SALIH SULEYMANÎ: EZ GELEKÎ POPULÎST IM

Salih Suleymanî

1. Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?

Roja yekem ku min li Îzmirê behr dît. Hîç ewqas bextewar nebûbûm. Wê demê 13 salî bûm û min nêzî 5 saetan bênavber li behrê temaşa kiribû.

2. Tehemula te ji çi re tune ye?

Ji polemîkan re tune ye. Bi taybetî jî li ser tora civakî.

3. Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?

Leonard Cohen û Yilmaz Guney.

4. Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

Li Kurdistanê festîvaleke fîlman a navnetewî organîze bikim û heta hetayê dewam bike.

5. Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?

Şivaniyê. Jîyana şivanan ji ya gelekan aramtir e.

6. Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?

Dinyayeke ku li ser rûyê wê Kurdistaneke azad û yekpare heye texayûl dikim.

7. Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?

Fêrî du zimanên bîyanî din jî bibûma.

8. Çi kenê te tîne?

Kenê mirovan. Ger yek li hember min bikene ez jî teqez dikenim.

9. Heyfa te li çi tê?

Heyfa min tê li wê heyfê ku em Kurd hê jî qedrê sînemayê nizanin.

10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?

Ez ê dîsa fêrî fransî û îngilîzî bûma.

11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?

Populîstî. Ez gelekî populîst im galîba.

12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?

Fikr û projeyên nû. Bibe nebe kelecanî dibim.

13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?

Nîqaşên navbeyna kurdên partîzan.

14. Te mekanek bi çi awayî û li kû divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?

Ez ji salonên kokteyl û matîneyan gelekî hez dikim. Dixwazim canê xwe jî li wir bidim. :)

15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?

Kurekî çalak bû, têr jîya, kêr jîya.

16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?

Ez nikarim resman xêzkim lê belê hevaleke bi navê Bêrîvan Gerdenmorî sala par li Enqerê ez xêz kiribûm gelekî jî kêfa min pê re hatibû ez wî resmî bidim te. :)



***


Salih Suleymanî:

Sala 1987an li Îdirê ji dayîk bû.
Li Îzmirê zimanê Fransî lîsans, li Enqerê sînema tv master qedand.
Salekî Rojnameya Sabah a Tirkan de wek peyamnêrê nûçeyên bîyanî, 4 salan jî di medyaya Kurdan de wek peyamnêr û nûner xebitî.
Serokê avakar ê KUSÎ-KURDê ye.
Belgefîlmeke bi navê Qîra Enqerê kişand û niha li festîvalan e.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: