Bi şimikan dibezim nav mirinê

Ocak 25, 2020 0 Şirove

Didim aqilê xwe ka herî dawî kengî bi erdhejeka wisa hesîyam. Dema ku erdheja Wanê qewimî ne şaş bim sala min ya dawî bû li lîseyê. Li dersxaneyê bûm û dersxaneya me li qatê şeşan yan jî heftan ya avahîyekê bû. Em li tenefisê bûn, maseya ku destê min li ser bê hemd lerizî. Gêja min çû, û ji bo ku meseleyê fam bikim, min serê xwe gal kir di pencereyê ra derxist. Wesayît sekinîbûn, birêvebirê me yê dersxaneyê yê di nav komek însanan da bi ken li derdora xwe dinerî. Aciz bûbûm ji ber ku di rewşeka wisa da em li jorê û ew jî li jêrê bû. 

Heta hingê bi tu erdhejê nehesîyabûm. Hindek caran gava erd dihejîya ecêb dimam ku çawa pê nahesim tevî ku yên derdora min hemû pê dihesin. Tiştek ji min kêm bû, lê çi? Hindek caran dîsa ecêb dimam tevî ku min wisa hîs dikir erd hejîyaye  jî lê kesî di eynê xwe ra dernedixist, wisa bê his û pis diman. Gêja min diçû gelo? Yan tiştê min pala xwe dabûyê leqîyabû? Heçku ew girêdan û peywendîya navbera min û însanan qut bûbû. Tiştê ku wan hîs bikira min hîs nedikir, tiştê min hîs bikira wan hîs nedikir. Lê dîsa jî ne ewqasî bê siûd bûm tê bêjî qey, heta roja îro ew girêdan û peywendî jî bi min ra mezin dibû, xurt dibû. 


Duh êvarê gava erd hejîya ez û dêya min tenê li malê bûn. Ew wekî her carê, hez dike van saetan xwe dirêj bike, bixilmişe. Xewa me malîyan giştûk wisa sivik e, dêya min bi hejîna herî biçûk şiyar dibe, bavê min ji ber çirkeçirka saetê nikare raze. Ez jî li ber kompûtera xwe bûm û min lê dikola ka ez çawa dikarim qeyda dersa xwe çêbikim. Pêşî leqek li me ket, niqteya ku çavê min lê bû wekî şikilê kevanekê ji alîyekî çû alîyê din. Êdî hîn bûyî bûm, di rewşên wisa da min berê xwe dida banî ji bo fam bikim ka gêja min diçe yan erd diheje yan paldanka bin min leqîyaye. Erê, erd dihejîya. Lempeya me bê hed çerx dibû. Dêya min veciniqî û şiyar bû. Niha ji alîyekî ve kêfxweş im ku meriv di xewa xwe da jî bi erdhejê bihese û ji alîyekî ve jî bi fikar im ku ew sersamîya piştî xewê dikare me tûşî bûyerine xirab bike. Lê hîsa erdhejê kesê herî sakîn jî dikare sersam bike. Her wekî min. 


Piştî leqa yekem leqeka din jî li me ket. Vê carê qîrçeqîrçek bi malê ket, hin tişt li kev ketibûn lê çi? Li gor dêya min ew dengê qîrçeqîrça petekan bû, bi ya min jî ew dengê dolaban bû. Her çi jî be, piştî bi saetekê filan gava em vegerîyan malê min dît ku berkêşkên mitbexê ji cihê xwe derketine, wêneyekî bavê min yê çarçovekirî yê li ser refê kitêban deverû bûye. Bi leqa duyem ra qîrînek bi apartmanê ket. Dêya min şiyar bûye lê baş fam nake çi bûye. Divê ez çi bikim nizanim. Em xwe bidin kîjan taldeyê, xwe li kû veşêrin? Di van rewşan da însan çi dikin? Em birevin yan bisekinin? Heger dengê cîranan ji nêrdewanan nehata belkî min ji dêya xwe ra negota zû em jî dakevin. Refleksên însanan jî bi qasî erdhejê talûke ne. Helwestên wan dike ku tu jî pir bitirsî. Ez pir tirsîyabûm û vê tirsê kiribû ku tevî şimika xwe ya nav malê dakevim xwarê. Piştra gava lê warqilîm ku berî dêya xwe daketimee xwarê û min ew li dû xwe hiştîye, şermeka mezin ez girtim. Nexwe tirsê vê jî bi însanan dida kirin. 

Cîranên me hildabûn zarokên bêserî xwe berdidan xwarê. Gelekên wan pêxwas bûn. Her kes êdî derdiketin derve. Hin cîranên me li erebeyên xwe siwar bûn û berê xwe dan gundê xwe. Hinek di erebeyên xwe da man. Cîranekî me got çawa erd hejîyaye min dogalgaz girtîye. Qet tiştekî wisa nehatibû bîra min. Jixwe bihata jî min nedizanî çawa tê girtin. Yanî bi her awayî em ji bo tevdîran jî dereng mayî bûn. Nexwe ev dogalgaz tevî ku derfet bû her weha belayeka mezin bû jî. Min qet nexwest wê îhtimalê bînim ber çavê xwe ku ji ber wê agir bi mala me dikeve. Îja hemû arşîva malbatê bişewitîya me dê çi xwelî li serê xwe bikira? Însan carna nizane qet xema çi bixwe ya çi nexwe. 

Gava ku her kes belav bû em jî vegerîyan mala xwe. Carek du carên din jî erd hejîya, le şideta wan pir kêm bû. Vê erdhejê zirar neda malê min û canê min, lê hîs û tirsa wê tesîreka xirab li min kir. Heger tesîra wê ya li ser kesekî dûrî navenda erdhejê wisa be, Xwedê zane tesîra wê ya li ser keskî nêzî navenda erdhejê çiqas xirab û mezin e. 

Tiştekî zanim ku gelek şêweyên mirinê hene. Erdhej jî yek ji wan e.

0 yorum: