Hêvî

Haziran 27, 2018 , 0 Şirove



Hêvî tenê peyvek e. Li rawestgeha dawî ya berî dinyayê. Zikê kesî pê têr nabe. Zêdetir najî. Di piyangoyê de siûdê rast nagerîne mesela. Deynê fatûreyan jî pê naqedin. Di îmtihanan de têra helkirina problemên matematîkê nake. Pir zehmet e em bizanin di kîjan salê de temenê bav dê bibe du qatê tevdeya temenên zarokên xwe. Ez tenê bi hêviyekê dizanim, ew jî nikare biçe Marsê.

Qewmê me yê hêvîbexş. Hêvîgir. Hêvîder. Hêvîker. Hêvîber. Hêvîdar. Hêvîza. Heft çîrokên me hene, her heft jî li ser hêviyê. Pir dewlemend e zimanê me. Ne îşê dewlemend e. Hingî dewlemend e. Em aşiqê dewlemendiyê ne. Em hêvî dikin gava dewlemend dibin. Gava dewlemend dibin, zêdetir hêvî dikin. Hemû ferhengên me li peyva hêviyê tapokirî ne. Hêviyê em qelihandin. Xem nake. Bijî serok Hêvî.

Li welatê me her sal, çar demsalan, em heman tiştî hêvî dikin. Em hêvî dikin hin kes xwe ji bo me bidin kuştin. Min go kuştin lê bila tiştine xirab neyê bîra we. Hewce nake her kes xwe bikuje. Her kes dikare berdêlekê bide mesela. Kedek jî dibe. Dengê xwe bide xwe, xêra Xwedê ye. Hema hinekî jî xîret bike, baş e. Rexneyên xwe di dilê xwe de bihêle, hêj baştir e. Em her sal ji bo hêviyê qiyametê radikin. Serê hev dişikînin. Dilê hev dihêlin. Didin çêran. Hêviya me heta ber deriyê dîwana mezin e. Em ditirsin. Saloqat ditirsin bimirin heger nikaribin ji wî deriyê pîroz derbas bibin.

Xanî negot. Ma dê çawa bigota rebeno. Lê dibêjim qey heger serokekî me hebûya, me dê navê wî daniya hêvî. Bi herfa hûrik. Navê hemû serokên me Hêvî ye. Bi herfa gir. Ew pir gir in. Giregir in. Ew in hemû hêviyên me. Hemû hêviyên wan, ew. Me hemû, giş, tevde, rojekê, hema qe nebe rojekê, bi can, bi dil, bi xwîn, daye dû hêviya xwe. Ozmen şaş bû. Navê rast, Pêşbaziya Hêviyên Neqediyayî bû.

Hêviyên me dinivîsin. Mala wan ava. Heqê wan e. Bila binivîsin. Em ji bo wan dikevin rêzê. Ji bo wan qor dibin. Ew rûmeta me ne. Em çima qedrê wan negirin? Em kitêbên wan dixwînin. Îmze dikin. Hevokeke pîroz dikin rewşa xwe ya Whatsappê. Li welatê me ti kes, ti carî xwe nabîne. Çênabe bibîne. Baran ji bo wan dibare. Roj ji bo wan hiltê. Hemû serokên me miheqqeq ji bavikekî digihîjin Xwedayekî mîtolojiyê. Tarîxa me qedîm e. Bextewariya me ji ber qedîmbûna me ye. Lê sed sal e em ji bo heman hêviyê digirîn. Ew hêvî jî, van rojan dê bê çapkirin.

Hêvî peyveke qedîm e. Hetta ya herî qedîm e di zimanê me de. Ez nabêjim. Bavûkalên me wisa riwayet kirin. Di hemû çavkaniyan de diyar e etîmolojiya vê peyvê. Em, yanî hêvî, diçin digihîjin heta berî du hezar salan. Hin çepgirên me dibêjin Xwedê ji Zerdeşt re herî pêşî gotiye hêvî bike. Rastgirên me yên zimannas reha vê peyvê digihînin peyveke erebî. Me hêj li hev nekiriye mixabin. Konsensûs li ser çênebû. Ey hêviya delal, serê te çiqas hişk e.

Di tarîxa me ya mirovatiyê de du qonax hene. Berî Hêviyî (BH). Piştî Hêviyî (PH). BH, salnameya me ber bi pêş ve digeriya. Niha em li PH ne lê salnameya me ber bi paş ve digere. Sersala me bi rojbûna serokê me yê mezin, Hêviyê Yekem (em bi qurban bin) dest pê dike. Piştî wî gelek Hêvî hatin. Em ne şaş bin, niha li Hêviyê Sedûbîstûçaremîn (em bi qurbana wî jî bin) sekinîne. Hûn hêviyê ji tarîxa me derxin, ti bermayiyek li dû me namîne.

Edebiyata me xurt e. Muzîka me baş. Di govendê de kes nikare qayîşê bi me re bikişîne. Di zikreşiyê de kesî di ser xwe re nabînin. Lê dîsa jî em hêvî dikin. Nizanim ka me gotibû. Xelatên me yên hêviyê jî hene. Her sal hin hêvîmirov hêviyên xwe yên herî baş pêşkêş dikin. Xelata îsal bû para danerê dirêjtirîn hevoka derheq hêviyê de. Sêhezarûçarsedûsê peyv.

Hêvî tenê peyvek e. Me wer dizanî.


***

*Ev nivîsar cara pêşî 25.06.2018an li bianet.orgê hat weşandin. 

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: