Bîrname 1: Mamoste têrika min li min dixe

Ocak 31, 2017 , 6 Şirove


9 Hezîran 2011 - Pêncşem

Ez di pola 3’an de bûm. Mamosteyê me yekî Mêrdînî ku navê wî AA bû. Ew AA yekî weke gamêşan, qeretecî, yê ku di dersan de nan (xwarin) dixwar, bû. Pirr li zarokan dixist. Hema bêje her roj ba çend xwendevanan dikir ku ji bo wî di dersê de masaj bikin. Gava midûr an yekî din bihata sinifê xwendevanan dişanda ciyê wan. Tê bîra min gava li zarokan dixist feleka wan şaş dikir. Carekê gava li qûna hevalekî me ŞP xist wî bilind kir hewayê. Yekî sportîk bû. Carekê hevalê min ê sinifê ê herî dirêj Mİ (ku niha ez jê dirêjtir im) derxist û xwe ji ser wî teqleyan avêt. Ez şaş mabûm, gelo vî bênamûsî çawa werê kir.

Zanibû li sazê bixista. Carekê min şand malê ku ez herim saz bînim. Saz yê Yunis bû. Ez, HA û Mİ bi min re hat. Em çûn saz anîn û hatin sinifê. Li sazê xist dawiyê ez hatim malê.

Carekê di sinifê de got “kî ew ê here ji min re kebabekê bîne.” (Weke min got, di dersê de kebaban dixwar.) Min tilîka xwe rakir. Min derxist. Çend hebên din jî tilîka xwe rakir. Mamoste FÇ derxist. HA jî tilîka xwe rakiribû, lê ew derneket. Ez û F’yo em çûn li kebabçiyan geriyan, lê ciyekî vekirî pir tunebû. Di ser de nêzî du saetan çûbû. Gava me ji kebabgerekî kebab stendibû ku em bêne dibistanê, di nîvê rê de MD û SA ê ji sinifa me hatin, gotin “Xoce gotiye, heger we wan dît têrka wan, li wan bixin. Lê em li we naxin, hadê em herin.” Çima li me xe gelo, ma me çi kiribû. Na, wiha nedibû.

Gava em çûn sinifê xoce ne tê de bû. Em li cihê xwe rûniştin. Bîstek şûnde min nihêrî wa ye Xoce bincînî derî girt û hat sinifê. Kir barebar. Got “Hûn li ku bûn ûlan, ez ji serê sibehê de li we digeriyam. Ez çûm nexweşxanê. Ez çûm nexweşxanê, ez çûm ewlekarî(emniyet)yê, min çû li her derê we pirsî, tiştek ji we bibûna min ê çi bigota ji malbata we re” – (Çend sal piştî vê bûyerê gava min vê bûyera ji kurxaltiyê xwe re got, vê bersivê da min “Jixwe biçûya qereqolê, emniyetê nexweşxanê, ku bigota, min wan şandiye kebaban, wê yê li wir wiha bigota, ‘çi îşê vî xwendekarî li derve, li kebaban heye’ “). Piştî wê rahişt darekî û têrika me li me xist. Ew qas li min xist ku min di bin xwe de kir. Ez çi qas li ber xwe ketim, lê axirî kes nedîtibû, min bi xwe de kiriye. Rahişt dosyeya me ya xwendinê û “X” ye mezin li ser xêz kir û got ez ê we ji dibistanê bavêjim. (Bi çi rûyî diavêje, çawa diavêje, hem me dişîne û dibê, ez ê we ji dibistanê biqewirînim.”) Me lavayî wî kir, me got soz careke din wiha nabe, ha û ho, axirî got temam herin rûnên.

Gelo çima me ji vî bênamûsî hez dikir. Bi wî hişê xwe çi qas tiştên nexweş dikir jî me jê hez dikir. Ez niha difikirim ku, em ew çax çi qas ker bûne, kawik bûne. Lê ew çax tiştên weha li xweşa me jî diçû.

Ez ew çaxê bi qasekê jê aciz bûbûm, lê dîsa jî kêfa me jê re dihat. Carekê got hûn ê nameyekê binivîsin. Min jî jê re nivîsandibû. Bi qasî tê bîra min name wiha bû:

“Mamoste, ji ber ku hûn ê me bibin geryanê gellekî kêfxweş im. … Bavê min dibêje ez û apê wî hevalê hev ê leşkeriyê bûn. Dibêje, ew çax paşnavê we “A…” bûye, lê, vê dawiyê bûye “A…”.”

Bêbavo xweş stran, klaman jî digot. Yek ji wê jî strana “Dîk çûye serê xanî” bû ku ketibû devê min jî. (Koma Çarnewa dibêje)
Qûndeyo qezayekê jî derbas kiribû. Erebeya wî ya sor jî mahf bûbû. Navberekê nehat dersa me. Gava hat telefona xwe da xwendevana. Min jî nîmroya wî li bal xwe tomar kir.


Yek ji wan mamosteyên ku bi xeddariyê ne ez ê wan ji bîr nekim jî ew e, AA ye. Ew çax çi qas kêfa min jê re hatibe jî, ez dizanim ew ji tiştekî re nabe. Ez wî bibînim, ez ê vêya jê re bibêjim, bila ew jî bi bîr bîne.

***

(Têbînî: Di hivdehsaliya xwe de rûniştibûm ser defterê û wek kesekî ku berê wî li mirinê be, min dest bi nivîsandina bîranînên xwe kiribû ji xeynî nivîsandina rojnivîskan. Ez ê car caran di bin quncika "Bîrname"yê de hin bîranînên xwe binivîsim. Ji ber ku ev nivîseke kevn e ji bo min, min dest bi sererastkirina rêzimanî ya nivîsê neda û min xwest bila diyar be bê ka bi demê re nivîsa min ji aliyê rêzimanî ve di kîjan qonaxan re bihuriye. Tenê min navên kesan nenivîsiye û bi herfan wan diyar kiriye. Em piçekî li bîra xwe vekolin, gelek tişt hene ku dê piştî çendakî neyêne bîra me jî. Bi heviya ku bi dilê xwendevanî jî be.

6 yorum:

Reştirîn Şi'ra Dinyayê - Bextiyar Elî

Ocak 30, 2017 , , 2 Şirove

Bextiyar Elî

Reştirîn Şi’ra Dinyayê

Min pencereyek heye li ser dîwarekî nihênî. Li pişt dîwarî hewşeke reş heye, tê de hindek bilbil di qefesa reş de stranan dibêjin. Ez jiyana xwe bêhtir li ber wê pencereya nihênî dibim serî, pencereyeke ku dikarim bi xwe re bigerînim, her bîska ku hemû tişt tarî dibin, ez wê pencereyê vedikim û guh didim bilbilê reş, ku straneke reş bo min dibêje.

Min pencereyek heye li ser dîwarekî reş, li pişt wî esmanekî reş heye, tê de hindek firîşteyên reş hene, mehfûrên reş didirûn, kefenên reş çê dikin… Jiyana min bêhtir bi temaşekirina wan firîşteyan diçe serî, ku kenê reş bi min didin, silava reş li min dikin.

Ez wê pencereya reş bi xwe re digerînim. Gava ku hûn hemû dikevin xewê, ez wê pencereyê vedikim, stêrkên reş bêhn dikim, tenê ez heyva reş dibînim, xwarinên reş dixwim ku ji rêbiwarekî bêhêvî bicih mane, kitêbên reş dixwînim ku destên reş dixwazin, mizgeftên reş ku bangên reş ji nav diçin, fêkiyên reş ku piştî rojiyên reş tên xwarin.

Min pencereyek heye li ser dîwarekî nihênî. Di wî dîwarî de bajarekî reş heye, di wî bajarî de kolaneke reş heye, di wê kolanê de êvarî bi hezaran keçên xemgîn nameyên reş dinivîsin. Ez her şev diçim wan nameyan dixwînim. Ku seranser vediguherim çirûskên reş, biharên reş, lalezarên reş.

Min pencereyek heye li ser dîwarekî reş ku tenê ez dibînim. Dîwar di jûreke reş de ye, tenê di roja reş de tê dîtin, tenê di wextê reş de tê vekirin, tenê kesek tê re diçe ku wekî min hemû nêrînên ji yekem rojê heta qiyametê, tije bibin ji nîgarên reş.

Bextiyar Elî



***

Çavkanî: Bextiyar Elî, Ey benderî dost ey keştî dujmin, Endêşe: 2014, r. 84-5
Ji soranî bo kurmancî: înanolo

2 yorum:

Baholê Bavê Min - Orhan Pamuk

Ocak 29, 2017 , , 3 Şirove


Bavê min beriya mirina xwe bi du salan, baholekî xwe yê biçûk yê bi destenivîs û defteran mişt da min. Wekî qerfbêjî û henekbaziya xwe ya her carê, daxwaza xwe gote min ku ez piştî wî, mebest jê piştî mirina wî wan bixwînim.

Got: “De ka lê binihêre,” bi şermokiyeke biçûk, “ bê tiştine kêrhatî hene di nav de. Ha te dî, te piştî min ew neqandin û dan weşandin.”

Em di nav kitêban de bûn li nivîsgeha min. Bavê min notila yekî ku hewl bide ji ber barekî giranbuha rizgar bibe, digel çavnêriyê li dora xwe difetilî bêyî ku bizane dê baholê xwe deyne kû. Piştre tiştê destê xwe hêdîka danî quncikeke ku balê nakêşe.

Çer ku ev kêliya nebîrane qediya, ku em her du jî dabûn şermê, em her du jî bi dilfirehî li hal û hewalên xwe yên her wekî berê, li wan nasnavên xwe yên qerfbêj û henekbaz vegeriyan ku piçekî di ser heyatê re çilape dikir. Me wekî her carê, bêyî ku em zêde li ber hay û bayê wê bikevin, qala aş û baş, qala heyatê kir, me qala kêşeyên siyasî yên Tirkiyeyê kir ku dawî li wan nedihat û me qala kar û barên bavê xwe kir ku pirrî caran bi ser nediket.

Tê bîra min ku piştî ku bavê min çû, çend rojan bêyî ku ez dest bidim wan, ez li dora baholî sernişîv û serevraz dimeşiyam. Min tew ji zarokatiya xwe ve bi wî baholê biçûk, reşeve û çermîn, bi wê mifteya wê, kujên wê yên girover dizanî. Bavê min wê hingê ew li gel xwe dibir, gava ku derketa rêwingiyeke kêmdomdar û carinan jî gava ku ji malê berev kargehê barekî bibira. Dihate bîra min ku hinga ku ez zarok bûm, gava ku bavê min ji rêwingiya xwe vedigeriya, min ev baholê biçûk vedikir, kel û melên wî li nav hev dixistin, û min hej wê qolonya û bêhna welatên biyanî dikir ku ji navê derdiket. Bo min ev bahol tiştekî dilhebîn û naskirî bû  ku gelek tiştên rabirdû û bîrhatiyên min ên zarokatiyê bar dikir, lêbelê min vêca tew nikaribû dest bidimê. Çira? Helbet ji ber wî barê razdar û nepen yê nav baholî.

Ez ê nihakê wateya giraniya vî baholî dereve bikim. Ev wateya wî tiştê mirovî, mebest jê wateya edebiyatê ye ku deriyê odeyekê li ser xwe dadide, diçe ser maseyekê, li gel kaxez û qelemî vedikişe qorziyekê û xwe derpêş dike.

Min kir nekir, min nekarî deste xwe bi baholê bavê xwe ve bikim, lê min bi hindek defterên navê dizanî. Min bavê xwe dîtibû, gava ku li ser hindekan hin tişt reşeve dikirin. Ne cara ewil bû ku ez hay ji bûna tiştên navê bibim. Kitêbxaneyeke berz ya bavê min hebû, di xortaniya xwe de, dawiya salên 1940î, xwestiye li Stenbolê bibe helbestnûs, Valéry wergêraye tirkî, lê nexwestibû ku li welatekî belengaz û kêmxwende bi nivîseriya helbestan re zehmetiyên jiyaneke edebî bikêşe. Bavê bavê min –kalikê min– karsazekî dewlemend bû, bavê min zarokatî û ciwaniya xwe di rihetiyekê de bi serî kiribû, nedixwest ku bo edebiyatê, bo nivîsînê zehmetiyê bibîne. Bi hemû bedewiyên wê dildarê heyatê bû, min ew fam dikir.


Gumana ewil ya ku ez dûrî tiştên nava baholê bavê xwe kirim helbet tirsa neecibanê bû li ser tiştên ku min ê bixwenda. Bavê min jî ji ber ku bi vê dizanî bergiriya xwe kiribû, xwe li kirasekî dîtir pêçabû wekî ku tiştên nava baholî ne di xema wî de bin. Dîtina vê ya piştî jiyaneke nivîskariya bîst û pênc salan dilê min dax dikir. Lê tew min nedixwest ku ez bi bavê xwe re jî bixeyidim, ji ber ku edebiyat  zêde ne di xema wî de bû… Tirsa min a sereke, îxtimala nivîskariyeke çak ya bavê min bû, ku min ne dixwest bizanim ne jî min dixwest hîn bibim. Aha ‘eyn ji ber vê tirsa xwe min nedikarî baholê bavê xwe vekim. Tew bi ser de min nedikarî vî sedemî bi aşkerayî bibêjime xwe. Ji lew re heke ji nav baholê bavê min edebiyateke rasteqîn û berz derketa, diviya ku min bipejiranda di nava bavê min de zilamekî cihêreng heye. Ev tiştekî tirsedar bû. Çi ku digel wî temenê min ê navsere jî, min her dixwest ku bavê min wekî bavekî bo min bimîne; ne ku wekî nivîskar.

Ji bo min nivîskarbûyîn ew tişt e, ku meriv ew kesê duyem yê di nava kesî de veşartî, dinyaliga ku wî kesî çêdike, bi sebr û cehda salan kifş bike: Hinga ku dibêjin nivîs, serê ewil roman, helbest, ne kevneşopiya edebiyatê, ew mirov tê ber çavên min ku deriyê odeyekê li ser xwe digire, diçe ser maseyekê, bi tena serê xwe li hundirê xwe vedigere û bi xêra vê bi peyvan ji xwe re dinyaligeke nû ava dike. Ev mêr, an jî ev jin, çêdibe ku daktîloyê bixebitîne, mifayê ji rihetiyên kombersê bibîne, an jî çêdibe ku wekî min seraqet sî salan li ser kaxezê, bi destan, bi qelemên hibrî binivîse. Her ku nivîsî, çêdibe ku qehwe û çayê vexwe, cixareyê bikêşe. Carinan çêdibe ku ji maseya xwe rabe, di şibakeyê re li derve, li wan zarokan binihêre ku ji xwe re li sikakê dileyizin, ku siûda wî hebe, çêdibe ku li daran û dîmenekê, an jî li dîwarekî reşetarî binihêre. Helbest, şano an jî çêdibe ku wekî min romanê binivîse. Ev cihêrengî giş piştî karvedana esas tê, ku diçe ser maseyê û bi sebr û hedanekê li hundirê xwe vedigere. Nivîsandin, darêjtina ser peyvan ya vê awirtêdana berev hundirî ve, ew lêkoleriya bi hedan, rikeber û dilşad ya dinyaligeke nû ye ku mirov di nav hundirê xwe re dibihure. Her cara ku ez diçûm ser maseya xwe û min peyvên nû hêdîka li kaxeza vala dikirin, min his dikir ku, her ku roj, meh û sal dibuhurîn min ji xwe re dinyaligeke nû ava kiriye û min xwe wekî wî kesî his dikir ku mirovekî dîtir yê di hundirê xwe de, wekî ku pirekê an jî qubeyekê kevir bi kevir ava bike, ‘eyn wiha derdixist meydanê. Kevirên me nivîskaran peyv in. Her ku em dest didin wan bi salan, em dinyayên nû ava dikin, bi sebr û rik û hêvîdarî, bi hiskirina peywendiya navbera wan, carinan bi dîdevaniyeke ji dûran ve, carinan bi pêçiyên xwe û digel wezinandina giraniya wan, wekî ku meriv bi serikê qelemê xwe wan miz bide, peyvan cîbicî dike.

Ji bo min raza nivîskariyê, ne di wê îlhamê de ye ku qet ne diyar e dê ji kû ve bê, lêbelê di sebr û rikeberiyê de ye. Ew biwêja xweş ya Tirkî, “bi nepikan dan hev[1]”, ji min tirê ku bo nivîskaran hatiye gotin. Ez ji wê sebra Ferhad ya çîrokên berê hez dikim û têdigihim, ku ji bo sewdaseriya xwe çiya kun kirin. Min dizanî ku min di romana xwe ya Navê min Sor e[2] de, gava ku min behsa neqaşên berê yên îranî dikir, min behsa karê nivîskariyê û heyata xwe jî dikir,  ku bi coş dikaribûn hespekî xêz bikin û jiber bikin û tew dikaribûn hespekî xweşik bi çavên girtî jî xêz bikin. Nivîskar ji bo ku jiyana xwe fenanî çîroka xelkê kêlî bi kêlî vebêje, ji bo ku hêza vegotinê di dile xwe de his bike, ji min wetrê, wî divê ku salên xwe li ber maseyê xerîkî vê huner û vî sin’etî bike, da ku xweşbîniyekê bi dest bixe. Firîşteya îlhamê ya ku li deriyê hinan naxe û seraqet li deriyê hinan dixe, hej vê xwebawerî û xweşbîniyê dike, wexta ku nivîskar xwe bi tenê û bêrî his dike, wexta ku herî zêde gumanbariyek di der hewldan, xeyal û nivîsînên wî de lê difesile, yanî wexta ku bîr dibe ku çîroka wî tenê çîroka wî bi tenê ye, û wê bîskê dibêqey wê dinyayê pêşkêşî wî dike ya ku ji nav derketiye û çîrok, resm û xeyalên wê dinyaligê bi hev ve dike ku dixwaze ava bike. Ji bo min hesta herî hilweşên ya kar û barê nivîskariya min, ku min jiyana xwe hemûçikî xerîkî wê kiribû, ew çendek hevok, xeyal, rûpel bûn ku wan ne îşê ez bextewar dikirim û min guman dikir ku ne ez bi xwe lêbelê hêzeke din wan didît û bi camêrî pêşkêşî min dikir.

Ez ditirsiyam ku çenteyê bavê xwe vekim û defterên wî bixwînim, çi ku min dizanî ku ew xwe li wan astengiyan qet naqelibîne ku min xwe li wan diqeliband, min dizanî ku ew ji tenêtiyê na, ji hevalan, ji hêwirzeyê, ji salonan, ji henekan, ji hilm û gulma civatê hez dikir. Lê piştre min bîrbiriyeke din kir: Lê çêdibû ku ev raman, çîlekêşî û xeyalên hedanê berdaraziyên min bi xwe jî bûna ku min ew ji jiyan û tecrûbeya nivîskariya xwe bi dest xistibû. Gelek nivîskarên gewre jî hebûn ku di nav hêwirzeyê, jiyana malbatê, çîk û çirîskên civatê û perwezedayînên bextewariyê de nivîsîbûn. Bi ser de bavê min, di zarokatiya me de, ji ber bêhntengiya ketûberiya jiyana malbatî em hêlabûn û çûbû Parîsê, li jûrên otelan –her wekî gelek nivîskarên din– defter reşevekiribûn. Min dizanibû ku di nav baholî de ji wan defteran jî hindek hene, çi ku bavê min salên beriya ku baholê xwe bîne, ji min re behsa wê serdema jiyana xwe kiribû. Hinga ku ez gede bûm jî behsa wan salan dikir, lê behsa xeydaniya xwe, xwesteka helbestnûs-nivîskarbûyînê, arîşeyên nasnameyê yên li jûrên otelan nedikir. Behs dikir bê ka li peyarêkên Parîsê tim û dayîm çawa pêrgî Sartre dihat, mîna yekî ku agahdariyên gelekî girîng ji kitêbên xwendî û fîlmên dîtî ragihîne me, bi coş û peroşiyekê behs dikir. Helbet min nedikarî fêdeya bavê xwe ya li ser nivîskariya min ji bîr bikim, ku ji tesîra paşa û mezinên dînî bêhtir tesîra wî li ser min hebû ku li malê behsa nivîskarên dinyayê dikir. Û belkî jî diviya ku min defterên bavê xwe ji ber vê hizirê bixwenda, bi bîranîna ku ez çendîn deyndarê kitêbxaneya wî ya mezin im. Bêyî ku ez zêde pûte bi çawaniya nivîsên wî yên edebî bidim, diviya ku min bala xwe bidaya bavê xwe wexta ku bi me re dijiya û –‘eyn wekî min- dixwest li jûrekê bi tena serê xwe û kitêb û hiziran bimîne.

Belam bîska ku bi vê bêhizûriyê min li baholê bavê xwe yê hiştî dimeyzand, min guman dikir tişta ku min nedişiya ez bikim hema ‘eyn ev e. Bavê min carinan xwe li ser dîwana ber kitêbxaneya xwe radimedand, kitêb an jî kovara destê xwe datanî û dor bi dor xwe noqî xeyal û ramanan dikir. Di sûretê wî de wechekî dîtir û awirtêdaneke hundîrîn serav bû ku ji dema jiyana malbatî ya min dîtî cudatir bû ku ji rûyê wî henekbazî, belapêdanî û qayîşkêşiyeke kêm dinizilî, xasma di salên zaroktî û nûciwaniyê de min fam dikir ku ji ber vê hizûra bavê min lê diherime û ez diqilqilîm. Piştî evçend salan ez niha dizanim ku ev bêhizûrî yek ji te’hna esas e ku mirovî dike nivîskar. Ji bo ku meriv bibe nivîskar, divê beriya sebr û zehmetiyê te’hna xwegirtina li jûrekê hebe, ji ber ku tu xwe ji jiyana teqlomeqlo ya rojane, ji civatê, ji her mijûlahiyên xelkê bêrî dikî. Em sebr û hêviyê bi mebesta avakirina dinyayeke kûr ya bi nivîsê dixwazin bo xwe. Lê tişta yekem ya ku me bi rêk dixe xwesteka xwegirtina li jûrekê, jûreke mişt kitêb e.




[1] İğne ile kuyu kazmak. Mebest jê ew e ku meriv karekî zor û zehmet bi derfetên biçûk, bi sebr û hedanekê, bibe serî.
[2] Orhan Pamuk, Navê Min Sor e, Wer. Mustafa Aydogan, Doz: 2002 



***

(Têbînî: Beriya sê çar salan min hewl dabû ku Baholê Bavê Min a axaftina Nobelê ya Orhan Pamuk wergêrim ser kurmancî, lê heta dawî pê de neçûbûm û werger ji vir û pê de qut bûbû. Careke din jî min di xwe re nedît wergêrim. Wextê lîseyê min ev metn xwendibû tesîreke mezin li min kiribû. Ev metn hingê kiribû her tim binivîsim û li nivîsandinê sortir bûbûm. Her cara ku ji nivîsê sar dibûm, min ev metn dixwend û bi her xwendinê re heyecaneke mezin dida min. Min îro wergera xwe ji nû ve xwend û ji xeynî çend sererastkirinên biçûk min dest nedayê. Bi xwendina metnê ya îro re cardî li nivîsê sor bûm, de em bibêjin bê nezer û a bi xêr... :) )

3 yorum:

Birakê Tozo

Ocak 28, 2017 , 0 Şirove


Piştî barana dawî a payîzê, sibehekê, erê sibehek bû, şiyar dibim, berî ku ser çavê xwe ziwa bikim û piştî ku ser çavê xwe bişom, wek gêrika di şûşeyê de asêmayî, lê a min zeman bû, di neynikê re li xwe aliqîm û li çendek tayên spî ku min nedizanî ji kû hatibûn û qesta vî porî, nizanim sifateke çawa li vî porî bikim, kiribûn. Bîstekê wiha mam, wiha, mat, mit, li xwe heyirîm, li xwe nihêrî, li xwe, xwe, merheba ji te re birakê tozo, min got. 

Birakê tozo rahişt xewliyê, muslix girt, ez dibêjim qey girt, merheba ji min û bejna min re, got. Ez fikirîm, gelo xewnek bû, min xewnereşkek dîtibû, te dî wer dibêjin, te dî dibêjin filankesa qîza bêvankeso di xewna xwe de tirsiyaye, di vî zemanî de filankeseke qîza bêvankesî nabêje ji te hez dikim, destê xwe li ser rûyê xwe digerînim, miz dide, lê na, bi rastî jî na, ne pizikek, ne birînek, qet û qet, tiştikek tune, tayên spî hene, tûmên spî, porê spî, ahha, berra a niha hat bîra min, axirkê hat, wextekê spî jî diketin porê min, mala diya min ava, ew qelihandin, porê min spî sax kir, wer yanî, ez tirsiyam tayên spî hatin, tayên spî hatin çinkî ez tirsiyam. Ser çavê xwe ziwa dikim, birakê tozo xewliyê bi bizmara dîwêr ve dadileqîne, daleqîne, dibêjim, ev dinya ji te re jî namîne, dibêje. 



Hest pê dikim ku bêhna min teng bûye, tengijîme, rewşa min ne ti rewş e, xwene ez jî di vê çax û benga xwe ya xortaniyê de kal dibim, pîr dibim, oyyyy felekkkk, rehma Xwedê lê be, çi xweş digot Hozan Serhad, ka ew zilamên berê, ka li kû ne, 'umrê min çarde ye xuya dikim mîna kalan, himmmm, dibêje birakê tozo, tew min ew ji bîr kiribû, destê xwe di neynikê re gal dike datîne ser milê min, kerê çolê, tê bêjî qey kalikê min e, qirika xwe paqij dike, dikuxe du sê caran, ihhu ihhu (ihhu), bejna xwe rast dike, xwe li giraniyê datîne, de ka bila dayîne, yanî vêga tu dixwazî bêjî mirin heq bû lê ev kalbûn tunebûya, ihhhh, min negotibû, welleh min negotibû, dengê dilê min bihîst, kerê çolê dengê dilê min bihîst, diqeherim, kulmekê li milê wî dixim, ji ser milê min dikeve, kulmekê li orta çavê wî dixim, ê rastê bû herhal, neynik hûrhêra dibe, de siktir lo, dibêjim, ez dibêjim min got, derî bi ser de digirim, derketim. 

Piştî wê rojê êdî baran nebariya, li welatê me.

0 yorum:

Wesyetnameya Pîremêrd

Ocak 28, 2017 , , 2 Şirove

Pîremêrd

Wesyetnameya Pîremêrd

Îcarê ‘umro, ji mirinê natirsim, min jiyaneke baş û ‘umrekî dirêj bihurand, li gelek bajar û welatan geriyam, min beg û padşah dîtin, tehlî û zorî tehm kirin. Bi nîvxwendewariyê ji Silêmaniyê derçûm û min xwendineke bilind bi dest xist. Bi serbilindî dizanim ku min di rêya baweriya xwe de heps û zindaneke dijwar dîtiye. Di vî welatî de du çavê min hebûn, yek ê zanistê û yek ê jînê. Vêga ji niha û pê ve mumkin e ku qezenca xizmeta min bi min re nemîne û bibim bar bi ser xelkê de, berê xwe didim deriyê ebedî bêyî ku min malê kesekî xwaribe, muxtacî kesekî bûbim. Ez hîç ji bo paşeroja xwe nexebitîme, ti karek jî li dû min bicih nemaye û çavê min ne li paşeroja min e, xwe wek axirxêr dizanim. Herçend yegane hêviya min ew bû ku bibînim qewm û miletê min pileyekî ji vê bilindtir, xwendewartir û pêgehîştîtir bin, bû girêkek di dilê min de û min nedît. Ligel wê jî bextewer im çinku ji bo min eyan bû ku qewm û miletê min xwedî pêşketinan û hemû cure şiyan û qabîlîyetan e. Şîreta min ew e ku hûn bixwînin, heta ku kur û keç xwendewar nebin bêfayde ye. Hemû tişt bi ‘îlm û fenê ye. Weku min gotiye:

“Lay min bexwêndewariye, ah xwêndewariye
Her mîlletê ke fenî nebê, derdî kariye
Ax xozge xwêndinîş weku min arezû ekem
Bibînim nebête girêy qursî kifnekem”

Şîreta min ew e ku hûn bi dû tiştan nekevin, dinyayê pir nirxbilind negirin. Heta ku hûn dikarin xizmetê di beranberî qewm û ziman û welatê xwe de bikin, bi destê hejaran bigirin û ji dîn dernekevin. Xwedê û pêxemberê xwe binasin û bila hereketên we pak û paqij bin.

Şîreta min ew e ku hûn çapxaneyê ji dest nedin, vê qelenderxaneyê xira nekin.  Ew yek du kes vê navberê di vê qelenderxaneyê de xwe dane taldeya min, dilê wan nehêlin, heqê wan li ser me heye.

Rojnameyê jî ji dest nedin. Çapxaneyê jî saz bikin çinku ji aliyekî ve nemir dihêle û xizmetek pê tê kirin û ji aliyekî dî ve jî ew aliyên ku min alîkarî da wan dibe ku bi egera karkirina çapxaneyê wan alîkariyan jê nebirin.

Şîreta min ew e ku hûn şî’r û nivîsên min kom bikin, ji dest nedin û îstîfadayê ji wan bikin. Şîreta min ew e ku hûn min li Girdî Yare binax bikin. Ji bo min negirîn. Eger we pir bêriya min kir car caran werin serdana min. Faiq ev şîretên min ji bo te ne û ji bo wan kesan e ku hûn xemê nexwin.


Çavkanî: Pîremêrd û Pêdaçûneweyekî Niwêy Jiyan û Berhemekanî, Berhevkirin û vekolîn: Omêd Aşna, Bergê Yekem, Weş. Aras, 2001, Hewlêr, rr. 47-8

***

(Têbînî: Vê êvarê bi carekê ve niqutî dilê min ku wesyetnameya Pîremêrd biqulibînim ser kurmancî. Beriya çend mehan min ev wesyetname xwendibû û tesîreke zêde li min kiribû. Dizanim dê şaşiyên wergerê tê de hebin, lê tevî şaşiyên xwe jî min gelekî jê hez kir û hêvîdar im ku dê rojekê wergereke tekûztir a vê wesyetnameyê bê kirin. Ez ê bi hînbûna şaşiyên xwe yên wergerê jî gelek kêfxweş bibim û dê îmkan jê re çêbibe ku em ji nû ve sererast bikin.)

2 yorum: