PERÎDANK JI NAV KITÊBÊ DERDIKEVE (Nameya Sêyem)

Kasım 14, 2017 , 0 Şirove


Merheba ji te re Xwedêyo;

Çendik û çend meh di ser min û te re derbas bûn ku min nekarî ji te re binivîsim. Dengê te tê min heçku, pêjna dengê te dikim. Dengekî hêl e, dengekî hişkgîn, dengekî di ser çem û robaran re diherike, dengekî berbayî vizîna bê dikeve, dengekî serhevraz dibe, dengekî ji ber şûnpiyên hespekî li çargaviyan dipeke, dengekî ji ber hesinê hedadekî dipengize, dengekî ji lûleya tifingê difilite, dengekî ji nav olana bîrekê hil dibe, dengekî ji nav ava gumgumekî difûre, dengekî bi berfê re hêl dibe, dengekî bi terezê re lê dide, dengekî bi baranê re direşîne, dengekî bi wesayîtan re gêr dibe, dengekî li ser qeşayê dişemite, dengekî ji kaşan digindire, dengekî di nav keldûmanê de qulap dibe, dengekî ji borîzanan zûr dibe, dengekî ji naqosan gur dibe, dengekî ji nav azanê li ba dibe, dengekî bi birekê re dibire, dengekî bi şûr re jêdike, dengekî bi meqesê re diqusîne, dengekî bi bivir re qut dike, dengekî bi miriyan re dimire, dengekî bi jî-yan re dijî, dengekî dikene, dengekî digirî, dengekî hêrs dibe, dengekî diqîre, dengekî dibêje, dengekî dibêje, dengekî dibêje, dengekî dibêje tu çima ji min re nanivîsî lo Înanolo.

Wext çend zû dihere û derbas dibe Xwedêyo, niza’m li aliyê we jî her wisa ye. Wekî duh na pêr tê bîra min ew rojên hatûçû-û-nemahatî, ‘eyn wiha li bîra min in ew nameyên min bi ‘işqeke naygotin ji te re dinivîsîn. Belkî te hay jê tunebe lê di vê maweyê de gelek bobelat û karesat qewimîn. Ez ji te re dinivîsim rast e lê tu li min nenerî tu bi xatirê xwe kî, tam di van deman de jî dawî li van bobelat û karesatan nehatiye. Qaweta te nagihîjiyê ku rê li ber nexweşiyan bigirî dizanim, jixwe qaweta min jî nagihîjiyê lê qaweta Perîdankê digihîjiyê, bawer bike. Perîdank ne ya henekan e haa, nebî nebî tu ji bîr bikî! Her cara ku navê wê diniqute hişê min, demildest ji tevahiya nexweşiyan dûr dikevim û hest bi hemû xweşiyên dinyayê dikim.

Xwezila te Perîdank bi çavê seriyan bidîta Xwedêyo. Ma ne îşê li ber dikevim û xemgîn im bo te ji ber vê bêsiûdî û bedbextiya te ya nedîtina Perîdankê. Ma xwene te Perîdank bidîta, tu dê her di vî halê xwe yê perperîşan de bûyay? Ev bêsiûdî û bedbextî dê bihata serê te? Te dê her tim xwe veşarta li pişt heyva bin ewrê? Na, na, yeqîn nakim, qet yeqîn nakim. Lê li ber xwe bide Xwedêyo, li benda roja xwe bisekine. Heye ku tu jî rojekê çav bi Perîdanka min bikevî.

Ji roja ku hatim Parîsê min hemû kuçe û kolan piyase kirin tik tenê ji bo ku hema neqilkê Perîdanka xwe bibînim Xwedêyo. Min ti qul û qorzî û neqeb bi hev nehiştin, li hemû gar û stesyonan geriyam, li hemû metroyan, hemû trênan, hemû tramwayan, hemû otobêsan siwar bûm, bi parsek û bêmalan re li nav peyarêkan razam, li keştî û waporan siwar bûm, li nav turîst û gerokan şop bi şop meşiyam, bi dizî ketim nav hemû muzeyan, li nav hemû konseran min însan tehn dan û ji wî serî diçûm seriyê din, tev li hemû panel û gotûbêjan bûm û min seyra hemû beşdar û guhdaran dikir, li hemû bar û dîsko û cluban ji ser hişê xwe çûm, têra min li min xistin, li hemû park û daristanan bazda, li nav cur bi cur heywanan geriyam, yekî zîtik avêt, yekî qiloçê xwe li min xist, yekî nikilê xwe li min da, yekî ez gez kirim, yekî bi min veda, lê min negot bes û hey bi pey şopa Perîdanka xwe ketim. Ax xwezî Perîdanka min li cem min bûya, ew ji we re dizanibû bêheysiyetno.

Her cara ku vedigeriyam cihê staja xwe, di nav toz û herriyê de dimam. Hevalên ku li enstîtuyê her carê ji min dipirsîn ka gelo min şopek bi ser Perîdanka xwe xistiye an na êdî hew ji min pirsa wê dikirin. Rojekê gava Kendal Nezan ez li enstîtuyê di nav herî û çiravêlkê de dîtim axîneke kûr kişand û gote min “ev çi halê te ye Înanolo, ne eyb e ji te re ku bi pey Perîdankekê ketiyî û xwe ji bo wê perîşan dikî, welle heyfa te, heyfa xortaniya te.” Min got, mamoste ev ne Perîdankeke wisa ye ku xwe ji bo wê perîşan nekim û xwe nexim vî halî. Min got, mamoste te Perîdank nedîtiye loma wisa dibêjî. Min got, mamoste heger ev eyb be ez bi vê eybê kêfxweş û serbilind im. Min got, mamoste xwezil ji xêra Xwedê re te Perîdank bidîta. Min got, mamoste Perîdankeke wisa ne li darê dinyayê û ne jî li banê gerdûnê heye. Min got, mamoste hemû mal û milkên dinyayê jî bidin min ez dev ji Perîdanka xwe naqerim û ez ê hey ji bo dîtina wê têbikoşim. Kendal Nezan çer ku dît min xwe li serhişkiya dîtina Perîdankê daniye, bi awayekî mafdar dev ji min berda û berî ku veqete ev heneka xwe ya meşhûr kir: “Heger te dît silavên min jî lê bike.”

Îro jî wekî her rojên te ji ber heyecana dîtina Perîdankê ji dersa xwe mam Xwedêyo. Di hemû kêlekên hiş û hoşeyên min de navê Perîdankê olan dida û wekî her roj min îro jî pir ji nêzîk ve hest pê kir ku ez ê miheqqeq Perîdankê bibînim. Serê sibê ji dêvla ku rabim taştêyekê amade bikim min çûbû xwe li ser qenepeyê dirêj kiribû û bi saetan ketibûm fikara Perîdankê ka gelo qeza w belayek hatibe serê wê. Hezar şik û guman di serê min de gêr bûn. Lê paşê min dilê xwe rihet kir û qaneh bûm ku Perîdank pir bi hêz e, qaweta wê digihîje her tiştî û her belayê. Çiqasî bêşans û bextreş bûn ên ku wan Perîdankek nîn bû. Xwezî bi milyonan, bi milyaran Perîdankên min hebûna û min ew li van bêşans û bextreşan belav bikirina. Lê çi fêde Perîdankek tenê hebû û heta niha xeyn ji min kesî ew nedîtibû. Haya we jê tune lê ma ez bo çi wiha li ser hemdê xwe me tevî hemû lêdan û têkoşîna sext û dijwar jî? Helbet ji ber Perîdankê, ji ber dîtina wê. Dîtina wê ez zexm kirim, bihêztir kirim, têkoşertir kirim ji bo ku zêdetir li ber xwe bidim da ku wê cardî bibînim.

Gava bi lezûbez li Saint-Michel-Notre-Dameê li Metro 4ê siwar bûm ku bigihîjim dersa xwe di hişê min de ne gihîştina dersê lê hezar bîranîn û serhatiyên min ên dîtina Perîdankê hebûn. Her cara ku bi trêna RER Cyê vedigeriyam malê, belaheq min rêya xwe ya dipdirêj çend rawestgehên din jî dirêj dikirin ji bo ku bi dilê rihet li Perîdanka xwe bifikirim. Di her yek ji van rêwîtiyên dirêj de min devê bîranîn û serhatiyeke xwe ya bi Perîdankê re vedikir û diketim nav xewn û xeyalên kûr û dirêj. Bê hemdê xwe dikeniyam û dibişirîm carnan û carnan jî tirsek diket dilê min ku heye rêwiyên hember min ji ber van ken û bişirînên min şolên xerab bên hişê wan. Gelek caran jî ez tirsiyam ku rojekê mêrikekî reşik î zexm kulmekê li ser devê min bixe û bêje tu çi fehş fehş bi min dikenî heywan layê heywanan. Axir heta niha kesî destê xwe li min neda, herhal dibêjim, dibe ku ji ber tirsa Perîdanka min be.

Çer ku metro li rawestgeha Saint-Placide disekine, bazdanka ji deriyê kuçeya Notre-Dame des Champs derdikevim û di nav deqeyekê de xwe digihînim avahiya Alliance Française. Homer Dizeyî tê bîra min Xwedêyo ku di bîranîneke xwe de behsa Alliance Française dike ji ber ku wî jî demekê li vir dersên fransî girtine. Homer Dizeyî dibêje hemû keçikên xweşik ên Parîsê li kantîna vir diciviyan û aktor û aktrîsên Hollywoodê jî dihatin vir. Di dema Homer Dizeyî de kantîna vir nizanim çawa bû lê di dema me de ne kantîneke wiha bêhawe ye Xwedêyo, jixwe kes xweşkayî nayê kantînê jî. Bi saetan li vê kantînê dimam û li Perîdanka xwe difikirîm. Her cara ku hevalên polê yên ji heftê û du miletan ez dinirquçandim û bi heftê û du zimanan digotin, haydê Înanolo ders dest pê kiriye, min xwe diingirand û bi kurmanciyeke sade ji wan re digot, hûn biçin ez ê li benda Perîdanka xwe bimînim. Dibêjinm rojbaş û derbasî polê dibim. Mamoste di dersê de dibêje çi nabêje çi jixwe guhê min qet ne lê ye û li deftera ber xwe misêwa rismê Perîdanka xwe xêz dikim. Haya min jê nîne lê ez dibînim ku ders qediyaye û hemû heval jî hêdî hêdi derdikevin. Mamoste Samuelle qey ji rewş û timtêla min fam dike loma tê ber serê min û dibêje çi derdê te heye Înanolo? Perîdank, dibêjim, Perîdank. Fam nake rebenê, dibêje te go çi? Dibêjim, Perîdank. Dibêje, çawa tê nivîsandin. Bi herfên mezin dibêjim P-E-R-Î-D-A-N-K. Dibêje, hmm, Perîdank çi ye gelo? Ha ji ter re, dibêjim, îja me pê girt, de were Perîdanka neketiye ti ferhengan jê re wergerîne. Risteyeke şairî tê bîra min, peyveke wê diguherînim û yekser ji mamoste re dibêjim: “Wernagere ti zimanan rehma Perîdanka min.” Devê Samuelle ji hev diçe û dibêje, “Oh la la, tu tam şairekî rasteqîn î.” Erê, dibêjim, derdê Perîdanka min ez kirim şair.

Piştî ku ji Alliance Française derdikevim, cardî li Metro 4ê siwar dibim û têm li Gare du Nordê peya dibim. Gava ku ez ê bêm enstîtuyê, ew kalemêrê kitêbfiroş ê li hemberî enstîtuyê ber bi çavê min dikeve. Her carê ez dibînim ku li ber kulûbeya xwe ya kitêban e û kitêbek di dest wî de ye Xwedêyo. Por û riha wî jî wekî kitêbên wî li nav hev ketiye û bûye gêre. Bi heyecana ku ez ê kitêbekê derbarê Perîdanka xwe de bixwînim ber bi kulûbeya wî ve diçim. “Silav û rêz Seydayê delal,” dibêjim. Kitêbfiroş kitêba dest xwe datîne û dibêje min, “wey hezar silav û serçavan xwarzê, kerem ke.” “Wey keremdar bî Apê Hecî,” dibêjim, bi kêfeke mezin, “welle li kitêbekê digeriyam, derbarê Perîdankekê de, min got çi zanim belkî li cem te peyda bibe.” Kitêbfiroş heçku hinekî ji ber xwesteka min xemgîn bûbe, got “na welle kitêbeke wisa li cem min tune ye xwarziyê delal lê heke te qebûl e kitêbeke min î pir xweş li gor dilê te heye.” Min got, “Çi ye, çitonî ye?” bi devoka Sirûciyan. Kitêbeke reş î çermîn derxist raberî min kir û wî jî bi devoka Sirûcê li min vegerand: “La va kîtabekî pir xaş e yawrim.” Ez şoq bûm, min gotê “Xalê Hecî, Xalê Hecî fransizek û devoka Sirûcê çi eleqa?” Got: “Law qet mepirse xanima min ji Sirûcê ye.” Min got weyla min di vî îşî kiro, tabî di dilê xwe de. Kitêbfiroş gote min ku ev kitêba çîroka xortekî ye ku heta mirina xwe dide pey pey hezkirina xwe. Super, dibêjim, tam li gor min e.

Gava têm enstîtuyê kesî li salonê nabînim. Bi meraq radihijim kitêba xwe û hema ji nişka ve ji rûpelekê vedikim. Çer ku kitêbê vedikim, kitêb ji dest min dipengize û ez ji çend mîtroyan dipengizim aliyekî din. Ronahiyek rengorengo ji nav kitêbê ber bi tawanê ve dikişe û di nav vê ronahiyê de kêliyekê ku bi qasî salan dirêj e ji bo min çav bi Perîdanka xwe dikevim Xwedêyo. “Înanolo” dibêje, gava ku dê ji derî derkeve, “lo Înano lo”. Dibe mij û moran ber bi hewayê dikeve û diçe. Bi saetan gêj û jixweçûyî dimînim. Malava bin hevalên enstîtuyê min dibin nexweşxaneyê û du sê serûman li min dixin heta têm ser hişê xwe.  Gava têm ser hişê xwe dibînim wa ye Kendal Nezan jî li ber serê min e.

“Perîdank,” dibêjim bi kêf û xemgîniyeke têkel, “min Perîdanka xwe dît.”

“Waaa!” dibêje Kendal Nezan bi awayekî şaşmayî û lê zêde dike: “Qenebe te silavên min lê kirin?”

“Na welleh,” dibêjim û kesereke kûr dikêşim. “Vê carê jî ji dest min filitî.”


14ê Çiriya Paşîn a 2017an
Parîs

03.46

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: