Derheqê Keşifkirina Helbestin û Helbestvanine Nû de

Asoya Helbesta Kurdî

Keşifkirina helbestin û helbestvanine nû ji bo we çi maneya xwe heye nizanim lê gava ku ez helbestin û helbestvanina ji nû ve keşif dikim, pir bextewar dibim. Ne tenê helbest her wiha stran jî, filîm jî, resim jî û her tişt û her tişt...

Piştî ku min aplîkasyona Asoya Helbesta Kurdî daxist telefona xwe, min ji xwe re biryarek girt ku ez li gor rêza alfabetîk a navên helbestvanan hemû helbest û helbestvanên min ew nexwendî hêdî hêdî yek bi yek bixwînim. Di van xwendinan de min li gor xwe listeyeke helbestên favorî çêkir ku her carê karibim bi rihetî wan helbestên favorî bibînim û bixwînim. 

Di van xwendinan de min careke din fam kir  ku gelek nivîskar an jî helbestvan hene ku nehatine naskirin û nekarîne cihekî ji xwe re di nav "kanon"an de, di nav helbestvanên naskirî û popûler de peyda bikin. Belkî gelek sedemên vê rewşê hebin, nizanim, û jixwe ev sedem jî ne mijara vê nivîsê ye. Bes ez ê her hewl bidim ku derkevim derveyî van kanonan û li navine nû, nenas an jî kêmnas bigerim. 

Em şev û roj jî behsa başbûna helbestên Arjen Arî, Berken Bereh, Rojen Barnas, Ehmed Huseynî, Ebdulla Peşêw, Şêrko Bêkes û Rênas Jiyan jî bikin em ê du gavan nikaribin pêşdetir biavêjin xeyn ji behskirina van navan. Em ê tenê li van navan bialiqin û her li van navan bimînin. Kes ew ê nikaribe li van navan zêde bike, kes ew ê nikaribe sola xwe li sola van helbestvanan bixe, kes dê nikaribe bo mînak bêje ev helbestvan jî xirab dinivîsin an jî helbestên min ji yên wan çêtir in an jî ev helbestvan jî ne kêmî wan e. Belkî kes ji me newêribe bibêje serê sola helbesta filan helbestvanî jî xwar e, çawa ku em îro nikarin ji bo helbesta Melayê Cizîrî bibêjin. Halbûkî Mela, Xanî û Koyî vê yekê dikirin, sola xwe li sola helbestvanine din dixistin, xwe ji wan mezintir û baştir didîtin. Siheta wan xweş, jixwe edebiyat jî ev e. 

Bi xêra Asoya Helbesta Kurdî min ev derfet zêdetir zevt kir ku navine nû û helbestine nû nas bikim û derkevim derveyî xeleka heyî. Yek ji wan navan jî Ciwan Nebî ye ku min ji nû ve ew keşif kir. Ez dibêjim ji nû ve, ji ber ku beriya çend salan cara pêşîn min ew di bernameya Ehmed Huseynî de nas kiribû (heke hafizeya min nankorî nekiribe û ne "Ciwan"ekî din be) û lê guhdar kiribû. Xuya ye ku wê çaxê jî min meraq kiriye loma li ser înternetê li navê wî geriyame, lê paşê min dîsa ew ji bîr kiriye. 

Li ser Asoya Helbesta Kurdî şeş helbestên wî hene ku min her şeş jî avêtin beşa helbestên favorî. Heta niha min hemû helbestên helbestvanan neavêtibûn beşa favoriyan. Helbestên wî pir henûn hatin ji min re û ewqasî jî nas û nêz, detayên ku behs dikirin, kêliyên ku ji me re radigandin, bajar, qehwexane, kolan, însan, şer... Û bêyî ku di nav hêmayan de bifetisîne. Min xwest helbesteke wî bi deng li telefonê qeyd bikim lê ji fediya ku bi telefonê deng dê xweş dernekeve û neheqî li helbestê bibe, ji vê daxwaza xwe qeriyam. Helbesta ku min ê bixwenda "Çi Vala Ye Qehwexaneya Bajêr" bû. 

Min îro li ser Youtubeê li bernameya Şeva Hicran a Ehmed Huseynî guhdar kir ku ew jî beşdarê wê bû lê nizanim ka gelo ew bernameya berî çend salan ev bû an na. Tiştên ku behs dikirin û tiştên ku dixwestin pêk bîne çiqasî bi helbestên wî re li hev dikirin. Behsa bajêr dikir, behsa kêliyan, behsa nameyan. Di bernameyê de ez hîn bûm ku sê dîwanên wî hene lê çi huzneke mezin e ku em nikarin yek ji wan dîwanan jî li Bakurê Kurdistanê peyda bikin. Tenê navê wî heye û şeş helbestên wî yên li ser Asoya Helbesta Kurdî. 

Belkî rojekê em baştir karibin qala helbestên Ciwan Nebî bikin û tavilê karibin dîwanên wî peyda bikin. Belkî jî em nikaribin. Qenebe, hêvî ev e. 


24ê Çiriya Paşîn a 2017an, Parîs

0 yorum:

HÛRÇÎROKLO / 9-13

Kasım 22, 2017 , 2 Şirove

Wêne: GettyImages (Palangan, Kurdistana Rojhilat)

9.

Go, ez biçim kû jî cardî li vî çiyayî vedigerim, kalemêrê gopal di dêst de. Xwedê ez li serê vî çiyayî dam. Li serê vî çiyayî çav bi mêraniya xwe ketim.

Go, ez biçim ku jî cardî vî çiyayî bi xwe re digerînim, kalemêrê gopal ji dêst ketî. Ew hevrêyê min ê herî dilsoz e. Heger ez mirim jî, bila mirina min li serê vî çiyayî be.

10.

Go, ka bêje te çi dîtin çi nedîtin di vê gera xwe de, kurikê biçûçik ê li ber pencereyê daqûl bûyî, ji bo tivîlka li ser caxên pencereyê veniştî.

Go, erdhejek mezin qewimîbû li rojhilatê dinyayê, tivîlka ji hal de ketî, ji bo kurikê biçûçik. Bavekî laşên biçûçik ên tivîlkên xwe ji nav qiyametek şîş û betonan derdixistin. Dêyekê hêsirên heft çeman bi ser laşên biçûçik ên tivîlkên xwe de direşandin.

Go, ka bêje te çi fam kir çi fam nekir ji vê gera xwe, kurikê biçûçik, ji bo tivîlkê.

Go, qedera tivîlkan li çar aliyê dinyayê ‘eynî ye, tivîlkê, ji bo kurikê biçûçik. Aqûbeta wan mirin e. Biçin ku jî cardî li mirinê vedigerin.

11.

Go, ez ê sibê biçim bajêr, bavê li ber eynikê simbêlê xwe şeh dikir. Ez ê ji bo eydaniyê lazimiyan bistînim. Îsal bereketa Xwedê zêde bû.

Go, ez jî dixwazim werim bajêr, keçika biçûk a malê. Yan birayê min jî bi xwe re nebe yan min jî bi xwe re bibe. Bajar ji vira xweşiktir e bavo.

Go, rûnê cihê xwe dêlika heram, bavê çakêtê xwe diavêt ser mil. Bajar ne cihê we ye. Li mala xwe be, li ber destê dêya xwe.

Go, en-na ez ê jî werim, keçika biçûk a malê ku hêsireke wê xwe ji ber bêvilê berda lêva wê. Hevalên min giş diçin bajêr. Bajar ji vira mezintir e bavo.

12.

Go, kes li vî bajarê xirbe nema, pîrejina çarika wê di nav lêvan de. Şêniyên bajêr hemû çûn. Ji bilî min kes li vî bajarî nema.

Go, zarokên min jî yek bi yek ji vî bajarî çûn, pîrejina çarika wê ji ber lêvan şil bûyî. Pisîka min a bê nan û xwê jî ez terikandim û çû. Ez mam bi tenêtiya xwe re li vî bajarî.

13.

Go, ez pir ji vê hewşa xwe hez dikim, jina mêrikê kor ji çavan kulek ji nigan. Her serê sibehê  radibim pelên daran dimalim bi melkesê. Min herî pir ji payîza vê hewşê hez kir, car caran ji bihara wê, havîna wê, zivistana wê.

Go, ez ê xwe bi qurbana hewşa xwe kim, jina mêrikê lal ji dêv kerr ji guhan. Her serê sibehê radibim wê avreşandî dikim. Min herî pirr ji bîhokên vê hewşê hez kir, car caran ji hejîrên wê, gûzên wê, tûyên wê.


22yê Çiriya Paşîn a 2017an, Parîs



*** 


Bo xwendina hûrçîrokên berî van: 

2 yorum:

ŞERÊ KURDAN LI PÊNC PARÇEYÊN KURDISTANÊ BERDEWAM E

Pablo Picasso, Don Quichotte, 1955

*Berî çend rojan di Sputnik Kurdistanê de hevpeyvîneke xweş a Besam Mistefa hatibû belavkirin ku Fettullah Ozmen pê re peyivîbû.[i] Hevpeyvîneke wisa bû ku derî li nîqaşên ziman ên berheman û edîtoriya berheman vedikir.

*Besam Mistefa di hevpeyvîna xwe de gazinan ji kêmasiya edîtoriya kurdî dike û dibêje, “Çiqasî Kurmanciya min baş be, nabe bê edîtorî û serrastkirin bimîne.” Gotina B. Mistefa zêde ne zelal e û hin gumanan bi meriv re çêdike. Gelo dixwaze bêje çênabe berhemên kurdî bê edîtorî û serrastkirinê bimînin an dixwaze bêje berhemên min bê edîtor û serrastkirin dimînin? Mebesta Mistefa baş ne diyar e û meriv nizane ka gelo kîjanê qest dike. Ev ne nediyarkirin di hevokeke wî ya din de jî xwe dide der gava li ser rexneyên kêmasiyên berhemê pirsek jê tê kirin: “Helbet kêmasî girêdayî min bi xwe ne, lê kêmasiya edîtoriyê jî heye.” Mistefa behsa kêmasiyeke edîtoriyê dike lê nade zanîn ka ev kêmasî çi ne.

*B. Mistefa derbarê rexneyên wergerên xwe de jî dibêje, “divê rexne zanistî be, wek mînak bi riya lêkolînekê yan nivîsekê be û armanc jê,  ne hevdu kêmkirin be. - Rexne eger rast û zanistî be, asoyên nû li pêşiya wergêr û nivîskaran vedike.” Ji ber ku rexneyên wergerê bivênevê pêwendîdar in digel rexneyên ziman ên berheman dixwazim hin tiştan derheqê rexneyên li zimanê berheman bibêjim.

*Rexneyên li zimanê nivîskar û berheman gelek caran rê li ber asta edebî ya berheman digire. Her tim em rast li rexneyên wekî “zimanê vê berhemê giran e, bi mentiqa tirkî nivîsiye, bê tewang û ergatîv e, bêhna wergerê ji berhemê tê, ne zimanekî standard e, bi kurmanciya mala xwe nivîsiye, zimanê berhemê neherikbar e, peyvên naylon û çêkirî tê de hene, kes nizane vê peyvê ji ku aniye, bi ferhengê nivîsiye, ev ne kurmancî ye” û gelek gelek rexneyên bi vî şiklî. Heke ez bi kurt û kurmancî bibêjim: Yek ji van rexneyan jî û rexneyên bi vî awayî jî ti tiştî li ser asta edebî ya berheman nabêje. Ne tenê ev, ti rexneyên li ser ziman jî ti tiştî nikare li ser naverok û asta edebî ya berhemê bibêje (rexneyên zimanê edebî ne tê de). Lê di gelek gotar û rexneyên li ser naverok û asta edebî ya berheman de jî meriv dikare rast li gotinên wisa yên ji bo zimanê berhemê berhemê were.

*B. Mistefa dibêje, “divê rexne zanistî” be. Rast e û rexneyên ziman ên zanistî jî di nav çarçoveya zimannasiyê û teoriya zimannasiyê de tên kirin. Gava zimanê berheman di nav vê çarçoveyê de tê nirxandin êdî ne berhem tê biçûkxistin û kêmdîtin û hem jî meriv sûdekê ji wan digire. Heta niha du xebatên bi vî awayî têne bîra min ku di nav çarçoveyeke zimannasiyê de li ser bikaranîna ziman a berhemên edebî hûr bûne bêyî ku ti biryarekê li ser aliyê edebî yê berhemê bibêjin. Xebata ewil, kitêba Îbrahîm Seydo Aydogan a bi navê Guman 1 e ku ji weşanên Lîsê derketiye. Aydogan di vê xebata xwe de li ser tehlîla zimanê çendek romanên kurdî xebitiye. Xebata duyem jî gotara Ergin Öpengin a bi navê “Repertûara zimanî û afirandina edebî: nirxandineke zimannasî li ser edebiyata kurmancî ya hevçerx” e ku di kitêba Tîr û Armanc (ed. Remezan Alan-Ergin Öpengin) de cih digire û kitêb ji alî weşanên Peywendê çap bûye (ev nivîs piştre di kovara Kanîzarê de jî belav dibe ku hûn dikarin li vir wekî PDF bixwînin.[ii]) E. Öpengin ji bo pirsa gotara xwe gotiye, “em dê bi perspektîfa zimannasiyê lê binêrin ka wate, binyad û avaniyên zimanî yên di repertûara zimanî ya nivîserê kurd de bi çi awayan li qalibê deqeke edebî werdigerin.” û ji bo pêdaçûnê jî romana Otobês ya Yunus Eroğlu hilbijartiye. E. Öpengin di sernaserê nivîsa xwe de tehlîla zimanî ya romanê dike û çewtiyên zimanî destnîşan dike. Lê hevokeke dawî ya vê gotarê heye ku ti carî ji bîr nakim û nîşanî me dide ka rexneyên zimanî û rexneyên edebî çawa bin. Hevok, ‘eynen ev e: “Tevî vê, wek xulase, divê em li vir diyar bikin ku tehlîla zimannasî ya berhemên edebî heta dereceyeke bilind di nav çarçoveya “nirxandinên zimanî” de dimîne, zêde ne xwedangotin e li ser aliyên edebî yên berhemê; lewma Otobês, wek berhemeke ceribî û xwedanê çendîn rehendên xwe yên ji aliyê qisetnasiyê ve xweser, hêja ye di çarçoveya tehlîlên edebî de bi berfirehî bê nirxandin.”

*Cahit Sıtkı di nameyeke xwe de ji Ziya Osman re dibêje ku ez çiqas li ber dikevim gava dibînim ciwanên me dikevin bin tesîra wergereke şaş a helbestê jî. Kes ji me behs nake lê dibe ku me hemû teoriyên xwe li ser şaşfamkirineke wergereke şaş ava kiribin.[iii]

*Ji nîqaş û şer û pevçûnên edebî pir hez dikim. Nîqaş û şerê herî xirab jî bi xwe re heyecan û dînamîzmekê tîne (helbet bi şertê ku edebî be.) Loma çiqas şer û nîqaşên edebî çêbibin ewqasî jî edebiyata me dê geş û rengîntir bibe. Qenebe piştî çil pêncî salê din ev şer û nîqaş dê wek çîrokeke xweş ji nifşê wan çaxan re bimîne û dê bêjin way be malik li hev mîrat kirine. Hin heval ji ber vê hezkirina min ji min re bi henekî dibêjin tu darikê fesadiyê yî. Lê bi Xwedê derdekî min ê wisa nîne. Tek derdê min ew e ku rê li ber heyecan, dînamîzm û aksîyonê vekim. Lê zirara vî karî jî ne ku tune ye. Yek dikare rojekê ji nişka ve derkeve û kulmekê di ser devê we re lêxe. Êdî, hingê ti çare namîne ji xeynî ku meriv bi qedera xwe re razî were.

*Ji ber ku ji şer û pevçûnên edebî hez dikim nivîs û parvekirinên kek Îbrahîm Seydo Aydogan bi meraq dişopînim. Bi ya min kek Îbrahîm dikare rê li ber gelek şer û nîqaşên edebî veke û vî şerî gurtir bike lê ji ber ku nivîsên xwe yên bi vî awayî ji dêvla ku li ser malper, blog an jî rojnameyekê belav bike diçe li ser hesabê xwe yê facebookê belav dike haya kesî zêde ji van nivîsan çênabe û tesîra van nivîsan bi qasî ya blog, malper an jî rojnameyekê zêde li kes û xwendevanan tuneye. Helbet ez li vir fikra xwe nabêjim ka ev nivîs baş in an xerab in.

*Kek Îbrahîm Seydo Aydogan di hevpeyvîna xwe ya Yeni Özgür Politika[iv] de ji bo kek Firat Cewerî û kek Jan Dost dibêje ku her du jî du romannivîs in ên ku besît û rûkî (basit ve yüzeysel) dinivîsin. Her wiha ji bo kek Firat Cewerî dîsa dibêje ku ew bi fikr û xeyala standina Xelata Nobelê dijî. Kek Îbrahîm Seydo Aydogan vê dawiyê di hesabê xwe yê facebookê de nivîsek dirêj derheqê nivîsa kek Selim Temo ya di Gazete Duvarê de nivîsî. Di vê nivîsa xwe de kek Îbrahîm ji bo kek Selîm dibêje, “Ez di gotara Temo de helwêsteke û her weha rezaleteke weha dibînim ku heger Adorno ew xwendibûya, dê dîn bibûya, lewre safî virran dike û virrên xwe difiroşe ku Baudrillard jê re digot simulasyon”.” [v] Lê heta niha ne kek Firat, ne kek Jan û ne jî kek Selîm derheqê van gotinên kek Îbrahîm de tiştek gotine. Ez jî wek xwendevanekî dilsoz ê her çar nivîskaran bi meraq im û li bende me ka ew ê bersiva van gotinên kek Îbrahîm bidin an na.

*Ev demek e nîqaşek di navbera kek Têmûrê Xelîl û berhema Zerî Înanç ya bi navê “Di Radyoya Êrîvanê de Dengê Kurdî” çêbûye. Vê dawiyê İsmail Beşikçi nivîsek[vi] belav kir û tê de dibêje ku Têmûrê Xelîl bi awayek mezin hêrîşê vê pirtûkê kiriye. Her wiha dinivîse ku, “Heqaretê, bêrûmetkirinê, piçûkxistinê wek rêyek hilberîna zanînê hilbijartîye. Û vê bi zanîn dike. Dinivîse ku pirtûk, zanînên di pirtûkê de, ji serî heta binî çewt in, pirtûkek e ku divê bê îmhakirin, divê bê tunekirin. Têmûrê Xelîl dikirpîne ku keda bavê wî û dîya wî di Radyoya Êrîvanê de, pirtir mezin bûye, lê qet behsa wan nehatiye kirin.” Her wiha İsmail Beşikçi dibêje, “Têmûrê Xelîl, ji Cesîmê Celîl û zarokên wî, bi kurtî ji malbata Celîlan dibe’ece. Ev be’ecandin êdî vegerîyaye dijmintîyê.” Têmûrê Xelîl jî derbarê vê nivîsa İsmail Beşikçi de nivîsek bi navê “Îsmaîl Bêşikçî feşkirina dîroka radyoya Rewanê berdewam dike”[vii] belav kir. Kek Têmûr tê de dibêje, “Dema piştî ew qas îzbatîyên berbiçav Weqfa Îsmaîl Bêşikçîyî li xwe mikur nayê ku bi çapkirina wê pirtûkê va şaşîyeke dîrokî kiriye, hewil nade bi awaykî şaşîya xwe rast bike, tu rêyeka din namîne, ji xênî wê ku bi çapkirina wê pirtûkê biçûkxistina karê radyoya kurdî ya Rewanê, feşkirina îzbatîyan, reşkirina dîroka radyoya me bi zanebûn tê kirin.”

*Şerê kurdan ê navxweyî li pênc parçeyên Kurdistanê berdewam e.

*Pêr jî şer û nîqaşeke giran di navbera min, Welat Agirî û Têmûrê Xelîl de qewimî.[viii] Welat Agirî helbesta Bextiyar Elî ya bi navê “Reştirîn Şi’ra Dinyayê” ku min ji soranî kiribû kurmancî û di bloga xwe de belav kiribû[ix], bê ku çavkaniyê destnîşan bike û ji soranî bo kurmancî navê min binivîse, ji bloga min revandibû û hemû helbestê li nivîsa xwe ya bi navê xwe kopî kiribû.[x] Vê dawiyê eşkera bû ku ji nîvê zêdetir nivîsa xwe jî ji rojnameya Yeni Özgür Politikayê revandibû û li nivîsa xwe kopî kiribû.[xi] Heke ev ne dizî be çi ye? Xwedêgiravî gotiye min zanist xwendiye. Pirranî xwendekarên lîselî nivîsên copy-paste dinivîsin ew jî tenê ji bo ku ji dersan noteke baş bistînin ne ku biçin di kovar û malperan de belav bikin. Jixwe gava ku meriv nivîsên rasterast copy-paste ji nivîsa wî derxe tenê paragrafeke biçûk dimîne ku Xwedê zane bê ew ji kîjan “özet”an berhev kiriye. Ez ê zêdetir behsa vî şer û nîqaşa me nekim, bila “edebiyat tarihçisi” behs bikin. :)

20ê Çiriya Paşîn a 2017an, Parîs




Nîşe: Min di nivîsa kek Îbrahîm Seydo Aydogan de hevokek ku min şaş fam kiriye bi şaşî li vir zêde kiribû. Min ew hevok rakir û ez ji ber vê şaşiya xwe ya hevokê xemgîn im û lêborîna xwe ji cenabê Kek Îbrahîm û Kek Selîm û her wiha ji xwendevanên delal dixwazim.



[i] https://krd.sputniknews.com/kurdistan/201711176961126-besam-mistefa-ezhewl-didim/
[ii] https://zimannas.files.wordpress.com/2015/08/openginergin_repertc3bbwara-zimanc3ae-c3bb-afirandina-edebc3ae.pdf
[iii] Ziya’ya Mektuplar, Weşanên Can
[iv] http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=78293#.WfCk0YEAtac.mailto
[v] https://m.facebook.com/story.php?story_fbid=10155304991242880&id=622857879
[vi] https://pirtukweje.wordpress.com/2017/11/18/ismail-besikci-di-heqe-temure-xelil-da/
[vii] http://krd.riataza.com/2017/11/20/temure-xelil-ismail-besikci-feskirina-diroka-radyoya-rewane-berdewam-dike/
[viii] https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=2030949080527904&id=100008384945797&pnref=story
[ix] http://inanolo.blogspot.fr/2017/01/restirin-sira-dinyaye-bextiyar-eli.html?m=1
[x] http://krd.riataza.com/2017/11/18/li-basure-kurdistane-edebiyata-nujen-u-niviskaren-navdar-bextiyar-eli/
[xi] http://www.yeniozgurpolitika.org/index.php?rupel=nuce&id=76580


0 yorum:

Mala te hezar carî ava be pencereya vala

Kasım 17, 2017 , 0 Şirove

Wêne: Reza   /   Cih: Bayîzd

Bextewariyeke jê zêdetir heye an na, nizanim, lê ji bo du zarokan dê bextewariyeke pir û pir mezin be heke di pencereyeke vala re li xwe binihêrin ku heta hingê bes li dinyayeke dî, heyateke dî û însanine dî nihêrîbûn di nav wê pencereya virtîvala re, ya ku Xwedê zane çendik û çend demsal di ser re çilape kiribû û çi zanim, belkî jî kesî çu hay lê nebûbû ka di kîjan spêdeyê de bê ser û şûn û ji hal û wezîet ketî hatibû avêtin ber dîwarekî, ser meselê em bibêjin, kevn û xilmet. Lênêrtina di nav çar kêlekan re fena heyateke pir û pir dûr a însanên ber serê min nêz e dibêjim qey, herhal, wisa ye.                    
Fikreke têra xwe xweş e fikra ku rojekê hemû televizyonên dinyayê (têbîniyeke bêwext: hemû televizyonên dinyayê, nebin yek) dê bibin pencerenin parçeyên ji vê heyata me ya rojane. Ez vê jî lê zêde bikim, super e: Heçku ew pencereyên vala paşê dibin wêne û dîmenên jêkcuda û yekta yên vê zincîreyê ku em bikarin wek hawê çarçoveyekê bi dîwar ve hilawêsin û misêwa li ber wê kêfa xwe bînin ku bi rastî jî me çend heyateke filan an bêvan hebûye wextekê, tew. Ez qet nefikirîbûm lê ji kerema xwe hûn bifikirin ku heyata me tenê bi qasî bînahiya dîmena çarçoveyekê sînorkirî ye. Hingê dê nîvco bimînin ew çiyayên me yên em bi berzbûn û qehîmbûna wê dipesinîn, stûnên me yên ber bi erş û esmanan ve hildikişin, rê, xanî, tekerê dawî yê duçerxeyê, serê xwediyê duçerxeyê û sî - ew siya ku, jehr tê de be, çu carî dest ji me bernade. Ma xwene xwediyê duçerxeyê bêşans e ji ber ku nîvco derketiye ji bela xwarbûna çarçoveyê? Yeqîn nakim. Bera dibêjim. Çima yeqîn bikim? Şansekî pir mezin e ku kesek bi qasî çiya û stûnên xwe nîvco derkeve. Qîmeta herî mezin ne ji bo van bilindcihan e, hii?

Tevî ku em gelek caran di ber pencereyekê re jî dibihurin, em çu carî di nav wê pencereyê re xuya nakin. Tevî ku em li ber wê bergeha berfireh in, awirê tu bînerî bi me nakeve. Meriv pencereyeke vala ya televizyonekê be di nav lepê du zarokên hilgir de, hingê heyat hinekî din xweştir û bertengtir dibe, meriv ne însanên li kêlekan ne jî nîvê din ê rê û xanî û sî û çiya û banî û stûn û esmanan dibîne.  Baş e, lê her du zarokên hilgir? Bila ew jî bimeşin. Heger terpilîn, em ji dest wan ketin û hûrhêra bûn, xweliya heft bajaran li serê wênegir be. 



***


Têbînî: Ez ê ji niha û pê de hewl bidim carê qiseta sûretan binivîsim di bin etîketa "Qisûret"ê de û ez ê ji bo van nivîsên xwe jî bêjim qisûret. Ji bo ku hem nav kurttir û xweştir bibe min ev nav li van qisetên/çîrokên wêneyan/sûretan kir. Qiseta Sûretan = Qisûret. Û ji ber ku ez vê qisetê ji bo sûretan li hev tînim bêguman qisûreke ev celeb nivîsan heye, çimkî qiseta van sûretan dê ne bi vî awayî be. Gava min ji van du peyvan peyvek çêkir qisûr ne di bîra min de bû, bi tesadûfî min ew dît û vê wateya qisûrê jî lê bar kir. Tesadûfeke din jî qertafa "et"ê ye. Min ev "et" jî şiband qertafa pirhejmariyê ya erebî "at"ê. Belkî kes vê peyvê neecibîne û qet ji bo van celeb nivîsan jî vî navî qebûl neke. Lê min gelek eciband û ez ê her di bin vî navî de qisûretan berhev bikim.  (17ê Çiriya Paşîn a 2017an, Parîs)

0 yorum:

DERD

Kasım 16, 2017 , 3 Şirove



Keç û xortê ku nû hev nas kiribûn ji Meydana Républiqueê xwe berdan kolana wê.
Dengê helahelaya zarok û ciwanên xwedî skateboardan ên ku li pişt wan mabû ji nişka ve dişemitî, di qiyameyan re hildikişiya hewayê û tev li ewrên belawela yên Parîsê dibû ku guman tê de nebû baranekê bi xwe re bînin.
Gava di Kolana Républiqueê hêdîka dimeşiyan, xort bi destê keçikê girtibû. Keçik bêyî hemdê xwe hinekî şerm kiribû.
Keçik hê neketibû hijdehên xwe, lawik tew bi ser bîstan jî ketibû.
Êvarekê li barekê hev nas kiribûn. Kurik gotibû, “ez Ziyad”. Keçik jî gotibû, “ez Camille”.
Gavên wan jixweber ew ber bi heman barê ve dehf didan.
Li serê sikaka Jean-Pierre Timbaudyê kêliyekê rawestiyabûnn. Ziyad bi hemdê xwe Camille ber bi xwe ve kişandibû, maçek danîbû ser lêvên wê.
“Ez te pir dixwazim,” kurik got.
Keçik jî dixwest bibêje ez jî te pir dixwazim kuriko. Lê tenê got,
“Ez jî.”
Bi kêfxweşî derbasî mekanê xwe yê berê, Chat Noirê bûbûn.
Li hundir kelekela însanan bû, bi zorê cihekî ji xwe re peyda kirin.
Di navbera çend maseyan de mabûn, navbera maseyan ji bihustekê jî tengtir. Çi gotin bihata kirin yê hember bê hemdê xwe fam dikir.

Kurik du bîrayên mezin danîbûn ser maseyê. Yek ji bo xwe, yek ji bo wê.
Şev dirêj bûbûn êdî, wextê wan hebû. Heta ji wan bihata, wan dê vexwara.
“Em vî îşî ji ber xwe derxin,” got kurik, bi arezûyeke bilind.
“Kîjan îşî, min fam nekir.” Keçik serê xwe hejand.
“De fam ke lê! Ez dixwazim em îşev li nav cihan vî îşî hel kin.”
“Yanî tu dibêjî em îşev miheqqeq bikin.”
“Erê. Ez vê dibêjim.”
“Lê hişê min pir tevlihev e, nizanim çi bibêjim.”
“Çawa nizanî. Em herdu jî hev dixwazin, çi zirara wê heye…”
“Ez hê nebûme hijdeh salî, hinekî ditirsim.”
“Tu ji çi ditirsî yaw… Ma tu hê zarok î?”
“Ez ne zarok im lê çi zanim îşte…”
“Îşte mîşte nizanim… Heger tu bixwazî em ê bikin, heke na jî a baş em ji niha de ji hev veqetin.”
“Ka bise ji bo Xwedê, ez vê hêrsa te fam nakim.”
“Tu însanan aciz dikî. Biryara xwe bide, yan erê yan na…”
“Şeva me dirêj e, li me neherimîne.”
Xort çûbû du bîrayên din jî anîbû. Dû re du bîrayên din jî. Dû re çend bîrayên din jî.
Piştre demeke dirêj bi serxweşî hev maç kiribûn.
Du xortên kurd î li kêleka maseya wan ku bi hêrs û aciziyekê bi saetan qala bûyer û siyaseta kurdan dikirin, bê hemdê xwe guh dabûn xeberdana vê keç û vî xortî jî.
Gava keç û xort bi kêfxweşiyekê ji barê derketibûn xortê kurd bi qehreke mezin qulpeke dirêj li bîraya xwe xist û got, “Min di vî îşî kiro,” gava şûşeya xwe teq li maseyê xist. Weke ku hemû barê dinyayê li ser pişta wî be, kesereke kûr kişand û dawî li hevoka xwe anî:
“Xwezî derdê me jî tenê nihandin bûya.” 

16ê Çiriya Paşîn a 2017an, Parîs

3 yorum:

HÛRÇÎROKLO / 1-8

Kasım 15, 2017 , 0 Şirove

Wêne: Şaban Uluca

1.
Gava gihîşt serê kolanê ji bîr kir ku nasnameya xwe li malê ji bîr kiriye. Nasnameya wî ¾ a ku li ber wê porê xwe şayîk dikir.
2.
Rehmetî her tim li vê berberxaneyê zimanê xwe diqusand. Piştî demekê êdî hew hat berberxaneyê. Kifş bû ku zimanê wî weşiyaye.
3.
Li rawestgehê ji dêvila otobêsê li kerekî siwar bû. Ji heft dergehan bihurî, pişta heft pêlewanan danî, bi heft dengbêjan re ket lecê, roja heftan a îstirehetê kerê wî zîtikek lê xist, di çêm wer bû.
4.
Sê kurên pîrê hebûn. Ê mezin bîr dikola, ê navê gor dikola, ê biçûk jî tim û tim diranê xwe yê kurmî dikola.
5.
Li nexweşxaneyê jin û mêrek. Jinik ji çavê xwe kor bû. Mêrik ji guhê xwe lal bû. Jinik digot, tu çavê min î. Mêrik digot, tu guhê min î.
6.
Di xewna xwe de marekî biqiloç dît. Marê biqiloç got: “Tu zanî ez kî me sss?” Gava şiyar bû jina wî hê radiza.
7.
Navê wê rojekê wenda bû. Ji bo ku navê xwe bibîne bi otostopê li çar aliyê dinyayê geriya. Gava hêviya wê ji gera wê nema, xwe avêt ber pêlên behrê. Li gor encamên otopsiyê diyar bû ku ji aliyê navê xwe hatiye xeniqandin.
8.

Di temamê jiyana xwe de parsekiya bextewariyê kir. Roja ku çend quriş bextewariya wî çêbû, ji kêfan mir.  



*** 

Nîşe: Ez ê ji niha û pê ve hewl bidim vî çeşnê edebî, hûrçîrok, biceribînim û carê çendekan li ser bloga xwe belav bikim. Hûrçîrok çi ye, ne çi ye, nivîskar û bloggerê delal Şerîf Keya di vê nivîsa xwe de (bnr. Hûrçîrok) bi hûrgilî behs kiriye û patenta vî navî jî di dest wî de ye. :) Bi xêra vê nivîsa Kek Şerîf dilê min jî li hûrçîrokan germ bû û di nivîsandina van hûrçîrokan de jî min zewqek mezin girt. A ewil min fam kir ku meriv çawa dikare çîrokeke dirêj di çend hevokan de îzah bike. Hin ji van hûrçîrokan ji bo min taslakine baş in ku di dahatûyê de karibim wan wekî çîrokên dirêj jî binivîsim. Min xwest di hûrçîrokan de nav û terzeke xweser ji bo xwe ava bikim loma min "lo"yek li navê hûrçîrokên xwe zêde kir û nav danî Hûrçîroklo. Ez ê di van hûrçîrokan de çiqasî serkeftî bim nizanim, lê wer xuya ye ez ê her bi kêf û zewq wan binivîsim. Hêvîdar im tu xwendevanê/a delal jî kêf û zewqekê ji xwendina van hûrçîrokan wergirî. 

15ê Çiriya Paşîn a 2017an, Parîs

0 yorum:

PERÎDANK JI NAV KITÊBÊ DERDIKEVE (Nameya Sêyem)

Kasım 14, 2017 , 0 Şirove


Merheba ji te re Xwedêyo;

Çendik û çend meh di ser min û te re derbas bûn ku min nekarî ji te re binivîsim. Dengê te tê min heçku, pêjna dengê te dikim. Dengekî hêl e, dengekî hişkgîn, dengekî di ser çem û robaran re diherike, dengekî berbayî vizîna bê dikeve, dengekî serhevraz dibe, dengekî ji ber şûnpiyên hespekî li çargaviyan dipeke, dengekî ji ber hesinê hedadekî dipengize, dengekî ji lûleya tifingê difilite, dengekî ji nav olana bîrekê hil dibe, dengekî ji nav ava gumgumekî difûre, dengekî bi berfê re hêl dibe, dengekî bi terezê re lê dide, dengekî bi baranê re direşîne, dengekî bi wesayîtan re gêr dibe, dengekî li ser qeşayê dişemite, dengekî ji kaşan digindire, dengekî di nav keldûmanê de qulap dibe, dengekî ji borîzanan zûr dibe, dengekî ji naqosan gur dibe, dengekî ji nav azanê li ba dibe, dengekî bi birekê re dibire, dengekî bi şûr re jêdike, dengekî bi meqesê re diqusîne, dengekî bi bivir re qut dike, dengekî bi miriyan re dimire, dengekî bi jî-yan re dijî, dengekî dikene, dengekî digirî, dengekî hêrs dibe, dengekî diqîre, dengekî dibêje, dengekî dibêje, dengekî dibêje, dengekî dibêje tu çima ji min re nanivîsî lo Înanolo.

Wext çend zû dihere û derbas dibe Xwedêyo, niza’m li aliyê we jî her wisa ye. Wekî duh na pêr tê bîra min ew rojên hatûçû-û-nemahatî, ‘eyn wiha li bîra min in ew nameyên min bi ‘işqeke naygotin ji te re dinivîsîn. Belkî te hay jê tunebe lê di vê maweyê de gelek bobelat û karesat qewimîn. Ez ji te re dinivîsim rast e lê tu li min nenerî tu bi xatirê xwe kî, tam di van deman de jî dawî li van bobelat û karesatan nehatiye. Qaweta te nagihîjiyê ku rê li ber nexweşiyan bigirî dizanim, jixwe qaweta min jî nagihîjiyê lê qaweta Perîdankê digihîjiyê, bawer bike. Perîdank ne ya henekan e haa, nebî nebî tu ji bîr bikî! Her cara ku navê wê diniqute hişê min, demildest ji tevahiya nexweşiyan dûr dikevim û hest bi hemû xweşiyên dinyayê dikim.

Xwezila te Perîdank bi çavê seriyan bidîta Xwedêyo. Ma ne îşê li ber dikevim û xemgîn im bo te ji ber vê bêsiûdî û bedbextiya te ya nedîtina Perîdankê. Ma xwene te Perîdank bidîta, tu dê her di vî halê xwe yê perperîşan de bûyay? Ev bêsiûdî û bedbextî dê bihata serê te? Te dê her tim xwe veşarta li pişt heyva bin ewrê? Na, na, yeqîn nakim, qet yeqîn nakim. Lê li ber xwe bide Xwedêyo, li benda roja xwe bisekine. Heye ku tu jî rojekê çav bi Perîdanka min bikevî.

Ji roja ku hatim Parîsê min hemû kuçe û kolan piyase kirin tik tenê ji bo ku hema neqilkê Perîdanka xwe bibînim Xwedêyo. Min ti qul û qorzî û neqeb bi hev nehiştin, li hemû gar û stesyonan geriyam, li hemû metroyan, hemû trênan, hemû tramwayan, hemû otobêsan siwar bûm, bi parsek û bêmalan re li nav peyarêkan razam, li keştî û waporan siwar bûm, li nav turîst û gerokan şop bi şop meşiyam, bi dizî ketim nav hemû muzeyan, li nav hemû konseran min însan tehn dan û ji wî serî diçûm seriyê din, tev li hemû panel û gotûbêjan bûm û min seyra hemû beşdar û guhdaran dikir, li hemû bar û dîsko û cluban ji ser hişê xwe çûm, têra min li min xistin, li hemû park û daristanan bazda, li nav cur bi cur heywanan geriyam, yekî zîtik avêt, yekî qiloçê xwe li min xist, yekî nikilê xwe li min da, yekî ez gez kirim, yekî bi min veda, lê min negot bes û hey bi pey şopa Perîdanka xwe ketim. Ax xwezî Perîdanka min li cem min bûya, ew ji we re dizanibû bêheysiyetno.

Her cara ku vedigeriyam cihê staja xwe, di nav toz û herriyê de dimam. Hevalên ku li enstîtuyê her carê ji min dipirsîn ka gelo min şopek bi ser Perîdanka xwe xistiye an na êdî hew ji min pirsa wê dikirin. Rojekê gava Kendal Nezan ez li enstîtuyê di nav herî û çiravêlkê de dîtim axîneke kûr kişand û gote min “ev çi halê te ye Înanolo, ne eyb e ji te re ku bi pey Perîdankekê ketiyî û xwe ji bo wê perîşan dikî, welle heyfa te, heyfa xortaniya te.” Min got, mamoste ev ne Perîdankeke wisa ye ku xwe ji bo wê perîşan nekim û xwe nexim vî halî. Min got, mamoste te Perîdank nedîtiye loma wisa dibêjî. Min got, mamoste heger ev eyb be ez bi vê eybê kêfxweş û serbilind im. Min got, mamoste xwezil ji xêra Xwedê re te Perîdank bidîta. Min got, mamoste Perîdankeke wisa ne li darê dinyayê û ne jî li banê gerdûnê heye. Min got, mamoste hemû mal û milkên dinyayê jî bidin min ez dev ji Perîdanka xwe naqerim û ez ê hey ji bo dîtina wê têbikoşim. Kendal Nezan çer ku dît min xwe li serhişkiya dîtina Perîdankê daniye, bi awayekî mafdar dev ji min berda û berî ku veqete ev heneka xwe ya meşhûr kir: “Heger te dît silavên min jî lê bike.”

Îro jî wekî her rojên te ji ber heyecana dîtina Perîdankê ji dersa xwe mam Xwedêyo. Di hemû kêlekên hiş û hoşeyên min de navê Perîdankê olan dida û wekî her roj min îro jî pir ji nêzîk ve hest pê kir ku ez ê miheqqeq Perîdankê bibînim. Serê sibê ji dêvla ku rabim taştêyekê amade bikim min çûbû xwe li ser qenepeyê dirêj kiribû û bi saetan ketibûm fikara Perîdankê ka gelo qeza w belayek hatibe serê wê. Hezar şik û guman di serê min de gêr bûn. Lê paşê min dilê xwe rihet kir û qaneh bûm ku Perîdank pir bi hêz e, qaweta wê digihîje her tiştî û her belayê. Çiqasî bêşans û bextreş bûn ên ku wan Perîdankek nîn bû. Xwezî bi milyonan, bi milyaran Perîdankên min hebûna û min ew li van bêşans û bextreşan belav bikirina. Lê çi fêde Perîdankek tenê hebû û heta niha xeyn ji min kesî ew nedîtibû. Haya we jê tune lê ma ez bo çi wiha li ser hemdê xwe me tevî hemû lêdan û têkoşîna sext û dijwar jî? Helbet ji ber Perîdankê, ji ber dîtina wê. Dîtina wê ez zexm kirim, bihêztir kirim, têkoşertir kirim ji bo ku zêdetir li ber xwe bidim da ku wê cardî bibînim.

Gava bi lezûbez li Saint-Michel-Notre-Dameê li Metro 4ê siwar bûm ku bigihîjim dersa xwe di hişê min de ne gihîştina dersê lê hezar bîranîn û serhatiyên min ên dîtina Perîdankê hebûn. Her cara ku bi trêna RER Cyê vedigeriyam malê, belaheq min rêya xwe ya dipdirêj çend rawestgehên din jî dirêj dikirin ji bo ku bi dilê rihet li Perîdanka xwe bifikirim. Di her yek ji van rêwîtiyên dirêj de min devê bîranîn û serhatiyeke xwe ya bi Perîdankê re vedikir û diketim nav xewn û xeyalên kûr û dirêj. Bê hemdê xwe dikeniyam û dibişirîm carnan û carnan jî tirsek diket dilê min ku heye rêwiyên hember min ji ber van ken û bişirînên min şolên xerab bên hişê wan. Gelek caran jî ez tirsiyam ku rojekê mêrikekî reşik î zexm kulmekê li ser devê min bixe û bêje tu çi fehş fehş bi min dikenî heywan layê heywanan. Axir heta niha kesî destê xwe li min neda, herhal dibêjim, dibe ku ji ber tirsa Perîdanka min be.

Çer ku metro li rawestgeha Saint-Placide disekine, bazdanka ji deriyê kuçeya Notre-Dame des Champs derdikevim û di nav deqeyekê de xwe digihînim avahiya Alliance Française. Homer Dizeyî tê bîra min Xwedêyo ku di bîranîneke xwe de behsa Alliance Française dike ji ber ku wî jî demekê li vir dersên fransî girtine. Homer Dizeyî dibêje hemû keçikên xweşik ên Parîsê li kantîna vir diciviyan û aktor û aktrîsên Hollywoodê jî dihatin vir. Di dema Homer Dizeyî de kantîna vir nizanim çawa bû lê di dema me de ne kantîneke wiha bêhawe ye Xwedêyo, jixwe kes xweşkayî nayê kantînê jî. Bi saetan li vê kantînê dimam û li Perîdanka xwe difikirîm. Her cara ku hevalên polê yên ji heftê û du miletan ez dinirquçandim û bi heftê û du zimanan digotin, haydê Înanolo ders dest pê kiriye, min xwe diingirand û bi kurmanciyeke sade ji wan re digot, hûn biçin ez ê li benda Perîdanka xwe bimînim. Dibêjinm rojbaş û derbasî polê dibim. Mamoste di dersê de dibêje çi nabêje çi jixwe guhê min qet ne lê ye û li deftera ber xwe misêwa rismê Perîdanka xwe xêz dikim. Haya min jê nîne lê ez dibînim ku ders qediyaye û hemû heval jî hêdî hêdi derdikevin. Mamoste Samuelle qey ji rewş û timtêla min fam dike loma tê ber serê min û dibêje çi derdê te heye Înanolo? Perîdank, dibêjim, Perîdank. Fam nake rebenê, dibêje te go çi? Dibêjim, Perîdank. Dibêje, çawa tê nivîsandin. Bi herfên mezin dibêjim P-E-R-Î-D-A-N-K. Dibêje, hmm, Perîdank çi ye gelo? Ha ji ter re, dibêjim, îja me pê girt, de were Perîdanka neketiye ti ferhengan jê re wergerîne. Risteyeke şairî tê bîra min, peyveke wê diguherînim û yekser ji mamoste re dibêjim: “Wernagere ti zimanan rehma Perîdanka min.” Devê Samuelle ji hev diçe û dibêje, “Oh la la, tu tam şairekî rasteqîn î.” Erê, dibêjim, derdê Perîdanka min ez kirim şair.

Piştî ku ji Alliance Française derdikevim, cardî li Metro 4ê siwar dibim û têm li Gare du Nordê peya dibim. Gava ku ez ê bêm enstîtuyê, ew kalemêrê kitêbfiroş ê li hemberî enstîtuyê ber bi çavê min dikeve. Her carê ez dibînim ku li ber kulûbeya xwe ya kitêban e û kitêbek di dest wî de ye Xwedêyo. Por û riha wî jî wekî kitêbên wî li nav hev ketiye û bûye gêre. Bi heyecana ku ez ê kitêbekê derbarê Perîdanka xwe de bixwînim ber bi kulûbeya wî ve diçim. “Silav û rêz Seydayê delal,” dibêjim. Kitêbfiroş kitêba dest xwe datîne û dibêje min, “wey hezar silav û serçavan xwarzê, kerem ke.” “Wey keremdar bî Apê Hecî,” dibêjim, bi kêfeke mezin, “welle li kitêbekê digeriyam, derbarê Perîdankekê de, min got çi zanim belkî li cem te peyda bibe.” Kitêbfiroş heçku hinekî ji ber xwesteka min xemgîn bûbe, got “na welle kitêbeke wisa li cem min tune ye xwarziyê delal lê heke te qebûl e kitêbeke min î pir xweş li gor dilê te heye.” Min got, “Çi ye, çitonî ye?” bi devoka Sirûciyan. Kitêbeke reş î çermîn derxist raberî min kir û wî jî bi devoka Sirûcê li min vegerand: “La va kîtabekî pir xaş e yawrim.” Ez şoq bûm, min gotê “Xalê Hecî, Xalê Hecî fransizek û devoka Sirûcê çi eleqa?” Got: “Law qet mepirse xanima min ji Sirûcê ye.” Min got weyla min di vî îşî kiro, tabî di dilê xwe de. Kitêbfiroş gote min ku ev kitêba çîroka xortekî ye ku heta mirina xwe dide pey pey hezkirina xwe. Super, dibêjim, tam li gor min e.

Gava têm enstîtuyê kesî li salonê nabînim. Bi meraq radihijim kitêba xwe û hema ji nişka ve ji rûpelekê vedikim. Çer ku kitêbê vedikim, kitêb ji dest min dipengize û ez ji çend mîtroyan dipengizim aliyekî din. Ronahiyek rengorengo ji nav kitêbê ber bi tawanê ve dikişe û di nav vê ronahiyê de kêliyekê ku bi qasî salan dirêj e ji bo min çav bi Perîdanka xwe dikevim Xwedêyo. “Înanolo” dibêje, gava ku dê ji derî derkeve, “lo Înano lo”. Dibe mij û moran ber bi hewayê dikeve û diçe. Bi saetan gêj û jixweçûyî dimînim. Malava bin hevalên enstîtuyê min dibin nexweşxaneyê û du sê serûman li min dixin heta têm ser hişê xwe.  Gava têm ser hişê xwe dibînim wa ye Kendal Nezan jî li ber serê min e.

“Perîdank,” dibêjim bi kêf û xemgîniyeke têkel, “min Perîdanka xwe dît.”

“Waaa!” dibêje Kendal Nezan bi awayekî şaşmayî û lê zêde dike: “Qenebe te silavên min lê kirin?”

“Na welleh,” dibêjim û kesereke kûr dikêşim. “Vê carê jî ji dest min filitî.”


14ê Çiriya Paşîn a 2017an
Parîs

03.46

0 yorum:

Blog Birayê Ferhengan in

*Min ev blog di adara 2016an de vekir. Nivîsa min a ewil a blogê ku hevpeyvîn bû, di 29ê Adarê de weşiya. Ti carî min bîr nebiribûyê ku ji xwe re blogekê vekim lê tim min xwestibû hevpeyvîn û sohbetan bi însanan re bikim û wan biweşînim. Gelek hevpeyvînên ku heta hingê min xwendibûn nîşanî min dabûn ku rêyeke giring a nasîna xisletên însanî jî di hevpeyvîn û sohbetan de veşartî ye. Rêyên din jî hebûn bêguman ji bo vê nasînê, mesela rojnivîsk, mesela bîranîn û serhatî. Min hez dikir ji wan berhemên ku “ez”ek li meydana wê bû, min zewqek mezin digirt ji wan. Bi qasî ku min ji helbestekê, romanekê, çîrokekê hez bikira, min hez dikir. Xweş nayê bîra min lê yeqîn tesîra bloga Omer Faruk Baran û hevpeyvînên wî li min bûbû ku ez rabim ji xwe re blogekê vekim û bi nivîskaran re bipeyivim. Min îlhama xwe ji bloga Omer girtibû û bi vî awayî ev blog dest bi weşana xwe kiribû. Malava Birûsk Aryanê dostê hêja dîzayn û bergsaziya blogê kiribû. Jixwe di karên teknîkî de min her tim xwe diavêt ber bextê alîkariya Birûsk û wî jî tim û tim alîkariya xwe ji min texsîr nedikir. Ne ji bloga Omer bûya min ê dîsa hevpeyvînan bikira lê ne ji bloga wî bûya gelo min ê dîsa blog vekira an na, ne bawer im.

*OFB ferman da û got: “Gava ez mirim, bêjin ji heyecana xwendina nivîsên li blogên Kurdî mir.”

*Pereyê min pir bûya min ê mehane miaşekî bidaya OFB û bigota tenê ciwanan teşwîqî nivîsandin û bloggeriyê bike. Camêr wer ji heqê vî karî dertê, qe nebêje.

*Ez bala xwe didimê, gava yek ji me binivîse yê din jî li nivîsê germ dibe û gava ku kes nenivîse bi rastî jî kes nanivîse. Em hev motîve nekin, kes me motîve nake hevalno.

*Di navdanîna blogan de meseleya me giran e. Pirraniya me bloggeran navê xwe li blogan dikin loma navên cuda û orjînal kêm in. Di navên blogan de heta niha favoriya min navê bloga jinajifilanhezdiket.blogspot.com e. Li gor min di nav blogên kurdî de navê herî balkêş ê vê blogê ye. Jinajifilanhezdiket di blogê de behs nekiriye ka çima vî navî li bloga xwe kiriye lê heke behsa vê navdanînê bike dê ne îşê xweş be.

*Li bloga Apê Zinar dinêrim. Nivîsên wî yên îsal ji niha de gihîştine 650. Heger wisa dewam bike îhtimal e hejmara nivîsên îsal heta dawiya salê bigihîje 750 jî. Min nivîsên wî di ser rû re hejmart, ji 4500î derbas kirine. Li bloga xwe dinerim, min nehejmart, lê xwe biçirîne bila 50 nivîs hebin an na. Welle heyfa xortaniyê.

*Dibêjin nameyên Voltaire ji bîst hezarî zêdetir in. Camêran ev nameyên wî di 13 cildan de berhev kirine. Difikirim, heke Apê Zinar deh salên din jî salê orteleme 600 nivîsan li bloga xwe zêde bike, bi temamî dike 6000 nivîs. Hingê nivîsên wî ji 10000an zêdetir dikin. Heger em bixwazin van nivîsan çap bikin, em bibêjin serê her nivîsê rûpelek, a ji te re kir 10000 rûpel. Em bibêjin bila her cildek 500 rûpel be, a ji te re kir 20 cild. Me Apê Zinar heye ji kerema xwe ji Voltaireê nizam çîk meke behs.

*Nizanim haya we jê heye an na lê ev ji salek zêdetir çêbû ku ez û pismamê OFB li ser berbend.blogspot.comê ji hev re nameyan dinivîsin. Tabî piştî ku ez hatim Parîsê min xwe li tiraliyê danî û ev sê meh heye ku min bersiva nameya wî nedaye. Heqê min lêdan e, dizanim. Halbûkî min digot ez ê di nav 24 saetan de bersiva nameya te bidim, tew lo dilo. Di destpêkê de hema bêje me di nav rojekê de bersiva hev dida. . Xeyn ji nameyan dostê hêja Birûsk bi wêne û nivîsên xwe yên wêneyan blogê geş dike. Her wiha em name û wêneyên nav salê wek cildekê ber hev dikin û li kêleka blogê datînin Heta niha cildek heye, îsal ber bi dawiya salê jî em ê cildê duyem belav bikin. Difikirim, heke em çil salan ji hev re binivîsin, a ji te re kir 40 cild. Weşanxaneyek heye ku ewqas cildan çap bike gelo?

*Çîroknûsê hêja Ferhadê Mihemed li ser instagramê ji min pirsî: “Ka tu dê kengî kitêbekê çap bikî?” Min bi henekî gotiyê: “Welleh êdî blog heye, ez li dijî çapkirinê me.” Qey ji ber bersiva min şaş ma, loma got: “Qet nebe tu welê mefikire law. Ji ber ko kitêb miqeddes e pîroz e.” Min jî lê vegerand: “A miqeddes xwendin e lo, hezkî bila li ser çermê ga be, hezkî bila li ser kevir û zinaran be, hezkî bila li ser kaxezan be, hezkî bila li ser blog û tabletan be.” Ez hê jî wisa difikirim. A miqeddes û mînende (kalıcı) xwendin û nivîs e loma hemû alav û malzemeyên xwendinê dê her biguherin lê xwendin û nivîs dê her wekî xwe û li cihê xwe bimînin.

*Demekê Cîhan Roj romana xwe li ser malperekê weşand lê paşê wê kitêba xwe çap kir. Helbet tercîha wî ye, lê ez bûma min çap nedikir.

*Li bloga Husên Muhammed dinerim, heyran û hejmekar dimînim. Camêr bêyî ku gazinan bike her bi karê xwe berdewam e û xebat û berhemên xwe li ser bloga xwe belav dike. Îja kesê hay ji van tiştan tunebe dikare bigihîje wê qenaetê ku kes berhemên wî çap nake an jî ne hêjayî çapkirinê ne loma li ser bloga xwe wan diweşîne. Willehî billehî tillehî bi dilekî saf û rihet dikarim bêjim, xebatên wî ji yên gelek zimannasên min ew xwendî çêtir û biqalîtetir in. Qet nebe camêr devoka xwe nafiroşe kesî (ev gotin jî ya OFB ye, min jê dizî). Niza ez jî rojekê kitabekê li ser bloga xwe belav bikim, kes dê bixwîne?

*Ev demek e ev gotin di hişê min de qulap dibe: “A ku nivîskarekî dike nivîskarekî baş jî, parçeyek berdewamî ye.” Di vê dewra ku zû hewes dişkê, zû dil sar dibin, berdewamî jî gelek gelek zehmet e.

*Demekê Husên Muhammed di quncika xwe ya malpera Nefelê de berhemên edebî dinirxandin û di dawiya nivîsên xwe de nîşeyek lê zêde dikir ku, her kî bixwaze kitêba wî bê xwendin û nirxandin ji kerema xwe bila berhema xwe jê re bişîne. Welehî bavo xweş bazar e. Niza ez jî nîşeyek wiha binivîsim kes dê berhemên xwe ji min re bişînin?

*Bi qasî min hay jê heye ferheng ne ji bo xwendinê lê ji bo çavpêxistin û çavlêgerandinê tê stendin. Gava ferheng baş be ji xwendina wê xweştir ava ser berûyê ye. Heta niha min sê ferheng ji serî heta binî peyv bi peyv xwendine: Ferhenga Umîd Demîrhan, Ferhenga Kamêran Botî, Ferhenga Celadet Bedirxan. Îja bes bi xwendinê nedimam, min hemû peyvên kêmnas û min jê hez kirî tevî wateya wan li deftera xwe dinivîsandin. Piştî her xwendinê bi deh rûpelan peyvên min çêdibûn. Heger bala we lê be ev her sê ferheng jî kurdî bi kurdî ne. Min du caran hewl da ferhenga du zimanî ya Zana Farqînî jî bixwînim lê min nekarî. Bila dilê kesî nemîne, lê ez ê ferhenga wî ti caran ji serî heta binî nexwînim. Heger hûn ji min bipirsin te di nav van ferhengan de herî pir ji ferhenga kê hez kir? Yekser ez ê bêjim a Umîd Demîrhan. Bi raya mim ferhengeke herêmî ye û ferhengên herî xweş jî yên herêmî ne ku meriv ji hezar herêm û devokan peyvan bîne û bike şorbe. Ez ferhenga kurdî-kurdî ya Mehmed Emîn Bozarslan jî gelek meraq dikim lê hêj min bi dest nexistiye. Seyda Bozarslan hêj du cildê ferhenga xwe çap kirine û bi qasî dizanim hatiye heta herfa /k/yê. Hêvîdar im bigihîje herfa /z/yê û jê jî bibuhure. Lê tevî ku ne ferhengeke çapkirî ye, ferhenga herî baş û herî kêrhatî ya kurdan wikiferheng e. Belkî ew derfet tunebe ku meriv ji serî heta binî peyvên vê ferhengê bixwîne lê ji bo hînbûnê çavkaniyeke serekî ye. Malava Fatîh Aydin demekê hemû peyvên wikiferhengê li gor zimanên cuda berhev kirin û wekî ferheng di bloga xwe de belav kirin. Divê li xwe mikur bêm ku min ew ferheng jî ji serî heta binî nexwendine.

*Û ferhengeke din î pir hêja, ferhengeke înteraktîf tirsik.net. Di destpêkê de ez jî nivîskarê ferhengê bûm û gelekî aktîf jî bûm. Heta demekê malavayan ez bi zorê kirim moderator jî. Hingê min ê dest bi zanîngehê bikira li Mûşê. Her ku min li ber wan da ez ê dest bi zanîngehê bikim û ez ê nikaribim bi ferhengê re bilebikim, lê dîsa jî ez razî bûm ku bibim moderator. Piştî demekê ji ber tiraliyê êdî min di ferhengê de nenivîsand û terikand, piştî çend salan ku ez ketim ferhengê min dît wa ye wan ez ji moderatoriyê derxisitime bi awayekî mafdar. Her çiqas min xwest cardî di ferhengê de aktîv bibim lê him ji ber tiraliyê û him ji ber kar û barê din min derfet nedî di ferhengê de binivîsim. Navê min ê di ferhengê de jî “înano lo” bû. Xweş nayê bîra min ka min ev nav cara pêşîn di ferhengê de an beriya wê di navê xwe yê twitterê de bi kar anîbû. Tew lê lê dinyayê, wê demê tirsik.net gelekî xweş û geş bû. Gelek tiştan ji wir hîn bûm û hîn dibim. Hê jî hema bêje her roj li tirsik.netê dinerim hela ka çi heye çi tune ye. Hêvîdar im tirsik.net her tim geş û xweş be. (Piştî demekê ez ji hin nivîsên xwe poşman bûm û min got xwezî min wisa nenivîsiya û min niyet kir ku wan jî jê bibim. Lê paşê min got heqê min tune ye, bila wek arşîv bimînin. Şaşî bin jî yên min in, rastî jî bin yên min. A baş ew e ku meriv şaşiyên xwe jî û rastiyên xwe jî wekî xwe qebûl bike.)

12ê Çiriya Paşîn a 2017an
Parîs

8 yorum: