Li Gornistana Berkevirê


“Min çavên xwe vekirin ko li nêzîka behrê li ser mêrgekê razayî me û min pişta destê xwe yê rastê di rex xwe de li kuçekî daye û xwîna germ lê tê. “Hişyarî” jî di destê min de tinebû. Şeweqê hîn nuh gewr kiribû.”Mesû’, keviya Deryaya Sor, 15 Gulanê 1933Osman Sebrî, “Li Gornistanek Amedê”, Hawar 21, 1933

Şeweqê hîn nuh gewr kiribû. Pêlên Deryaya Sor ji nav deriyê li ser piştê yê balafirê xwe berdida ser rûyê me. Em heçku ji xeweke sivik şiyar dibûn, çavê me li zeraqa pişt asoyê dialiqî. Piçiskek ji westa min a şevê dî nemabû. Birçî bûm tenê hinekî, rabûbûm min sifreyek li ber keviya Deryaya Sor raxistibû.

Piştî taştêyê Înanolo ji min xwestibû jê re çîroka “Li Gornistanek Amedê” ya Osman Sebrî bixwînim, bes bi dengekî bilind û rêkûpêk. Min xwendibû bi dengê xwe yê ku demekê gelekî jê hez dikir, bi teql û tempo, baldar, zelal, lib libî. Wî pal dabû bi çavine girtî, berê wî li deryayê, guhê wî li dengê min ê tev li pêlan bû. Pir bextewar bû bi qasî ku min ji xal û xetên rûyê wî texmîn dikir, bişirîna li ser lêva wî hêminiyek dida ser rû. Mûhteşem, mûhteşem -Înanolo li çepikan xistibû piştî ku min hevoka dawî ya çîrokê xwendibû-, şeweqê hîn nuh gewr kiribû. Li gor Înanolo “Li Gornistanek Amedê” baştirîn çîroka kurdî bû û kurdan ti carî nekarîbû gavekê bi ser vê çîrokê bixin, derbas bikin. Wî diyar dikir ku di wê serdemê de ne mimkun bû çîrokeke sed salan ji serdema xwe pêşdetir bê nivîsandin lê Apo Osman bi wê xeyal û aşopa xwe ya bê ser û ber hemû sînorên edebiyatê ji nav biribûn, çîroka me ji çîrokbêjan xilas kiribû anîbû asta çîroksazan loma ew bûbû pêşengê şoreşa çîroka nû. Ez amade me biçim ser gorna Osman Sebrî -wî gotibû gava ji ser sifreyê rabûbû, her du milên wî vekirî, sînga wî nepixî, pêlên deryayê hilmijîbûn-, amade me heqê wî lê vegerînim, alaya pêşengiyê deynim ser gorna wî.

Dema têkçûna li Keleha Gîlê ya ku Înanolo jê rût û repal, dev û poz di xwînê de vegeriya Bismilê, biryar da êdî hin reforman pêk bîne û di warê teknolojiyê de hin pêngavan biavêje, pêş bikeve. Lê ji bo vê jî diviya ku derketa li hemû welatên dinyayê bigeriya, di cih de bidîta ka dinya welatê xwe çawa bi rê ve dibe, qanûnên wan çawa ne, di çi de pêşketî ne, çi diçînin, çi hiltînin, çi çêdikin, çi difiroşin, li kû qezenc dikin, îstihdama wan çawa ye, amrazên wan ên peywendiyê çi ne, di van amrazan de zimanê wan li pêş e an zimanê serdestên dinyayê, salê çend ton derman çêdikin, çend nexweşxaneyên wan hene, çend dibistanên wan hene, di sirûda wan a netewî de heqaret û şiddet heye an na, pîlana wan a zarokçêkirinê çawa ye, hevalbendên wan kî ne, dijminên wan kî ne, çi peymanên wan hene, sînorên xwe çawa diparêzin, dê Mîrektiya Bismilê jî wek hevalbend û hevsoz qebûl bikin an na. Me şêwr û mişêwreke dûdirêj kir ka gelo Înanolo çawa bi rihetî dikare li hemû welatan bigere û em gihaştin wê qenaetê ku em balafireke derasayî yî hêjayî Înanolo çêbikin ku ev balafir di heman demê de dê bibe yekem balafira welatê me.

Wextê me kêm mabû, berî demekê balafira me diviya bihata sêwirandin. Dû re hatibû bîra min ku sêwirandina blogera popûler û zîrek esrake47 gelekî baş e û karîkatûrên wê li her derê derdikevin pêşiya min. Wan çaxan ji ber ku min defterakurdi.com vekiribû û piyaseya deftergeriyê xistibû destê xwe, defterên me yên kurdî diçûn her derên dinyayê. Hatibû bîra min ku min ji esrake47 re jî hezar defter şandibûn. Piştî demeke dirêj gava wê Komeleya Blogerên Kurd li Diyarbekirê damezirandibû û bûbû seroka komeleyê çûm serdana wê, min bi çavên serê xwe çendek nusxeyên defterên xwe li ser maseya wê dîtibûn û bi bextewarî ew rojên xwe yên defterfiroşiyê di bîr anîbûn. Bi vê bîrhatinê re fikreke din a pir xweş jî hatibû bîra min. Min ê teklîfeke mezin li esrake47 bikira ku di dinyayê de jî ev teklîf nehatiye kirin. Min mailek ji sîstema mîrektiyê bo esrake47 şand û tê de diyar kir ku heger qebûl bike, dikare li şûna heqê defteran taybet  ji bo Înanolo balafireke miezzem bisêwirîne. Heger qebûl bikira li ser navê Înanolo me dê jê re vexwendnameyek bişanda ku bila kerem bike teşrîfî welatê me yê rindik bike û li qesra me ya hemberî Çemê Bismilê de balafira me bisêwirîne. Xwendevanên delal ên blogê belkî bawer nekin, lê bi heft navê Xwedê, esrake47 hat welatê me jî, di nav çend rojan de balafira me ya keskûsorûzer sêwirand jî, me nîşanî Înanolo da jî, wî gelek eciband jî, me gazî balafirçêkerên hoste kir jî, balafira me di nav du mehan de çêbû jî, me bi heftê û du zimanan reşbelekek ji hemû welatên dinyayê re şand jî, me got sehayên xwe yên hewayî û yên bejî vekin jî, Înanolo dê bê serdana welatê we jî, bi heftê û du zimanan li me vegeriyan jî, wan got serdana we ji bo me rûmeteke mezin e jî, em ê pir bextewar bibin jî, Kîm Jong-Ûnê serokê Koreya Bakur ser û guh ji me bir jî, her israr kir jî, ku em illeh pêşî biçin serdana wî jî, bi xêra xwe jê re dendikên şebeşan û ecûrên navdar ên Bismilê bibin jî, me got nabe jî, piştî ku me serdana gorna Osman Sebrî kir jî, em ê bên serdana te jî, meraqan qet neke jî.

Ez û Înanolo. / Xêz: Esrakê47
Hosteyên balafirçêker di nav du mehan de ‘eyn ez kirim pîlot. Êdî bê tirs li semayên Bismilê hêl dibûm. Min digot qey her ku ez hildikişim jor bêhtir dûr dikevim ji derd û kulên dinyayê. Bêhtir nêz dibim li kêf û şahiyê, rihetiyê, sivikiyê. Xwe hazir ke -Înanolo di serdana min a bo kitêbxaneya wî de gotibû-, em ê van rojan bifirin. Ma min ê çi hazirî bikira? Xeyn ji defterên min tiştekî min tunebû. Û xwarin. Bi zikê birçî nedibû. Înanolo rahiştibû kitêba Li Gornistanek Amedê ya Osman Sebrî ku kitêba yekem a Koleksiyona Çîrokên Zêrîn a mîrektiyê bû. Bi çapeke taybet, bergekî zêrîn, di ebata A6 de. Biryara Înanolo bû ku hemû çîrokên ji bo wî hezkirî li jêr navê vê koleksiyonê çap bike. Îro ro jî gava li odeya xwe ya Weqfa Înanolo li çapên ewil ên vê koleksiyona donzdeh kitêbî dinihêrim, baş têdigihim ku Înanolo di seranserê temenê xwe de her hewl daye mîtên xwe ava bike û bi xêra van mîtan jî, xwe ava bike. Veavakirin. Ev donzdeh kitêb jî encama arezûya wî ya avakirina mîta xwe bû.

Qevdek gulên sor û çapa taybet a Li Gornistanek Amedê di dest Înanolo de, yê min jî çewalek tijî defter, ecûr û dendikên şebeşan li pişta min, em ber bi balafira xwe çûbûn. Ji ber ku balafira me hem ya avê hem ya bejê bû, min xwest ew fira me ya dîrokî ji ser çemê me yê bê ser û ber rabe. Di henga rabûnê de, hemû şêniyên Bismilê derketibûn ser giran û destên xwe ji me re dihejandin. Malavabûyan, digotin qey Marco Polo û hevalên wî ne ku diçin deverine nû kişif bikin. Dinya mezin e, kî dizane dê li ku çi kişif bike. Ezbenî -min ji Înanolo re gotibû gava Bismil li bin piyên me biçûktir dibû-, ezbenî em berê xwe bidin kû? Wek hawê ji xewekê şiyar dibû, ser çavê xwe diguvaşt. Çîroka me li kû dest pê kiribe -wî gotibû-, û li kû bi dawî bûbe, ber bi wir ve. Min daxwaza wî erê kiribû, li nexşeyê nihêrîbû û serê balafrê zivirandibû ber bi keviya Deryaya Sor ve.

Piştî ku me taştêya xwe li ber keviya deryayê xwaribû, me xwe kar kiribû ku bifirin ber bi gorna Osman Sebrî. Heyatê em anîn ji kû derxistin -Înanolo bi xemekê gotibû gava em bi ser ewran ketibûn-, min digot qey ez ê nikaribim du gavan ji mîrektiya xwe biavêjim, lê îro di ser parzemînan re derbas dibim. Min xema wî fam nekiribû, ji min re ecêb hatibû. Ma jê xweştit hebû ku meriv derkeve bi azadiyeke bêsînor li tevdeyê dinyayê bigere? Însan heta dawiya umrê xwe dixebitîn ku bi rihetî biçin derinan bibînin, nas bikin, bizanin. Ne bi dilê wî bû ev gotinên min. Li dij min derket. Got, min li kitêbxaneya xwe dinyayek zevt kir. Got, min li wir dît, nas kir, zanî. Got, hewce nake meriv dûr biçe. Got, tu bi çavdêriya bajarê xwe jî dikarî halê bajarên dinyayê ji hev derxî. Got, însan çiqas ji hev cihê bin jî derd û xemên wan wek hev e. Got, dinya çiqas mezin jî be, cihê tu lê yî qet naguhere. Got, ez fam nakim însan çima wiha ne. Çawa ne? Bi Xwedê min fam nedikir çima ew wiha ye. Heta pêr bi awayekî bû, îro bi awayekî. Fikir diguheriya lê ne bi vê lez û ecêbê. Min jê pirs kir ma armanca gera me ne ji bo dîtin, naskirin û zanînê bû? Înanolo deng nekir, bersiv neda. Nikare bersiv bide jixwe. Çimkî carinan xeberdanên ewqasî boş beredayî dike, meriv fam dike ka însan çawa ye.

Em ji ser Dirbêsiyê hêdî hêdî dadiketin gundê Berkevirê. Înanolo çavê xwe zîq berdabû jêrê ka gelo dikare gorna Osman Sebrî bibîne an na. Gava min jê pirsî bê gorna wî dîtiye an, wî diyar kir gorna wî mermerkirî ye. Piraniya gornan mermerkirî bûn. Nexwe em ê li nav gornistanê bigeriyana. Me balafir daxistibû nav erdê nêzî gornistanê û meşiyabûn li nav gornan geriyabûn. Înanolo ji ber ku erebî baştir zanibû, beriya min kêla gorna Osman Sebrî dîtibû. Dîtina min dît hêstirkên Înanolo bûn barana Nîsanê li ser axa gornê. Apo em hatin -Înanolo gotibû piştî qevdegula xwe danîbû ser axa wî-, em hatin bibêjin me te ji bîr nekiriye, tu di serê dîwana kitêbxaneya me de yî; apo em hatin, em hatin bibêjin xwendevanên te her bi minetdarî behsa te dikin, tu ji bo me çîroknûsekî li lûtkeyê yî, çiraya mikemeliyetê yî, efsûnbazekî bêhempa yî; apo em hatin, em hatin bibêjin te bi şiyana xwe miletê me bi dinyaya kambax da naskirin, edebiyata me ji edebiyata xelkê pêşketîtir kir, rê li ber nifşekî afirîner vekir ku bidin dû şopa te; apo em hatin, em hatin bibêjin te bi nivîsarên xwe şîmaqeke xurt li rûyê neyar û neyarhewînan xist, ji rastgoyî û qencîkariya xwe tawîz neda, piştgirê mezin ê başiyê û rexnekarê herî xedar ê xirabiyê bûyî…

Yaw tu çend zanî derewan bikî -dengek ji nav gornê bilind bû û pê re pê re me dît kêla gornê duta bû, deriyek ji hev vebû-, qe nebe  derewên xwe bi dengekî nizm bike, bila kes bi we nehise. Osman Sebrî… Ew Osman Sebrî bû. Willehî, billehî, tillehî, ew Osman Sebrî bû. Ji nav gorna xwe rabûbû, bi me re axivîbû. Osman Sebrî li derdora gornistanê nihêrîbû, gava dîtibû kes tune ye, em vexwendibûn hundir. Em ji nêrdewaneke otomatîk berjêr bûbûn, li asansorê siwar bûbûn û heft tebeqan daketibûn binê erdê. Wî ji me pirsîbû ka em tî, birçî, betlandî, bêxew in an na. Di rewşeke wiha de, heft mehan jî tî, birçî, betlandî û bêxew bûma, min li xwe danetanî ku vexwim, bixwim, vehisim, razim. Me jê re qal kir ku rewşa me gelekî baş e. Baş e nexwe -wî gotibû gava em ji asansorê derketibûn-, li milê çepê dawiya korîdorê kafeyeke me heye, bi hevalan ra piranî em tên li vir bêhna xwe vedidin. Ez ji Înanolo bêhtir heyecanî bûbûm. Ne li bendê bûm ku Osman Sebrî her wekî wêneyên xwe be. Min digot qey dê ji wêneyên xwe kaltir xuya bike. Lê xuya ye li xwe miqate bû, siheta wî baş bû. Min ferq kir ku çavên Înanolo jî sor bûne, milên wî dilerizin.

Ka hûn ê çi vexwin birazano -Osman Sebrî ji me pirsîbû-, ji kerema xwe li menûyê binêrin. Ê min hewce nedikir li menûyê binihêrim, hema min ji xwe re ava porteqalan xwest, em saetekê li benda Înanolo man ku tiştekî bixwaze, lê bêbiryar bû. Gava Osman Sebrî espressoyek ji bo xwe xwest, wî jî hema diyar kir ku bila ya wî jî espresso be. Hûn zanin -berî vexwarinên me bên ji me re gotibû-, xwediyê vir jî hemşeriyekî we yê Bismilî ye. Hella hella. Ma me ji Apo Osman re negotibû em Bismilî ne, gelo çawa dizanibû? Qal kir ku haya wan ji hemû kirin û xebatên ser rûyê erdê heye û ji nêz ve rojeva ser erdê dişopînin. Wellehî gelekî baş e lê xwediyê vê kafeyê kî bû? Nedîm Dagdevîren -Osman Sebrî gotibû-, lê ew li kafeyê nanêre, ew niha Kitêbxaneya Binerdê bi rê va dibe ko sê tebeqên din ji me berjêrtir e. Tew tew. Ma ne gorna Nedîm Dagdevîren li Bismilê bû, çi zû hat Dirbêsiyê? Rast e -wî heq dabû me-, lê ev der ne nola ser rûyê erdê ye, navenda hemû gornistanan digihîje hev û di ser da wasiteyek me ya pir bi lez û bez heye. Me pir meraq kiribû. Gelo ev çi celeb wasite bû? Osman Sebrî diyar kir ku navê wasiteya wan mirîguhêz e, mirîguhêz saetê deh kîlometreyan bi lez diçe û mirî bi rihetî diçin serdana hev, bi kar û barên xwe dadikevin. Wellehî xêra Xwedê. Nexwe em boş belaheq derketine gera ser rûyê dinyayê. Em di bin erdê de ji xwe re bigeriyana, qenebe fêda nimetên teknolojiyê li me bûbûya. Zimanê Apo Osman hinekî bi ser zaravê me de diçû, gava me pirsa vê yekê kir, got ku li derdora wî welatiyên me zêde bûne.

Ez bloga te dişopînim birazê -Apo Osman ji min re gotibû piştî ku vexwarinên me hatibûn-, blogên xort û ciwanên din jî dişopînim, bes hûn zêde tenbel in, kêm dinivîsin. Gelekî kêfa min hatibû ku Osman Sebrî jî hay ji nivîsên min heye. Tew rêzeçîroka min a dawî jî ecibandiye bes aciz bû ku ez di çîrokên xwe de li hin cihan dikevim tekrarê. Li gor wî diviya ez li vê rîska tekrarê baldar bûma û her tim li vegêranên nû û cihê bigeriyama. Min jê re behsa zehmetiya nivîsandinê kiribû ku ji bo nivîseke baş wext lazim e. Wextê çi halê çi heyrana çavan -wî bi hêrs li min vegerandibû-, ma tu nizanî herî zêde min di Ronahî û Hawarê da dinivîsî, hemî bi xêra keda min bû, a va ye siba dusiba berhema min a 646an belav dibe, çîroman e. Hahoo, ev çîroman çi ye gelo, edebiyata me ya binerdê çiqasî pêş ketiye, çiqas çeşnên nû zêde bûne. Apo Osman qal kir ku ev çîroman ne bi temamî çîrok e ne bi temamî roman e lê di heman demê de hem çîrok e hem roman e. Înanolo piştî bêdengiya xwe ya dirêj jê pirsîbû ka berhema wî dê ji kîjan weşanxaneyê çap bibe û li kû dê bikare peyda bike. Osman Sebrî berçavka xwe danîbû, dest bi kenekî kiribû, tam sê deqeyan nesekinîbû. Yaw hûn çiqas paş da mane -wî bi helkehelk gotibû-, serê heftê salan e ku hevalên me ên binerdê dest ji çapkirinê berdaye, sîstemeke me a bi navê Xwentek heye, her mirî bixwaze dikare ji xwe ra bi buhayekî maqûl di vê sîstemê da rûpelekê veke (wek blogê bifikire), hesabên xwe ên bankeyê lê zêde bike, her cara ku bixwaze berhema xwe li rûpela xwe bar bike, kesên bixwazin berhemê bixwînin jî heqê xwendinê bidin an jî bi buhayekî erzantir bibin abone û kengî berhemeke nû belav bû di kêliyê da jê ra biçe, bixwîne. Devê me ji hev mabû, me nedizanî çi bêjin. Me fam kir ku em di halekî çiqasî derbeder û perîşan de ne. Apo Osman saeta destê xwe nîşanî me da ku ji çar aliyên wê tiştin derketin, ji jor ve gihan hev û bûn tableteke çargoşe. Li gor ku Apo Osman digot, ew ji vê tabletê dikevin sîstema Xwentekê û berhemên xwe belav dikin. Li gor daneyên îstatîstîkî yên Xwentekê, berhemên binerdê ji yên ser erdê du hezar û heft sed û şêst û çar qatan zêdetir e. %99,73ê berheman pexşan e, % 00,22yê berheman helbest e û % 00,05ê berheman jî ne pexşan e ne jî helbest e û pisporên berheman hêj tespît û nav lê ne kirine bê ev çi ne. Înanolo xwest ku ew jî bibe aboneyê vê sîstemê lê nikaribû, çimkî ev tenê taybet ji bo kesên binerdê bû. Em çiqasî bi şansê xwe de bimîzin jî boş e, çarenivîsa me heta ber devê deriyê kitêbxaneya Înanolo ye.

Min ji Osman Sebrî kar û xebatên wan ên edebî û entelektuelî pirsî bê ka çi dikin, bi çi mijûl in. Ji sala 1993an a hatina min bo vir va -wî bersiva min dabû gava em cardî li asansorê siwar bûn-, ez gerînendeyê giştî ê Rojnameya Hişyariyê me, wekî tê zanîn berî min ji 1932an va Dr. Fûad ev rojname bi rê va dibir, lê bi hatina min ra ew teqawid bû, niha edîtorê me Celadet Alî Bedirxan e, sernivîskar jî Nûredîn Zaza ye. Osman Sebrî amaje pê kir ku niha hejmara rojnameyê ya 31025an li ber belavbûnê ye û di nav projeya wan de heye ku rûpelekî rojnameyê ji bo nivîskarên ser rûyê erdê veqetînin lê mixabin ji ber ku nivîsên çapkirî qebûl nakin, tenê dikarin nivîsên li ser malper û blogan biweşînin. Her wiha em hîn bûn Osman Sebrî piştî nîqaş û reqabeteke zêde Celadet Alî Bedirxan qaneh kiriye ku Rojnameya Hişyariyê bi alfabeya xwe belav bike ku her wekî xwendevanên delal jî baş pê dizanin, di alfabeya Osman Sebrî de rengedengên /p/, /ç/, /t/, /k/ herfên taybet û serbixwe hatine danîn û herfên wê ji 31ê derbas dike, tew li pey xwe dihêle. Li gor ku me ji aciziya Osman Sebrî fam kir, Celadet Alî Bedirxan di Hawarê de mudaxaleyî nivîsên wî kirine û guherandine, loma bi hatina xwe ya binerdê bi çend salan jî xwe ji Celadet Alî Bedirxan xeyidandiye û pê re neaxiviye heta ku êdî Ehmedê Xanî ji kerban du sîlleyan li wan xistiye, wan li hev aniye. Heylo, ma Ehmedê Xanî li kû ye? Ew li Navenda Entelektuelên Gazindekar e -wî ji me re gotibû gava em ji asansorê pênc tebeqên din jî daketibûn-, mekanê wî hinekî dûr e, paşê em ê bi mirîguhêzê biçin serdana wî.

Em ji asansorê derketibûn û li ber camekanekê rawestiyabûn ku li ser dinivîsî Navenda Rojnameya Hişyariyê. Rojnameya me êdî tenê rojnameyeke edebî ye -Osman Sebrî di têketina me ya hundir de gotibû-, piştî ku ez hatim, min siyaset ji nav rojnameyê derxist, ji ber ku di bin erdê da êdî siyaset têk çûbû, hemî serok dest ji serokatiyê kişandibûn, hemî partî hilweşiyabûn, sînor ji holê rabûbûn, niha tenê sazî û komeleyên me hene. Derdê miriyan tune ye bi rastî jî, xema wan li ser kêf û zewqa wan e. Qey ji bo ku em bigihiştina wê astê, diviya em li benda mirina xwe bimana. Osman Sebrî bê ku em bi Celadet Alî Bedirxan û Nûredîn Zaza re bidana naskirin, wan em jixweber nas kirin. Celadet Alî Bedirxan ji ber ekrana amraza xwe ya dirêj, zirav û çargoşe rabû hat cem me, kulma xwe li kulma me xist û got, xorto xwe binas. Em bi vê espriya wî keniyan. Şalekî bordo û îşligekî gewr li ser wî bû. Bala min lê bû qelûna wî ji dev nediket. Mîrê min ez dibînim ku te dev ji cixareyê bernedaye -Înanolo xwe negirtibû-, ma li bin erdê cixarekêşan ne qedexe ye? Gupegupa dilê min bû, ez ditirsiyam ku Înanolo gotineke şaş bike, em li ber wan mehcûb bibin. Celadet Alî Bedirxan qet di eynê xwe re dernexist. Çixareyên me ne wek yên we ne -wî ji Înanolo re gotibû-, di çixareyên me de ti maddeyên zererê bidin nînin, qelîteya çixareyên me ji yên we baştir e, bitehsîrtir e, bi sere jî heyf li salên berê be ko ji bêperetiyê çixareyek jî bi dest min nediket, ji bêçixaretiyê min dikir dîn bibim. Celadet Alî Bedirxan diyar dikir ku êdî dewra wî ya mîrtiyê ji zû de bihuriye û heger kesekî hêjayî mîrbûnê hebe ew jî Înanolo ye. Înanolo ji kêfan nizanibû çi bigota. Lê ez dizanim, piştî ku em li welatê xwe vegeriyana, dê ser û guh ji me bibira û her behs bikira.

Nûredîn Zaza li ber amraza xwe bû ku bi mîrofona xwe diaxivî û axaftina wî di ekranê de vediguherî nivîsê. Meriv ewqasî jî xwe hînî rihetiyê nake yaw, ev çawa îş e. Ti carî nedihat bîra min ku teknolojî dê ewqasî pêş bikeve. Ditirsim bi vê leza teknolojiyê tuwalet ji holê rabin. Qawet be seyda -Înanolo destê wî di ber de gotibû-, baş silamet î şallê. Nûredîn Zaza deng nekir, heçku nebihîst. Seydaaa -Înanolo hinekî bi hêltir gotibû-, qawet be. Nûredîn Zaza serê xwe ji ser amrazê rakir, awirine tûj vedan. Înanolooo -wî bi çavine sor gotibû-, seyda kalikê te ê Cegerxwîn e, wilan. Înanolo nizanî çi bêje, peyv di devê wî de li bin guhê hev ketin, bû lalome. Min li şûna wî uzrê xwe xwest û diyar kir ku ti niyeteke xirab a Înanolo tunebû, bidin xatirê heyecana wî. Axirkê bêhna Nûredîn Zaza hat ber û wî jî uzrê xwe xwest. Mr. Zaza -min jê re got-, ez dibînim ku te misqalek ji karîzmaya xwe ji dest nedaye, her li ser timtêla xwe ya berê yî. Înanolo jî ev gotina min pesend kir. Spas qurban -Nûredîn Zaza bersivand-, tu dest ji karîzmaya min berde hele, em behsa meqaleya te a “Zimanê ku Dimeşe: Pêdaçûnek li ser Zimanê Edebî û Çîrokên Nûredîn Zaza” a di Wêje û Rexneya 5an da bikin, lê lazim e zanibî ew ne meqale ye. Aha wî ez qefaltim, ka îja ez ê bêjim çi? Heta niha min her tiştî bi rihetî derheqê miriyan de dinivîsî lê min çi dizanî rojekê mirî dê rabin mudaxeleyî nivîsa min bikin. Ez ketibûm dafikekê û kes bi hewara min de nehata, ez ê bihetikiyama. Tu dibêjî qey Osman Sebrî dizanî ka çi di hişê min de derbas dibû. Deqeyek di ser re derbas nebû, hat bi wan da famkirin ku dema me hindik maye û hîn em ê biçin serdana Ehmedê Xanî. Nûredîn Zaza û Celadet Alî Bedirxan hatin rûyê me û kêfxweşiya xwe anîn ziman. Bêguman em jî zaf kêfxweş bûn. Hew mabû min ji bîr bikira. Ev defter diyariyên min in ji bo we. Erê erê, ji bo we. Resmê we? Temam. Ser çavan. Ez ê resmê we jî li bergên defteran çap bikim.

Gava em ji Navenda Rojnameya Hişyariyê derketin, Înanolo ji Osman Sebrî pirs kir ka ji bo çi Nûredîn Zaza ewqasî ji peyva seyda aciz bûye û bi rik navê Cegerxwîn gotiye. Min bawer nekir bi bersiva Osman Sebrî, ez şoq bûm, ger ez bibêjim, belkî hûn jî şoq bibin. Li gor ku Osman Sebrî digot, Cegerxwîn ji ber întihala xwe ya kirî ji Navenda Rojnameya Hişyariyê hatiye îxrackirin. Çawa yanî? Ma Cegerxwîn ew kes e ku întihalê bike? Belkî hin kes dixwazin vê bêbextiyê bixin stûyê wî. Cegerxwîn qet nizanîbû rasterê binivîsanda -wî ji me re rave kiribû-, tiştên ku rastesere nivîsandine jî hemî şaş in, paşê helbestên ku nivîsandine jî hemî ji hev dizîne, pirsên ku ji Ehmedê Xanî an ji Melayê Cizîrî stendine jî hemî ew ne di cihê wan da bi kar anîne.[1] Cegerxwîn ji ber vê kirina xwe her wiha li Navenda Entelektuelên Gazindekar di bin çavdêriya Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî de hatiye darizandin û di encama rayên giştî de biryara qedexeya nivîsandinê bi qasî deh salan lê hatiye girtin. Ji nişka ve întihala Înanolo hat bîra min û niqutî dilê min ku heger bi întihala wî bihesin ne qedexekirin, tew ew ê wî li sêdarê bixin. Min dît ku Înanolo bi destê min digire û dixwaze min paş de vegerîne. Da em ji wê rewşa tirsnak xilas bûbûna, min pirsa cihê tuwaletê kir  lê Osman Sebrî bi me da zanîn ku di bin erdê de tuwalet tune ne û pêdiviya miriyan ti carî bi tuwaletê çênabe loma çar neçar lazim e me xwe bigirta.

Heta ku em gihaştin mirîguhêzê hezar guman hatin hişê me. Ti tişt ji dest me nedihat, em ê bi çarenivîsa xwe qayîl bûna. Ji ber ku qerta me ya mirîguhêzê tunebû, Osman Sebrî ji dêvla me qerta xwe du car zêdetir da xwendin. Osman Sebrî bi kêf bû, dikeniya. Xwedê dizane ji niha de çi pîlan çêkiribûn da Înanolo bidin cezakirin. Ma ez mirovên wiha nas nakim. Xwe wek dost nîşan didin lê di pişt re xencerê dihingêvin. Dostên baş nemane ezbenî. Willehî, billehî, tillehî, nemane. Stûyê te neşikê Înanolo, te em xistin çi halî.

Di nav sê çar deqeyan de em hatin ber Navenda Entelektuelên Gazindekar. Osman Sebrî ji pişt camekanê du kes nîşanî me dan ku bi pînponê dilîst û destnîşan kir ku ew Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî ne. Sed şabaş ji wan re. Helbet piştî ewqas gazindeyan mafê wan e jî bi pînponê bilîzin û Înanolo jî bidarizînin. Ger bi hûrgilî teswîra herduyan bikim: qama Ehmedê Xanî li dor 1.75 m, giraniya wî di navbera 72-75 kîlo de, kapriyekî krem, şimikeke behrê û tîşortekî spî lê, simbêl û cûcika wî hebû, porê wî reş, zêde ne dirêj û li paş qulaptî bû, çavên wî qahweyî, mijangên wî dirêj, birûyên wî di ser poz re piçekî gihaştibûn hev, gava dikeniya gulpikên wî dinepixîn, li kêleka cênîka wî ya çepê şanikeke mezin hebû, xêz û xetên rûyê wî dikirin ku ciddî xuya bike; qama Melayê Cizîrî kinik bû mixabin, di biniya 1.67 m, porê wî dirêj û zer bû, li ser wî kapriyekî reş li biniya çokê, tîşortekî gewr li ser û şimikeke behrê di piyê wî de, çavê wî şîn, mijangên wî xuya nedikirin, riha wî tunebû, rûyê wî mînyon bû, xet û xêzên rûyê wî dikirin ku bi qasî zarokekî şêrîn xuya bike. Ressaman heta niha em bi resmên derewîn ên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî xapandibûn.

Osman Sebrî em bi wan dan naskirin. Bi hatina me kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ehmedê Xanî ji min pirsî ka bi gotina navê wî herî pêşî çi tê bîra min. Çi b’kim ku qewî kesad e bazar -min bi dengekî berz gotibû-, nînin ji qumaşî ra xerîdar. Topa pînponê bi carekê re li ber derba xedar a raketa Ehmedê Xanî fisiyabû. Gurpp, destê xwe li maseyê xistibû. We niya bazarê -wî bi dengê xwe yê gur gotibû-, sê sed sal e we bazarek çênekir, îcar xerîdar ewçend ehmeq in qumaşên we bikirin. Di ti kitêbên dîrokê de min nexwendibû ku Ehmedê Xanî şairekî çêrbaz e. Na, ne ku ez çêrbaziya wî bêqîmet dikim. Tenê hinekî şaş mam. Dosto xwe aciz meke -Melayê Cizîrî dixwest ew sakîn bike-, eyan e hevalên me ij maneya van gotinên te tênegihiştine. Ma bû çi em tênegihîjin, hepî topî du sê peyv in. Çawa xwe aciz mekim Mela -Ehmedê Xanî berê xwe dabû me-, heta kurmanc ev kurmanc bin ez ê jî daîm serokê Navenda Entelektuelên Gazindekar bim. Yaw kurmanc biçin ser heyvê jî tu dê dîsa gazindeyan bikî, ferz e em nabêjin. Ne wisa ye Înanolo? Înanolo? Înanolo ne li vir e. Bi kû de çû ev mêrik?

Wê rojê me hemû qul û qewêrên bin erdê tev dan lê me Înanolo nedît. Me got belkî xwe avêtibe behrê, bi hemû amrazên heyî di bin behrê de em li cendekê wî geriyan lê xuya nedibû. Wextê min nemabû û mîza min pir dihat. Min nedixwest hêj zêdetir li van deran bimînim û gazindeyên Ehmedê Xanî bikêşim. Jixwe Înanolo bi tecrûbe bû. Çawa ku bi tena xwe ji Gîlê hatibû dê ji Berkevirê jî bihata. Tabî, ger Navenda Entelektuelên Gazindekar ew li sêdarê nexista. Malava be, Osman Sebrî ez bi lez gihandim tebeqa herî jor, xemgîniya xwe anî ziman û çapa taybet a Li Gornistanek Amedê di dest de ez verê kirim. Piştî ku min mîza xwe kir, heçku ez ji xewekê nû hişyar bûm. Hemû derd û xemên min çûbûn, sivik bûm, rihet bûm, dilniya bûm. Min destê xwe avêt çewalê li kêleka xwe, gava destê min bi ecûr û dendikên şebeşan ketin, çavên min di nexşeyê de li Koreya Bakur geriyan û firiyam.


2-4ê Gulana 2018an, Bismil.



[1] Bnr. “Hevpeyvînek bi Osman Sebrî re”, Firat Cewerî, Hêvî, 1990,  j. 7, r. 29



***

Çîrokên din ên rêzeçîrokên Înanolo: 



İnan Eroğlu

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

6 yorum:

  1. ez heyranê tala pînponê ya di destê melayê qamkinik de. seetxweş şabaş 👏

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Bila pînpon heyranê te be heyran. Spas 🙏

      Sil
  2. Vê carê bi kêf û meraq xwend..xwezîka te hinekî xwe girtibana qey te mire inanooloo .. min dixwest hê direjtir bana.. seet xwess ji sibehê vê her kêlîka ku vala dibûm min dixwend ha niha li rawestgehê me tu çûyî çîrok xelas û otobus hat ez jî herim:))

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Karê Înanolo wiha ye, ti carî xwe nagire. Siheta te xweştir be ji ber ku te her kêlîka xwe ya vala ji bo xwendina vê çîrokê veqetandiye :)

      Sil
  3. Tişkï din ev gotin li xweşiya min çû ..””Celadet Alî Bedirxan diyar dikir ku êdî dewra wî ya mîrtiyê ji zû de bihuriye û heger kesekî hêjayî mîrbûnê hebe ew jî Înanolo ye....””Ev gotinekê di cih de ye :)))

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Nizanim, gerek meriv ji Înanolo bipirse :)

      Sil