16. Tengoku to Jigoku (1963): Berçavka Xumamî û Xewa Herimî

Aralık 07, 2018 , 0 Şirove


Çavikên berçavka min dîtina min xumamî dikin. Paqij dikim lê ew tebeqeya tenik ji ser ranabe. Tê bêjî qey vazelîn tê dane. Sibehê ya baş çavikan sabûn bikim, yan na ew xumamî jê naçe.

Kurosawa vê carê berê me dide mijareke din, helal be jê re, camêr heta jê tê, mijara xwe dubare nake û her carê berê kamerayê dide şop û deverine dîtir. Niha qal dike: Revandina zarokan, xwestina fîdyeyê. Îcarê zarokê revandî ne zarokê me be lê em dîsa ji bo wî fîdyeyê bidin?

Kesî heta niha ez nerevandim. Niza’ tiştekî çawa ye? Ez jî ji fîlman temaşe dikim. Li gor ku min ji vî fîlmî temaşe kir, tê bêjî qey ne xema zarokan e, çi dibe tê serê malbata wan. Dixwazim ji wî zarokî re bêjim: Ûlan patronê we 30 milyon yen da ji bo ku te xilas bike. Ya min zalimî ye, dizanim, dinyayeke zarokan jî heye, ji ya me mezintir.


Fîdyexwazê me doktorek e bi qasî min fam kir, yan jî kesek e ku li nexweşxaneyê dixebite. Nêrîna çîna jêrîn gelek caran li çîna jorîn bi awayê heyfhilanînê ye. Kes qebûl nake ku hin kes bi kar, qilafet û zekaya xwe di ser wan re bin.

Fîdyexwaz herî dawî gava tê girtin û wî dibin îdamê, gazî Gondoyê mexdûr dikin yê ku 30 milyon yen fîdye dabû fîdyexwaz ji bo kurê şoforê wî berdin. Fîdyexwazê me qal dike ku mala wî zivistanê pir sar e û havînê pir germ e lê ji ber ku mala Gondoyê me wekî li cinetê xweş û li jor e, ev bes e ku jê nefret bike. Tu derdekî wî bi Gondo re tune ye, ew tenê dixwaze bibîne ka kesekî herî li jor çawa dikare bikeve herî jêr û têk biçe. Zewqa têkçûna însanên dîtir.

Fîlmekî dedektîfî. Beşa ewil hema bêje tek li salonekê derbas dibe û bi meraq li wan guhdar dikin û hewl didin bertekên wan hîn bibin. Beşa duyem li odeya dedektîfan derbas dibe û bi awayekî zîrekane hewl didin vê revandinê û pê re kuştinê ji hev safî bikin û fîdyexwaz zevt bikin. Pevxistinên ji meydana xebatê û “bulgu”yên li odeya dedektîfan pêşkêş bûyî nehiştin di xew re herim.

Kes heye ji mirinê netirse? Ji sêdarê? Destê kê nalerize? Aha ev xwedêgiravî jîrikê me yê fîdyexwaz berî îdama xwe ji Gondo re dibêje ew kes im. Kûpê viran. Yanî çi? Yanî dibêje min gazî te kir ku tu bibînî ez hîn li ser xwe me, ez nagirîm, ez li ber te nagerim, bexşandinê naxwazim, çavê min vekirî, eniya min bilind e. Ûlan dev ji van artîstiyan berde. Em dê çend kêlîkên din bibînin destê te dilerizin, girêk dikevin qirika te, destên xwe li têlan dixî, serê xwe dixî nav destên xwe, diqîrî, digazî… Ev bes e ku em bizanin piçek însaniyet di dilê însanan de heye, tevî hemû xirabiyan, tevî ku ev însaniyet ji bo “xwe” ye jî. Her wekî ku Gondo dibêje, çi hewce dike em ji hev nefret bikin. Ew hîsa nefreta herî bilind çawa ye, carna meraq dikim.

Gondo yanî Toshiro Mifune. Lîstikvanê herî berbiçav yê fîlmên Kurosawa. Camêr bi dengê xwe, bi qilafetê xwe, bi nêrîn û tevgerên xwe, dilê me xweş çavê me têr dike. Vê carê ji qada şer dadigere û bilind dibe qesreke li qatê ewran. Ew karsazek e êdî, di nav cil û bergên xwe yên bihagiran de. Porê wî kurt û şayîk, û simbêlê wî zirav e.

Vê nîvê şevê min ev sêva dawî nexwara baştir dibû. Meriv pê diêşe. Em miameleya dewaran li laşê xwe dikin. Yanî tu çima derengê şevê meyweyan dixwî, fam nakim. Heq e piştî saet dehan xwarinê li xwe qedexe bikim. Heq e piştî saet dehan hişyarbûnê jî li xwe qedexe bikim. Derd derdê Gondo ye, lê em xewê li xwe diherimînin.



inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: