Çeka diyariyê ya pirtukakurdi.com bû qismetê Esrake

Mayıs 20, 2018 , 0 Şirove


Me di nivîsa xwe ya Ferhenga Şer û ya Amrazan ji Kovara Ronahîyê (III) de diyar kiribû ku bi helkefta Cejna Zimanê Kurdî em ê bi hevkariya pirtukakurdi.com qûraya çeka diyariyê ya pirtukakurdi.com bikêşin. Çeka diyariyê 50 lîire bû û tenê ji bo pirtûkên kurdî bû. 10 kes beşdarî qûraya me bûn û wekî ji wêne û vîdyoyê diyar e, di qûrayê de navê Esrake derket. Pîroz be û li hêviya qûrayên baştir bin. 

Esrake bila ji kerema xwe nav, paşnav, adres, telefon û lîsteya pirtûkên ku dixwaze ji inan.eroxlu@hotmail.com re bişîne da pirtûkên wê di dema herî nêzîk de bi rê bikevin.




inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: