1. Werckmeister harmóniák (2000): Meşa Bêdawî

Kasım 05, 2018 , 4 Şirove


Min ferq kir zêde li fîlman temaşe nakim. Haya min zêde ji sînemayê tune ye yanî. Dû re fikrek li min peyda bû: Ez çima bi dorê li fîlmên derhêneran nanêrim û piştre şiroveyên xwe li ser nanivîsim. Ev şiroveya ewil bi vî awayî çêbû. Çend car e navê Béla Tarr dixwînim û dibihîsim ji hevalan. Ji ber vê min bi wî dest pê kir. Min got şirove lê bila tiştên qerase neyên bîra we. Zanîna min ya li ser sînemayê tune ye, ji bîlî çend nivîsan min tu nivîsên ciddî û teorîk li ser sînemayê nexwendine. Ev bi temamî şiroveyên amatorane ne, bila haya we jê hebe, dawiyê gazinan nekin. Min tu sînor ji bo xwe danenîne di van şiroveyan de, loma dibe ku di van şiroveyan de ji bilî fîlm behsa her tiştî jî bikim. Ya girîng ew e: Piştî temaşekirina fîlm, ev çi tîne bîra min, çi bi min dide nivîsandin. Fîlmê bê ez ê her li dawiya nivîsê diyar bikim. Heger we fîlm temaşe kiribe û hûn şiroveyên xwe li bin blogê binivîsin ez dê kêfxweş bibim. Her weha hûn dikarin bi min re jî fîlmên bê temaşe bikin û şiroveyên xwe binivîsin û helbet bi pêşniyazên fîlm û derhêneran fîlmên bê diyar bikin. Bes şert ew e, heger hebin ez dê bi dorê herî kêm li sê çar fîlmên derhênerekî temaşe bikim û paşê derbasî derhênerekî din bibim.



1. Werckmeister harmóniák (2000): Meşa Bêdawî

Janos dimeşe.

Dawiya meşê tune ye. Tu her dimeşî. Her dimeşim. Meşa me fîlmek be û em nexwazin tu carî dawî lê bê. Meş. Rê. Di rêwîtiyekê de jî weha lê tê, tu naxwazî bigihîjî dawiya wê rêyê.

Janos dimeşe.

Heyata min dide dû gavên min. Herî pir ji meşa zivistanê hez kir. Gava qapûtê xwe didim pişta xwe, bîranînên min didin pêşiya min. Dûmana ji kulekê hil bûyî, awirên li pişt pencereyan, qirçeqirça ji ber pêlavan dipeke.

Janos dimeşe.

Em jî dimeşin pê re. Ez jî. Em dixwazin zêdetir bimeşin. Hîn zêdetir. Her zêdetir. Meşa belengazan kin e lê. Hilma me bi ser serê me dikeve. Dengê min qelstir dibe. Destê me kûrtir diçin berîka qapûtê me. Çav li tuneyiyê digerin.

Janos dimeşe.

Dinya çawa digere yabo? Roj çawa li me dide? Em dê çawa derkevin serê heyvê? Em dê li wir jî kêfê bikin? Lê meş? Çem jî dimeşe li wir yabo? Dar dimeşin? Çiya? Stêrk dimeşin li vir yabo. Stêrk dimeşin.


Gamasî nameşe.

Şevekê ew anîn bajarê me. Bi çavê serê xwe min ew dît. Dinyayek bû. Qiyametek. Şevekê hat û bajarê me wêran kir. Tu sûcê wî tune bû, dizanim. A bi vî Xwedayî tune bû. Çavê wî vekirî bû çimkî. Ew jî ji me bû.

Gamasî nameşe.

Dîrokeke kevnar. Kilameke qedîm. Dengekî dûredest. Hilmeke bêbinî. Zilamên qerase. Derbên giran. Nameyên derengmayî. Kolanên bêşûn. Xîzexîza radyoyê. Reqsa mirinê. Ramûsana dawî. Şeva çûyinê.

Barbar dimeşin.

Meşa wan dirêj e. Ew ne belengaz in. Meşa wan dirêj e. Ew ne belengaz in. Meşa wan dirêj e. Ew ne belengaz in. Meşa wan dirêj e. Ew ne belengaz in. Meşa wan dirêj e. Ew ne belengaz in. Meşa wan naqede.

Barbar dimeşin.

Dikujin. Hildiweşînin. Xira dikin. Lê didin. Têk dibin. Jê dikin. Diqusînin. Dibirin. Diqetînin. Kêm dixin. Bêqîmet dikin. Zorê didin. Bêqîmet dikin. Pê dixin. Vêdixin. Dimeşin. Ew barbar in. Ji nû ve ava dikin.

Barbar dimeşin.

Sûcê te tune berxê min. Lê dê te bikujin. Ez dê bimirim. Min tiştek nekiriye. Gunehê min tune. Belengaz im. Dê min bikujin. Barbar dikujin berxê min. Sûcê te hebe yan tune be. Ez dê bimeşim. Dawiya meşê jî heye berxê min.

***
Fîlmê bêSátántangó  - Béla Tarr

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

4 yorum:

  1. Yaw pismam tu zanî heqê te zewace, êdî bes fîlman bi tenê sêr bike😂😂.bi şeref henek menek li alîyekî ez qet nikarim li fîlman temaşe bikim.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Birako zewac na, lê ji bo temaşekirina bi tenê rast dibêjî. Em ji vir bangekê bikin, deriyê min ji vê teklîfê re vekirî ye: Heger xanimek bixwaze ez dikarim van fîlman pê re temaşe bikim, tenê temaşekirin, ne tiştekî din. Çimkî temaşekirina bi tenê bi rastî jî ne xweş e :)

      Sil
  2. ev biryara te ser xêrê be înanolololo. Û te bi awayekî xweş aniye ziman bi meraq li benda nivîsê te me 😊

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas Esrakê can, kerem bike tu jî temaşe bike û şiroveyên xwe yên amatorane li vir binivîse. :)

      Sil