Mîkaîl Bilbil: Ji dêvla ku hûn bibin tîpeke “efendî” xeberan bidin çêtir e.
Mîkaîl Bilbil her çend ku bi xebatên xwe yên warê ziman de jî tê naskirin, xebatên wî yên li ser edebiyatê jî hene ku vê
dawiyê teza wî ya li ser Cegerxwîn ji aliyê Weşanên Lîsê ve hat çapkirin. Her wiha
ji ber ku lîsansa xwe di Beşa Felsefeyê de kuta kiriye, têkiliya xwe ya bi
felsefeyê re jî tu carî bi dawî nekiriye. Min bi xwe jî wek Înanolo salek dersa
gramera kurdî jê wergirt li zanîngehê. Mamoste Mîkaîl hem bi henek û mîzah û
devlikeniya xwe hem jî bi teknîka xwe ya dersdayînê, dikir ku em gramera kurdî bi
kêfxweşî hîn bibin û zimanê kurdî li ber dilê me şêrîntir û eğlencelitir
be. Min xwest vê hevpeyvîna ku ji bo Vejîn Fanzînê kiribû û di hejmara wê ya 3yem de hatibû weşandin bi we re jî parê bikim.
Lê divê di bîr bixim ku çendek pirsên vê hevpeyvînê pirsên standart ên Vejîn
Fanzînê ne.
-Tu
bêhtir ji kîjan peyvan hez dikî?
Mîkaîl
Bilbil: Ez ji peyva kurdî hez dikim. Min ji bo wê pir lêxistin
xwariye. Niha jî pereyan jê qezenc dikim. Tiştekî ne manedar bûya mirov hem ji
bo wê lêxistin nedixwar hem jî pere qezenc nedikir. Ez ji peyva peyvê jî hez dikim. Weke fonolojîk bi
tîpeke bêhilm (unaspirated) dest pê dike lê bi tîpeke weke v bi dawî dibe ku
diranan li lêvan dixe û bi me dide hisîn ku ew peyvek e ku devê mirov tijî
dike. Ez peyvek im … Ez peyvek im …
-Biker an
bireser? Çima?
M.B.: Ji bikerê
û bireserê bêtir têkiliya navbera wan girîng e. Kurd heta niha bireser bûn lê
niha hêdî hêdî, gav bi gav ber bi bikerê dimeşin. Wê kurd bibin biker û hevokên
baş saz bikin.
-Zarokên
xelkê hevokên bîstmîtro rêz dikin, bi
zor û heftbela me xwe gihand du mîtroyan. Gunehê kurdî çi ye?
M.B.:
Dirêjbûna sentaxê bi statuyê ve girêdayî ye. Dema tiştek tê serê welatekî, tê
serê welatiyan jî. Tiştê tê serê welatiyan tê serê zimanê wan welatiyan jî. Xelkê
peyvên me ji me stendibûn. Niha em xelafa xwe vedigerînin. Her ku em xelafa xwe
vegerînin wê hevokên me jî dirêj bibin. Adorno dibêje, feqîran ji birçîna
peyvên xwe xwarin, lê ên me kurdan bi me dan xwarin. Lê niha me ev peyvên ku
xwaribûn, me ew serifandin. Sentaxa me jî wê dirêj û têkûz bibe û em dê hevokên
bîst metro çê bikin. Ev mizgîniyek mişt hêvî ye.
-Çay an
qehwe? Çima?
M.B.: Me bi
her duyan jî mala xwe xera kir. Ez naxwazim tiştekî li ser wan bibêjim.
-Kurdî
zimanekî bêedeb e an na?
M.B.: Çawa ku
kurd serhildêr in, zimanê wan jî mîna wan e: Di kurdî de xeber, çêr zêde ne û
ev nîşana bêîtaatiyê ye. Lewre mirovên ji îtaatê hez nakin pir xeberan didin.
Ez tawsiyeyî we hemûyan dikim xeberan bidin. Ji dêvla ku hûn bibin mirîdên
hinekan xeberan bidin. Ji dêvla ku hûn bibin tîpeke “efendî” xeberan bidin
çêtir e. Ji bo ku hûn bi ser xwe ve werin xeberan bidin. Ji bo ku sînorên xelkê
ji we re danîne perçe bibin, xeberan bidin. Weke zimanê xwe serhildêr û bêedeb
bin û xeberan bidin! Êdî bes e bindestî! Xeberan bidin.
-Ferdinand
de Saussure an Celadet Alî Bedir-Xan? Çima?
M.B.: Her duyan
jî bi zimanê argo golden shota (altin vuruş) xwe kirine lê Celadet “ê me” ye.
Mirovên Derya Reş dibêjin “hamsî ne masî ye, hamsî hamsî ye”. Ji ber ku hamsî tesîrê li sosyolojya wan,
aboriya wan, jiyana wan dike. Celadet jî ji bo me kurdan Celadet e.
-Eger hat
û careke din tu wekî devokeke kurdî hatî dinyayê, dê ev devok kîjan bûya?
M.B.: Peyvek
heye dibêje ziman li cem du tiştan yek e; yek Xwedê ye, yê din zimannas e. Her
devokek elbet tahmeke cuda ye. Lê eger ez a dilê xwe bibêjim Çermsorên
(Kızılderili) Kurdistanê bêguman Goyî ne.
-Bismillî
Zeko an Emînê Erbanî? Çima?
M.B.: Ez
Bismillî Zeko nizanim lê Emînê Erbanî ji bo ku merov fam bike bê xelkê çi aniye
serê me û çanda me mînakek baş e. Hele ew strana wî ya “Diyarbakir şampiyon,
kümeye kümeye Göztepe Spor kümeye” min dikuje.
-Pîzza an
şamborek? Çima?
M.B.: Weke her
kurdekî ez dibêm şamborek. Ji ber ku dema mero dixwe mirov zane ku tiştek
xwariye, lewre heta du rojan bêhna şamborekan ji mero tê.
-Sumerî
mamê kurdî ye an Medî?
M.B.: Nizanim
çima lê ev pirs, kurdên manyak, pîr û prîmordîalîst ku li ser dîrokê dixebitin
û xurufî ne, tîne bîra min. Nav ne lazim, lê kurd ji aliyê vê tîpolojiiyê ve
dewlemend in. Li Sumer û Medan nasekinin û hemû dinyê dikin kurd.
-Delîlo
an cîda?
M.B.: Kurd ji
cîda hez dikin. Tê famkirin bê kurd çima di cî da ne. Zarokên xelkê çûn ser
heyvê ê me hîn cî da ne. Cîda bengî bengî, cîda bengî bengî, ala sor û rengîn,
benda te mame ta kengî?
-Dê kurdî
li cinet û cehenemê zimanê perwerdehiyê be an na dê weke îro seçmeli ders (dersa bijartî) be?
M.B.: Berpirsê
her duyan jî Xwedê ye, ew dizane. Eger weke texmîn bibêjim, ez cehenemê nizanim
lê texmîn dikim eger di cennetê de tirk, ereb û fars tune bin divê kurmancî jî
ne seçmelî be.
-Mentiqa
kurdan an Mentiqa Arîsto?
M.B.: Herdu jî
klasîk in lê yê kurdan derbxwarî ye. Ez dibêm mentiqa milletên bindest şikestî
ye. Eger mentiqa wan ne şikestî bûya divê ne bindest bûna.
-Ser
meselê filankesek gote te, “Pismam, ez ê te bikim lehengekî gelêrî, te kîjan
divêt?”, te yê bigota çi?
M.B.: Min ê
bigota bela xwe ji min veke, tu leheng ji min dernakeve. Jixwe dawiya hemûyan
kuştin e. Berxê nêr ji bona kêr!
-Xwendekar
an mamoste? Çima?
M.B.: Dema ez
xwendekar bûm min dixwest bibim mamoste, niha jî ez mamoste me lê dixwazim
bibim xwendekar. Diyalektîka navbera her duyan jiyana merovan dixemilîne. Ya
girîng ew e tu çi be, tu heqê wê bidê.
-Nivîskar,
muzîsyen, fîlozof, derhêner û zimannasên herî ‘ezîz ên ber dilê te kîjan in?
M.B.: Weke
zimannas ewilî gramera bêdengiyê, Wittgenstein tê bîra min. Lê kesên herî zêde
tesîr li min kirine Marx, Adorno, Benjamin û Cioran e.
-Mamoste
Qedrî dê li akademiyê vegere an na?
M.B.: Mamoste
Qedrî her dem du tîpolojiyên Bernard Shaw tîne bîra min. Shaw dibêje du
kategorî mirov hene, yên eqlî selîm (sağduyulu) û yên ne eqlî selîm
(sağduyusuz). Yên ne eqlî selîm mîna pinpinîkan azad in, zêde li pêşiya xwe
nafikirin, natirsin û a dilê xwe dikin. Şoreşger, qahpik, parsek û hwd. Di vê
grubê de ne. Lê yên eqlî selîm her dem bi îhtiyat in, li xwe difikirin û tu
wan bikujî pê li cihê şil nakin. Zanin fêdeya wan di ku de ye û pir baş hesaban
dikin. Her dem ji bo berjewendiyên xwe dixebitin û ne azad in. Lê di tarîxê de
guhertin her dem bi xêra yên ne eqlî
selîm çê dibin. Mamoste Qedrî jî bi vî halê xwe dikare bibe Serokê Neeqlî
Selîmên Kurdistanê! Her wiha ew azad e, dikare vegere jî venegere jî.
***
MÎKAÎL
BILBIL / PORTRE
Di sala 1978’an de li gundê Cirnikê yê Mêrdînê çê
bûye. Li Zanîngeha Çukurovayê Beşa Mamostetiya Gruba Felsefeyê qedandîye.
Mastera xwe li Zanîngeha Mardin Artukluyê kiriye û niha di Beşa Ziman û Çanda
Kurdî de weke mamoste dixebite. Li Zanîngeha Zaxoyê li ser zimanzanîyê doktora
dike.
Berhemên
Wî:
Rêzimana
Kurmancî, Mîkaîl Bilbil&Bahoz Baran, Weşanên Enstîtuya Amedê, 2008
Kürtçe
Anamnez / Anamneza Bi Kurmancî, Îsrafîl Bilbil&Mîkaîl
Bilbil, Diyarbakır Tabibler Odası, 2009
30 Günde
Kolay Kürtçe, Mikail Bülbül&Çetin Taş&Ramazan Pertev,
Fono Yayınları, 2015
Helbesta
Cegerxwîn û Îqtîdar, Weşanên Lîsê, 2015
0 yorum: