Şikêneriya Biharê


v Ji ber biharê ye nizanim, vê demsalê bûme bêxîretê xwendin û nivîsandinê. Dikim vê bêxîretiya bi temaşekirina fîlm û rêzefîlman dagirim. Nezanê temaşekirinê me, ger hebin pêşniyaz, nabêjim na.

v Par hevalan ji ber ku rismê min şibandibûn Walter Whiteê Breaking Badê, min dest bi temaşekirina vî rêzefîlmî kiribû lê nîvco hiştibû. Du roj e ji cihê mayî cardî min bi temaşekirinê berdewam kir. Çîroka heftan a rêzeçîroka Înanolo ji ber ku çîrokeke mafyayî ye ev rêzefîlm dê bi kêrî me bê. Her wiha hin kitêb divê bixwazim derheqê mafya, Escobar û Canturk de.

Înanolo
Walter White

v
Reşbeleka çîroka pêncan a rêzeçîroka Înanolo amade ye, bes maye nivîsandin. Bi derengî ket, dizanim.




v Bi Perxudres re nîqaşa li ser navê “keçikên navikxuya” lê biryara dawî li ser navê “keçikên navikşikên”.

v OFB vê heyama dawî bi qelewbûna xwe îmaja me ya blogerên kurd daxist biniya sifirê. Heger wiha berdewam be, ji tasfiyekirina wî re hindik maye.

v Li benda randewûya xwe ya bi Berken Bereh re, axaftina li ser projeyeke nû. Heta teqez nebe, naveroka projeyê nanivîsim. Naxwazim ev jî bibe wek meseleya ha derket ha dê derkeve ya Horasan Kürtleri ya Selîm Temo.

v Nizamettin Ariç jî tev li nîqaşa Cegerxwîn an Fêrîkê Ûsiv bû. Nîqaşa du helbestvanên ji astên cuda nabe. Em radibin Cegerxwînê reben didin ber Fêrîkê Ûsivê sûd wergirtî ji edebiyata dinyayê. Em Fêrîkê Ûsiv bidin ber Ebdulla Goranê sûd wergirtî û metn wergêrayî ji edebiyata dinyayê, qe nebe em ê karibin bêjin kî berx e kî beran e.


v Sîparîşkirina albûma nû ya Nizamettin Ariç a bi navê “Cegerxwîn”. 

v Reqabeta zêde, qezenckirina pereyan ji bazara kurdî, çûna ber bi kapîtalîstbûnê ve.

v Serêşana li ser fikr û projeyên nû, tirsa ku bloga me jî bibe malper.


v Xwestina çêkirina çend roportajan lê jibîrkirina usûla wan, divê çend roportajên baş bixwînim. 


v Hazirkirina CVyan, çûnûhatina ji bo hin serlêdanan.

v Bahoz Baran di hevpeyvîna xwe de dibêje edebiyata modern nikare bê folklorê hebe. Dikare hebe, çima nikaribe hebe? Asta edebî ya gelek berhemên me yên li ser folklorê avabûyî li holê ne, ji berhevkariyê wêdetir naçin. Folklor bûye sifreyeke hazir û çêkirî ji bo me, çîrokeke deşîfrekirî ji nû ve bi çend guhertin û berfirehkirinan binivîse, xêra Xwedê! Qey ji ber wê rihetiyê bû ku Ronî War di rojekê de çend romanên folklorîk weşandin. (Ji bo agahiyên berfirehtir li ser van romanan li nivîsa Hamid Omerî binerin. Tişta min ji nivîsê fam kir, Ronî War romanên xwe bi xêra malpera Bydigi Forumê nivîsîne û ji bîr kiriye ku li çend cihan “Kaynak: Bydigi Forum”ê jî jê bibe.) Ji fetîşîzma ziman re jî, ji fetîşîzma folklorê re jî, na!

v Bila ev çend jêgirên ji encama Folklor û Roman a Remezan Alan (Peywend, 2013) jî li vir bin:

Ji aliyekî din ve karkeriya li ser şêwazê dema negihîştibe qonaxeke kamil, bi ser de jî peykeke tekrarhez û hewleke ji cinê afirîneriyê dûr li dar be, berî her tiştî ev ji tradîsyona devkî re neheqî ye.

Gelek caran di şûna şêwazeke şexsî de, çîrokbêjiyeke anonîm derdikeve pêşiya me. Heta hinek jê (Ristemê Zal, Evîna Pinhan, Evîna Mêrxasekî, Tehar û Ziharê, Bilîcan, Siyabend û Xecê-Z) wek çîrokên gelêrî diqedin.

Yeka din îro li dinê agirê romanên folklorîk vemiriye. Ev yek, belkî hinek bi kêmbûna heyecana avakirina netewe-dewletê ve eleqedar e. Piştî qaîmbûna hin guhertin û hêmanan, tevgerên ku îlhama xwe ji folklorê girtibûn, li ber çavan reş bûn. Heta li hinek ciyan piştî qonaxekê folklor, wek dijminê hunerê hatiye îlankirin. Lê çi ye ku netewebûna kurdan berdewam e û daxwaza netewe-dewlet û nasnameya netewî sar nebûye, îhtimal heye ku ev roman hê çendekî din jî derkevin pêşberî me.

nivîsandina romanên bi vî rengî, ji daxwazeke piyaseyî bêtir ji hestên neteweperwer, endîşeyên asîmîlasyoneke çandî û zimankujiyê der dibin. Yanê li ortê, berterefkirina xisarekê heye. Lewma edebiyata kurdî ya xwediyê van berheman, ne di afirandineke şexsî de kon werdigire, di nav warekî rewşenbîrî de êwr dibe ku berê wî dikeve berxwedan û têkoşîneke kulturî.

Ji ber ku nivîskar ji îlhama wergirtî çi derdixe holê, meseleyeke bingehîn e. Bi rêya navmetnî, analojî, parodî, pastîşê dikare çi tiştê “nû” derxe meydanê, dikare çi qas bi nezereke “kûr a cihê” li vî melzemeyî binêre, dê me daîm sewkî bersivên din bike.

Halbikî ji dewra modern vir ve ne çi, mirov çawa binivîsîne, qaîdeyeke estetîkê ye.

inanolo

Înanolo yekem kes bû ku ket xewna Evdalê Zeynikê. Piştî vê xewnê wî êdî wer bawer kir ku dê Evdal hişê xwe berde û bi çol û çeperan keve. Lê mixabin a dilê wî nehat milê wî û Evdal bû dengbêjekî tam î temam. Heta demeke nêzîk jî me nedizanî ka aqûbeta Înanolo çi bû, bes vê dawiyê li gor belgeyeke M. Malmîsanij bidestxistî, Înanolo ber bi dawiya temenê xwe ve çer ku ji kerê ketiye miriye û di bêrîka êlegê xwe de notek ji hezkiriyên xwe re hiştiye: “Jehr tê de be."

0 yorum: