Ferhenga Şer û ya Amrazan ji Kovara Ronahîyê (III)




Di vê beşa sêyem û ya dawî de 58 peyv ji nav 11 hejmarên dawî yên kovara Ronahî (18-28) hatine neqandin, ravekirin û mînakên wan hatine dayîn. Her wekî di beşa yekem de jî hatibû diyarkirin, hûn dikarin di dawiya vê nivîsê de hemû peyvên ferhengokê li gor rêza alfabeyê wekî PDF bibînin, û daxin. Versiyona PDFê birêkûpêktir e û hin guhertin û sererastiyên kêm tê de hatine kirin. Beşa ewil a vê xebatê di 1ê Nîsanê de hat belavkirin ku destpêka weşana Ronahîyê ye û beşa dawî jî îro, di 15ê Gulanê de tê belavkirin ku destpêka weşana Hawarê ye ku îro ro wek Cejna Zimanê Kurdî tê qebûlkirin. Ne tenê cejn lê ji bo Înanolo baştirîn çîroka kurdî jî di vê rojê de hatiye nivîsandin ku ew jî Li Gornistanek Amedê ya Osman Sebrî ye ku di 15ê Gulana 1933an de nivîsandiye. 

Piştî ew qas xweşiyên ku di rojekê de kom bûne, çênedibû em xwe ji xweşiyeke din jî mehrûm bihêlin. inanolo blogspot.com bi hevkariya pirtukakurdi.com bi tradîsyona xwe ya qûrayê berdewam e. Heçê ku heta 20ê Gulanê, saet 12.00an li bin vê nivîsê şiroveyeke têde peyva "kurdî" heyî binivîse berendam e ku çeka diyariyê ya 50 lîreyî ya pirtukakurdi.com bo pirtûkên kurdî qezenc bike. Encamên qûrayê roja yekşemê 21.00 dê diyar dibin û ji nav navên xwediyên şiroveyan dê kesek qezenc bike.




Hejmar 18:

velokirin: kontrolkirin.
- “Dema Gêstapo dora xaniyê bijîşk girt û velo kir, ne nexweş, ne jî bijîşk û keç û jina wî ne hatin dîtin.”

bandêr: ala.
tof bi tof: kom bi kom, qefle bi qefle.
- “Heçî fransiz û heçî xelkê welatên ko di bin bandêra fransizî de dijîn, tof bi tof diçin talîmgahan û hînî eskeriyê dibin.”

balafira barkêş: balafira bo veguhastina baran tê bikaranîn.
- “Ji bona vê yekê emêrîkaniyan balafirine xweser çêkirine. Ji van balafiran re balafirên barkêş dibêjin.”

eskerê agirkuj: eskerên ku di demên bombardimanê de diçin hewariya mirovên di bin avahiyên hilweşiyayî de mayî.
- “Di wextê bombaranan de eskerên agirkuj û peyayên fedayî diçûn û mirovên ko di bin kevirên xaniyên hilweşiyayî de diman xelas dikirin.”

keporal: tr. onbaşı.
balafirvan: firînerê/a balafirê. pîlot.
balafir: teyare. firoke.
-Keporal bi mana onbaşi ye. Keporal Moris balafirvan bû. … Rabû ji xwe re balafirek çêkir.”


Hejmar 19:

yekînek: tr. birlik.
- “Dûk gava diçû Eyslandê ji bo teftîşa yekînekên brîtanî balafira wî bi rê ve ket û dûk mir.”

çekhilgir: biçek, çekbidest. bnr. sîlehbidest.
- Çekhilgir gihêştin şikêr û çiyan çirpîna tajangan qîrîna diyan.”

hewapîvan: amraza ku pê rewşa hewayê tê zanîn û famkirin.
- “Lê îro ev fen gelek pêş de çûye. Jê re aletin wek dûrebîn û hewapîvan çêbûne.”

serfermandar: serleşker. serdar. tr. başkumandan.
- Serfermandarî jî li gora van xeberan planên xwe diedilînin.”

berdevk: tr. 1) mabeynci, 2) sözcü.  fr. 1) chambellan, 2) porte-parole.  îng. 1) chamberlain,
2) spokesman. (R.K.)
- Berdevk çûn û ew hekîm anîn.”


Hejmar 20:

biserxwe: serbixwe. tr. bağımsız.
- “Îswîçre dewleteke ewropayî ye; dewleteke piçûk, lê di nav dewlitine mezin wek Franse, Elmanye û Talyayê de dewleteke biserxwe ...."

giranmêr: rûspî, sergewez. tr. ağırbaşlı.
- “Di destdanîna vî şerî de û gava masa aşî û azahiyê bête gerandin, û giranmêrên hevalbendan li dorê top bibin.”

gelparêz: kesên berjewendiyên gel diparêzin. welatparêz. tr. halkçı.
- “Tevî vê yekê, ez dinêrim ko hinek ji kurdên xwanda, nemaze gelparêzên wan, bi xwandin û nivîsandina zimanê xwe ra bendewariyeke hêja rave kirine!..”

defternot: deftera ji bo nivîsandina notan/nîşeyan.
- “Berikên kîjanî ji wan velo bikî, reşbelek û defternotên wan bi zimanên tirkî û erebî ne.”

serxwerabûn: serhildan. îsyan.
- “Di sala ko Napolyon ji dibistanê bi derket da li welatê Franseyê çirûskên serxwerabûnekê xweya dikirin.”

şûngirt: wekîl. cîgir.
- Gava mirinê şêx Hadî Xelo kiriye şûngirtê (wekîl) xwe.”

qezajentî: mirovê tûşî qezayekê hatî. qezazede.
- “Ji qezajentiyan bi tenê eskerê bêtêlê rîtilekek tîtin û kitêbeke piçûk, tê de hin ayetên incîlê, ji vaporê xilas kiribûn û digel xwe anîbûn.”


Hejmar 21:

balafira nexweşhilgir: balafiira birîndarên giran ji qada şer dibe nexweşxaneyê.
- “Klîşa me balafireke nexweşhilgir şanî dide. Ev balafirên ha birîndarên giran ji qada şer diguhêzînin xestexanan.”

mîtralyozvan: leşkerên mîtralyozê bi kar tînin.
- “Yekê ji balafirên japonî ji sêsed gavî torpîlek berda me. Mîtralyozvanên me baskekî wê birîn.”

necatdîtî: mirovên ji şerekî hatî rizgarkirin. rizgarbûyî.
- “Tenent, kumandarê Rîpûlsê, di nav necatdîtiyan de bû.”

gurgurok: (?)
- “Guleyine topên behrî ên dûravêj van gulan di ser gurgurokan de dibin heta perê behirê û li cenkeştiyan bar dikir.”


Hejmar 22:

dilxwestî: xwebexş. tr. gönüllü.
- “Li ser vê ramanê kete leşkerê giravê û Paolî ew kumandanê dilxwestiyan (gunilî).”

wezîrceng: wezîrê cengê.
- “Reşbelekek berpêyî wezîrceng kir û jê xwat ko wî vegerîne leşkeriyê.”

sersemer: tr. yüzbaşı.
- “Di dawiya tebaxê da bi ritba sersemeriyê (yûzbaşî) vegerandin firqa wî.”

bask: aliyekî tiştekî. hêl. kêlek.
- “Zirehpûşeke ingilîzî, di şerê Îtalyayê de xwe daye baskekî xetên elemanî û ji dûr ve gûleyên xwe lê dibarîne.”

kuştar: qetlîam. komkujî.
- “Her kesê ko bêhna hevaliya melîkiyê jê dihat hate kuştin ko ev di dîroka Franseyê da bi navê ‘kuştara Îlonê’ e bi nav û deng e.”

kişwerkişayî: fetihkirin. dagirkirin. zeftkirina welatan, parzemînan.
- “Di sala 25an (p.î.) (piştî Îsa) malbata (Han) dest bi kişwerkişayiyê kir.”

vegertiyar: dagirker. kesên ku welatek vegirtine, dagir kirine.
- “Mixdarê mongolan yên ko Çîn vegirti bûn li gora nifûsa çîniyan gelek hindik bû û karê hikûmetê rexma wicûda vegertiyaran dîsan bi piranî bi destên çîniyan dihate gerandin.”


Hejmar 23:

xestexaneya gerok: nexweşxaneya ku di rewşên zehmet ên wekî şer de tê danîn û bikaranîn. tr. seyyar hastahane.
- “Li rastê erebeyên birîndaran wan dibin û digehînin xestexaneyên gerok.”

şûrkêş: kesê şûr bi kar tîne. şûrbidest.
- “Mîr da bû pêşiyê; mêrxas û şûrkêşên wî hespên xwe di dora mîrê xwe de dibezandin.”

bej: bnr. beristan.
- “Ew eskerên ha xwe kar dikin ji bo eniya didowan. Xwe hînî daketina bejê dikin; beja Ewropa roavê.”

segman: leşkerê peya. tr. piyade.
- “Serhengê qesirê digel segmanên xwe li diya mîr digeriya.”

navlû: lûle. navlûle.
şeşxane: bnr. şeşagir.
kumzirh: zirxa bo serî ku ji derban diparêze.
- navlûyên şeşxaneyên giranbeha, kumzirhine bi neqş û xemil… û her tiştên kevin, giranbeha û nadîde…”

xencera zimridqevd: xencera ku qevda wê ji zimridê ye.
- “hema rahişte qevda xencerekê; xencereke zimridqevd; yadigara pêşiyan; hêja bû eyaletekê.”

kiraszirh: zirxa bo ji ser mil û berjêrtir.
- “Şerevaniyên wextê berê xwe di nav kum û kiras-zirhan de vedişartin.”

şerê hewayî: şerê li hewayê tê kirin. tr. hava savaşı.
- “Çend balafirên wan di şerekî hewayî de ketine behirê lê hin balafirvan hatine xelas kirin.”

xelaskar: rizgarker. tr. kurtarıcı.
- “Lê herçî qeder, ji bo gelê Fransiz ji daxwaza Wilyam Pîl, comertir bi derket ko di wê dema dijwar da xelaskarek gîhand.”


Hejmar 24:

maska gazan: amrazeke parastinê ji gazên jehrî ku dikeve serî. tr. gaz maskesi.
- “Vê komirê di madeyên teqandinê û maskên gazan de bi kar têxin.”

koçegîr: pehlewan.
- “Mam-hirç di pê re pirsî; gotin ew xwarin yên koçegîrê (pehlewan) mîr bûn.”

mîrlîwa: general.
- “Piştî ko hemî qenciyên wî tê da jimartin, jê ra dayîna ritba mîrlîwa (genêral) jî xwest.”

pertavsoj: mercek. tr. büyüteç, pertavsız.
- “Holmes bi her awayî ceriband; pencere ne dihatin vekirin. Holmes bi pertavsoja xwe jî li wan hûr bû; lê jê jî tu netîce ne xiste destên xwe.”

stasyona bêtêlê: tr. telsiz istasyonu.
- “Piştî sêsed salî îngilîzan girav vegirt û tê de stasyoneke bêtêlê çêkir.”

kulnêr: kolonel. yarbay. îng. wing commander.  
- “Di giravê de bi hezar eskerî ve kulnêrek heye.”


Hejmar 25:

dilopjimar: amrazeke ji cam an jî plastîk ku bi saya serikê wê yê tûj şiliya nava wê dilop bi dilop diniqute. tr. damlalık.
- “Ez rabûm, min vapor vêxist, misînek av keland, kokayîn ron kir, dilopjmara stîloyê şişt û pê çend dilop kokayîn di çavên mêrik kirin.”


Hejmar 26:

tivingçî: tivingbidest. xwedî tiving.
- “Herçî tivingçî û tivingên qenc wê di serê şikêr, rizde, zinar û seriyên bilind de bisekinin.”

şehsiwar: şovalye.
- “Heke bi vê hincetê berê şehsiwarên Ewropayê bidana erdê miqedes, êdî tu tirsa Împeratorê Qunstantiyê ne diman.”


Hejmar 27:

balafira bêbalafirvan: drone. tr. insansız hava aracı.
bombeya firolek: fûze. fûzeyeke dema Hîtler ku bi vî navî deng dabû. tr. uçan bomba.
- “Ji xwe tiştê ko elemanan jê re balafira bêbalafirvan gotiye ji bombeke firolek pêve ne tu tişt e.”

vapora lexemçîn: vapora ku bi kêrî danîn û rakirina mayînan tê. tr. mayın gemisi.
- “Di bin himayeta torpiyor û balafiran de vaporên lexemçîn ji behirê lexemên ko elemanan danîbûn radikirin.”

torpîlçîn: bnr. topa torpîlavêj.
- “Da ko ew bi roj nikarin jê derkevin dirêjî torpîlçînan bikin.”

erkanherb: serkan. tr. kurmay.
- “Piştî ko ew çûn Eyzenhawer banî erkanherbên xwe kir.”


Hejmar 28:

berevanî: parastin. midafehe.
- “Piştî nîvro genêral çû bû nik erkanherbên xwe da ko plana berevaniya (midafehe) bajêr ya ko ji qerargeha merêşal Timoşênko anîbû, ji wan re bide zanîn.”

balafira fergonkêş: (?)
- “Wextê hereketê hatiye, balafirên fergonkêş dikevin pêşiyê; ên bêmotor bi wan ve girêdidin.”

FERHENGOKA ŞER Û AMRAZAN JI KOVARA RONAHÎ, VERSİYONA PDFÊ, BITIKÎNE


inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

23 yorum:

  1. hata niha min tiştek ji van çekilîşê Kurdî tiştek qezanc nekir û çû. Ku ji vê jî ez dernekevim edî nema tevlî dibim ashhshshs

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Zû pes neke heyran, helbet rojekê dê ji te re jî derkeve :)

      Sil
  2. "Amraz" peyva herî ne-xweş ya bi Kurdî ye.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ma te go qey her pev mîna perxudresê ye? :)

      Sil
  3. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
  4. Qirdê mino Kurdî...

    BA

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Min li wikiferhengê nêrî du maneyên qird hene : şans û meymûn. Te bi kîjan maneyê got?

      Sil
  5. Cejna zimanê Kurdî pîroz bêê. ❤

    YanıtlaSil
  6. Cejna zimanê Kurdî pîroz be .

    YanıtlaSil
  7. hêja tu bi vî zimanê kurdî yê weke dirr û gewher dixwînî, dinivîsî, difikirî û dijî; bi pêş de dibî. hewil didî sînorên wê berfirehtir bikî. ez çi bêjim? wey tu her hebî dibêjim. sihhet xweş înan giyan..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Dosto welle nizanim fêdeyeke vê blogê li vî zimanî heye an na lê ev berî her tiştî ji bo min meseleyeke zewqê ye. Siheta te xweştir be qurban, gelek silav.

      Sil
  8. Di hinga şer de mîrlîwayekî kurd ji hêla hespê xwe yî romantîk Şevdiz ve tîzikek xwar û li dev zimanê xwe kir.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Te çîrokeke Donkîşotwarî nivîsand pismam, qelema te li dinê be.

      Sil
  9. Malneket wan çîrokên xwe hinek kurt binivîse. Heta ez têm jêr çermê pêçiya min dimehe :) Û kurdî

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Keko welleh tu rast dibêjî, ez jî weke te difikirim lê ev malneketê Înanolo nahêle û qebûl nake. :)

      Sil
  10. komxebata têgehên hiqûqê ji bo têgeha mudafi/defender peyda bervedêr bo kurdî pêşniyaz kir. :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Niza welle, a min ne pêşniyaz e nîşandan e :)

      Sil
  11. ...û berdevkê wezîrcengê bi kurdî got ku mîrlîwayê me yî herî jêhatî mixabin bi derba gurgurekê ew şandin dinya wiyalî.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Maşellle te xwe tam qaptirmîşî ferhengê kir ha, sihet xweş :))

      Sil
  12. Ev zimanê Kurdî nebûya niza me yê çi xwelî li serê xwe bikira

    YanıtlaSil