye. Eve ku te heta niha ji temenê xwe pê ve jiyaneke çawa û paralelî wê jî, hevhesûyî û hevterîbî wê jî te zimanekî çawa afirandiye. Ev ziman, ewilî jixwe hezkirina ji bo ziman bi xwe ye. A duduyan, ê ma diyar e, ez bi zimanê xwe gelekî baş dizanim, tiştekî normal e. Di vir de problem nîne esas. Bêguman ez jî gelek caran, car û baran, her gav der gav ez jî hizra xwe li ser vê yekê dikim: Bo çi wiha dibêjin? Eve problema xwîneran bi xwe ye. Xwîner ne xwedan pîlan, nexşe û bernameyeke birêkûpêk a xwendinê ye. Dudu, xwîner tê nagihê ku derdê însanî ne ew e ku hevokên dirêj yan jî kurt binivîse, derdê însanekî tema ye û li gor temayê sehne carinan dirêj dibe, carinan kurt dibe. Çawa ku wê xanima zerik gotiye, Xwedê bike ku rojekê em hev du biqefêlin, em ê hev du maç bikin jixwe. Bi rastî kêfa min ji wan rexneyan re gelek gelekî tê.

E.Ş.: Vê nenivîse.

Kawa Nemir: Naxêr… Yanî, di wir de ez çu problemê, çu astengiyê nabînim. Ew nîşaneyek e, tiştên wiha ji hev dizeyin, li hev zêde dibin, yaw ew bi xwe jî fam nake vir de wê de. Di vir de tiştekî din heye mixabin. Wek neyartiyeke din heye, ez fam nakim, bi rastî dibêjim. Ev jî nimûneyek e, ez nas nakim vana. Xwedê ‘emrê wan dirêj bike, lê eve problema wan bi xwe ye, ji me derketiye jixwe. Û wek sadebûna zimên, te dî wek trendekê te got, nav î jî li ser e, jixwe trend e, ê min bala min ne li trendan e. Ya min, jiyana min bi xwe jî, haşa Kafka gelekî mezin e, ez ne Kafka me, jixwe kulwara me jî cuda ye. Ez pirranî pexşanan nanivîsim, lê yê min Kawkaesk e. Li gor paralelî jiyana xwe bi xwe, min zimanek ji xwe re durist kiriye û ez guh nadim van trendan, ti carî. Lê, binêr ez a niha bêjim, nimûne hene di nav re, di nava hemû kulliyata min bi xwe de, em bêjin, teserûfa peyvê, te dî di serî de min got vê pêlê ez gelek şêweyên poetîk ên Rojava û pêş de jî ku ji min bê, zehmettir e, yên Rojhilat, ên me yên klasîk biceribînim. Bi vî halê xwe, bi vê hebûna xwe ya wek Kawa Nemir, di wir de jixwe ev yek dihêle ku, ji 96an û vir ve ye di nav re, pê re dilebikim, tu teserûfê mecbûr bikî. Ev yek dihêle tu bêtir zimanê xwe nas bikî, dudu, tu bi peyva herî geş tu risteya herî kûr, terkîba herî kûr pêk bînî, daynî, biafirînî. Nimûne hene di Kevirên Bendewariyê de, danzdeh helbestên ku li ber besta Fêrîkê Ûsiv hatine nivîsîn, di nav wan de yek heye ku sone ye, min bo Mem Zînistanî nivîsiye. Sone ye ezbenî, kes nabêje vêya, ma ez bêjim? Sone ye û bi raya min soneyeke kompakt, yekpare, saxlem e jî. Û yek jî, te dî, Li Dû Bêxewiyê, navê helbestê nayê bîra min, texmîna min ew e, di wir de min heştbangî nivîsiye. Ya rastî ew jî metneke ne xerab e.

E.Ş.: Di Salnameyê de jî çend helbestên wisa hene, têne bîra min.

Kawa Nemir: Erê. Ev sadebûn heye di nav re, belê bawer bike, min hîç di wir de dîsa ne bi niyeta ku bila sade be, bila kûr be…  Li gor temaya ku ez li ser dişuxulim, zimanek pêk tê jixwe, bi risteya ewil re gelek caran.

E.Ş.: Mesele dibe çi wê demê, ez tiştekî lê zêde bikim. Tu dixwazî helbesta te bibe malê ‘amê yan na? Ev bo te derdekî edebî ye yan na?

Kawa Nemir: ‘Am û xas bila bi hev re bixwînin. Helbesta baş, mixabin, meseleya demê, zemên bi xwe ye.

E.Ş.: Ruhê serdemê…
Selfieya Umran Peker.

Kawa Nemir: Ew anima mundi ye, ku Yeats her behs dike, giyanê serdemê pêşî divê şa’ir zeft bike. Ê min, sal 92-93, min Yeats û şa’irên gewre dixwendin. Min Ritsos dixwend, Shakespeare dixwend. Ma ez ji 92yan û vir ve ye Shakespeare werdigerînim. Tu bêje deh salên ewil hema ji xwe re bi nezanî derbas bûn, lê wekî din tiştek çêbûye, pêk hatiye û anima mundi pirr muhim e, ruhê serdemê em zeft dikin û di vê çarçoveyê de jî xas û ‘am –‘am e lan, am e?-. (Em dikenin. J -ie )

E.Ş.: Gava te rexneyek li xwîneran kir, te got ew kêmasiya xwîneran e. Tam jî, bi ya min problem di wê derê de ye, ez rexneyeke wiha li te bikim. Ruhê serdemê berpirsyariya xwîneran kêm dike, êdî nikarî xwîneran zêde rexne bikî, bibêjî ka tu çima xwe bi tiştekî dî ve girê nadî, tu çima cehdekê li gel zimanê Kawa yan jî peyvên wî yên lokal filan nakî, digel ferhenga wî çima cehdekê nakî. Ji ber ku edebiyat bûye malê hez û zewqê. Dixwînin, fotrafên xwe davêjin ser İnstagramê.

Kawa Nemir: Ya ku te dî em bi nav dikin: Zehf anlamlî ye… Ka li kû ye, di kû de ye? Haa, faktora ferhengê, ji wê hêle ve gelek rexne hene. Cenabê mamoste Remezan Alan jî bi qasî ku min bihîstiye, bi wî awayî nêzîkî meseleyê dibe carinan. Mesela dibêje, ferhengîst, ferhengperwer, ferhengperest. Di binhişê me de belkî problemek be, ew tespîteke pirr muhim e esas.

İ.E.: Ji bo kê dibêje?

Kawa Nemir: Wî ez mînak dame. Bi qasî ku min bihîstiye, gotiye - meseleya ferhengê, di wir de nizanim bi rastî jî bi çi awayî mamoste nêzîk dibe, ji ber ku di çavê me de mamoste gelek gelekî hêja ye. Lê eve her wekî problematîkekê tê behskirin. Ez di vir de jî dibêjim, eve zimanê me ye, şa’irek mesûl e ku zimanê xwe gelek gelekî baş bizanibe. Şanogerek yaw! Şanogerên me zimanê xwe nizanin û me tawanbar dikin. Min îro ro nimûneyek da, îro ro mesela Kak Selîm Temo got, di tekstekê de “Roşîn” derbas dibe, got, yê nizanin wek…

E.Ş.: Rûyê şîn…

Kawa Nemir: Erê. Rûyê şîn, vir de wê de. Lê Roşîn jixwe, ewa tam qonaxa dawîn a Çemê Zapê ye û li Başûr devera ku diqede, jê re Roşîn dibêjin. Jixwe ro, robar e, çem e. Ê min jî, bi salan e, mesela lêkera birodeçûn, wexta ku tiştek li ber avê dikeve û diçe… Gelek kesan ez tawanbar kirime, gotine, hetta tu lêkeran çêdikî. Min got, eeeûw, ma bû çi yaw?.. Hetta, gotin, tu bi çi wateyê bi kar tînî? Yaw bi ro de çû, lawik ket avê û bi ro de çû. Min got, weleh tu gelekî zekî yî.

İ.E.: Nivîskarên me yên Kafkasyayê bi kar tînin.

Kawa Nemir: Erê, mesela di wir de serpêhatiya peyvê serêşiya min e. Ez peyva xwe gelekî baş dixwînim û ez peyvên xwe yên zarokatiyê, ji min re ewana xezîne ne jixwe, gencîne ne, ewana tiştek in ku ti carî, ti carî jê derbas nabim. Haa, ferhenga min bi giranî ji vê zêhnê derdikeve, ev normal e. Ez çawa bêjim ez ferhenga xwe ya berfireh, rengê wê biguherînim. Her wiha dînamîk e, diguhere. Tê veguhestin bo serdemeke din, bo qonaxeke dîtir, lê mirov neşê bibêje eva ferhengperestî ye. Ziman bi xwe ev e.

İ.E.: Ez dixwazim vê pirsê bi awayekî din bêjim. Jixwe tu pirr li ser ziman jî dixebitî, kesî jê guman nîne. Gelo tu ziman wek malzemeyekê bi kar tînî û armanca te edebiyat e yan jî tu edebiyatê wek malzemeyekê bi kar tînî û armanca te ziman e? Tu bi çi awayî lê dinêrî?

Wêne: Şener Özmen
Kawa Nemir: Belê, vana hemû di nav hev de ne. Le heke bikaribe bibe bersiv, ez bibêjim, ez bi tenê ji bo peyvekê soneyan, helbestan dinivîsim. Binêr, a niha eva tiştekî xwedan rîsk e, belkî hin kes min tawanbar bikin. Lê ez vê yekê çawa dikim? Bo nimûne, di nava soneyên min de soneyeke bi navê Xew heye, yek jê, Mirin heye, yek jî, Şev heye. Ez defterên xwe, zêhna xwe, ewilî zêhna min jixwe, paşê jî defterên xwe, çavkaniyên xwe, xwendinên xwe yan jî tiştên ku bi rastî jî wek şepolî hiş têne min, di nava qonaxên nivîsînê re, hemû peyvên ku têkildarî “şev”ê bin, “mirin”ê bin, “xew”ê bin, di çarçoveya çardehkîteyî de, di çardeh risteyan de, wana hemûyan yek bi yek dineqînim, hildibijêrim. Xebatek e ev û luksa şa’irekî nîne ku bi belaşî her tiştî bi kar bîne. Eva mêzîneke wê heye. Ha di wir de, hindek peyvên bi rastî jî başebaş, bi temamî neketibin jiyana min, çawa em bêjin, ne peyva zarokatiya min be, ev feqîrî ye ku meriv tenê bi peyva zarokatiya xwe edebiyatekê çêbike, pêk bîne, bilind bike, ava bike. Yên ku derî vê jî, evana ez mecbûr im bi kar tînim, lê dibanim û bi kar tînim. Di wir de tiştekî nû înşa dibe, edebiyat qonaxeke di nav hev de ye. Ne ku tenê ji bo ku ez zimên bikim alav edebiyatê dikim, nizanim edebiyatê dikim alav, nizanim zimên çi dikim. Pirseke girîft e, lê hemû di nav hev de ne û ji hêla zimên ve tiştekî nû înşa dibe jixwe. Ewilî divê em vê yekê baş bizanibin. Şa’irên me tiştekî gelek gelekî şaş fam dikin! Şa’ir divê ferhengê bi kar bîne, peyva herî baş ji xwe re bineqîne, xebatê bike. Binêre, yek ji wan kesan Şener Özmen e. Şener Özmen ji bo romanên xwe malzemeyên xwe berhev dike, ji bilî temaya xwe, babeta xwe. Ez bi xwe edîtorê wî me, ez baş nas dikim. Û hinek hevalên me yên ku di du salan, sê salan de radibin, dibêjin em bûne rexnegir, dibêje, ev peyv nîne, ev niza’ çi nîne, vir de wê de. Camêr, tu ji kû zanî nîne? Heyran, qurbana çavê te…

E.Ş.: Tu çend devokên kurdî nas dikî?

Kawa Nemir: Erê.

E.Ş.: Çend ferhengên kurdî nas dikî?

Kawa Nemir: Erê. Na, “raguhestin” nîne, ez niza’m çi nîne. Yaw ma çawa nîne? Camêr çi dike? Bi rastî, bi taybetî romannûs wiha ne, dixebitin, bi pîlan û proje dixebitin. Defterên Şener Özmen gelekî meşhûr in, di nava me de meşhûr in bi rastî. Ji bilî xwendina xwe, ji bilî çêjwergirtina xwe ya estetîk, li ser ferhengê ji nû ve hizra xwe dike jixwe: Kîjan peyv pêdiviya min pê heye, kîjan qalib, kîjan nizanim çi. Heger bi rastî jî em van meseleyan baş fam bikin, ji vir û pê de em ê bi şêweyekî gelekî ciyawaztir, cihêrengtir nêzîkî metnê bibin. Eve, di vir de, heta ku em vê yekê, vê qonaxê hilneyînin, em ê nêzîkî metnê nebin. Problem jixwe ranêzîkbûn e. Digot, “ranêzîkbûn” nîne. Çawa nîne? Tu ji kû zanî “ranêzîkbûn” nîne? Carinan ez dikim, min got, heye. Lawo min got û çêbû. Dibêjim, lê ne wisa ye, hene jixwe. Xebat e, ezbenî, xebat e û berhevkarî ye. Ji bilî best û îlham û jêhatîbûn û zîrekbûnê, xebatek divê jê re. Bila ew li qusûrê nenêrin, vêca hindek mesele hene, ku wisa didin ber dasê, ne hêsan e. Ez îdia dikim, eger bi rastî jî ew qasî jêhatî ne, kulliyata min li ber çavan e. Bila ji min re bêjin rastiya vê kulliyatê çi ye, ji bilî Serkîsofê.

İ.E: Te di dawiya salên 90î û salên ewil ên 2000î de edîtoriya Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê kir. Ev her du kovar jî di bin banê NÇMê de derdiketin û NÇM bi nêzîkatiya xwe ya siyaseta kurdî re jî tê naskirin. Gelo hingê, wexta ku te edîtoriya wan kovaran dikir, tu mudaxeleyên ji derve yên siyasî li kovarê dihatin kirin?

E.Ş.: Bê sansûr bêje.

Kawa Nemir: Ewilî ez ji bo vê yekê bêjim: Kerekî çolê, xwe jî di Wikipediayê de nivîsiye, te dî hinekan nivîsîne der barê min de tiştekî kurt, pirr kêm jî, van salan ji dayîk bû, nizanim, xudan van berheman e û edîtoriya Jiyana Rewşen û Rewşen-Nameyê kir, îja di bin de yekî nivîsiye, tê bêjî qey bavê min ew der mail e, gotiye, “Biçirrîne Kawa, te kengî edîtorî kir?” Ew kerê çolê kî be, xwe eşkere nake, lê madem bi pirsê ve girê dayî ye, ez vê yekê bêjim: Kerên çolê yên bi vî rengî nizanin ku di wir de çîrok, di wê medbexê de, di wê kulînê de çîrok çawa bû. Rola Jiyana Rewşenê û Rewşen-Nameyê û di civatekê de jixwe me behs kir, hinekan nav lê kir û hinek dostên me yên hêja gotin nifş e, ne nifş e, vir de wê de. Ji bilî wê, niha va ye em di civatê de ne, heta ku ez sax bim jî ne ji hedê ti kesî ye ku rabe çîrokê berevajî bike. Di wê medbexê de çi qewimiye, gişî eşkere dibêjim ku, ferqek jî hetta tê de heye ku, ez eşkere peywendiya vê xebatê di bin banê sazî û dezgehekî wek Navenda Çanda Mezopotamyayê de li gel PKKê, eşkere Partiya Karkerên Kurdistanê, şerîet şermê naxwaze, em vana hemûyan bêjin, li wir bûm, bi keda me bilind bû, bi ekîba me bilind bû. Em niha navan gişî bijimêrin, gelek nav hene: Cemîl Denlî heye, Abdurrahman Çelik heye, Berfin Zenderlioğlu heye, Esma Eksen heye, hene û hene, Nurten Demirbaş heye, ên qadroyên serekî vana ne. Ew ên ku niha çîrokê berevajî dikin, ka bila ji min re çîrokeke sehîh bêjin ku bi rastî ez bêjim ku wiha qewimiye. Û wiha jî qewimiye. Bê guman li jêr patronajê, patronajeke diyar, deranîna, çêkirina, derxistina kovareke bi vî rengî, ku demeke ku bi rastî jî demeke zalimane bû, ne hêsan bû, gelekî zehmet bû. Tijî dijwarî. Ewilî, bê guman bi qasî êşên ku em tûşî wan dibûn ji hêla dewletê ve û me ev kar li Stenbolê dikir, li Turhol Hanê dikir, li ser Cadeya Îstiklalê, vir de wê de. Û jixwe beşa ku ez tê de bûm, ji 96an heya 2002yan, Jiyana Rewşen û Rewşen-Name...  Ji van êrîşên dewletê bêtir, carinan, tengasiya ku li gel me û em bêjin, di navbera vê ekîbê û siyaseta kulturî ya Partiya Karkerên Kurdistanê de diqewimî. Gelek tengasiyên wan hebûn. Em bibêjin, nifşê me yan jî ew kesên ku xebatkar bûn di wê kulînê de, esas wek paşxane me ev mudaxele qebûl nedikir, lê em gelekî baş jî pê serwext bûn, me ciyekî din tinebû ku em biçûna. Enstîtuya Kurdî ya Stembolê, Navenda Çanda Mezopotamyayê û ti devereke ku rabe piştevaniya te bike ku tu karekî wiha bikî ku her kes tê de xwe îfade bike tinebû. Li wir jî, lewma jî, digel wan mudaxeleyan jî… Mesela çi ye? Komsêr hebûn, komsêrên siyasetê hebûn û evana ji şeş mehan carekê diçûn û dihatin wek rotasyonê. Ez bi xwe, jiyana min jî her wisa ye, ez bi rastî her piştevaniya wê yekê dikim ku em eşkere bibêjin, tiştekî veşartî nîne. Ez wek edîtorê Jiyana Rewşenê û Rewşen-Nameyê bi salan min bi çavê xwe hemû tişt dîtin, çîrok gelek in. Mijar dihatine diyarkirin, mudaxele çêdibûn, bê guman heta ku ji me dihat, me dixwest ku em nerm bikin û hindek tişt hebûn ku ji hêla wan ve, daxwazên wan, sepandinên wan, ta astekê mirov dikare van jî fam bike, dîsa girê dayî ruhê serdemê ye, anima mundi ye, ne tiştekî xerîb e. Haa îro ro, ji zû ve ye, ev tişt naqewimin, lê heger ew xîreta van kesan, vê kadroyê neba, bi kadroyên ku em li gel hev şuxulîn… Temam, rola min bêtir derketiye pêş, ji min û Cemîl Denlî û pê ve kes bi nivîsê berdewam nebû, lê ew xîret neba bi rastî, carinan tesadûfî, carinan jî bi rastî me dida zora xwe, vir de wê de, ew xîret neba, îro ev roj nediqewimî. Haa li gor, li ser vî esasî, ên ku rabin ji xwe re çîrokan li hev bînin, kerem bikin bila bikin, em bêjin rast e an rast e. Heger behsa çîrokekê bikin, ez li wir bûm, min xebat kir, bila bifikirin du caran, gelo Kawa çi dibêje. Ez dikarim şahidiyê bikim.

E.Ş.: Ez dixwazim li ser wê pirsekê bikim. Me van rojan behsê kir, Cumhur jî gelek serê xwe pê re êşand, wê meseleya nifşbûna Rewşenê em heqeten di hişê xwe de dipîvin, gelo çi ye, nifş bi çi maneyê tê bikaranîn. Ya ku em pê dihesin, wek pêleke edebî, wek ekoleke edebî tê dîtin.

Kawa Nemir: Wek berbihevhatinekê mirov belkî bêje.

E.Ş.: Erê. Heçku mirov deh kes bên ba hev, bêjin, manîfestoya me ev e, em filankes in, em Dadaîst in, em filan bêvan in, bi vê pêlê em dixwazin di edebiyatê de van tiştan bişkînin, van tiştan bidin destpêkirin. Nifş, di kurdî de wê peywendê dide mirov. Gelo di Jiyana Rewşenê de, di Rewşen-Nameyê de, bi ya te tiştek wisa hebû ku em wek nifşekê bi nav bikin û bêjin ku erê, poetîkayeke cuda, tabî her kes mustaqîl e, bi serê xwe şairek cuda ye, lê pêlek edebî pêk hatiye? Tu çi difikirî li ser vê?

Kawa Nemir: Ezbenî, biryareke wisa tinebû jixwe, ez bêjim. Ji bilî ku li gorî van pîvanan, pîvanên nifşbûnê, mirov nêzîkî meseleyê bibe, mustaqîliyet, wekî din heta tu bêjî, endamên vê qonaxê hemû polarîze ne jixwe. Helbest û pexşan û vir de wê de, ya yekî naşibe ya yekî din, yan jî ya yeke din. Lê di wir de, di wê qonaxê de, biryareke bi vî rengî, îradeyeke bi vî rengî tinebû. Bê guman em gelek caran, hefteyê carekê li hev rûdiniştin. Mesela, hindek xanî, xaniyê min ê li Bahçelievlerê, ji wê qonaxê kesekî nehatibe li wê malê nemabe tine. Û hetta şevên beatnik, wek beat generation, wan şevên hesab bikin… vexwarin û vir de wê de ye, terr û hişk pêk ve… Salên… ew mekan, ew xanî û xaniyê li Elmadağê, çend xaniyên din wisa hefteyê carekê, xwendin, xwendin, me metin dixwendin, dixwazim bila vana hemû eşkere bibin, û me henekê xwe bi hindek metnan dikir, hinek kesan henekê xwe bi metnên me dikirin. Îro ro sax e, li van deran e jî, Rodî Zerya dikare gelekî baş şahidiyê bike, Cemîl Denlî dikare gelekî baş şahidiyê bike.

E.Ş.: Ew li baxçeyê dî ye, li Mezopotamyayê ye.

Kawa Nemir: Erê. Hevalên ku wisa li dinyayê belav bûne, vir de wê de. Ji kulîna Rewşenê bi xwe, hevalên me yên din nedihatin, ez rastiyê bêjim, hîç daxilî van ewkan nedibûn. Hevalên me yên li dora kovarê, ji derve dihatin, Osman Mehmed û gelek hevalên din. Civat çêdibûn, lê ew îradeya ku te dî em nifşek in hîç nedihate bîra me. Gelek caran, me pê dizanibû, yan jî em hêdî hêdî pê dihesiyan ku tiştek çêdibe, zor û zehmetiyên wê hene, lê aliyê wê yê xwendinê gelekî baş bû, nifşê me gelekî baş dixwend. Qonaxa ku em tê de bûn, me gelekî baş dixwend. Îro ro, carinan ez rexneyê gelekî li hevalên me yên ji me ciwantir dikim, bi wî qasî naxwînim. Yanî çi ye? Ê me, zanî, sêhr li me dihate girêdan, loma wexta me Lautreamont dixwend, ez tim vê nimûneyê tînim, Rodî Zerya wexta cara ewil Lautreamont xwendibû, du sê mehan guhê me bir: Weeeûw Lautreamont, weeeûw Lautreamont. Aloysius Bertrand xwend, Gaspard de la Nuit, “Gasparê Şevê”, wergerên Özdemir İnce bûn, ev zanî çi ye, îja bi Aloysius Bertrand ve çend mehan guhê me bir. Rilke, şa’irê me yê cîhanê, yê klasîk. Bi rastî jî qonaxeke gelekî enteresan bû. Îro ro, gelo ew best, ew hest, ew îlham heye? Ew best li însanan radibe yan na, ez meraq dikim. Di wir de, di vê çarçoveyê de, ew îradeya ku em ê bibin nifşek, yan jî metneke ku em rûniştibin li ser û me gotibe, em pêk ve hevbîr in ku va ye em nifşek in, em ê tiştekî wek nifş damezirînin… Na! Ew navlêkirin jixwe di pey re çêbû. Ez her dibêjim wexta ku însan dipirsin, ez dibêjim, ti carî, ti carî, min negotiye Nifşê Rewşenê. Kê gotiye? Bi texmîna min, Dilawer Zeraq û Lal Laleş gotiye. Dilawer Zeraq îdiaya wî ew e, cenabê wî dibêje, ewilî min got. Û Lal Laleş jî zêde behs kir. Ewilî, nivîskî, Lal behs kir bi texmîna min.

İ.E.: Te jî di hevpeyvînên xwe de behsê dikir.

Kawa Nemir: Piştî, erê, piştî ku wan qal kir, min jî qal kir, min jî got wek qonaxekê, wek wate, wek qonaxekê… Lê her carê, ji bîr nakim ku eve berbihevhatinek bû. Em ber bi hev ve hatin. Ew polarîzasyon, jixwe em çi qasî fîzîkî ber bi hev ve dihatin, ew qasî jî tiştê ku me dabû ber xwe dûrî hev bû. Îro ro mesela, bo nimûne, nifşên ku min li ser xebat kirine, ên Anglosakson, di helbesta Emerîkî de, li gelek parêzgehan di sedsala 20emîn de nifşên ecêb derketine.  Black Mountain Poets, yanî Şa’irên Çiyayê Reş, li devera kê derê bû,  Idahoyê  bû, San Franciscoyê bû, çi bû. Yan jî Beat Generation, Nifşê Beat, ji dawiya 40î heya ez bêjim 60-70 wan çaxan, kitêbxaneyeke wan a diyar, City Lights  heye, ya Beatnikan, û şax û perên xwe vedidin, tesîrê li sînemayê dikin. Manîfestoya wan heye.

E.Ş.: Xwedî îdiayekê ne.

Kawa Nemir: Belê, ê me ew çênebûye, ew çu carî çênebûye. Hetta ez bêjim, di nav wan de jî endamên wan nifşan, mesela sê, çar, pênc fîgurên gewre nêzîkî hev in jî, hem jiyanî, hem jî wek metin nêzîkî hev in. Ê me ev tişt çênebûye. Ev muhim e, bê guman eve munaqeşeyeke bi rastî jî berhemdar e, divê ku mirov pê de here.

E.Ş.: Bi rastî jî ev munaqeşe gelek lazim in, ji ber ku akademiya kurdî pêk tê, sibe dusibe wê wek pakêtekê bînin ber me, bêjin va min ji we re helbesta Jiyana Rewşen tehlîl kir. Wê kesek rabe teza xwe li ser binivîse mesela, yan jî Tîrêjê filan. Ew dê hişekî gelek xerab ava bike. Akademî jî, rexne jî divê xwe ji van pênaseyan giştî biparêze. Lewma dipirsim…

Kawa Nemir: Rûxîner e ez bêjim…

E.Ş.: Tabî, rûxîner e. Ew ne pakêtek e, Jiyana Rewşen ne pakêtek e.

Kawa Nemir: Her tim tiştê ku ez jê ditirsim zanî çi ye? Xwendina şaş e. Heger mirov qonaxeke tarîxî şaş bixwîne, a di wir de heye, tiştên ku jê bizeyin, wê tiştên metirsîdar bin, kil û kêmasî wê zêde bibin. Lewma xwendineke baş divê jê re.

İ.E.: Te di 2003yan de Weşanxaneya Bajar ava kir ku navê xwe wek îlham ji helbesteke Kavafis werdigire. Bêtir wergerên cîhanê û wekî din berhemên telîf tê de hatin çapkirin. Di demeke kurt de, mixabin, weşanxaneyê top avêt, hat girtin. Tu bêriya wan rojên xwe yên weşanxaneyê dikî û difikirî, heke derfeta te hebe, dixwazî ji nû ve wê weşanxaneyê ava bikî?

Kawa Nemir: Bajar kula dilê min e, bi rastî jî kula dilê min e. Projeyeke gelekî baş bû, tiştê ku min dabû ber xwe pirr pirr muhim bû. Ewilî ez bêjim, bê guman mottoya, slogana weşanxaneyê helbesta Kavafis a bi navê “Bajar” bû, lê bes navê “bajar” esas ji hêleke din ve jî wek hilbijartina wê logoyê, vir de wê de, xwe digihîne City Ligtsa Nifşê Beat. Te dî kitêbxaneya wan a li Chicagoyê, li kê derê bû, navê wê City Lights, yanî Çirayên Bajêr, Lempeyên Bajêr. Hetta min xwest ku ez logoya wan, bi qasî ku tê bîra min, lempeyeke li kuçeyê heye û wisa roniyê dide, paşê min ewa piçekî berê wê guherand, min qaza beyanî bi kar anî. Esas ev jî gooseGoose jî sembola neteweyî ya Îrlandiyan bi xwe ye. Li ser vî meqamî jî, min rûpelek tam ji bo pêveka, wê çaxê Ülke bû, Gündem bû, çi bû, min nivîsek nivîsî. Ew nivîseke bo PR’ê bû, bi saya serê rehmetiya Evrim Alataş, edîtora min bû, edîtoriya nivîsên min dikir, lê bi taybetî ji bo wek daxuyaniyekê nivîsek bû. Mixabin niha li cem min nîne, ez peyda nakim, di arşîvan de heye. Bi wî awayî di wir de min ew mesele gihande meseleya Îrlandiyan. Û di wir de derdekî min, zanî, bi laş û gewde bû, berceste bû û li gor vê pîlansaziyê, min got tiştekî ku heta niha wek pêlekê, wek pêngavekê, wek hemleyekê kesî nekiriye ez ê bikim. Hetta min digot, ez ê bi tenê û bi tenê wergeran çap bikim. Ewilî esas niyeta min ne ew bû ku ez berhemên telîf çap bikim. Û bala we kêşabe, di nav wan berheman de berhema min a telîf nîne, min ya xwe çap nekir. Min wergerên xwe çap kirin û wergerên ku min dixwest çap bikim û hindek pîlansaziyên ku mesela te dî, Ergin Öpengin wê çaxê xort bû, dihatin bi kêfxweşî… Nameyeke ku wî ji min re nivîsîbû, wexta ku ez ne li weşanxaneyê bûm, hevalek hebû, xebatkarek, Ergin name danîbû û çûbû. Ew pêşwazîkirina wî, dilgermiya wî, li Zankoya Boğaziçiyê wê çaxê xwendekar bû. Pirr baş hat pêşwazîkirin, lê di qadê de, di qada xebatê de, ew lexvehatin min bi xwe ji hevalên xwe yên nêzîk, ew lexvehatin yan jî pêşwaziya germ, mixabin nedît. Ez ji gelek kesan jî dilşikestî bûm mixabin. Her wiha ji hêleke din ve jî kula dilê min e Bajar. Ev berhemên telîf, te dî min çend heb çap kirin, ez ji xwediyê wan berheman poşman im, ez ji wan berheman bi xwe jî poşman im. Xwezî min berhema Sîdar Jîr çap nekira. Xwezî min berhema Kovan Baqî çap nekira.

İ.E.: Çima?

Kawa Nemir: Însanên bê bext in. Eşkere ez dikarim bêjim vêya, bi rastî jî bê bext in. Îro ro çil û du salî me, heta ku ji min hatiye, ji bilî derewên însanî yên biçûk, di tiştên, di meseleyên esasî de ez derewan nakim, bila hemû bizanibin. Tiştekî ne eyb e, ne şerm e jî. A niha, mirov rabe qala sedemên gelekî berbiçavtir bike, hewce nake. Her kes dizane û dîsa dibêjim: Tiştên temamker hene di arşîvan de, ew ê rojekê jixwe derkevin, ez ji niha de dibêjim. Belkî bi xêra van gotinan, hinek însan xwe rast bikin. Îro ro, heger ez tiştekî eletewş bikim, ez sînyalekê bigirim ji civatê, ez ê xwe sererast bikim. Belasebeb bila însan serî li xwe mezin nekin. Ji vê yekê ji min hez nakin, lê ez ê bêjim û min tiştek ji wan re gotibû, ji hemû hevalan re: Bajar ya we ye. Bi ‘eynî meqamî mesela… Çend salan? Deh salan, danzdeh salan keda min di Lîsê de heye. Her bi wî awayî ez li gel xebata bi hevkarî bûme. Îro ro projeyeke dîtir hebe, bikeve serê min, ez ê li gel wan bim jî û keda min hebe, heger ew hêja bibînin û min got Bajar a we ye, mixabin ewk nekirin. Te dî çi bû… Tiştekî gelek enteresan e, min ji malbata xwe ya dewlemend îmkanek peyda kir û bi rastî jî min dixwest bi saya serê vê xebatê hinek hevalên xwe jî xwedî bikim. Min gelekî xwest, lê hêj me dest pê nekirî, em bi rê dikevin, yaw gelek kesan, xurrr û xuricîn ser xebatê û hema di destpêka xebatê de tiştekî biçûk kirin, min got, edîtorî vir de wê de… Vêca… Çima pereyê min nadî? Çima ewk nakî? Vir de wê de ye. Jixwe çi hebe, me daye, me zêde jî daye, lê ew hawayê ku em hatin tê re derketin ne xweş bû. Ne xweş bû, gelek tişt qewimîn û bi ser de vêca bû kula dilê min, lê esas jî ji bo vê qonaxê bi rastî xisareke mezin bû. Xwezî Bajar hebûya, Bajar jî li vê qonaxê zêde bûya. Temam, me çend, çardeh, panzdeh, şanzdeh kitêb çap kirin di demeke kurt de û me xwest ku şekl û şemal jî bila luks be, baş be. Cenabê Kak Evdila Keskin, te dî cara ewil bû bi texmîna min, ew fûara pirtûkan li Kuçeya Hunerê çêbû li Diyarbekir, îja standa Bajar û Avestayê li kêleka hev bû. Wê çaxê standa Avesta jî biçûk bû û yê me jî me nû dest pê kiribû, li Diyarbekir li pêncî û du noqteyan min bilboard çêkir. Ne ciyê ‘eybê ye ez bêjim, min deh hezar lîre bi tenê da bilboardan. Erê bi şeref.

Umran Peker: Mamoste, mesele hat ser Evdila Keskin, van rojên dawî hevpeyvînek kiribû, gotibû, “Kürtçe kefenini yırttı ama şahlancak mı?” Ez dikarim vê pirs bikim, kefen hebû ji bo kurdî, kefen, wan çaxan ji bo weşangeriyê?

Kawa Nemir.
Karîkatûr: Serdar Kestay
Kawa Nemir: Ez berî wê vêya temam bikim, ez ê hizra xwe bêjim. Kak Evdila got, te ji niha ve top avêtiye. Min jî tiştekî bi wî meqamî got bi texmîna min, min got, baş e, bi vî qasî be jî me kir, ev jî baş e, me ceriband qenebe. Kak Evdila got, yaw ew bilboard û vir de wê de… Min got, kes nake ha, bi rastî kes nake. Got, te bi wî pereyî dikaribû gelek kitêb çap bikirana. Ew meseleya kefençirandinê… Hevpeyvîn tê bîra min. Bi raya min, esasê edebiyata kurdî esas gelek gelekî berfireh e. Mesela, mijara vekolanê ye, vir de wê de ye, sînerjiyeke gelekî ecêb heye. Temam, li ber mirinê bû li Bakurê Kurdistanê û vejanek çêbû, lê ew vejan çênebûya jî, ma yê çi bi edebiyata kurdî bihata? Yeqîn li Bakur edebiyata kurdî çênedibû, li parçeyekî din wê berdewam bûya. Lewma jî, bi temamî ne li gel wê hizrê me. Lê xuya ye, ez dibêjim qey Kak Evdila bi vê refleksê gotiye, wekî hişyariyekê, sist nebin, bixebitin! Ji ber ku tecrîbeya wî di weşangeriyê de gelek gelekî zêde ye, lewma jî ji mafê wî ye vê yekê bibêje.

U.P.: Spas.     


İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: