Peyvpeyvîn -2: Yehya Omerî

Ağustos 15, 2019 , , 0 Şirove


Merheba. Di xeleka duyem ya peyvpeyvînê da Yehya Omerî heye. Min 15 peyv jî dîwana wî ya yekem, Anatomiya Demsalên Zer (2015, Xelata Helbestê ya Arjen Arî), neqandin û jê xwest ku van peyvan bibersivîne, şirove bike. Em guh bidin dengê şairî bê ka çi dibêje. Dema we xweş be.                                                                         

Yehya Omerî
Wêne: Murat Bayram

Aso
Bi min wisa tê ku aso ne hêvî lê belkî nîşaneyeke hêvîyê be ango çirûska wê. Çikû roj ji pişt wê der tê, lê berî derkeve em şewqa wê ya hêvîbexş dibînin ku ew şewq xwe ji pişt asoyê digihîne me. Lê her wiha xerabî û têkçûyîn jî ji pişt asoyê der tê ango di hin deman de roj nikare hilbibe û xwe bigihîne asoyê jî. Di helbesta min de jî aso her ew tişt bû ku ez rewşa acizî û asta bêhêvîtiya xwe pê nîşan bidim.

Bajar
Di rewşa îro ya  cîhanê de têkiliya bi bajêr re têkiliyeke bivê nevê ye. Ev yek ji bo me kurdan jî wisaye, lê ji bo me nû ye û hê nû nû dikeve helbesta me, bi qerebalixiya xwe, bi têkiliyên ciyawaz yên qesta nerîtê dike, nerîtê dirûxîne û belkî adet û nerîtên nû saz dike. Bajar awayê jiyana bajarî xwe li hemû qadên hunera me ferz dike. Min jî bi tecrûbeyên xwe yên xav û xama hewl da rûyekî bajarî bidim helbesta xwe. Lê di vira de problemek derdikeve ku rabirdûyeke me ya xurt ya bajarvaniyê nîne, belê îro piraniya kurdan li bajaran in û bi xêra medyaya civakî, tv û derfetên din ên ragihandinê gundên me jî bi ser bajaran ve diçin, belkî dibin taxên dûr yên bajêr bes çanda wê û awayê jiyana wê baş runeniştiye. Ev yek helbet hindek zehmetiyan jî derdixe çikû azmûneke me ya mezin nîne li bajêr lewre mirov baş têdernaxe bê çi awayî bajêr bike mekaneke edebî.

Çiya
Çiya di huner, çand, jiyan û dîroka kurdan gelekî girîng e, dibêm piştî vê klîşeya rêxweşker dikarim dest pê bikim. Di helbesta kurdî de bi taybet di ya modern de roleke girîng bo çiyayan tê dayîn ku di vira de çiya wek stargehekê, wek çeper û şervanekî diyar dibe û tevî zayend diyar nebe jî em dikarin bibêjin ku çiya mêr e, şêr e. Lê min di hindek helbestên xwe de xwest hinekî li dij vê yekê derêm û rûyê mê yê çiyê işaret bikim. Çiku bi min çiyayên Kurdan ewên di şerên giran de em berê xwe didinê belkî jin an jî dayikeke bi rehm be ku cih ji me re çêdike, rêya felatê, bedewiya xwezayê û rûyê wê yê bakîre nîşanî me dide.

Çûyîn
Çûyîn di helbestên min de gelekî derbas dibe. Ev yek ji ber jiyana min a her li ser çûn û hatinan ava bûye wisa ye. Te dî xwendekarî ye, dûrî û bêrî ye. Niha jî di rê de me dîsa û va ye çûyîn e behsa min :)  
Bêguman her kes diçe, vediqete, dûr dikeve lewre ez ne di wê angaştê de me ku tenê ez an jî herî zêde ez diçim lê xuya ye vê yekê li gor hinekên din zêdetir tesîr li min kiriye, tevlî cîhana min a hunerî bûye û bûye beşek ji poetîkaya min.

Dengbêj
Dengbêjî stûneke xurt û sext e di çanda me de û di helbesta me ya gelêrî û nivîskî, bi taybet di ya modern de. Lew derfetên vegêrana bûyeran û sazkirina hêmayên xurt bo helbesteke ku pişta xwe bide nerîtê bû berê wê li bajêr ango li ya modern be tê de heye. Di wan helbestên destpêkê de helwesteke min a baş bo dengbêjan tune bû. Niha em zêdetir li hev in. Hewl didim zêdetir têgibihêjim û bikim yek ji wan çavkaniyên helbesta xwe.

Evîn
 Di helbestê de belkî di beşên din ên hunerê de motîvasyona herî xurt a afirandin û sazkirina berhemekê evîn e bi min, bi taybetî  jî evîna bo jin, ger afrîner jin be bo mêrekî. Lewre di helbestê de mijara herî berbelav evîn û behsên bi evînê re meriv in.

Gul
Belkî di hemû dîroka helbestê de gul motîf û hêmaya herî berbelav e.  Ev yek ji ber bedewiya û di heman demê de ji ber navdariya wê ya zêde ye. Her wiha bi min hindek peyv hene ku gelekî guncav in bo helbestê, gul jî yek ji wan e.  Peyveke ter û tîr e ku tu dikarî gelek tiştan pê derbibire, sermerselê gula sor û gulistan tenê çêl guleke reng sor nakin lê li gor konteksta metnê dikare çêl ala rengîn, çepgirî û xoşewîstê bike.  Min jî bi çend awayan lê zêdetir bi awayê ku têkiliyên evînî derbibire cih dayê.

Helbest
Diyarkirina tişta ku em bi amatorî pê dibilin, nav hildana wê bi min xweş tê. Lew helbest ew welatê ku çi baş çi jî xerab dema ez bi navê wê an jî li ser navê wê hin rewş, hest û nihêrînên xwe nîşan didim û pê aram dibim ku ew min ji wê kêliya aloz dûr dixe û datîne stargehek ku bi tenê ez û serhevdeya xwe ya jiyanê lê ne, heq dike ku carna bibêjim helbest.  Bi min helbest xemilandina tişta ye bi peyvan. Bi vî awayî tu rengekî û kûrahiyekê didî wan ku ew carna êş in carna rastiyên li ber çavan e ku bi xemla helbestê zêdetir berbiçav dibin, dibin cihê zewq sitendin û lêfikirînê.

Payîz
Di helbestên min sûretê payîzê cihekî zêde mezin digre ku ev yek ne tiştekî bi zanetî bû û ez jî pişt re lê hay bûm. Gelek tiştên em dijîn ku mirin e carna, carna çûyîn û keser e carna jî veqetîn e, payîz û kesera wê bi xwe ye. Ji ber wê payîz demsaleke wiha ye ku tu dikarî di demsalên din de jî hest bi hebûna wê bikî û rewşa tu tê de yî bi wê rave bikî. Wekî din jî bi dîmenên xwe, bi hest û rewşên ku dema peyva payîzê derbas dibe tê bîra mirov, payîz bala min dikşîne û ez hez dikim bêjim payîz û di helbesta xwe de cih jê re vekim.

Stran
Hema bêje di hemû qadên jiyanê de muzîk heye û hêza muzîkê bandorên erênî li ser ruhê mirov dike. Bi min wisa ye ev bandor xwe di pêvajoya afirandinê de jî diyar dike. Ji bilî wê wek du cureyên hunerê muzîk û helbest an jî stran helbest li gor cureyên din zêdetir nêzîkî hev in û bi hev re di nav danûstandineke xurt de ne, lew deng û melodî di her duwan de jî serdest û diyarker e.

Şev
Di şevê mirov zêdetir li gel xwe dimîne, zêdetir guh dide xwe. Ji ber hêz û şiyana nixûmandinê jî mirov zêdetir hez ji şevê û ji tiştên ku bi şevê re tên dike. Loma şev.

Şivan
Niha pirtûk ne li ber destê min e, lewre nizanim  bê min ev peyv çend caran û bi çi awayan bi kar anîye. Lê bi minasebeta vê peyv an jî vê pirsê ez dixwazim bi kurtî raveya wê ya di helbesta “qesîdeyek ji bo bîra te” de bikim. Di risteya şivan kuştin bêrî belav bû de min nexwest  peyva kerî ya ku li zêdetir bi şivan û karê wî dikeve bi kar bînim lew ew xetere bû. Wê demê dê problema serok şivan e û gel kerî ye ku fikr û bîr nîne li keriyan derketa holê. Min nexwest bi wateya xwe ya ewwil şivan bi kar bînim.  Ango min nexwest bêjim kerî belav bû, na, ev nedibû. Lê bêrî mekaneke ku em dikarin bêjin civakeke biçûk lê ye, bêrîvan e, dûajo ye, şivan e, xweza û heywan lê ye û zarok û hwd.  Ku ev hemû wêneyekê civakeke biçûk û li hev tîne hişê mirov. Bi vê yekê re min hewl da çêl wê civaka biçûk bikim ku belkî em karibin bibêjin ew jî mînyatura civaka rastî ye û wa li wê helbestê sekinî ye.

Têkçûyîn
Mixabin têkçûyîna me li her derê ye û ev yek bandora xwe li her cure karê me dike. Em wek millet gelekî dişibin Sîsîfosê Yunan, ew ê ku her têk diçû û radibû dîsa têk diçû ku ev cezayek bû li wî û dê heta hetayê wisa bûya. Ê me jî hema bêje gelek hewldanên me bi têkçûn û jidestçûnê diqedin lewre motîvasyona me zû xera dibe, ji karên ku em hewl didin bibin serî zû aciz dibin.  Di dema nivîsîna wan helbestan de jî ev yek wisa bû, niha jî wisa ye lê belkî wê demê ji ber xeşîmî û ciwaniya min jî zêde zêde beşdarî li helbestên min kiribe.

Tenêtî
Ji tenêtiya xwe hez dikim çikû em zêdetir li hev dikin û ew gelek derfetan dide min ku ez baştir xwe nas bikim, bixwînim û carna baştir binivîsim. Ev hez û daxwaza tenêtiyê jî ji ber xwendinê tê heçkû. Heçkû bi xwendinê re mirov zêdetir hest bi tenêtiyê dike û ji wê hez dike. Lê helbet di helbestên min de gelek tenêtî heye û belkî di hin cihan de aciziya ji tenêtiyê jî hebe.

Zer
Zer ango hemû peyvên te hilbijartine bi hev re dibin zer. Lewre naxwazim behs bikim, dibe ku dubare bibe hin tişt.




Yehya Omerî: Di sala 1993an de ji dayik bûye.  Li Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê beşa mamostetiya ziman û wêjeya tirkî qedandiye. Niha li heman zanîngehê di beşa ziman û çanda kurdî de lîsansa bilind dike.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: