Kawa Nemir (I): Tiştê serekî ku li Diyarbekir ez aciz kirim, pirrbûna civatên edebî yên bêeedeb bû.

Nisan 28, 2016 , 0 Şirove

 Kawa Nemir ji bo min tekane nivîskarê nifşê berî me ye ku peywendiya min a li gel wî ji xwendevan û nivîskariyê bêtir, peywendiyeke di warê du heval û hogiran de ye. Ji lewma ye ku min tu carî wek ji nivîskarên bi temenê xwe ji min mezintir re gotiye, jê re negotiye mamoste, keko, bira, mamo, xalo û filan û bêvan. Ez her tim jê re dibêjim Kawa can, ew jî dibêje Înan can, wek mezinên ku ji bo xweşkirinê “can”ekê bi pey navên biçûkan ve dizeliqînin. Belkî jî tesîra wan nameyên ku me ji mêj ve ji hev re dinivîsî di vê yekê de zêde bî. Ez ê behsa berhemdarî û nivîskariya wî nekim, lê divê li xwe mikur bêm ku di salê min ên ewil ên nivîsînê de yek ji wan kesan bû ku tesîreke mezin li nivîsên min dikir. Lê bi demê re min hewl da ku ji tesîra wî û nivîskarên din xelas bibim ku rêya xwe bibînim. Vê hevpeyvîna ku dê wekî sê beşan bê belavkirin, ez bwer dikim ku dê hizr û fikra Kawa Nemir li ber çavên xwendevanan zelaltir bike. Di vê hevpeyvînê de pismamên hêja, Erol Şaybak û Umran Peker jî bi pirsên xwe beşdariyê lê kirin û sohbetê rengîntir kirin. Kerem bikin beşa yekem a hevpeyvînê, beşa duyem dê van rojan bê belavkirin.



Kawa Nemir, Erol Şaybak û İnan Eroğlu.
24ê N3isana 2016an -Sîba Sahaf /Mêrdîn
Wêne: Umran Peker


-İnan Eroğlu: Kawa can, nêzî salekê ye ku tu li Mêrdînê dijîyî û dimînî. Beriya wê tu li Diyarbekirê dimayî. Gelo çi sedeman kirin ku tu Diyarbekirê biterikînî û werî van deran?

Kawa Nemir: Niha zanî, wa ye civata me jî li wir rûniştiye. Civateke gelekî hêja ye îro, Selîm Temo ye, Şener Özmen e, Cumhur Nemir e, Erol Şaybak e, Ekrem e, hemû hevalên me li wê derê ne. Cenabên we hemû li vir in. Ji duh ve jî, esas bi boneya hatina Kak Şener em li hev rûniştin. Bê guman em behsa mekanan, behsa bajaran dikin û me behsa Diyarbekir jî kir jixwe. A niha tabî ez dibînim gelek heval û hogir gelek caran bi sedemên esasî nizanin: Ji ber çi ez ji Diyarbekir derketim yan jî min terka wê da? Nêzîkî heşt salan ez li Diyarbekir mam. Diyarbekir cihê ku bi rastî hem jê nefretê dikim, bîzê min lê naçe, hem jî dilketiyê Diyarbekir im. Gelek hestên min jixwe li ser gelek babetan, mijaran her bi vî awayî ne, bi vî rengî. Heşt sal, ji bo ku ez li bajarekî bibanim, bi têra xwe zemanek e esas. A duduyan, sedema hatina min bo wî bajarî, sedemeke jixwe malbatî bû. Malbata min, hêlîna min a ku bi temamî xera bû, tarmetax bû. Digel vê hindê jî, ji bo ku ez nêzîkî kurê xwe bim, lê bûm. Li heman bajarî, heta ku ji min hat, min xwest xwe li wî bajarî bigirim. Gelek bîrhatiyên min li Diyarbekir çêbûn, Diyarbekir êdî piştî vê qonaxa ku ez tê de jiyam, ne bajarekî dûrî min e. Bi her rengî, bi her şêweyî, bajarê ku ez lê baniyame, lê wek min got, ji duh ve li gel civatê jî em behs dikin, tiştê serekî ku li Diyarbekir ez aciz kirim êdî, pirrbûna, mişebûna wan civatên edebî yên bêedeb, bi rastî vêya bi rihetî dikarim bêjim, û xeyb, paşbêjî, şiltax, buxtan, her wiha peywendiyên min ên xera bûyî yên li gel sazî û dezgehên kurdan, ku gelek keda min di hemûyan de heye. Wexta tabloyeke wiha li ber me hat raxistin, çu rê ji min re nema, rê û rewanî nema, cî li min teng bû ez li wî bajarî bimînim. Wekî din jî jixwe dibêjin belkî, jixwe xuya ye ne ji hed û sedê ti kesî ye lê, digel ku ne hed û sedê wan e, hinek kes vê taliyê jî, par jî êdî dest pê dibû min dibihîst, ev zilam çima li vî bajarî ye. Ez wek Kawa Nemir nayême hesabê gelek kesan, lê ez fam jî nakim ji ber çi wiha ye. Evên ku aciz dibin, di nava hereketa kurdî bi xwe de hene, eşkere dibêjim, ez dibihîzim. Li ser asta PKKê, çi di qada navendî, çi di qada sazî û dezgehî de, der heqê min de gelek tişt tên gotin û vana jî min nas nakin, ez jî gelekan nas nakim. Yan jî xuya ye ew dibêjin qey ew min nas dikin. Dilnexwestinek çêbû ku ez nema li wî bajarî bimînim. Par jixwe wek gefxwarinekê, berî ku ez bikevim hepsê, ji wî meqamê bilind û gewre ya jinane gefxwarinek çêbû ku ez wî bajarî biterikînim û dostekî min ev gefxwarin bo min anî. Ez jî ji xwe re di ber xwe de bişirîm, keniyam, wî dostê min ji min pirsî, got, tu yê çi bikî, min got, welle ez ê bar bikim, got, tu henekan dikî. Wisa me got, me li wir qapat kir, wî bawer nekir. Piştî bîst û çar saetan ez li Mêrdînê bûm. Tabî ew meseleya dawî, ew gefxwarin hîç ne mesele ye, lê bi giştî êdî tabloya ku em hatibûn tê re derketibûn nedihişt ku ez li wî bajarî bimînim. Êdî ez li Mêrdînê me û ez ji vê hindê jî carinan bêriya Diyarbekir dikim. Carinan ez bi dizî diçim û têm, ne ku ez naçim û nayêm. Diçim çend saetan dimînim û dîsa vedigerim.

-İ.E.: Baş e, di vê navê re Erolê pismam jî ji civatê veqetiya û hat, em xêrxatinê lê bikin. Umran
Kawa Nemir, Umran Peker, İ.E.
Peker jî li vê derê îmanê li selfieyan çikandiye, selfieyên me digire.

-Erol Şaybak: Selam elêkim…

Kawa Nemir: Kak Umran jixwe yê me ye…

(Erol dibêje min ez ê pirsekê li pirsên te zêde bikim, sohbeta xwe biqedînin, dawiyê. Ez dibêjimê na na, di navberê de dilê we xwest, tev lê bibin.)

-İ.E.: Niha tu li Mêrdînê dijîyî. Ji aliyê mekan û bajarvaniyê ve çawa li Mêrdînê dinêrî û tu yê bikaribî li vî bajarî bimîni, bihêwirî, an tu yê vir jî biterikînî?

Kawa Nemir: Bawer bike ez ê biterikînim. Ne niha. Ne ku ez li bajaran, wek berjewendî li bajaran dinêrim. Berê xwe bi vî awayî nadim bajaran, ku karekî min heye, ez li vî bajarî karê xwe kuta bikim, ez ê ji vir bar bikim, herim. Na, ez dizanim ku Mêrdîn jî wek wan bajaran e, ku wextekî xwe heye, piştî wî wextî ez ê jê bar bikim. Wekî din jî, tevahiya jiyana min, serpêhatiya min, ez lê dinêrim, tabî ‘emrê min ji sedî heştê li Stenbolê derbas bûye, lê ji zû ve ye ku ji min re nabe nesîb ku ez li bajarekî, bi rastî, hêwra xwe daynim û bêjim, ez ê li vî bajarî bimirim. Bo Diyarbekir min digot, mixabin nehiştin. Nehiştin, nexwestin. Heta, her min digot bila gora min li wir be, li wî bajarî be, li Diyarbekir be. Nebû. Xuya ye êdî wê meseleya silsileta koçkirinê, koçbariyê, careke dî, piştî Diyarbekir, bi Mêrdînê ve dest pê kir, Mêrdîn jî, bi texmîna min, ku ez wergera berhema James Joyce, Ulyssesê kuta bikim, salekê, du salan, belkî piştî wê bo demekê bimînim. Çend salan, nizanim, lê ez ê venegerim Turkiyayê jî. Belkî gora min li Londonê be, nizanim. Niqutiye dilê min, tiştekî wisa bi min re çêbûye.

-İ.E.: Ew qasî ji Kurdistanê aciz bûyî, ji kurdan aciz bûyî an tiştekî din?

Kawa Nemir: Welehî nêrîna min li Kurdistanê ne nêrîneke mîtîk û şuxulê mîtosê ye. Em di wan qonaxan re derbas bûn, em jê bihurîn êdî. Ez li Kurdistanê, dikarim îdia bikim, bi awayekî gelekî cihêreng û dîtir ji Kurdistanê hez dikim. Bi her awayî, bi her awayê xwe ve ji Kurdistanê hez dikim, ne bi awayê propagandatîf. Pêşî sedema esasî ew e ku kana zimanê min bi xwe ye, wekî din, jixwe sedemeke mayîn jî dostên min in û ev ziman bi wan re heye jixwe. Wekî din jî, ez van kurdan baş nas dikim, kurdê xwe, miletê xwe baş nas dikim. Ez jî ewledekî vê cimaetê me, dawiya dawî ku ez bikaribim hêjayî vê yekê bim, lê, ya min bi rastî jî, seyda got, ez hê jî tê negihiştime, naxwazin. Ê baş e, ez carinan dibêjim, wê Kawa Nemir li kû bihêwire. Ji mafê min e, li gor gelek qanûnan jî mafê bicihbûn û akincîbûnê heye, ji bo her kesî. Naxwazin Kawa Nemir, ji ber hindek sedeman an jî sedemên ku ez pê nizanim, bimîne. Belkî piştî du salan, ji bo ku ez li vir im, ji bo vir jî bêjin ji min re. Yan jî hinek kes li vî bajarî a niha dibêjin çima hate vê derê. Ji ber ku çi ye, dostên min jî dibêjin, bi hatina min re dilopek be jî em li hev du zêde dikin, me li xwe zêde kir, me li hev du zêde kir. Va ye ji roja ku ez hatime jî, ez nestirîme, ez êdî nestirî me. Em çi dikin? Em karinan dikin, xebatinan dikin ji bilî wê schedulea xwe, pîlan û nexşe û bernameya xwe. Va ye me dest pê kiriye, me gelek kar jî kirin. A niha hinek dibêjin, hat vir û mekanek vekir û bû şirîkê hinekan, vêca wê rabin bernameyan organîze bikin û vir de wê de… Ez nizanim ji ber çi ye, wê bêjin, wê bêjin ku çima li vî bajarî ye. Sûdwergirtin niye, bila sûdê wergirin, însanin dibêjin, carinan tê ber guhê min, ez nas nakim kî ne, çi ne, ez bi çîroka wan nizanim.

-E.Ş.: Îja tu çûyî, tê gelek bêriya me bikî, ez ji te re bêjim.

Kawa Nemir: Helbet cihek, cîgehek, axek bi nas dostan ve heye û hûn jî dostên min î ne duh, ne pêr in, ‘emrê me bi hev re derbas bûye. Jixwe ez vegerim, wêya pirr pirr muhim e, ez ê hindek mînakên dîtir jî bêjim, bidim û wek jixwe tê tomarkirin, ne hewce ye ku mesele dirêj bibe jî. Yanî bila dirêj bibe esas, qesta min ew e. Meseleya peywendiya ku ez li gel vî bajarî çêdikim, datînim, bê guman heval û hogir û kar û barên ku em li vî bajarî bikin, lê esas peywendiya min li gel mekanan gelekî gelekî xurt e. Ez dibêjime hindek cihên serekî, bajarên serekî li cîhanê hene, ku hinek ji wan kêfa min
Kawa Nemir, ji şanoya Hamletê.
gelek ji wan re tê, Amsterdam yek ji wan e. Ji bo projeya Hamletê em çûbûn, nêzî meh û nîvekê ez li 
Amsterdamê mam. Rebenan axa wan nîne, cih li wan teng bûye, lê li ser axeke biçûk, axeke ku tu Riha û Mêrdînê bidî ser hev, ew qas welatekî ecêb ava kirine û paytexteke ku bi rastî nayê ser ziman, ew qas xweşik û bedew. Lê di wir de digel ku mekan gelekî teng in, di rêya kokandin, arastin, xemilandin û sêwirandinê re kûraniyek zeft kirine. Tiştê ku li Kurdistana me kêm e jixwe ev e, li Mêrdînê jî ya kêm ev e. Li Mêrdînê mekan gelekî mezin in û di vir de ev binema, ev tiştê mayî ji me re, ji her kesî re maye. Bêhtir jî, sedî heştê yê kurdan e, ji kurdan re maye. Digel ku berfireh û mezin e, lê mixabin ew kûrahî çênebûye. Wexta ku me li vir çend mekan vekirin û di yekê de jixwe ez şirîk bûm, cihekî bi rastî jî wek hangaran e, mezin û vir de wê de, min her tim heval dan zorê, hewil da ku piçekî bêne rayê em wî mekanî piçekî dagirin. Dekorasyon û vir de wê de… Çend hevalan wisa bi henekî gotin tu ji wan tîtik mîtikan, ji wan nesneyan gelekî hez dikî. Erê rast e, wisa ye jixwe. Û di wir de, ku kûraniya mekanan çênebe, evêya aliyekî xwe yê peywendîdarî qesirbendiyê heye. Xwendineke esasî, ez bi wî awayî dixwînim û dixwazim ku ez li bajaran bimînim, ku mekanên kûr tê de hebin, bo kûraniya mekanan ez behs dikim, gelek kes nizanin ez behsa çi dikim. Xwezî, carinan ez dibêjim, xwezî ez mîmar bûma, wekî wisa ye ku em dizanin em nabin her tişt, bi tenê em pêşniyaran dikin. Peywendiya min li gel vî bajarî bi vî awayî ye. Bi texmîna min ew ê asta me ya entelektuelî jî bilind bike. Gerek bi vî awayî em li vî bajarî binêrin, ku cihên ezamet tê de hene. Lê bi texmîna min wê a niha bêjin, a wa ye hat li ser Mêrdînê ji xwe re fikrên xwe, hizrên xwe dibêje. Ma ez nebêjim wûlan? Ben bunu sana mı soracağım?


-İ.E.: Vê havînê bi qasî sê mehan tu di zindanê de mayî. Jiyana zindanê tesîreke çawa li te û berhemdariya te kir û ferqa hundir û derve ji bo te çi ye?

Kawa Nemir: Ji bo cenabên çend kesên rûreş bibêjim, ku bi rastî gelekî kêfa wan hat ez ketim hepsê, bo min bû mîlad, bi rastî jî bû mîlad! Bo min ewilî, di jiyana min bi xwe de gelek tiştên xef mayî eşkere bûn. Eşkere bûn bi saya serê vê serpêhatiya ku hat serê min. Tiştekî gelekî ne xweş bû bi rastî, lê ji bo berhemdariya min bû mîlad, ji bo têgihîştina min a li ser însanan bû mîlad. Bo nimûne, ne ku însanên ku nehatin serdana min ez ji wan aciz bûm, ez ji wan xeyidîm. Na, her kes ne mecbûr e, lê heval û hogiran jixwe ez tenê nehiştim. Erol hat ez ji hepsê derxistim, roja ku ez ê derketama, hat pêşiya min. Her hefte, sê mehan, dostê min Bilal Korkut, her hefte, hefteyek ne tê de, ew jî li Stenbolê meseleya wî ya nexweşiyê hebû, lê bi hefteyan, carinan nava hefteyê bi xwe bi destûra mehkemeyê dihat û vê yekê jî ez li ser piyan hiştim. Lê li wir tiştekî min texmîn nedikir çêbû bi min re. Ewilî, min baş xwend. Di sê mehan de ‘eynî ez vegeriyam wan salên xwe yên lîse û zankoyê, ku min herî pirr wan çaxan xwendibû. Paşê bê guman edîtorî, werger û vir de wê de çêbûn, di nava salan re min bernameya xwe ya xwendinê piçekî guherand mecbûrî. Heneka wê jî heye, dibêjin, Kawa naxwîne, werdigerîne bi tenê. Çi bi destê wî dikeve, werdigerîne, vir de wê de… lê di hepsê de dîsa ez vegeriyam wê asta xwe ya xwendinê, min gelekî gelekî baş xwend. Mesela, cihê kêfxweşiyê bû ku min kulliyata Haruki Murakami –kêm kêm xwendibû– giş xwend, ji min re hemû diyarî hatin. Nêzîkî çarsed pirtûk ji min re hatin wekî diyarî. Aliyê wê yê belaş jî baş bû.


-E.Ş.: Erê erê, ji serê sibê ve Şener jî behsa Murakami dike.

KawaNemir.: Erê, mesele ew bû. Jixwe yê min wexta ku Şener hat dîtina min, Şener jî kêm kêm xwendibû. Got, tu çi dixwînî, wexta ku ez diçûm cihê hevdîtinê, pirtûkên ku min dixwendin min bi xwe re dibirin, min got welle ez kulliyata Murakami dixwînim. Hatiye ku em dilmîniyê bidine hev du, niza’m çi bikin, lê em dîsa behsa xwendinê dikin. Vêca Kak Şener jî biryar girt, got, ez ê jî kulliyata wî bixwînim. Mesela te dî hinek nivîskarên min hene,  mesela min Theodore Dreiser dubare xwend. Min romanên Thomas Hardy giş xwendin. Jixwe, di hepsê de pirtûkên ku ji min re dihatin, tiştên ku min dixwendin, kontrol nedikirin, hepsê wisa rasterast ew didane min.

-E.Ş.: Te haîkûyên xwe jî nivîsîn.

Kawa Nemir: Erê, ez ê bêm, bê guman. Ji min re bû mîlad, min sê berhem nivîsîn. Esas ji gelek hêlan ve postê min ne ew qasî erzan e. Dest û piyên min girê din, bavêjin bîrekê jî, heta rê hebe ku destê min pênûsê bigire, kaxez hebe, ji min re bes e. Min sê berhem jî nivîsîn û ya enteresan jî piçekî di çarçoveya hindek qalibên Rojava û Rojhilat de, hindek tiştên ku min berê jî diceribandin… Bo nimûne, ji 96an û vir ve ye, di nav re min sone dinivîsîn. Vêca di hepsê de min sî û şeş an jî sî û heft soneyên nû nivîsîn. Vêca niha wekî Sed Sone, wekî berhemekê çêbû, ji 96an heya îro. Û min haîkû nivîsîn. Di hepsê de rojekê em li bêxçe bûn, jixwe nîv-girtî bû, lê tabî hepsa nîv-girtî jî, ji hepsa ku em pê dizanin, ji wê jî xerabtir e esas. Bajar, Midyad li ber te ye, tu dibînî, lê neşêyî herî. Û li wir hinek dar hebûn, dareke xweşik, dara çi bû, dara tûyê bû, erê. Ji nişkê ve ku baranê dest pê kir lê kir, min ji ber xwe ve pênc heb haîkû nivîsîn. Rojên ewilî yên hepsê bûn û di hepsê de tu yê çi bikî? Xwendin û pêgermok û volta û heger tu nivîskar bî, nivîsîn… Di demeke kurt de min sed û bîst û çend haîkû nivîsîn. Paşê ez pê berdewam bûm.

Peyvên Biçûk, helbesteke ku ji bîst û pênc beşan pêk tê. Şerîet şermê naxwaze, min bi xûna xwe nivîsî, ne bi qûna xwe. (Hîrrehîrra me ye, em dikenin. -ie)

-Umran Peker: Mamoste, di navê re mesele hat ser helbestê, ez ê sê pirsan bikim.  
                 
Selfieya Erol Şaybak.
-E.Ş.: Yekê bike lo, çi luks e.    
 
-İ.E.: Sê? Sê zêde ne…   
   
-U.P.: Gava dî di helbesta we ya “Serkîsof” de Çiyayên Pinyanîşî derbas dibe, ez ê wê pirs bikim. Yeke dî jî "Dîsa Raperîn Bo Byê", tu dibêjî, belkî tu ecêb bibînî piçekî ev nirxandina min jî, dibêjî “Kêlîka ku li te binihêrim baweriyê bi Xwedê tînim”. Di tirkî de ev helbesteke Yılmaz Erdoğan heye, “Sana bakmak Allah’a inanmaktır” dibêje.  Min eve pê ve girê da.

Kawa Nemir: Yılmaz kî?

-U.P.: Yılmaz Erdoğan…

Kawa Nemir: Hee, enteresan.

-U.P.: Helbesteke xwe de jî te gotiye “Bavê min ê perawêz di tariya xwe de mir”. Ji ber vê tu bi xem î yan?

Kawa Nemir: Ya ewilî,…

-E.Ş.: Hevpeyvîn içinde hevpeyvîn.

Kawa Nemir: Ew qatman xweş e. Rastî, meseleya Serkîsofê ez bêjim. Serkîsof tekane helbest e ku ez –temam, rîtmîk e – hîç jê hez nakim. Bi rastî, piştî ku hat xwendin, belav bû, lê mesela a niha kulliyatek heye kêm zêde, yan tu yê bêjî vî kullêketiyî, vî kulgewrîyî nivîsiye jixwe, em ça’ bikin, yanî te dî yazmış bulunduk.

-E.Ş.: Lê bi dengê Osman jî gelekî xweş e.

Kawa Nemir: Erê. Kulliyatek heye, ku di wê kulliyatê de gelek tişt hene. Gelek helbestên min ên din hene, wekî daxwaz, bê guman heger bêtin xwendin, bila ew jî bêne xwendin, gelek nimûne hene. Çiyayên Pinyanişî jixwe ew e, mesela serpêhatiya malbatê ye bi xwe. Em bi esasê xwe ne Serhedî ne, em Colemêrgî ne. Di wir de bê guman rîtma wê helbestê heye, bi rastî jî min ew helbest, berê jî min çend caran gotiye, di nava demeke kurt de nivîsiye. Min di serê xwe de çêkiriye, çêbûye, muse û îlham û best li min rabûye û ‘eynî min çawa di zêhna xwe de pêk aniye, min ‘eynî li kaxizeke zer kiriye û min tiştek lê zêde nekiriye, jê kêm nekiriye. Di 98an de min nivîsiye, di 99an de di Jiyana Rewşenê de çap bûye. Di 98an de, di bernameyeke Med TVyê de bû çi bû, bi rêya têlefonê min ew helbest xwendiye, Xwedê zane niha di arşîva wan de heye heger mabe. Zêde belav bû, lê serpêhatî, rîtma wê ew e, rîtmek tê de heye bi rastî.  Û meseleya Dîsa Raperîn Bo B’yê, ew helbestek e, ku hê jî jê hez dikim. Çawa ye? Helbesteke bi raya min heya radeyekê teqleke xwe heye, muzîkeke xwe heye û lîrîk e, lîrîzma wê ne xerab e. Behsa tê de, tu bêjî zereyî misqal, derew nîn e, giş wisa ye jixwe.

-U.P.: Yanî sûdwergirtina ji Yılmaz Erdoğan nîne?

Kawa Nemir: Na, haşa! Di du hezar û çendan de min nivîsiye, nizanim. Û bi rastî jî, wexta ku min lê dinêrî, min bawerî bi Xwedê dianî. Rehma Xwedê li Wê be.

-İ.E.: Ji bo Serkîsofê ez wer difikirim, nizanim, belkî jî şaş bim, ew tesîra dengê Osman Mehmed pirr heye. Gava ku Erol jî helbestekê dixwîne, gava yekî din jî dixwîne…

Kawa Nemir: Niha Dîsa Raperîn Bo B’yê piçekî, destpêkê belav bû. Paşê di nava demeke kurt de gelekî belav bû.

-İ.E.: Heqqeten jî, wexta ku li ser kaxezê be, ew qas tesîrê li meriv nake, lê gava bi melodiyekê, bi teqlekê, bi meqamekê tê gotin, bêtir di hiş û hizra meriv de dimîne.

Kawa Nemir: Eva tu zanî çi ye? Ev meseleya elenî-seleniyê heye, ev mesele di eleniya şa’ir bi xwe de ye. Şa’irê şa’ir van tiştan naxwaze, şa’irê şa’ir dixwaze xebata jûrê, divê xwîner ewilî peywendiyê di navbera xwe û kaxiza zer û qalibê ku em dibêjin pirtûk, kitêb, di navbera wan her du tiştan de peywendiyê dayne û di wir de ji xwe re bi rêya xwendinê helbestê ji nû ve pêk bîne. Pêkhatineve, pêkanîneve, em bêjin. Lê eve mixabin li cem me kêm e, zehf kêm e. Evêya dibêjî, şêweyê xwendinê şaş e bi raya min, şêweyê xwendinê ne durist e. Îro ro…

-E.Ş.: Tam li ser wê ez tiştekî lê zêde bikim. Me li gel Kawa ev mesele gelekî nîqaş kiriye. Serkîsof bûye tiştek ku hemû dîwanên wî dinixumîne.

Kawa Nemir: Wekî mij û moranê girtiye ser.

-E.Ş.: Lê rewacek ji bo wê pêk hatiye ji bo wê,  ev ji bo wê tiştek gelekî baş e ji bo helbestê.

-İ.E.: Rehmetî Arjen Arî jî di Kovara Wyê de nivîsek nivîsîbû bi navê Serkîsof.

Kawa Nemir: Belê, belê. Mamoste, rehma Xwedê lê be. Wî jî her carê behs dikir.

-E.Ş.: Çîrokên Mehmet Dicle hene li ser “serkisof”ê.       
   
Kawa Nemir: Zehf, zehf in. Wekî qalikê pîvazê ji hev vedibe. Belavbûna Serkîsofê, bê guman aliyên wê yên erênî û neyînî jî hene. Aliyên wê yên neyînî îro ro zêdetir in. A niha te dî min got, ji vî camêrî yan jî ji vî însanî, di çavê hinek kesan de necamêr, ji vî necamêrî wisa hez nakin. Bila pê berdewam bin û hez nekin, ne mesele ye. Wî tiştek nivîsiye! A niha pênc berhemên min ên poetîk çap bûne. Sê berhemên poetîk, ez li ser dixebitim. Ên ku ez dixwazim binivîsim gelek in. Ê min ez gelekî bi pîlan û program dixebitim. Ez dibêjim, fermo, jiyana min jiyana şa’iriyê ye. Ketina min a hepsê jî daxilî vê yekê ye. Bila şaş nefikirin, van hesaban jî baş bikin. Ne ku ez neheqiyê li însanan bikim, te dî gotineke kurmanciyê heye, dibêje “kûçik bi kûçikanî, gava ku hestî dixwe, hesabê qûna xwe dike”. Divê meriv hesabê hinek tiştan bike. Însanek, her tiştê ku tê serê wî daxilî jiyana xwe dibîne. Mesela te dî tebîeta nivîskarên gewre, Mark Twain, Bukowski, vir de wê de… Ew qasî dixebitim, ked û cehd û sehb û tehb, digel vê hindê jî hesab nakin ku her tişt daxilî vê kulliyatê ye. Di vê kulliyatê de jî xebateke geş û gurr heye niha. Lewma jî divê ew kulliyat, ew parçeyê mayî bê dîtin. Mesela, ew helbestên min ên berfireh hene, mesela Bîşeng û Siya Werzebê, helbestên min ên kurt her wiha, ên wêneyî, synthetique, ez dibêjim,  ên ku wekî teknîk min ji Ritsos, Eliot, ji gewreyan wergirtine, tim û tim ez li ser şuxulîme, min ên Anglosakson giş wergerandine, min çavkaniyên xwe jî wergerandine ji bo ku diyar bibin. Li dû van xebatan, ew helbest di nava bîst û şeş salan de çêbûne. Wekî din Selpakfiroş bi xwe bo nimûne, nimûneyên din, mixabin, wek cenabê Erol got, xumamî dibin. Gelî, newal, bergeh bi temamî bi rastiya xwe ve nayên dîtin. Ez nabêjim bi bedewiya xwe ve, ewêya wergirtineke, çêjwergirtineke estetîk e. Ewêya ne ji mafê min e ku ez li ser tiştekî bêjim, lê bergeh xumamî ye. Ez nabêjim, heke bergeh bê dîtin, wê rê li ber şoreşekê veke, ez wê nizanim, em parçeyekî vê keleporê ne, em hemû wisa ne. Ez jî dilopek im, her kesek dilopek e. Sibê ro heke çîrokên te hatin çapkirin, tu jî li vê keleporê zêde dikî. Her wiha em li xwe zêde dikin. Lixwezêdekirin geşepêdan e. Mixabin ez ji ber wê yekê gelekî li ber dikevim ku kulliyat li wir ji xwe re bê deng disekine. Îro ro li jêr van şert û mercan jî bo çi mesela, te dî ji duh ve em di civatê de qala Xanî dikin, bi wê sermestiyê, bi wê vekolanê, bi xwendineke nû, bi awirekî nû vir de wê de… Çima mesnewiya Mem û Zînê bi sedan salan li ber tariyê ma? Çima? Te dî min nivîsiye jî, sedsalek bi xişt û gopal li ber siya Cegerxwîn derbas bû. Ji ber çi? Ji ber şêweyê xwendinê yê şaş. Îro ro çima ev bibe qedera me? Vê yekê qebûl nakim. Divê em şaş û rast çi be, em wana bizanibin, ji hev bifesilînin û em xwendina xwe sererast bikin.

-U.P.: Mamoste, “Wisa, ez ji pişta dengê gerdûnê ketim / Bavê min ê perawêz di tariya xwe de, mir” te digot ya, tiştekî wisa heye, di jiyanê de rastî ye?
İnan Eroğlu û Kawa Nemir.

Kawa Nemir: Bi temamî ne rastî ye helbet. Di wir de, mesela ew helbesta ku em behs dikin ji çil risteyan, ji çar beşan pêk tê, min ji bo çilsaliya xwe nivîsî. Ez dibêjim, lê ez vêya jî bêjim, di wir de te dî epîgrafek heye, dibêje “Min jiyana xwe anî heta vê derê”, min ji kê wergirtibû nayê bîra min…

-U.P.: Elîîts, Elîîts.

Kawa Nemir: Elitis. Odiseas Elitis. Ez ji Yûnanan, ji yên sedsala bîstem pirr hez dikim tu zanî. Helbesta Yûnanî gelekî xurt e, wana peywendiyeke xweş bi cîhanê re danî, ji ber wê yekê helbesteke gelekî firehcureyî ye. Îja ji wê epîgrafê min hesabê çilsaliya xwe kiriye û di wir de, mesela bibêjî, ev mesele çi qasî rast e, bi temamî ne rast e bê guman. Afirandinek e dawiya dawî. Di vir de bi rastî jî em berê xwe didine şiêreke terr û teze, zimanekî terr û teze. Êdî ew îspat bûye, zimanekî nû heye û maye ku ev ziman bi rêya çêjwergirtinê bê wergirtin. Wekî din, heke tu vê mereq dikî, ev jî asteke baş e. Di wê risteyê de tiştê ku tu behs dikî çi qasî di rastiya xwe de heye, bi temamî tineye, bi temamî heye jî. Bila dîroka edebiyata kurdî peyda bike. Ji ber çi? Tiştên ku van temam bikin çi ne? Bi xwe em baş dizanin bi vê yekê, her kes dizane. Rojnivîsk wê van tiştan temam bikin; name, nameyên heyî, ên ku çûne, hatine. Hewil didim ku ez arşîva xwe berhev bikim, arşîva xwe ji gora ku ketiyê derxim û arşîva min, ji vê saetê û pê de, tiştê ku ez bêjim, aydî min e, ne aydî min e, aydî her kesî ye. Tiştin hene ku li wir cenabên van hevalan, ku li vê zankoyê, li Mêrdînê û gelek bajarên din, di gelek waran de li ser hinek babetan dişuxulin, tiştekî li cem min dibe ku gelekî bi kêrî wan bê. Lewma jî tiştên ku temamker bin, ku ewana jî bên, esas wê xwendineke baştir çêbibe.

-U.P.: Spas.

-E.Ş.: Nexwe em hevpeyvînê dirêj bikin, wisa xuya ye.

-İ.E.: Em ê bikin çend beş, wisa xuya ye.     
 
Kawa Nemir: Min gotibû jixwe.

-E.Ş.: “Pirsên min hene hê…”



inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: