18. Hachi-gatsu no kyôshikyoku (1991): Meşa Nifşan

Aralık 11, 2018 , 0 Şirove


Heta nîviyê fîlm gelek caran çavê min diçû ser hev û xewa min dihat. Axir di nîviyê din de hatim ser xwe û min temaşe kir.

Kurosawa heçku di fîlmên xwe yên dawî de bêhtir li rabirdûya xwe vedigere, ev êdî ji nostaljiyê derdikeve û bêhtir ber bi hesabxwestinê diçe.

Vê carê bombeya atomê ya ji aliyê Emerîkayê di navendê de ye. 9ê Tebaxa 1945an. Li Nagasakiyê. Fîlm jî navê xwe ji vir digire.

Em li çend nifşan rast tên. Nifşên berî bombeya atomê ji dayik bûne. Yên di dema avêtina bombeyê de ji dayik bûne û yên piştî wê ji dayik bûne.


Nifşê yekem tu carî wê rojê ji bîr nake. Kane yek ji wan e. Mêrê wê di wê bombardimanê de miriye. Ew ber bi dawiya emrê xwe wê rojê ji nû ve dijî. Ewr û firtone wê rojê tînin bîra wê. Gava birûsk lê didin, dibêje qey bombe diteqin û paçên spî diavêje ser neviyên xwe. Li gor wê gelek kesên bi paçên spî ji wê bombardimanê xilas bûne. Kane herî dawî radihije sîwana xwe û ber bi 1945an, ber bi Nagasakiya ciwaniya xwe dimeşe.

Nifşê duyem her tim dixwazin wê rojê ji bîr bikin. Ew egoîst in, çavbirçî ne û di xweşiya piştî bombeyan de mezin bûne. Kurê û bûka Kane ji vî nifşî ne. Ew gava diçin Emerîkayê, zarokên apê xwe dibînin, vê rastiyê vedişêrin. Apê wan gelekî dewlemend bûye û çavê wan lê ye parekî ji vê dewlemendiyê bigirin. Lê xuya ye weha difikirin encaq bi jibîrkirina rabirdûyê vê parê bigirin. Ew dêya xwe bi serhişkiyê û paşverûtiyê tawanbar dikin. Li gor dêya wan ew jî wekî parsekan tevdigerin. Gava kurê wê dibêje bila zarokên apê wan nizanibin bavê wî di bobardimanê de miriye, dêya wî dibêje “Hem bombeya atomê diavêjin, hem ji bibîranînê ditirsin. Lê ez nikarim ji nedîtî ve bêm.”

Nifşê sêyem neviyên nifşê yekem û zarokên nifşê duyem in. Ew li gor dê û bavên xwe bêhtir bala xwe didin ser dema bapîr û dapîrên xwe. Lê dikolin. Dixwazin fam bikin. Her çiqas dûrbûneke têgihiştinî û kulturî di navbera wan û nifşê yekem de hebe jî, ew ji rabirdûyê bi temamî neveqetiyane û wê veqetîna nifşê duyem temam dikin. Neviyên Kane destpêkê xwarinên Kane naxwin, ew hînî xwarinên nû bûne. Ew gelekî ecêb dimînin ku dapîra wan naçe cem birayê xwe yê mezin yê dewlemend li Emerîkayê. Lê bi demê re ew wê baştir fam dikin, rabirdûya xwe didin lêpirsînê. Herî dawî gava di wê firtone û baranê de Kane derdikeve û berê xwe dide cihê wê qewamê, bi dorê neviyên wê li dû baz didin, dû re kurê wê, dû re bûka wê. Ev rêza temamkirî ye di navbera duh û îro de û cih bi ya berî xwe re guherandiye.

Li gor Stephen Prince nifşekî din heye ku ew ji wan re dibêje nifşê wenda. Ev nifş piştî bombardimanê direvin, ji her tiştî, ji xwe û dixwazin ji bîr bikin. Gelekên wan entegreyî çand û neteweya wî welatî dibin, dibin wekî wan. Suzujiroyê birayê mezin yê Kane weha ye. Ew diçe Emerîkayê, li wir gelekî dewlemend dibe. Lê ew êdî kesekî Emerîkî ye ji bo Kane. Birayê wê li ber sikratê ye û dixwaze xwişka xwe bibîne. Ev mirin tiştekî ecêb e. Xuya ye zihnê meriv tu carî bi qasî berî mirinê ne fireh e. Belkî jî ev ji bo wan kesan weha be, yên ku di dema xwe de xwestine ji her tiştî birevin û ji bîr bikin. Kane gelek caran qebûl nake. Lê herî dawî biryar dide piştî bîranîna 9ê Tebaxê biçe serdana wî. Lê ew jî wê rojê dimire.


Li gor agahiyan ev fîlm pir hatiye nîqaşkirin. Li gor gelek rexnegiran ev rexneya Kurosawa ye li Emerîkayê ku ew ji bo wan derhênerê herî mezin yê Japonyayê ye. Hin rexnegiran diyar kiriye ku fîlmekî yekalî ye û tê de qala kirinên Japonyayê nehatiye kirin. Li gor hin rexnegiran jî têra xwe fîlmekî henûn, însanî bûye.

Ev fîlmê berî yê herî dawî yê Kurosawa ye. Bêguman ji bo min ne yek ji fîlmên wî yên herî xweş e.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: