Şêxo Fîlîk: Nivîsandin ne tenê dilrehetkirin an jî derbirînek e.

Mart 29, 2016 , 3 Şirove

Şêxo Fîlîk di qada edebiyata kurdî de çîroknûsekî kevn e lê "Bêbavî"ya wî ya kitêba çîrokan a ku wî şeş salên xwe bo wê terxan kirî, beriya sê mehan ji nav weşanên Avestayê derket. Tevî demeke kurt jî, "Bêbavî" di nav civat û derdora edebiyata kurdî de gelek hat behskirin, di gelek komên xwendinê de hat xwendin û bala xwendevanan kêşa. Şêxo Fîlîk 27ê vê Adarê ji bo ku beşdarî bernameya Koma Xwendinê ya Vejînê bibe hat Mêrdînê û min jî wekî Înanolo piştî bernameyê daxwaza sohbetekê lê kir, camêr dilê min nehêla, li aliyekî me berrî û li aliyekî me keleha Mêrdînê, me dest bi sohbeta xwe kir. Min got sohbet lê bila xwendevanên 'ezîz bi hêviya hevpeyvînekê pê nexapin. Çinku hûn ê di gelek cihan de bibînin ku hevokên me nîvco dimînin, gelek tişt tên dubarekirin, carinan em şaşiyên hev rast dikin, carinan em dikevin nîqaşan û filan û bêvan. Ma ne armanca sohbetê jî ne ew e? Semîmî, henûn, jidil, amator, bi qasî nivîsê ne tekûz û ne birêkûpêk.

Înanolo û Şêxo Fîlîk, li bin ewrên Mêrdînê. 2016.
Wêne: Roza Erizîn

-James Wood di beşeke berhema xwe ya Kurmaca Nasıl İşler? [Çîroksazî Çawa Digere?] de li ser karakteran dilebike û di cihekî de diyar dike ku ew dilbijîna me ya li hember asta rasteqînî û kûrahiya karakterekî bixwe, ji aliyê her nivîskarekî ve ber bi hêlekê ve tê gêrandin û bi tradîsyonên nav her kitêbekê re li hev dike. Gava ku em berê xwe didin karakterên çîrokên te, em hay li tradîsyoneke wiha dibin ku karakter di nav hêrseke hundirîn, serkutkirî û nîvco de ne. Mesela di “tu Hemza yî” de bûk li hember xwesûya xwe (ji ber tehdeya wê), di “roj hat” de zarok li hember bavê xwe (ji ber ku nahêle erebê bajo), di “xwelîsero” de zilam li hember xwişka xwe (ji ber ku ji mêrê xwe veqetiyaye û her li mala wî ye), di “bêbavî” de xort li hember diya xwe (ji ber ku nahêle bibe berber), di “rêhevalok” de ciwan li hember hevalê xwe yê malê (ji ber ku guh nade kar û barên malê) û her wiha di çîrokên din de jî hêrsek li hember kesên din heye, lê bes ev hêrs tu carî li hember wan kesan nayê derevekirin, gotin û her tim di dil de dimînin. Çima ev hêrs û hêrsa hundirîn a nîvco?

Şêxo Fîlîk: Hêrs hinekî bi civaka me re, an jî esas bi rewşa kesayeta Rojhilata Navin re girêdayî ye. Ji ber ku kes hê jî nebûne takekes. Tiştê ku di dilê me de derbas dibe û tiştên ku em di tevgerên xwe de, di hereketên xwe de nîşan didin ne heman tişt in. A dil û tevger li hev nakin. Di bin-hişê me de tiştek heye, di pratîka me de, di hereketên me de tiştekî din heye. Wek me got, em hêrsa xwe ya li hember kesekî… em naxwazin, ji nexwestinê bêtir em nikarin rasterast ji rûyê wî kesî re bibêjin ku ez ji ber van helwestên te ji te aciz im. Metirsiyên me hene, li ser çîroka bûk û xwesûyê [“tu Hemza yî” –ie], digel ku jê nake, bûkekê tu caran rasterast ji xwesûya xwe re negotiye ku ez ji hebûna te aciz im, ez bi te re najîm, nikarim bijîm. Belkî di xeyala wê bûkê de tiştekî wiha hebûye ku bi mêrê xwe û bi zarokên xwe ve tenê di malekê de bijî. Lê ji ber şert û mercan ev xeyal pêk nehatiye. Xeyala wê xera bûye. Kî vê xera dike (?), xwesû vê xera dike. Ê çawa ji xwesûya xwe re bêje?.. Ji mêrê xwe ditirse, ji derdorê şerm dike yan jî metirsîne wê yê din hene. Di nava civakekê de tu dijiyî dawiya dawîn. Ji ber vê jî ew hêrsa hundirîn ku tu qal dikî çê dibe pê re. Îca ew hêrsa hundirîn ku çê dibe jî êdî bihhişiya wê ye û min jî xwe li vê qewimand.  

-Ez dixwazim piçekî li ser avakirina van karakteran bidomînim. Bi rastî avakirina karakteran, bi taybetî di çîrokê de gelekî zehmet e. Lê gava ku em li çîrokên te dinerin, em dibînin ku her karakterek li gor ast û têgihiştina ziman û profîla xwe tevdigere û ev bi xwe re semîmiyet û henûniyekê tîne. Ser meselê gava zarokek qala giriyê xwe dike, bi destê xwe nîşan dide û dibêje “aha evqasî bigirîm û xilas” an jî heman zarok gava qala zanîna xwe ya li ser kilaman dike, wek hawê ku destê xwe bilind bike dibêje “ji vir hetaaa ezman dizanim” û “a”yan jî dirêj dike. Gava te van karakteran ava kir, tu çiqas bûy ew karakter?

Ş.F.: Bi ya min karakter afirandin bi rastî jî meseleyeke mezin e, meseleyeke muhîm e. Di xwendinên xwe de jî, wexta ku min  berhemeke edebî dixwend, ew xurtî yan jî lawaziya karakteran bala min dikişand. Bala min her li se wê bû û min her dixwest ku karakterên min xurt bin. Yanî heqeten jî bila karakter be. Bila li ber çavê xwendevan bi xwîn û can bibe. Ji bo ku tu vê karibî bikî jî, tiştên ku meriv bike hene ku ev jî yek ji wan bû; min bêtir bala xwe da cîhana, dinyaya karakteran a hundirîn. Ji ber ku ez di wê baweriyê de bûm ku karakter bi çavekî derveyî, bi çavekî duyemîn, sêyemîn nayên afirandin. Ku werin afirandin jî ew karakter, ew kesayet wê tu caran nebin ew karakter. Çima? Wek min got, dinyaya derveyî, dinyaya xuyayî ya karakteran dinyayeke derewîn e. Ji ber sedema gava din me gotî, tiştê di hundirê wan de an jî di mêjiyê wan de derbas dibe, ew binhişiya wan em bi awayekî rasterast di tevgerên wan de nabînin. Ji ber sedemên civakî, ji ber sedemên dewletî an jî ji ber sedemên filan û bêvanî. Ji ber wê jî ya ku ez eleqedar dikirim dinyaya wan a hundirîn bû, ka di hundirê wan de çi derbas dibe, di binhişê wan de çi heye. Lowma, ji bo ku karakter hinekî din xurrtir bikim, min berê xwe da dinyaya wan a hundirîn.. Bi rastî jî ne rehet bû ji bo min ku ez karibim weke zarokekî li dinyayê binêrim, li tiştan binêrim. Ne rehet bû ku tu weke jinekê li cîhanê, li derdorê, li xwesûyê li zarokan binêrî. Min êş jî kişand, bi rastî jî min gelek tehde dît, ne ku ji bo min rehet bû. Ger wek min got, çiqas bi ser ketim, nizanim. Çêbû, çênebû, êdî raya xwendevên e.  

-Paul de Man ê ku di berhema xwe ya Okuma Alegori [Alegoriyên Xwendinê] de bêtir serê xwe bi zimanê metnê re êşandiye, di destpêka berhemê de destnîşan dike ku metnekî edebî, bi awayekî hevdemî, hem xercê bar dike bo desthilatiya xwe ya retorîkê û hem jî wê dihejîne. Loma li gor wî, çawa ku lazim e nivîskar bimentiq û somût be gava ku hevoka xwe ya pêşîn dinivîse, em jî wek xwendevanekî tenê hewl didin ku nêzî vê rewşê bibin gava ku dixwînin. Esas tam jî li gor vê ku em metnê te wek tevnsazî û qesirbendiya avahiyekê binirxînin, erê avahiya te sewaxkirî, boyaxkirî ye, lê di bingeha xwe de bê şîş û hesin e, ne saxlem e, derblêketî ye û dibe ku li ber bayekî jî biheje. Lê êdî ev ne li ber bayekî, lê bi zanebûn li ber bayê te diçe û tu wê dihejînî. Her wiha ji bo ku xwendevan nekeve rihetiyekê, tu hevokên xwe anku qolonên xwe nîvco dihêlî ku di nav dudiliyekê, di nav tirsekê de bin. Dîmeneke wiha di serê min de çêbû.

Ş.F.: Belê. Gotina te gotineke Faulkner anî bîra min. Dibêje, “Nivîskar beriya her tiştî divê şairekî baş be. Wexta ku metna xwe ya edebî binivîse” dibêje, “divê weke şaîrekî bi zimên re di nav şer de be.” Heke ez jî li gor Faulkner bersiva te bidim, ez ê jî bêjim ev hevok, hevokên nîvcomayî berhema wî şerî ye. Şerê di navbera min û zimên de. Heke bala te kişandibe yan jî min heqê wê dabûyê an nedabûyê nizanim, di çîrokan de rîtmek heye, rîtmeke ku hinekî ber bi helbestê ve diçe. Ji ber ku ev teknîk esas wê jî li ser te ferz dike, wexta ku rexnegir vê şêwazê pênase dikin, dibêjin pexşan e lê ji helbestê xwedî dibe. Pexşaneke sosyolojîk, pexşaneke psîkolojîk  ku ji helbestê xwedî dibe. Yanî divê aliyê te yê helbestî jî hebe, ji aliyê bikaranîna zimên ve, û divê tu pexşanekê biafirînî, aliyê wê yê sosyolojîk, aliyê wê yê psîkolojîk jî hebe. Ê gava ku tu van krîteran li ber çavan digirî, wek min got, hinekî pêleyîstina zimên jî bivênevê perspektîfa çîrokê diguherîne. Di her pêleyîstinekê de tu dibînî perspektîfa çîrokê ber bi aliyekî din ve çû. Tu li hêviya bersivekê yî, ta tu li hêviya bersivekê yî, lê li cihê wê bersivê tu li hêmayekê diqelibî, tu li pirsekê diqelibî. Bi wî awayî retorîk xera dibe, retorîka çîrokê xera dibe. Wexta ku retorîk xera dibe, bendewariyên xwendevan têk diçin. Têkçûyina bendewariyê hezeke din dide meriv, hezeke din dide xwendevan. Hezeke edebî ku ji têkçûyîna bendewariyê tê.

-Ez dixwazim wê penaseya Paul de Man piçekî din jî berfirehtir bikim. Behsa hevokên ewil ên metnê dike ku xwendevan xwe adapte û nêzî wê mentiqî û somûtbûnê dike. Ez bi xwe di çîrokên te de, hêj ji hevokên ewil de bi wê dilpakî û jidiliya karakteran dihesim. Her çiqas tiştên ku dibêjin li gor pênaseya “başî” û “xêrxwaziyê” ne wiha be jî, çiqas dilê wan nexwaze jî, di esasê xwe de wiha dilpak in û ev dilpakiyeke zarokane ye. Tu ji bo vê çi dibêjî?

Ş.F.: Belkî jî ji ber jidiliya karateran tiştekî wiha bi te re çêbûye. Ji ber ku em karakteran bi rastî jî bi xwezaya xwe, bi awayekî xwezayî dibînin. Yanê qet nebe hewldana min ew bû ku em wan di halê wan ên xwezayî de bibînin. Ne bi awayekî çêkirî, ne bi teswîrkirin û şayesandina kesekî, ne bi vegotina vebêjerekî. Di halê xwe de, di xwezaya xwe de, bi her tiştî, bi her aliyên xwe ve. Bi aliyê xwe yê neyênî, bi aliyê xwe yê erênî, bi hêrsa xwe, bi kêfxweşiya xwe, bi zaafên xwe, bi her aliyî ve em wan di nav xwezaya wan de dibînin. Ew jidiliya wan, tam di hevoka destpêkê de weke atmosferekê xwendevên radipêçe, ez dibêjim hinekî ji jidiliya karakteran tê, ji samîmîyeta wan tê, ji rasteqîniya wan tê. Bi min hinekî ev e yanî.

-Em di hemû çîrokên te de jî dibînin ku bi teknîka şepola hiş (bilinç akışı) hatine nivîsandin û ew hemû binhiş û şiûra karakteran bi temamî li ser metnê raxistî ye. Her wiha bi hev re di nav hemahengiyekê de ne û hev temam jî dikin. Gelek caran karakterê ku çîrokekê di çîrokeke din de derbas dibe, bes em tenê ji gotinekê, ji hevokekê, ji nîşanekê fam dikin an jî texmîn dikin ku ev karakter ew karakter e. Lê ev derbasbûn bi temamî xumam e û baş ne zelal e. Loma di xwendinên ewil de dîtina van xalan gelekî zehmet e û xwendineke baldar û bi hûrgilî dixwaze. Te çima ew qas xumam hêlaye?

Ş.F.: Ew meseleya xumamiyê; ez esas wek xwendevanekî, bi lênêhirtina xwendevanekî dinivîsînim û ez dibêjim heke ez xwendevan bûma, min ê hêviya metneke çawa ji vê bikira,  ku min kêf jê bistenda? Wê tiştekî çawa kêfa min bianiya, wê tiştekî çawa ew metn li ber dilê min şêrîn bikira? Wexta ku ez li van difikirim, xumamî ji bo min krîterek e. Dema çîrok diqede, çîrokên ku li ba nivîskêr diqedin lê li ba min naqedin, ji bo min çîrokên xweştir in, tehmê bêhtir ji wan çîrokan distînim. Te dî tu çîrokekê dixwînî, nivîskar wê çîrokê diqedîne lê ew çîrok hê jî di mejiyê te de dewam dike, hê leheng dimeşe, hê li ser karê xwe ye. Cihê ku nivîskar tê de berdaye ew naqede, di mejiyê te de ye û tu wê bi awayekî diqedînî. Her tişt gava ku zelal be, li cihê xwe rûne, vê carê tu ji xwendevan re tiştekî nahêlî. Sedemê xumamiyê ew bû. Bi ya min xwendin jî çalakiyeke aktîf e, ne çalakiyeke pasîf e ku ji xwe re rûnêyî û bixwînî. Bi ya min, xwendevan jî divê bi kêmahî bi qasî nivîskêr xwe biêşîne. Serê xwe bi wê metnê re biêşine bê ka çi bû, çi qewimî, bi ku ve çû… Yanî tiştekî wiha bifikire, em sifreyekê radixin bo xwarinê, ez her tiştî bi cih nakim, tenê tiştê ku ji bo me lazim in ez datînim ser sifreyê. Wek xwendevanekî tu wan bi cih dikî. Cihê wan êdî xwendevan diyar dike. Xwendevan jî bila bi awayekî tev li metnê bibe, bila ew jî xwe di metnê de bibîne.

-Me qala şiûrê kir. Gava ku meriv li bin-şiûr an jî şepola hiş a van karakteran dinere, dibîne ku ne şiûreke tekûz e, derblêketî ye esas. Êşiyaye û tehdeyê dîtiye. Lê ev ne ji bo hemû lehengan, ji bo hemû vegêrên (anlatıcı) çîrokê derbasdar e. Hemû vegêr ji şiûra xwe ve derblêketî ne û ev şiûr kiriye ku bi temamî belavî ser metnê bibe û tiştên ku ew dibînin jî, tiştên ku dibêjin jî, diyalog jî bi temamî di nav vê derblêketinê û vê nîvcomayînê de bimîne. Yanî dixwazim bibêjim, te çima wiha kir ku hemû lehengên te li bin derblêketinekê de bin?

Ş.F.: Bi ya min nivîsandin ne tenê dilrehetkirin an jî derbirînek e. Yanî tu bûyerekê dibînî di jiyana rasteqîn de û tu dixwazî vêya li ser kaxizê binivîsînî. Nivîskarî hesabpirsîneke hebûnwerî ye. Ji aliyê nivîskar ve jî ji aliyê karakterê ve jî… Her di nava hesabpirsîneke hebûnwerî de ne. Ew derba wan, ew êşa wan, wan dixe nav lêgerîna hebûnwer de. Pêşeroja wan ku di hêviyên wan, di bendewariyên wan de sembolîze bûye; paşeroja wan heye ku ew jî di bîranînan de sembolîze bûye û dema anihayî heye, dema ku tê de dijîn. Ev tev, bi hev re, ji xwe re ji hebûna xwe dipirsin, ji bo çi hene, ji ku hatin û dikarin çi bikin. Yanî wê bi têgihiştineke qederwerî li jiyanê bifikirin, li derdorê bifikirin û jiyana xwe bidomînin an wê êşên xwe, tiştên di jiyana wan de hatî serê wan wê bi çi tarîf bikin? Ew lêpirsîna yan jî ew lêgerîna, hesabpirsîna hebûnwerî ye meseleya derbxwarinê.

-Gava ku meriv li vegêrên te û li mekanên te dinere, dibîne ku ne diyar e an jî dibe ku meriv navê vegêrê te di çîrokeke din de hîn bibe. Lê di her çîrokê de gava ku vegêr qal dike, em tu carî –belê em xeysetên wî, xisusiyetên wî di hin cihan de fam dikin lê- navê wî nizanin. Wek mekan jî, tiştekî diyarkirî nîne, yanî mebest jê nav û nîşanek e. Te çima xwest diyarnekirinek çêbibe di nava çîrokên te de?

Ş.F.: Em pêşî ya vebêjer bibêjin. Jale Parla pênaseyeke wiha dike ji bo monolog û hişherikîn an jî te gotibû şepola hiş. Hinek rexnegir dibêjin monolog jî û hişherikîn jî heman tişt e, heman teknîk e. Jale Parla dibêje heke em di nava metnê de bi mudaxeleya metnê bihesin, ku mudaxeleyeke nivîskêr hebe yan jî vebêjer car caran derkeve û wenda bibe, ew monolog e. Û ku nivîskar qet tune be, şopa wî di metnê de em qet nebînin, ev jî bilinçakışı, yanî hişherikîn e. Di vî warî de ku em li gor Jale Parla bifikirin, ya ku min ceribandî hişherikîn e. Min jî esas li ser ya Jale Parla min xwest ku nivîskar bi tu awayî xuya nebe, bila tune be. Wek min got, hem ji bo ku karibim heqê teknîkê bidimê, hem jî karakter bi çavekî duyemîn, sêyemîn, bi çavekî derveyî nayên afirandin, ku werin afirandin jî wê ne rast têkûz be, wê çêkirî be filan. Li ser meseleya mekanê ez bêjim, tenê di çîroka “xwelîsero” de, min xwest ez biceribînim ka mekan li ser kesayetan bandoreke çawa dihêle. Heke were bîra te, te dî ew lehengê di çîroka “xwelîsero” de gava ku li derve dimeşe cihekî xweş, bi dar, bê zarok, cihekî aram heye û wexta ku diçe wî cihî, tiştên xweş têne bîra wî, tiştên erênî. Mêjiyê wî, bêhna wî fireh dibe. Tiştên baş difikire, dibêje ez ê lê bigerim, behsa zavayê xwe dike, behsa tiştên erênî dike û ji ber vê yekê dibêje ez ê bi awayekî xweş, bi zimanekî xweş jê re bibêjim ku ew ne îşê zarokan e, jina te ye, zarokên te hene, ka tê çawa dev jê berdî filan. Lê gava ku diçe çayxaneyekê, li wê çayxaneyê em têdigihîjin ku cihekî fetisok e, cihekî tarî ye, ne xweş e. Di wir de fikrên ne baş li leheng peyda dibin. Tenê di vir de min xwest… bi veguherîna mekan re fikir çawa tên guhertin, psîkolojî, derûnî li gor mekanê çawa şikil digire. Min hinekî xwest vê biceribînim, lê tenê di vê çîrokê de. Lê di çîrokên din de, erê bi rastî jî mekaneke cihê, mekaneke diyarkirî baş xuya nabe. Ew jî belkî hinekî bandora postmodernîzmê be, nizanim.

-Dîsa xaleke hevbeş min di çîrokên te de bi temamî dît. Fantazma, xeyal, xewn û rasteqînî di nav hev de ne. Bi qasî ku çîrokên te di nav rasteqîniyekê de ne, ew qas jî dûrî wê ne. Bi qasî ku di nav fatazmayekê de ye, ew qas jî ne di nav de ye. Helbet, te vêya bi zanebûnî kir. Lê te çima xwest tiştekî wiha bikî?

Ş.F.: Ji ber ku… ez ê dîsa ji xwendinên xwe bibêjim, wê metneke ku rasterast ji jiyana rasteqîn xwedî dibe bala min nekişanda, wê kêfek nedana min. Ji lowma min jî xwest ku bila her tişt di nava xewnekê de, di nava xeyalekê de yan jî atmosfereke fantastîk de biqewime. Yanî wexta ku min bixwenda, min ê bixwesta ku bila atmosfereke wiha hebe. Bi temamî li gor xwendinên xwe min hewl da ku binivîsim a rastî. Ji ber ku wê metneke wiha tehmeke edebî bida min, min hewl da ku bila her tişt wiha be. Tiştekî wiha ku her tişt di nava xumamiyekê de biqewime, bila ez weke xwendevanekî ne ji rastiya wê bawer bikim, ne ji xewniya wê bawer bikim, ne ji xeyaliya wê bawer bikim. Bila ez ne zanibim ku ew xewn bû, bila ez ne zanibim ku ew xeyal bû, bila ez ne zanibim ku ew tiştekî fantastîk bû, ne jî ez zanibim ku ew tiştekî rast bû û qewimî çû.

-Lê te got, te di komê de jî qal kir ku çîrokên te îlhama xwe, feyza xwe ji hin bûyerên rastîn girtine. Tu dikarî hinekî behsa vê bikî?

Ş.F.: Belê. Çîroka “roj hat”… bandora xwe… erê bûyereke rast e… Rojhat navê şagirtekî min e. Pênc salî bû ku di qezayekê de bavê wî dimire, ew jî di erebeyê de ye. Êdî di wir de, tabî wek çîrokeke klasîk vegotina vê bûyerê wê bala min nekişanda. Zarokekî pênc-şeş salî heye, bi bavê xwe re diçe bajarekî, di vegerê de qeza dibe, bavê zarok dimire û zarok sêwî dimîne, ew şerpeze dibin, malbat nizanim çi dibe. Yanî wê tiştekî wiha bala min nekişanda, divê min tiştek lê zêde bikira. Yanî divê min psîkolojî, felsefe jî lê zêde bikira, estetîk lê zêde bikira. Her wiha dîsa rîtim lê zêde bikira, filan bêvan. Di vir de min çi kir? Zarokekî pênc salî xwedî çi xisûsiyetan e? Çîrokek e ku bi lênihêrtineke psîkanalîtîk hatiye nivîsandin. Yanî wexta ku tu li karakterê Rojhat dinêrî, di navbera wî û bavê wî de şerekî nexuyayî heye, li hember bavê xwe ketiye şerekî. Ev di psîkanalîtîkê de heye, zarok di wî temenî de dixwazin, hetta Freud wiha dibêje ku zarok di wî temenî de evîndarê diya xwe ye, aşiqî diya xwe dibe, dibêje. Di mîtolojiyê de Kompleksa Oedîpûs dibêjin û jixwe Freud jî ji vir hereket dike, tiştekî wiha dibêje. Min jî hinekî bi wî çavî lê nêhirt. Te dî wexta ku em çîroka “roj hat” jî dixwînin, dixwaze ku ew û diya xwe tenê bimînin, bila bavê wan ji jiyana wan derkeve. Di wir de Kompleksa Oedîpûs bi wî re çêbûye, bi Rojhat re... Mesele divê ne tenê vegotina bûyera qezayê be, yanî qezayek derbas kiriye û bavê wî miriye, tenê ne ev e? Ya ku nahêle ew rasterast bibe kopiya jiyana rasteqîn ev e jixwe. Yanî me got ku wan tiştan lê zêde bikî, hinekî ji ewkê qut dibe, yan jî pêşî li wê digire ku, dibêje ev bûyereke rasteqîn e jixwe, her kes… yanî wê tiştek wiha her kes karibe binivîse jixwe. Her kes dikare bûyereke wiha ku di serê zarokekî de derbas bûye, qezayek derbas kirî, bavê xwe wenda dike, her kes dikare vê binivîsîne bi ya min. Lê êdî di wir de çi dikevê, çi taybetî ji yên din vediqetîne, divê tu li wê bifikirî. Divê tu hinekî, wek min got, tiştekî din, yanî estetîk, felsefe û filan û bêvan. Bi vî awayî… Çîroka vê ew bû. Ya ewkê dîsa… ya “tu Hemza yî” de, ê ku esas firaq dişûşt ez bûm, ji ber ku ez tenê me, ez bêkar im. Min li malê firaq dişûştin, ez li ber pencereyê bûm, min dît jinikek li avahiyeke hember, li balkonekê rûniştibû û li min dinêrî. Ez ketim şûna jinikê, min got gelo jinik di derheqê min de çi difikire. Min dît çênebû. Yanî wê di derheqê min de çi bifikire, zêde tişt tune. Vêca ez çûm li wê derê rûniştim, min jinik anî vê derê [em dikenin], û bi wî awayî çîroka wê çêbû.

-Ji xeynî, derveyî çîrokê dixwazim pirs bikim, ku di kitêbê de jî hatiye destnîşankirin ku bijarteyeke te ya ji çîrokên kurdî te wergerandî ser tirkî heye û ez bawer im wê di demeke nêzîk de jî bê çapkirin. Çi, çi ne ev, tu karî hinekî behsa wê bikî?

Ş.F.: Belê, ev çi bû? Dema ku min dixwendin çîrokên kurdî, piştî ku min dixwend, hin çîrok hebûn min dixwest ez ji bo wan çîrokan tiştekî bikim. Piştî ku min diqedand, yê ku pir xweşiya min diçûn, yê ku min pirr dieciband, êdî nizanim min bi çi aqilî min dikir lê min werdigerandin. Di binhişiya min de çi hebû nizanim, piştî ku min dixwend û pirr dieciband, ew hest bi awayekî jixweber bi min re çêdibû û min dest pê dikir werdigerand tirkî. Piştî ku min wergerand, yanî çêbûn bi qasî bîst-bîst û pênc çîrokên min wergerand yên ji hev cihê cihê, ji her çîroknûsî, ên ku min wergerandî hebûn. Belê paşê pêşniyariyeke wiha hat ji edîtorê Canê û got çîrokên te wergerandî hebin, em dikarin biweşînin filan. Min ji wan re şand, hate ecibandin û qebûlkirin. Wek dibêje, wê di nava hefeyek du hefteyan de bê weşandin… Dixwazî ez behsa van çîrokan, kî ne, behsa navên wan jî bikim?

-Tu zanî, dixwazî… ferq nake…

Ş.F.: Yanî… hevpeyvîn a te ye…

-Na… na… sohbet e… sohbet e, tişt nabe… yanî tu karî behs bikî jî…

Ş.F.: Erê… Duwanzdeh çîroknûsên me yên kurdî hene. Kî hene? Kovan Baqî heye, Mihemed Şarman heye… wê nav tev werin bîra min an neyê bîra min nizanim… Kovan Baqî, Amed Çeko Jiyan heye, Mihemed Şarman heye, Birahîm Ronîzêr e, Lokman Ayebe…

-Giş xwedî kitêb in?

Ş.F.: Yek e…

-Na, na yanî… min got giş xwedan kitêb e… ên nivîskar?...

Ş.F.: Haa… e, e… giş xwedan kitêb e… Wekî din… me kî negot? Sîdar Jîr heye, çîrokeke wî jî heye. Lorîn heye, Lorîn Doğan heye, Fatma Savcı heye… ji te re bêjim… bû çend kes û çend man, nizanim.

-Êêê… baş e… Îro ji bo ku tu tevlî bernameya Koma Xwendinê ya Vejînê bibî hatî Mêrdînê. Ûûû jixwe tu zanî ku kitêba te nêzîkî sê mehan e ku derketiye lê heta niha li çar heb komên xwendinê hatin xwendin. Li ya Stenbolê hat xwendin, li ya Antalyayê hat xwendin û li ya Batmanê xwendin. Û vêya jî a dawî ye. Tu rewşa komên xwendinê çawa dibînî û bi ya te komên xwendinê çi li edebiyata kurdî zêde dikin an jî çi kêm dikin?

Ş.F.: Yanî… a ku komên xwendinê li edebiyata kurdî zêde dikin, ji ya nivîskarekî xwedî pênc-şeş romanan zêdetir e. Ez vê ji dil dibêjim. Ji ber çi? Ji ber ku gava tu li rewşa demê, a serdemê dinêrî, jixwe xwendin çalakiyeke têra xwe zehmet e. Wexta ku tu li vê serdemê dinêrî, tiştên ku bala te bikişînin ew qas zêde ne ku tê çawa… wê kîjan sedem bihêle ku tu li pişt deriyekî rûnêy û ji xwe re kitêbekê bixwînî. Yanî tenê bi serê xwe xwendin li aliyekî, vêca saeta wê, tê saetekê eyar bikî, di wê saeta diyarkirî de tê rabî, tê dev ji wî karî berdî… Tê dev ji xweşikiya jiyanê berdî. Bila her tişt li aliyekî, li cihekî, li parkekê rûniştin… çi zanim belkî bi yara xwe re, belkî bi yarê xwe re li bin siya darekê rûniştin, galegalkirin… tu aliyekî dihêlî, tu rû nadî wê, tu berê xwe didî wê derê… yanî tiştekî pirr pirr zehmet e, ku meriv vêya pêk bîne, lê komên xwendinê vêya bi awayekî serkeftî, ez dibînim ku pêk tînin. Ji lowma ez qîmeteke pirr pirr bilind didim komên xwendinê û endamên wan. Dubare dibêjim; ya ku komên xwendinê li edebiyata kurdî zêde dike ji nivîskarekî xwedî şeş-heft romanan zêdetir e.

-Belê… Ez gelek kêfxweş bûm bi sohbeta me… Mala te ava…

Ş.F.: Ez jî… A te avatir… Ez jî pirr kêfxweş bûm ku min hûn nas kirin, ez hatim ciyê we dît.

-Spas…


Ş.F.: Erê welle… 


ŞÊXO FÎLÎK / PORTRE

Di sala 1982yan de li Semsûrê hatiye dinyayê. Beşa Mamostetiya Seretayî kuta kiriye. Nivîs û wergerine wî, di hin kovar û rojnameyên kurdî û tirkî de weşiyane. A niha digel karê mamostetiyê li Zanîngeha Entabê Beşa Hiquqê dixwîne.

Berhemên wî;

Hebanoka Çîrçîrokan, Weşanên Şarederiya Batmanê, Gün Matbaacılık, 2013Bêbavî, Çîrok, Avesta, 2015Bi navê “Çağdaş Kürt Öyküsü Seçkisi” wergereke wî derdikeve.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

3 yorum:

  1. min kêfek ji vê suhbeta we wergirt û bi boneya wê ye ku ez şêxo filîkî dinasim. di rojên pêş de ez kitêba wî ya çîrokan bi dest ve dihînim û dixwînim. sipas, bo înanolo û şêxo filîk. her hebin!

    YanıtlaSil
  2. Hevpeyvvineke pir xweşe. sipas Şêxo Fîlîk û înan Eroğlu, min kitêba Şêxo Fîlîk pir meraq kir ez dê bıkırem û bixweynim.

    YanıtlaSil
  3. min kitêba şêxoyî ya bi navê "bêbavî"yê vê heftîyê xwend, bi min qels hat, bi hêvîya ku tiştên çaktir bihûne.

    YanıtlaSil