FLOODA PIRSÎNANÊ: @agahdarbeg, @Biji_nistiman, @Brahimemireki, @channumah, @coliseriketo, @dorfireh, @evcil_sevda, @herekol056, @heviutekoshin, @hikmetyildizz, @kurrederizm, @muhiceter, @Qijovijo, @QSiprani, @selamakta, @simir_teyre, @uxilas, @Xerz11, @zimantuuj, @Zxamo, @002Marks, @qerinek_

Ekim 01, 2018 , 5 Şirove

4ê Tebaxa îsal li ser twitterê min "Flooda Pirsînanê" çêkiribû û gotibû ku ger herî kêm sê çar kes bersiva hemû pirsan bidin em dikarin hemû bersivan berhev bikin û li ser blogê belav bikin. Gelek kesan pirsên flooda me bersivandin. Hema hema du meh di ser wê rojê re derbas bûn û berhevkirina bersiva bi derengî ket. Ev hinekî ji ber kar û barên dîtir û hinekî ji ber sersariya min wisa bû. Loma hêvî dikim bersivder li min bibihurin. Me gotibû lazim e bersiva hemû pirsan bê dayîn ji bo ku ew bersiv li ser blogê bên weşandin. Lê ji ber ku kêm kesan hemû pirs bersivandine, me bersivên wan kesan berhev kirin yên ku herî kêm deh pirs bersivandine û yên li derveyî vê hejmarê nehatin berhevkirin. Heyf ku di vê navberê de çend kesên hemû pirs bersivandî hesabên xwe girtin û bersivên wan jî bi wan re çol û çol çûn. Metnekî gelekî dirêj ji vê floodê çêbû, em bixwînin nexwînin jî, bila di arşîvê de be, rojekê dibe bibe melzemeyek ji bo meraqdarên ku bixwazin bibînin ka kurdî li ser twitterê di çi halî de bû. (Têbînî: Nav li gor alfabeyê hatine rêzkirin.)





1. Kêliyeke te ya bextewar heye ku ji me re behs bikî?

@agahdarbeg (Agahbeg): tenê dizanim dinava peyvên kurdîde peyveke

@Biji_nistiman (Şêx Zelala ji Fînê 😒): Ez bi yeke pir bi qîmet re diaxivim. Ev min bextewar dike.

@Brahimemireki (Birahîmê Hedya.): Ez pir bextewarbûm wextê xwendekarekî minê 10 salî got; Mamoste em oqyanûsekî tijê ax û xwelî bikin bidin kurdan, da welatekî wan jî hebe.

@channumah (Cihan Kaynar): Çar- pênc saliya min

@coliseriketo (Gêro): Heye û hêjayî behskirinêye jî lê nikarim

@dorfireh (Neviyê Pilingkuj): Dema hemû xûşk û birayên digihêjin hev û bi keyf sihbet digrin ez pir bextewar dibim

@evcil_sevda (Sevda Evcil): Her kêliya ku hewa li gor dilê min xweş be, kirasek min ê havînê li min be û ez dikaribim bê ku bîra baranê bibim bisiklêta xwe bajom ;)

@herekol056 (Xwelîsero):  kêliyekê jî aş nabin,  aj nêse... Heye ça tine bovê min! Ka rûne ez bêjim. Ew kêlîya ku şeva yekem me hev dîtî... Mi go ez ê razim xewa min tê -lê nayê- çûm razam -lê şiyar im- li benda wê me. Hate ber cihê min. Rûnişt û rahişte destê min bi her dû desta û maçî kir..

@heviutekoshin (W.): Ez ke dest bi kitabêkî newe keno.

@hikmetyildizz (Hikmet Yildiz): Roja zanîngehê ya ewil.

@kurrederizm (Kurreder): Pîştî bênderan ku dexl jî baş bihata ew bişirîna xwe li ruyê dê û bavê min dida der, bextewarîyeke bêhempa bû.

@muhiceter (MR.MUHÎ): Cara uekemîn dîtana min a mêrdînê...

@Qijovijo (Îqlîm Milanî): Gelek tişt hene lê dema ku tev bavê xwe rêwitî dikim pir bextiyar dibim

@QSiprani (Qedrî Sipranî): Em ji bo bextewariyê nehatine vê dinyayê.

@selamakta (Selam Akta): Kêliyek ya min a bextewar, dema ez hemî tiştî ji bîr dikim, xwe jî.

@simir_teyre (Teyrê Sîmir) : Na

@uxilas (Cara): Zehf in. Hej heyatê dikim.

@Xerz11 (Xerzî): A rast di demên herî xedar de jî ez xwe bixwe kêfxweş dibim. Rihê min bixwe bextewar e. Ez çendî biêşim jî alekî min bextewar e :) Dîn im lo :) Bes roja 7ê Hezîranê HDPê bendê derbas kir ji kêfa lerîzîbûm. Lê heyra xwezî ew ro bendê derbas nekira û ne bi van rojan :))

@zimantuuj (Hemko): Gava ji nîzamiya eskeriyê derketim. Ew bextewarî qet nayê terîfkirin.

@Zxamo (Zinarê Xamo): Gava nivîsekê diqedînim û ji bo kontrolê dixwînim û kêfa min jê ra tê pir kêfxweş dibim. Ya din jî gava diçim Wêranşarê û bi tenê li nava bajêr, kuçe û kolanan da digerim gelkî bextewar dibim. Di nava xeyalên zaroktiyê û xortaniyê da xwe wenda dikim.




2. Tehemula te ji çi re tune ye?

@002Marks (xidooww): Nîv kurda !


@Biji_nistiman: Ji dijminahiya kurdan re.

@Brahimemireki: Tehemmûl nakim wextê nezanek li ser nezanîna xwe heter bike.

@channumah: Neheqî

@coliseriketo: Ji sermezintiyê re

@dorfireh: Nakokî û bêbextî

@evcil_sevda: Neheqiyê re!

@herekol056: Ji guhnedanagotinênmin re tune ye!

@heviutekoshin: ez nêşêno tehemûlê tembelê, xoteslîmkerdişê... û ehmeqê bikero.

@hikmetyildizz: Ciwanên Kurdan yên ku Kurdî naaxivin.

@kurrederizm: Ew kesê bêtehemul ên ku behsa tehemulê dikin.

@muhiceter: Kurdê xwe firoş...

@qerinek_ (Hirço): ji Derew û tirkî re

@Qijovijo: Ji bend sekinê re ne dixwezim ez bendê yekî/ê bibim û ne jî ew benda min be

@QSiprani: Ji ehmeqtiyê û nezaniyê re

@selamakta: Tehemmula min ji zilm, pesartina fikr, bawerî û şeklê jiyanê re tune.

@uxilas
: Derew. İnsanên ku egoya wan ji wan meztir.

@simir_teyre: Xîyanet

@Xerz11: Kurdên ku çav didin jiyana "tirkên tavnedîtî/tirkên spî" re tehemmul nakim. û rika min ji huner û edebiyata ne baş diçe!!

@zimantuuj: Pîr û kalên ku emrê wan şêst heftê ye û bi neviyên xwe re Tirkî xeber didin.

@Zxamo. Dema di telewîzyonanan da kurd pesnê dewleta tirk, partiyên tirk û birêvebirên dewletê didin dîn dibim, nikanim li wan guhdarî bikim.



3. Te li vê dinyayê herî pir dixwest kê nas bikî?

@002Marks: Xwe.


@Biji_nistiman: Ya ku min dixwest nas dikim lê nav nadim 🙄

@Brahimemireki: William Blake

@channumah: Metin Kaygalak

@coliseriketo: Şakiro û şakira

@dorfireh: Li Şîlî serî heya binî gav bi gav bigerim

@evcil_sevda: Hmmm... dibe ku Lou Andreas Solome be!

@herekol056: Ka bifikirim... Heh! Miradê Kinê Kerem Gerdenzerî ûûû... Jimi hendrix. -Zêde naxwazim lê hema bila ev be.-

@heviutekoshin: Hemê şaîrî, nuştoxî, dîrektorî û fîlozofî ke ez înan ra hez keno. Bitaybet Badulaire, Nieztche, Geothe, Evdila Pêşew...

@hikmetyildizz: Evdalê Zeynê.

@kurrederizm: Kalikê bavê xwe

@muhiceter: Qazî mihemmed...

@Qijovijo: Qazî Mihemed

@QSiprani: Bedîuzzaman û Ehmedê Xanî

@selamakta: Xeyyam, Hellac, Sade...

@simir_teyre: Birêz A. Öcalan

@uxilas: Vincent Williem Van Gogh. Melayê Cizîrî. @temburxwaz

@Xerz11: Ji yên navdar heta niha min xwestibe kî/ê nasbikim piştî nasînê ew heyranî,hezkirin û xwesteka nasînê di dilê min de fisiya ye. Ji ber vê newêrim bêjim lê Ciwan Haco :) Yanî hetta min dixwest ji min pirr hezbikira gava diçû derekê min bi xwe re bibira felan :)

@zimantuuj: Kalikê kalikê min. Tê gotin ku ew mirovekî hêja bûye.

@Zxamo: Tu kesekî îdolê min tuneye, lê min gelkî dixwest kalikê xwe nas bikim.




4. Beriya mirina xwe herî pir dixwazî çi pêk bînî?

@002Marks: Mîn kes dedîta.

@agahdarbeg: ez çi bikim dizanim valeye ti tişt di rastiya jiyanê de neraste

@Biji_nistiman: Dixwazim ji bo xeyalên xwe gav biavêjim.

@Brahimemireki: Herî hindik 6 zimanan hînbim. Spênyolî û farsî tê de

@channumah: Jiyînê :)

@coliseriketo: Projeyek dar çandinê ku li her derê welêt bi milyonan...

@dorfireh: Li Şîlî serî heya binî gav bi gav bigerim

@evcil_sevda: Ez deyndarê xwe me. Min deynê xwe bida baş bû!

@herekol056: Dibistanek -ev qreş filan hene yê ji bo zarokên sê çar pênc şeşebahheft salî- vekim. Zarokan xwedî bikim vî çanda xwe zimanê xwe û hwd. a xwe... Belê.

@heviutekoshin: Kitabanê ke ez wazêno binuso ez porîn binuso biqedino.

@hikmetyildizz: Li hemû bajarên Kurdistanê de pirtûkxaneyan ava bikim.

@kurrederizm: Herî kêm 5 zimanan hîn bûn.

@muhiceter: Li Kurdistana azad bibim mamostetê yê dîrokê û dîrokê hînî zarokan bikim..

@Qijovijo: Gera temamê Kurdistan û çend welat

@selamakta: Berî mirinê ez dixwazim çend ziman din hîn bibim û hin tiştên din, ku ew dirêjin ez behsa wan nakim.

@simir_teyre: Pak u paqij amadê ru spî buna xwe

@uxilas: Têra dilê xwe bigerihim li dinyayê.

@Xerz11: RONESANSEKÎ BIÇÛK

@zimantuuj: Kal û pîrên ku peyvên xweş ji devên wan dinizilin qeyd û çîdar bikim

@Zxamo: Dixwazim berî mirina xwe hemû nivîsên xwe yên blogê û yên di rojname, kovar û malperên cuda da hatine weşandin di çend cildan da biweşînim.



5. Derî karê xwe, ji çi karî hez dikî?


@agahdarbeg: şairtî

@Biji_nistiman: Ji xizmeta zimanê xwe.


@channumah: Esmannasî

@dorfireh: Karê min navde gelemberî ji kar heznakim

@evcil_sevda: Ji karê xwe ê ku niha dikim pir hez dikim. Lêkolinên li ser gender study, biotechnology û heq û huquq li ser van mijara.

@herekol056: Wele zehf in. Elektrogîtarvanî, elektrotembûrvanî elektronivîsvanî û hwd.

@heviutekoshin: Karî ke wendişê rê nêbenî engel, ez no hawa karan ra hes keno.

@hikmetyildizz: Kar û barên bax û baxçeyan.

@kurrederizm: Wênesazî

@muhiceter: Çêkirina qarîkatoran...

@qerinek_: Mamostetiya Zimanê Kurdî

@Qijovijo: Bêkar im lê karê lêkolînê hez dikim

@QSiprani: Ez bê karim ☺

@selamakta: Ji wêje û mirovnasiyê (antropolojî).

@simir_teyre: Çandinîya nabat a u nerîna ajal a

@uxilas: Wênesazî. Û gelek hobîyên din.

@Xerz11: Her em bêjin mektebên sîstemê ne filan û bêvan jî mamostetî bi min heyat e. dixebitim belê..

@zimantuuj: Şivantiyê hez dikim.

@Zxamo: Êdî tu karekî minê her roj herimê tuneye, merivekî teqawid im. Karimê min xwendin û nivîsîn û blogerî ye. Blogerî ji bo min bûye kar. Ez ji nivîsînî, ji blogeriyê hez dikim. Lema jî wek hinekan ne carnan, her roj dinivîsim. Yanî karê min nivîsîn û blogerî ye Û pir jî jê hez dikim



6. Tu dinyayeke çawa texeyul dikî?

@002Marks: Le mirov te da tine yî.

@agahdarbeg: bêşer


@Brahimemireki: Mirov tev li aliyê rastê a escalatorê dimeşin...

@channumah: Bêsînor

@coliseriketo: Piştî C.Haco di strana xwe de 'çi dinyayek pûç û vala' got ji wê rojê ve ye texeyul nakim

@dorfireh: Têr xweza kêm mirov

@evcil_sevda: Ez dinyayek xeyal dikim têde dîn, yasa û normen ehlaq qeliya bin û ji pêl ve hişyariya 'ûcdan' xurt bûbe!

@herekol056: Çawa??!! Bê şer, bê xem welat azad rojek tê rojek têê rojek tê! 🎶🎵

@heviutekoshin: Dînya wîna bî, nika wîna ya, do zî wîna bibo la însan teyna serê xo ya bimano zî gere xo teslîmê pireze nêkero raştê de israr biko.

@hikmetyildizz: Dinyayek bê mirov.

@kurrederizm: Derbas be.

@muhiceter: Dînyakek kû nexşa Kurdistana azad lê...

@Qijovijo: Dinya nizam lê bila Kurd êdî xwedî tiştekî bibe

@QSiprani: Dinyayeke ku kurdistan tê de azad e xeyala min e

@selamakta: Ez dinyayek anarşist texeyyul dikim.

@simir_teyre: Nizanim

@uxilas: Bila Kurdistaneke me hebe bes.

@Xerz11: texeyul nizanim çiye. lê ez bawerim ji xeyalê tê lê jê hewalîtir e :) Dinyayekî ku xweza, çand û hezkirin talan nabin texeyul dikim. (Hêvîdarim ku min texeyul di nav gotinê şaş bikarneanîbe) :)

@zimantuuj: Dinyayeke bêşer û herkes bi kal û pîrbûna xwe bimire.

@Zxamo: Ez dinyayeke Kurdistan jî di xarîteya wê da hebe xeyal dikim. Dinyayeke ez kanibibim bi pasaporta Kurdistanê seyahet bikim xeyal dikim. Ev dinya nuha ji bo min ”zindan ” e, lê gava Kurdistan çê bibe ewê bibe behişt/cinet.




7. Heke ciwantir bûyayî, te hez dikir çi bikî?

@002Marks: Biçûk di ji ciwanî.

@agahdarbeg: li welatên cuda cuda bigeriyam

@Biji_nistiman: Min ê jiyana xwe ya niha biguheranda

@channumah: Zimanê hindî hîn bibim

@dorfireh: Min dilê xwe rehet kiriye, rojên borî ser çavan biçin.

@evcil_sevda: Hîn ew dem nehatiye!

@herekol056: Hê jî ciwan im! Ez ê piştî deh salê dî vê bi bersivênim. Vî pirsî veşêraa deşta min, di şikeftên bloga xwe daaa!! 🎶🎵

@heviutekoshin: 17 serrî ya xo de nîyî 7 serrî ya xo de dest bi kitap wendiş bikerdênî û verî 20 serrî ya xo îngîlîzî bander bibînî û vejîyanî raywanîyan.

@hikmetyildizz: Ciwan ne lê heke ez biçûk bama min dê bi rehetî li kolanan li ber her deriyê malan mîstiba🙈🙈

@kurrederizm: Dî deh salîya xwe da dest bi xwendina kurdî.


@muhiceter: Ez hê xwe ciwan dihesibînim :)

@Qijovijo: Ji bo beşa endazyariya endûstrî an jî înşaatê bixebitim

@QSiprani: Jixwe ez hê ciwan im 😂

@selamakta: Min hez dikir bixwenda û wêrektir bibûyam.

@simir_teyre: Lîstik

@uxilas: Hê gelekî ciwan im. ;) Niha dixwazim gelek tiştan bikim.

@Xerz11: Ji min ciwantir nîne. Ez li ser lûtkeya ciwaniyê me!

@zimantuuj: Min ê ji xwe re piştçenteyek bikiriya û dest geşt û gerê bikira.

@Zxamo: Minê bixwesta herim dibistanê û bibim xwendevan. Neçûna dibistanê di jiyana min da bûye sebebê valahiyeke mezin. Min gelkî dixwest ya bibim tarîxzan ya jî abûqat.




8. Çi kenê te tîne?

@002Marks: Nizanim kû pir tişt.

@agahdarbeg: dema kesek pîr derewa dikê

@Biji_nistiman: Axaftina zimanê kurdî

@Brahimemireki: Unicornek bi devoka goyî diaxife...

@channumah: Cahil

@coliseriketo: Bellî nabe

@dorfireh: Henekên fêrisî

@evcil_sevda: Kena zaroka û civata gunda ya jinên kurd 😄

@herekol056: Tiştên qomîk... Çi!? Ma ez bê çi!? Gelek cara ez jî kenê xwe tînim. Mesela bi va bersivandina ve dikenim niha. A.

@heviutekoshin: safeyê û bextewareyê...

@hikmetyildizz: Xelo û Celo :)

@kurrederizm: Esprîyên di cî da.

@muhiceter: Meselokên herêmî ên kurdan :)

@Qijovijo: Zarok, vîdeoyên komedî û herî zêde jî kenê hevalan

@QSiprani: Dema dibînim nezanek digerîne ku zanayekî fêrî tiştekî bike 😬

@selamakta: Zarok û heywan... Carna jî rewşa insanan.

@simir_teyre: Axaftin a zarok ê bicuk

@uxilas: Zarok gelek caran kenê min tînin. Û van rojan "the big bang theory", ji nû ve temaşe dikim. ;)

@Xerz11: Tirs! Tev û livên piştî tirsê kena min pirr tîne :)

@zimantuuj: Gava budalayek ji yekî xwe budalatir re dibêje budala.

@Zxamo: Pêkenînek xweş û gava ez bi nezanî û kêmaqilieyeke xwe dihesim kenê min tê. Lê gelek tiştên din jî kane kenê min bîne.




9. Heyfa te li çi tê?

@002Marks: Kurdê ser hişk

@agahdarbeg: temenê vale derbas buyî

@Biji_nistiman: Binketina me

@Brahimemireki: Heyfa min li Hevalên zewicî/mêrkirî tê

@channumah: Ciwanî/'Emir

@coliseriketo: Li Kurdan

@dorfireh: Koçberiyê

@evcil_sevda: Wê hinek siyasî be lê heyfa min tenê li gelê kurd tê.

@herekol056: Nihaaaa!! Weleeee! Ka bise... Li zaroktîya min tê. Ku çûye êdî nema tê. Min dixwest wêne û vidyo û nizamçikê min zêde ba. Taso mabana ji zaroktîya min. Ew tiştên ku ji bo mezinekî eletewş lê ki bo zarokekî weke zêr ba. Ha wan tiştên eletewş dixwazim.

@heviutekoshin: kesî ke hayî înan bi bîndestî înan çîn a û kesî ke zemanê xo telef kenî...

@hikmetyildizz: Heyfa min li Mela û Xanî û Feqî û Batê tê. Ku heke ne Kurd bana niha wekî Fîrdewsî û Goethe û Dante û hwd. dihatin naskirin li seranserê cîhanê.

@kurrederizm: Wextê ku beytu diçe.

@muhiceter: Evqas bênamûs çawa ji nav kurdan dertên...

@qerinek_: zarokên kurdan

@Qijovijo: Însanên jîr û xwedî zenaat ku bêkar dibin pir ber wan dikevim û heyfa min pir tê ji wan re

@QSiprani: Piştî mirinê dema dibînî malbata mirî digirîn.

@selamakta: Heyfa min li zûtir û zehftir kitêb nexwendinê tê.

@simir_teyre: Stuxwarî yê

@uxilas: Li ciwanan. Û ki Kurdan.

@Xerz11: Li ciwanên Kurda ku di bajaran de dihelin û dest navêjin zanistî,zanyarî û edebiyatê da felata me bê!

@zimantuuj: Heyfa min ew zemanê ku min boş û belaş derbas kiriye tê.

@Zxamo: Gava nivîseke min wenda dibe ez pir li ber dikevim. Û gava hevalekî min kuş, kurmî, pîs derdikeve pir pê diqeherim. Dibêjim heyf, hewqa sal min bi vî necamêrî ra hevaltî kir.




10. Heke cardî bihatayî dinyayê, te yê çi tiştî cardî bikira?

@002Marks: Ez li virim😉

@agahdarbeg: hîn buna zimanin biyanî


@Brahimemireki: Minê disa av daniya li ber derî seba pisîk û kuçikan.

@channumah: Ji îcar zehftir bixwenda û bigeriyama


@dorfireh: Minê zaroktiya xwe li nav bistanekê de derbas bikira

@evcil_sevda: Min ê xwe dîsa bi'êlimanda ajotina bisiklêtê/duçerxê.

@herekol056: Dîsa dîsa ji hezkirinê têr nabim çiyanoo!! Belê!

@heviutekoshin: Ez hewna aşiqê S.. bibînî û ez hewna bibîyanî wendekarê çar mamostê xo ya zanîngehî.

@hikmetyildizz: Min dê careka dî Ziman û Edebiyata Kurdî xwendiba b'Xudê :

@kurrederizm: Gelek tiştên ku ji dest çuyî hene min ê yek ji wan hilbijarta.

@muhiceter: Carek din kurdbûna kû li serê min bû bela... :)

@qerinek_:Min ê her tiştî bikira minê wî tiştî du cara bikira:)

@Qijovijo: Dîsa ji bo beşa xwe min ê hertişt bigirta hemberê xwe🙈

@QSiprani: Kî bixwaze dîsa vegere vê dinyayê ehmeq e

@selamakta: Ez ê cardin biketam pey hînbûna zimanan û antropolojiyê

@simir_teyre: Xwenas u berxwedan

@uxilas: Pirseke zehmet e, zehftir tiştên ku dê naxwazim bikim tên bîra min. Lê ez dîsa ez a vêga bama teqez min ê gelek tişt dubare bikira.

@Xerz11: Ji bo vê hewcê nake ez cardin werim ez çi bixwazim dikarim cardin bikim :)

@zimantuuj: Min ê dîsa teniya xwendina pirtûk û zimanê kurdî li rûyê xwe bida.

@Zxamo: Minê wek nuha dîsa blogeriya kurdî bikira.




11. Tiştên ji te re bûne xûy çi ne?

@002Marks: Cixarê bikşîn e ?

@agahdarbeg: baweriya bimirovan

@Biji_nistiman: Tvîtir

@Brahimemireki: Rengê şîn

@channumah: Meraq

@dorfireh: Ez bi vê tênegihiştim

@evcil_sevda: Ez fikir îm tiştek min ê homojen nemaye. Xûyên min jî xwedî peresendî ne.

@herekol056: Çi ne!? 🤔Ka bise... Di demeke ku min aciz dikê de dijûndayîna bi kurdî. Ma çiqa xweş e. Dilê mi hînik dike halo. Yê tirkî light in heyra bi kêr nayên.

@heviutekoshin: Biduzenbîyayîş, bi hîşo herikbar qiseykerdiş û çîyanê ke ez bikero înan ra verî sunnetan dima ra ferzankerdiş o.

@hikmetyildizz: Çi nehate bîra min:(

@kurrederizm: Pozkulandin.

@muhiceter: Li hemberî kurdê xwe firot ez didim ber çêra :/

@qerinek_: helbest xwendin xêra @asoyahelbesta ji be re hêsantir e

@Qijovijo: Berê raketinê por şekirin, çend rûpel tişt xwendin û mixabin ev der😒

@QSiprani: Hezkirin û xweza

@selamakta: Xwendin, mereq, hewla fêhm û pêhesînê...

@simir_teyre: Xwe spartin a zêde

@uxilas: Van demên dawî; betalî. :/ hooooffffff!

@Xerz11: Hezkirin. Hezkirin xûy e li cem min..

@zimantuuj: Gava tiştekî dibêjim wê mezin nîşan didim û dinitirînim. Gava eşyayekî , tiştekî dikirim çendî çend carî wê hildidim û dadixînim bêqerarî .

@Zxamo: Ez fikrê xwe, hestên xwe nikanim veşêrim, çi difikirim, çi his dikim wiya dibêjim. Ji oportunîstiyê, ji durûtiyê nefret dikim. Ez merivekî dobre me. Dostiya min jî û dijminatiya min jî pir vekirî ye, tu carî venaşêrim.




12. Tişta ku hêzê dide heyata te çi ye?

@agahdarbeg: pêwistî

@Biji_nistiman: Ronahiya çavên min

@Brahimemireki: Dergîstiyên min.

@channumah: Rabirdû, êş, serpêhatî, neyarên şexsî.

@coliseriketo: Qîza min ê şîrîn

@dorfireh: Heya roja çuyînê îdare dikim

@evcil_sevda: Ser û dilê rehet!

@herekol056: Çanda min. Hezkirin. Huner bi taybetî jî muzîk.

@heviutekoshin: Ez bi îradeyê xo hêz dano cuya xo. Înşalla îradeyê mi top nêerzo:))


@kurrederizm: Berde bila bisekine.

@qerinek_: kleş

@Qijovijo: Piştgiriya dost û hevalan tabî carinan jî ya malbatê

@QSiprani: Hebûna xwedê

@selamakta: Hêvî, evîn, xwendin, pêhesîn...

@simir_teyre: Bawerî

@uxilas: Xweşbûn û hêjabûna jiyanê. 💐

@Xerz11: Ohoo tu jî :)

@zimantuuj: Kuro em bixebitin belkî em jî rojekî bîn xwedî dewlet.Ev fikir nîn be ez ê destê xwe ji dinyayê bişom.

@Zxamo: Nefreta ji bindestiyê û baweriya çêbûna Kurdistaneke serbixwe ye. Jiyana bindest, bêwelat tesîreke mezin li min dike. Nefreta ji bindestiya tirkan û baweriya bi micadelê ji bo kurd û Kurdistanê hêzê dide min.




13. Dîmeneke çawa te dilteng dike?

@agahdarbeg: dema nikaribim lihember zilmê tiştekî bikim

@Biji_nistiman: Agahiyên ne baş tev

@Brahimemireki: Birrek qîz û bûk, cêr li destê wan de tinazên xwe ji cêrên şîkestî dikin.

@channumah: Dîmeneke neheqiyê

@coliseriketo: Bê dar û ber û tijî bîna û avahî

@dorfireh: Gava ji dost û hevalên xwe re nekarim bibim alîkar

@evcil_sevda: Tiştek ku ez bêjim 'ez naxwazim an jî nikarim' bi zorê bixwazin bi min bidin kirin!

@herekol056: Bajarek wêran... Zarok û mirovên mi... birîndar...

@heviutekoshin: bêhêvîtîya kurdan mi xeylî zerteng kena.

@hikmetyildizz: Rewşa Kurdan a îroyîn. Guhnedana ziman, edebiyat û çanda bav û kalan.

@kurrederizm: Du kurdên ku ketine pêsîra hev.

@muhiceter: Bê çaretiya kurdan...

@qerinek_: bindestî

@Qijovijo: Hema zilm û zordarî be dîmen ferq nake lê kurdên ku xwe nasnakin madê min tirş dike😒

@QSiprani: Dîmenên ser goristanê

@selamakta: Dîmenên lêdan, kuştin, zilm û neheqiya li her zindiyî tê kirin min zehf aciz dikin.

@simir_teyre: Komek ê neçar

@uxilas: Mirovên neçar. :/

@Xerz11: Koça gelê me yê ji ber şer ..

@zimantuuj: Dîmeneke ku malek di binê berf û baranê de ye û çatî û sacê wê malê nîne.

@Zxamo: Gava dibînim kurdek bûye hevalbendê dewleta tirk, bûye cahş, xayin û bi tirkan ra êrîşî kurdan dike. Ev yek pir min diêşîne. Lema jî nikanim li minaqeşeyên telewîzyonên tirkî temaşe bikim.




14. Te mekanek bi çi awayî û li kû derê divê ku heta mirina xwe tê de bijîyî?

@002Marks: Dar û darîstan, gul û gulîstan, be însan.

@agahdarbeg: qesra elo dîno

@Biji_nistiman: Xwedê dizane

@Brahimemireki: Li Medellinê, li hewşa enstîtûya kurdî de koxek.

@channumah: Hewraman, Fas

@coliseriketo: Li Mêrdîn ber çemek di nav darên hewr,gûz,hinar de

@dorfireh: Li dora avzêma milik yê çemê Dîcle, nev rezkê da.

@evcil_sevda: Nizanim, lê heke tu ya xwe zanibî ji min re bêje :)

@herekol056: Derek wulo heye?? Na. Niha naxwazim piştî pêncî salê dî bêjim. Vê jî veşêraa!! 🎶 🎵

@heviutekoshin: Qatê serzemînan ra hînî qelbe mi yeno ez wazeno qatê terasê de , mehlaya ke tewr berza cayê bajar de biciwîyo... la ez wazêno dewa xo de bimiro.

@hikmetyildizz: Gundek wusa bifikire ku şêniyên vî gundî dengbêj in, helbestvan in û hunermend in. Haa cil û bergên wan jî şel û şepik û kiras fîstan bin.

@kurrederizm: Xaniyekî ji keviran avakirî li zozanê tirix û li kêleka kanîya kavilîyê

@muhiceter: Li gundekî qeraxa çiyayê gabar...

@qerinek_: li welatekî azad nav pirtûkxaneyekê de karim bijîm

@Qijovijo: Hema bila gundekê Kurdistanê bibe û zivistana wê jî zêde sar nebe bes e

@QSiprani: Xwezî di navbera Îshak paşa sarayê û gorna pîroz de maleke min hebûya,û dema ez mirim bila ez nêzî gorna pîroz defin bibûma.

@selamakta: Gundekî biçûk de xaniyek biçûk, hem nêzikî behrê hem nêzikî çiyê.

@simir_teyre: Li qalaç ê çîya yê Bagok ê di nav dar u devîyê cur bi cur

@uxilas: Bila îqlîma wî cihî tim şîn û şên be, û helbet ji hebûna avê xweştir tine ye. Û bila dûrî qerebalixa bajaran be.

@Xerz11: Helbettt Kurdistanekî azad û serbixwe heval çewa pirs e ev! na na henek :) yanî ew jî lê mirov tenê dikare di dilê hezkirîyê'n xwe de heta mirinê bijî bi ya min. Wekî din bihûşt be jî ez ê heta mirinê nikaribim ..

@zimantuuj: Maleke li qeraxê çiyayekî piçûk û hewardor heywanên kedîkirî û birrek zarok û nevî. Belkî yekî romana vî warî binivisiya.

@Zxamo: Heger perê min hebûya minê li Wêranşarê xanîyekî bi hewş û bi bexçe ji xwe ra çêkira û heta mirinê tê da bijiyama. Ez gelek caran li Wêranşarê xanîyekî wer xeyal dikim. Heval û dost ji her aliyên Kurdistanê tên û em li bexçê min, di nava darên fêkî da vedixwin û sohbet dikin.




15. Dixwazî çi li ser kêla gora te bê nivîsandin?

@agahdarbeg: ji dinyayê ti tişt fêhm nekir

@Brahimemireki: Va çi zû qedîya.

@channumah: dêran dêran dêran :)

@coliseriketo: Ez hatim û çûm

@dorfireh: Neviyê Pilingkuj

@evcil_sevda: Welle ku xwediyên min xwe 'eciz nekin dixwazim lashê min bişewîtînin û xweliya min li rezê me ê mêwa ku zaroktiya min tê derbasbû bireşînin. Lê ku nekin bila ji bo xatirê pirsa binivsînin: Ezê êdî razêm qelebalix ser serê min nekin!

@herekol056: Vî xwelîserî xêrê ji xwe nedît! Pa rebbîî hûn jî nebînin.. Misînek av li mi bikin û herin ji vir min ji dîn îman dernexin!

@heviutekoshin: Wa bi kirdkî şîîra Borges Vîstî/Anlar bêro nuştiş. Ez wasîyet keno wa açarnayîşê şîîre raşt ra raşte bi îspanyolî bibo :)))

@hikmetyildizz: Jehr tê de be, dinya bila bo we bimînit :)

@muhiceter: Ax dinyayê min têr ne gayê 😁

@qerinek_: Hinek dûr biçin hûriyen min aciz dibin..

@Qijovijo: "Axir min tu mirad nedî"

@QSiprani: Kê negot eşq û necût Kî nebû meşk û neçût

@selamakta: An rubaiyek ji Xeyyam an jî malikek ji Hafiz.

@simir_teyre: Xwedê te bi baxşînê

@uxilas: Ne tiştek. Piştî mirinê her tişt bêfêde ye êdî.

@Xerz11: Hemû peyv ketine dergûşekî, Lorî loriya xezalekî ye li ser wan. Demsal koçkirine nêrgizekî..

@zimantuuj: Heta mir jî got, " Kurdî haa Kurdî, lê bêmiraz çû.

@Zxamo: Ji bindestiyê û bêdewletiyê nefret dikir. Ji bo ku Kurdistana serbixwe bibîne çi ji destan hat kir.



16. Tu dikarî resimekî derbarê xwe de çê bikî?





@coliseriketo: Pirs şolî ye min fehm nekir lê herhalde nikarim

@dorfireh: Resîm çêkirin zehf ji min dûr e

@evcil_sevda: Noqteyek sor li ser kaxizek î reş!

@herekol056: Nizanim... ka bise... Temam mi çê kir ez ê şiyênim ji te re.



@heviutekoshin: Ez resîm nêzano ez wazêno derbarê emirê xo de kitabêk binuso.

@hikmetyildizz. Neşêm :)


@muhiceter: Kesk, sor û zer...

@qerinek_: Na karim çîrok an helbestekê binivsînim

@Qijovijo: Mixabin aliyê resmê de pir qels im😒 yekî xêrxwez ku bêje ez çêdikim dikarim bêjim🙈

@QSiprani: Hêj ez ne ressamekî ewqas şareza me.

@selamakta: Dibe ku bikarim çêkim, lê dibe ku tu kes jê fêhm neke, ez jî.

@simir_teyre: Mixabin na

@uxilas: Karim.

@Xerz11: Carnan ez jî bi xwe şaş dimînin bê ez çiqasî xwe baş nasdikim. Bes ez nizanim resima çêkim Înan!

@zimantuuj: Hema em bibêjin resmeke kêzikan. Evqas.

@Zxamo: Na weleh ez nizanim çêkim, di vî warî da ez di bin sifirê ra me.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

5 yorum: